Guftûgoyên Perrîdankan

CIWANMERD KULEK

Gava nivîskar pirtûka xwe diqedîne, jê we ye peywir û berpirsiyariya wî jî diqede û êdî tenê dimîne wek xwendevanekî berhema xwe. Konforeke xweş e ku “êdî ne ez lê berhema min diaxive.” Û her nivîskar di aliyekî hişê xwe de bi vê dizane ku berhema wî ji wî baqiltir e û bi tiştên ku ew nizane jî dizane. Lewma gelek caran xwendevanên wî ji wî bêtir mane û şîroveyan jê derdixin. Heta ku analîzek yan nirxandineke li ser wê, çê an xerab, cardî peywir û berpirsiyariya wî a wek berhemhênerê wê têxe bîra wî, bo nivîskar ew berhem heçku ji zû de xwedî xweseriyeke mutleq e. Nivîsa kek Burhan Tek a bi navê “Perrîdankên Li Ser Pênûsa Min” (Zarema, hejmar 7), ku derbarê Defterên Perrîdankan de nivîsîbû, ronî da ser bendê sermedî ê di navbera nivîskar û berhema wî de mohrkirî û pêşan da ku beza pisîkê heta kadînê ye. Ez sipasdar im ku vê kitêba ku min di 2014an de dayî çapkirin şayanî baltêdan û nirxandinê dîtiye û şanaz im ku xîret kiriye bi awireke hûrbîn û bêhneke fireh analîzeke heja li ser wê bike. Armanca pêşî, lê ne dawî, a vê nivîsê ew e ku nêrînên xwe li ser tesbît, rexne û xetayên ku birêz Tek nîşan dane diyar bikim. Ji niha de doza lêborînê dikim ji xwendevanên ezîz eger rêbaz û rêzikên akademik ê nivîsana gotarekê binpê bikim.

Li nav xetayan

Rast e, peyva Qeder a di beşa dawî de (Veger, Qeder) di rûpela naverokê de derneketiye. Vê yeka ne ji ber jiyana di hundirê edebiyata hundirê pirtûkê de, lê ji ber edebiyata di hundirê jiyana li derveyî pirtûkê de qewimiye. Ji ber ku eger em Qederê ji bîr bikin jî ew me ji bîr nake, em behsa çend giriftiyên di qedera vê pirtûkê de bikin û bibînin bê ew peyv bi ku de çûye. Sala ku min ev pirtûk dinivîsand sê tiştên bingehîn di jiyana min de hatin guhertin: Bajarê ku lê dijiyam, weşanxaneya ku berhemên min lê çap dibûn û… Divê mirov her tiştî nebêje. Pêdiviya aşopê bi valahiyan û kêmaniyan heye. Lê pêdiviya xwendevan pê tune ku van her sê tiştan bi sê parçeyên kitêbê re manend bike. Ne jî bi sê rojên beşa navîn re. Ev ê bes be eger karibe manendiyekê peyda bike di navbera aloziya min î wê demê û mijûlahiya hinga a weşangerê min î nû de. Destpêka havîna 2014an min wek dosyeyeke Wordê (min dixwest bibêjim destnivîs) berhem bi e-mailê şand ji wî re. Ev cara duyem bû di jiyana min de ku min tiştek dişand ji Avestayê re. Cara pêşî di 2006an de çûbûm Avestayê, wê carê jî weşanxaneyê ciyê xwe diguhert û her tişt tevlihev bû, te pelek daniya wir îhtimal bû te nema ew peyda bikira. Nameyek Ji Xwedê Re wê demê di vê hengameyê de ji nav çûbû. Vê cara duyem ku min vê berhema xwe ya mijara behsê, Defterên Perrîdankan, ji wan re şand, îcar jî xwedî û edîtorê weşanxaneyê mala xwe diguhert, bi gotineke dîtir û baştir, ji nû ve diediland. Serê Abdullah Keskin ji teşqeleya malê qelebalix bû û piştî mîzanpajê ez lê warqilîm ku rûpela navê kitêbê winda kirine, çunkî navê kitêbê wek “Li Amedê”, navê para yekemîn, mabû û hin notên ku min li bin hejmarên beşan tomar kiribûn ku tenê min (hetta belkî nema min jî!) ji wan fahm dikir di ciyê xwe de mabûn. Belkî ji ber van û gelek sedemên dî, xetaya herî piçûk a di kitêbê de peyva herî girîng ji navê bir û Qeder di îndeksa naverokê de hat jibîrkirin.

