Dêsmana Çîrokên Efsanewî yên Kurdî*

MEZHER IBRAHÎMÎ

JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH

Puxte: Mebest ji nivîsîna vê gotarê, diyarkirina dêsmana çîrokên kurdî yên efsanewî ye. Di vê lêkolînê de ji modela dariştenasiya Vladimir Propp sûd hatiye wergirtin. Modela Propp ji tehlîlkirina 100 çîrokên rûsî yên efsanewî pêk tê, 31 hêmanên sereke jê re hatine peydakirin ku bingeh û dêsmanên van çîrokan pêk tînin. Propp ji bo van hêmanan bêjeya “erk” bi kar aniye. Encama vê tehlîlkirinê diselimîne ku çîrokên efsanewî yên kurdî, xwedî heman dêsmanên çîrokên rûsî ne û erk jî heman erk in ku Propp destnîşan kirine. Lê li çawanî û şêweya cîbicîbûna hin erkan ciyawazî tê dîtin ku sedem jî cudabûna çanda du neteweyan e.

Peyvên sereke: Dêsman (structure), çîrokên efsanewî yên kurdî, çîrokên efsanewî yên rûsî, Vlademir Propp, erk

Destpêk

Vladimir Propp (1895-1970) piştî lêkolîna li ser 100 çîrokên efsanewî yên rûsî, hejmarek hêman diyar kirin ku dêsmana sereke ya wan çîrokan pêk tînin. Wî ev hêman weke erk bi nav kirin. Neguherbar û sinordar in û di rastiyê de bingeh û esasa çîrokan li ser van hatiye avakirin. Propp li gor kiryara karekterên nava çîrokê û girîngiya wan di geşbûna çîrokê de, wan pênase dike. Erk 31 in û ji aliyê heft kesên çalak ên di nava çîrokê de pêk tên. Ev heft kes bi vî awayî tên binavkirin: leheng, bexşende, tawankar, alîkar, prensês, birêker, lehengê sexte.

Ji bilî van hêmanên sereke di çîrokan de, hin hêmanên zeîf jî hene ku berevajî erkan, di nava çîrokan de ciyawaz in û karigeriya wan li ser dêsmana çîrokan nîn e. Ev hêman jî: nav, pîşe, ruxsar, zayend û cureya kesayetî, armanc û birêker, dem û mekan, çawaniya destpêkirin û bidawîanîna vegêranê û wesfkirina tişt û kesan û hwd.

Erk an hêmanên çîrokên efsanewî yên kurdî

Propp di lêkolîna xwe de bo hin erkan, çend şêwazên rûdanê û çend binbeş diyar kirine; wek nimûne ji bo erkê “tawankirinê” amajeyî 18 şêwazan kiriye. Em li vir hêmanên pêkhêner ên dêsmana çîrokên efsanewî yên kurdî û herwisa awayên encamdana wan erkan li gor rêjeya hebûna wan ji zêde ber bi kêm ve raçav dikin.

Herwisa ku hate gotin, lêkolîna Propp li ser çîrokên rûsî bûye û di vê beşê de ji bilî destnîşankirina aliyên hevpar yên çîrokên rûsî û kurdî, em dê amaje bi taybetmendiyên çîrokên kurdî jî bikin.

Li pey dariştenasiya (morfolojî) Propp, di nava erkan de heft ji wan rê ji bo geşbûna çîrokê û bicihbûna erkên din vedikin. Ev erk di çîrokê de qet bi hev re nayên dîtin û ji bilî destpêka çîrokê, di nîvê û dawiya çîrokê de jî ihtimala hebûna wan heye. Heft erkên behskirî di çîrokên kurdî de weke jêr in.

  1. Dûrketin û nediyarbûn
  • –  Endamên ciwan ên zeîf ji malê dûr dikevin
  • –  Dê û bav endamên salmezin ji malê dûr dikin.
  • –  Mirina dê û bavî
  1. Hişyarîdan ji bo encamdana karekî
  2. Guhdarînekirina li hişyariyê
  3. Agahî berhevkirin (hewla berhevkirina agahiyan): Tawankar hewl dide derbarê qurbaniyê de agahiyan berhev bike. An jî leheng hewl dide derbarê tawankar de agahiyan bi dest bixe. Ev erk ji aliyê kes an tiştekî din ve jî bi cih dibe.
  4. Nûçegihanî (pêdana agahiyan): Agahiyên pêwîst bi tawankar tên dayîn. Û ew jî ji bo biencamgihandina armancên xwe yên pîs ji wan sûdê werdigire; an jî berevajî derbarê tawankar de, agahî diçin ber destê lehengî.
  5. Xapandin: Tawankar hewl dide qurbanî bixapîne.
  6. Hevkarî û xapîn: Qurbanî tê xapandin û rê ji bo tawankar vedike.

Proseya sereke ya çîrokên efsanewî bi rûdana tawan an ji ber kêmasiyan tê destpêkirin. Di rastiyê de erkê “tawan/kêmasî” girîngtirîn erk e û şahdemara van cure