Piştî ku min ev ji qîma dilê xwe wek xetayeke piçûk bi nav kir ez amade me hemfikir bim li hember binavkirina kek Burhan a derbarê xetayên madî ên di pirtûkê de: Bi qeneeta min jî ev “xetayên ne biçûk” in. Li nirx û hêjahiya kitêbekê bişikînin yan neşikînin ferq nake, ez ji kumikekî ku ji ber bêrihmî û bêbextiya zimanê klavyeyê xilafî xwesteka min tê firandin û windakirin jî xwe berpirsiyar dibînim û rûyê min reş dibe. Lê gelo evên ku birêz Tek destnîşan kirine giştûk xeta ne yan şaşiyek li navê heye? Kek Burhan radigihîne ku keçikê dosye berî çend rojan aniye weşanxaneyê û bi baneşaneke delal diniquçîne: ka meh û nîvek bû! Bi rastî jî ez cardî li nav kitêbê geriyam lê li tu derê li ber çavê min neket ku min gotiye meh û nîvek berê dosye aniye weşanxaneyê. Tişta ku di berhemê de hatiye diyarkirin ew e ku Filankes meh û nîvek berê xwe kuştiye, ne ku meh û nîvek berê dosye gihaştiye weşanxaneyê. Û, bêguman, dosye jî piştî mirina wî digihê weşanxaneyê. Lê kek Burhan têra xwe heq e dema dide xuyakirin ku di rûpela 56an de hatiye gotin ku “piştî mirina Wî bi sê mehan…” Di vir de şaşiyeke ku ez nikarim navekî dî lê bikim heye. Lê dikarim texmînekê bikim li ser sedemên derketina vê şaşiyê. Filankes, piştî çend salên veqetaneke dirêj, di 3yê Îlonê de li Cizîrê cardî rastî Luzê tê û cara duyemîn di jiyana xwe de dil dikeve heman jinê (di a yekemin de navê wî Ferzende, ê wê Gulten bû). Wate, heta ku Luz -piştî meh û nîvekê!- destnivîsan digihîne weşanxaneyê nêzika sê mehan derbas dibe û dibe ku ji ber vê tarîxê tevliheviyek derketibe.

Şaşiya dî a ku kek Burhan Tek destnîşan dike ev e: “…wî dîsa jî tarîxa 31ê Îlonê, Duşem avête serê rûpela rojnivîska xwe,” û birêz bi mafdarî radigihîne ku “em giş dizanin ku meha Îlonê 30 rojî dikişine,” û wiha dewam dike: “Ku di romanê de dem bi rastî jî tiştekî ne diyar bûya û nivîskar xwestibûya dîrokinin ecêp bidaya wê çaxê me dikaribû bigota ku ev tarîx beloq nasekine.” Lê di vir de birêz Tek qaîdeya ku di destpêka gotara xwe de diyar kiribû, ango cudahiya di navbera vegêr (vebêj/bêjer) û nivîskar de (“em nabêjin nivîskar” B.T.), îxlal dike. Tarîxa ku behs dike ne ji aliyê nivîskar ve –û hetta ne ji aliye vegêr vehatiye danîn: Filankes, lehengê sereke ê romanê, di deftereke xwe de wiha dinivîse. Beramberî vê, gava kek Burhan dibêje “em giş dizanin ku meha Îlonê 30 rojî dikişîne,” ez dibêjim bila careke dî bifikire. Weke însanekî ku nêzika deh salan rojnivîsk nivîsîne -û ez dibêm kesên ku rojnivîskan dinivîsin hemû bi vê diyardeyê baş dizanin-, ez wiha bîr dibim ku herçiqas navên wan rojnivîsk be jî yek ji ciyên herî pirr roj û dem li wan tê tevlîhevkirin, yan jî ew sînor û dabeşbûn şolî dibin û wesfên xwe winda dikin rojnivîsk bi xwe ne. Hûn saet di 23:00yan de yan di 00:00ê de dest bi nivîsînê dikin û di 01.00ê de nivîsa xwe ya di rojnivîskê de diqedînin. Gelo ew rûpel divê tarîxa kîjan rojê wergire? Carina hûn a roja berê davêjinê, carina a roja nû, carina di navberê de dimînin û nizanin çi bikin û mimkun e dema hûn du tiştan li hev bixin jê tiştekî ji herduyan ciyawaztir derxin. Li paragrafa ku birêz ew hevok jê wergirtiye behsa wê yekê dibe ku çawa mefhûma demê bo leheng ji awayê demjimêr û pelên teqwîman cuda bûye, ji bo wî roj heçku ne di duwanzdehê şevê de diqedin û piştî wê dest pê dikin, lê bi destpêka sibehê û dema kar re diqedin û dest pê dikin û tevî ku saet bûye piştî nîvê şevê jî û teqwîm bûye yekê cotmehê jî ew hê weku lingekî wî li roja berê mabe his dike û lewma dema dixwaze tarîxa roja berê bavêje serê rûpelê tişta ku dertê holê ev e: 31ê Îlonê. Çunkî gava hiş û dem li nav hev dikeve, sînor şolî dibin, lingek li aliyekî yek li aliyê dî dimîne şaşiyek ne pêwîst be jî mihtemel e. Çunkî em giş û her tim nizanin ku meha Îlonê 30 rojî dikişîne. Û divê em lehengê xwe yê derbider û goşegîr ji vê camêriyê mehrûm nehêlin û ji ber şaşiyên ku em bi xwe jî dikin li wî negirin. Çunkî di jiyana rastî de jî, -her weku kek Burhan Tekê ku ez bawer im tevî ku di saeteke xweştir de û bi hişekî zelaltir ew analîz amade dikir jî gava xwestiye tarîxa xwekuştina nivîskarê di berhemê de destnîşan bike ketiye şaşiyeke wiha-, em “giş” nizanin ku meh û nîvek berî 20ê Mijdarê “teqabulî serê Îlonê dike.” Eger Burhan Tek vê şaşiyê bike, Filankes jî dikare bike. Jixwe ne hewce bû kek Burhan têketa nav hesabekî wiha jî, lewra di dawiya para duyemîn de, (r. 232), bi awayekî eşkere hatiye diyarkirin ku Filankes di 3yê Cotmehê de xwe kuştiye.

Herçî meseleya Rocco ye, ez şermezar im ku min wiha bîr biriye ku Rocco jî bi qandî Rococo tiştekî kevnar e. Henek li aliyekî, ji mafê xwendevan e ku şîmaqeke xweş li nivîskar bixe ji ber ku aşop û xeyaljeniya wî çermeyek avêtiye ber seheka wî ya rasteqîniyê û raboriyê. Lê divê xwendevan jî rastî û dahênanê tevlihev neke û li ciyekî berra destê xwe li min raneke. Tişta herî baş ew e ku mirov ji fabrîqeya wan bixwaze ku CEOyê xwe yê wê demê bidin ber lêpirsînê ji ber ku di wê tarîxê de bîra van benîştan nebirine û hilneberandine û tenê bi şekirkên xwe tahma deve me xweş kirine. Bila ev şaşî jî di berhemê de bimîne wek tolhildana Hîvê a ji Gultena ku guva qeşmeriyê xwe pê dikir. Ez ji afirîneriya şaşiyan natirsim.

Şaşiya herî dawî lê ne herî piçûk ku hatiye kişifkirin jî nivîsa “Taziya me heye” a li ser derabeyê ye. Burhan Tek heq e, ne tenê wê demê lê niha jî bawer nakim kes li Diyarbekir danezaneke Kurdî a bi vî rengî li ser dikana xwe dixe. Lê di baweriya min de xwendevanekî ku Filankes nas bike divê nekeve vê dahfikê. Di hundirê serê vegêr û lehengê min de makîneyeke wergerê û nivîsê heye, wek aşê nokan bê sekin digere.

Tesbît

Ji bilî van xetayên, em bêjin, “amûrî”, hin çavdêriyên bêtir li ser deng û vegotina metnê jî hene di nivîsa kek Burhan Tek de. Di metneke edebî de em dikarin dengê nivîskar, dengê leheng û dengê vegêr bibihîsin û dewlemendî û pirrdengiya berhemê bi qaîdeyê orkestrayekê binirxînin. Lê ez ne hemfikir im ku her organeke ji vana (leheng/vegêr/nivîskar) xwedî dengekî bi tenê bin. Di mînaka ku birêz Tek daye de (“Te kengî dev jê berda?” “Eve bû heşt meh.” Derew bû.), diyalog bi hêsanî me vedixwîne bo guhdarîkirina dengên dî ên di nava leheng bi xwe de, ne dengê ji çavkaniyeke/ endamekî dî. Çawa dema ku em derewekê dikin em dizanin ku ew derew e û em dizanin ku em dizanin ew derew e û hwd., ev deng tebeqe bi tebeqe di nava leheng bi xwe de dikevin ser hev. Lewma xwendineke ku vî dengî wek dengê monologa hundirîn a lehengî pênase bike ê hêsankartir be.

Herçî meseleya fikrên siyasî ên vegêr e… Ez dikarim vana bibêjim: Rojnamevaniyeke freelance dike, xwendevaniyeke wî ya siyasî hebûye di dema zanîngehê de, vêga ji Stenbolê hatiye Diyarbekirê bo çavdêriya ziyareteke siyasî a li bajêr da ku derheqê wê de gotarekê ji weşaneke Ewropî re binivîse. Gava vedigere bajarê ku lê çar sal derbas kiriye, hem evîna wî ya bêencam hem halê siyasî tê ber çavan. Eger fikir be, helbet dikare fikren wî yên siyasî hebe û bi vî çavî li dora xwe binere, lê ez dibêm em ji fikran bêtir şahidiyê li hestên wî û derûniya wî dikin. Û jixwe yekane tiştên ku dîdaktîk werin hesibandin jî, wek dîroka alaya Kurdistanê, ji mijarên gotara bo wê kovara biyanî ne. Vegêr vê diyar dike ku ew alê wek sembol û metaforekê, wek tiştekî bîbloyî ku kêfa Ewropiyan ji tiştên wiha re tê, werdigire û di ser wê re gotara xwe ya derbarê nêrînên aliyên curbecur ên Kurdan li ser wê sertêdanê dirêse. Herçiqas were îdîakirin ku “jixwe em bi vana gişan dizanin” jî, divê em mixetabê gotarê jî romanê jî bi komekê re sînordar nekin. Ez bawer im eger heman metn bo zimanekî biyanî were wergerandin mihtemel e vê carê jî komek xwendevan bibêjin “jixwe kes ji me nizane qala çi dike.” Lewma di meseleya tiştên ku em ji xwendevan re bihêlin û tiştên ku divê bidinê de, helbet bêyî ku têkevin pend û şîretan, hevsengiyek pêwîst e û di baweriya min de li gor mijareke siyasî zimanekî têra xwe şexsî hatiye bikaranîn.

Lê gelo ew, vegêr, bûye qurbana fikrên nivîskar? Ji bo vê divê em fikren nivîskar jî zanibin. Li vir çarneçar divê xwendevan ji nav gorepana metnê derkeve û li ciyekî dî li Min bigere. Eger çi ez li çayxaneyekê dîtim eger çi li meyxaneyekê, li civatekê yan li medyaya sosyal, heye ku zûka bi fikrên min bihese. Lê ev ê çi biguherîne? Dema fikrên min cuda bûn jî ez ji deng û awazên televîzyonên propagandîst aciz bûm û beriya niha bi gelek salan min nivîsek li ser vê ji kovarekê re nivîsîbû. Çawa ku bavek dikare ji jinekê aciz be ji ber ku li rêzefîlman temaşe dike, çawa zarokek dikare ji bavekî bibehece ji ber ku ji rûyê nûçeyên wî nikare li kartonfîlma xwe temaşe bike û em vê tengezariya mirovekî weke reaksiyoneke siyasî nahilsengînin, em nikarin reaksiyona lehengekî a li hember hin reng û şiklan jî wek alîgiriyeke dîdaktik û pendiyar bihesibînin. Eger alîgiriyek hebe jî ev ne yeke xwebexş û qurbanker e. Bi min ev bêtir nêzikî rastiyê ye. Lewra xwendevanê ku fikren min hîn bû û peyre dîsa vegeriya metnê ê tenê li vê hay bibe: min behsa tiştên herî pirr bi wan dizanim kiriye. Û jixwe camêriya nivîskar jî di vir de ye: Çawa dikare cil û berg û his û serpêhatiyên xwe bi deyn bide hin lehengên xwe, dikare fikrên xwe jî bi deyn bide wan, bêyî ku wan di devê wan de bike alaveke tehekkum, ajîtasyon û demagojiyê.

Kek Burhan dibêje ku “em tam fam nakin bê çawa ji ber evîna Luzê Filankes dev ji zanîngehê berdide “lê paşê rojekê satilek mêst rijiyabû û… wî hem dev ji wê hem dev ji dibistanê berdabû.” Filankes cara pêşî bi Hîvê re, vê keçika ku li dikana apê xwe a biniya xaniyê wan dişixule, rojekê gava ji bo satilên mast tê ber derî nasiyê datîne. Lê di tevna romanê de hatiye diyarkirin ku Filankes piştî mirina Hîvê, a ku dema dilê wî di Luzê de bû pê re bû, bi xwesûcdarî û poşmanî ji navê winda dibe. Hevoka ku birêz Tek diyar kiriye ji pasajeke guftûgoya ligel Zeydîn, gava di erebeya Zeydîn a pakêtên qaçax li pey Luzê bi dizî diçin Diyarbekirê, hatiye wergirtin. Di vir de ne Filankes dizane ê meseleyê çawa ji yekî wek Zeydîn re bibêje, ne jî Zeydîn xweşikayî guh li ser van eletewşiyên wî ye. Lewma pasajeke ji stîla vegotina berî xwe û piştî xwe cihêrengtir derdikeve holê. Hemin gotin hat ser wê, ez bawer im ne xerab e ku ez vê nimûneya yekta derpêşî xwendevanan bikim.

“Lewma gava cardî ketin axaftinê evî qismê serpêhatiyê bê behskirin hişt û musweddeya wê ji xwe re hilanî:

Di zivistana 2003yan de ew nas kiribû. Herdu li heman faqulteyê xwendekarên du zimanên cuda bûn: Luzê beşa mamostetiya zimanê Îngilîzî dixwend, ew jî di beşa Frensî de bû. Hevnasîna wan hindî Pardon Mademoiselle!ekê ji ruhê dramatîzma destpêka milenniuma han î teze dûr, û dilketin û pevrebûna wan jî hindî Oh Mon Dieu!ekê bêtareke bêlomekî bû. Werhasil her tişt the sooner the better bû û Filankes ne ji bo evîna wê lê ji ber evîna wê helbest nivîsîn cara pêşîn. Û helbesteke ji wana di pêşbaziyekê de bûbû yekemîn.

Paşê rojekê satilek mêst rijiyabû û… wî hem dev ji wê hem jî dev ji dibistanê berdabû.”

Dawî, qeder

Di beşa bi navê Platonê Fetisî a benda kek Burhan de, birêz balê dikişîne ser hatina vegêr bo Cizîrê a di 21ê Adarê de û bi du baneşanên ji hev delaltir û qerfoktir dimîne heyirî ku “Herçiqas roja newrozê be jî li Cizîrê ji bo wê rojê tu kêf û şahî nehatine lidarxistin!!” Rast e, lehengê min neçûye qada Newrozê û di heqê wê de tiştekî nabêje. Em nikarin birêz Tek ji ber vê ecêbmanê bi alîgiriyeke siyasî wek a vegêrê me tawanbar bikin û lê bigirin ji ber ku tahnan dide vegêrê me çima ku wek nûçegihanên DİHAyê atmosferê ranagihîne, lê wek nûçegihanên DHAyê xwe kerr û lal dike. Lê dibe ku xwendevanekî dî ê şûm derkeve û xwe li alîgiriya nivîskar rakişîne û ji lêkoler bipirse: Gelo ji dema Mem û Zînê vir de kengî li Cizîrê di 21ê Adarê de şahiyên Newrozê hatine lidarxistin? Bê henek, li çend bajarên Kurdistana Bakur Newroz di roja xwe de, di 21ê Adarê, de tê pîrozkirin? Eger mesajeke siyasî a vegêrê me hebe belkî ew jî di vir de, di vê bêdengiyê de be, li Newrozeke bê şahî a Cizîrê: Di 21ê Adarê de Cizîr û -hin caran hemû bajarên dî ên Kurdan- divê huş bin, çunkî li Amedê mitîng heye.

Gelekê romanê li Cizîrê derbas dibe, lê ev ne cara yekem bû ku min di berhemeke xwe de qala Cizîrê dikir. Çîrokeke di Otobêsê de, Kamo: Xwediyê Siya Herî Xweşik, jî li Cizîrê derbas dibe û di dawiya vê çîrokê de Cizîra germ û ziwa di serdemeke xeyalî de di bin avê de dimîne û diçe. Berevajiyî çîroka nîgaşî a di Otobêsê de, min hewil da di Defterên Perrîdankan de resmekî rasteqîn ê Cizîrê derxim holê û lewma di her hevokê de weku li kûçeyeke vî bajarî bûm ku min nêzika sê salên xwe lê derbas kiribûn. Burhan Tek behsa rastî û afirandina aşopî a di metnan de dike, gotinê tîne ser çend ciyên di romanê de û diyar dike ku herçiqas weke xwendevan mirov zanibe ku ew cî tune ne jî kurmê wê yekê tê mirov ku mirov here wan ciyan bibîne. Gelek ji wan ciyan ne wek nîgaş, lê bi rastî jî hebûn li wî bajarê ku min digot qey kûçe bi kûçe, bêje bi bêje dinivîsim. Lê ku îro xwendevan rabe here lê bigere jî tune ne. Çunkî kes nikare vegere bajarekî ku êdî li ser rûyê dinyayê tune. Di 2014an de gava min Defterên Perrîdankan qedand, ji min hebû ku min romana xwe ya herî realist nivîsîbû. Mixabin bobelatên siyasî di 2016an de ez kirim nivîskarê romaneke surrealîst. Lewma dixwazim bawer bikim ku ê rojek were ku di 21ê Adarê de Cizîr li dinyayê hebe.

Share.

Leave A Reply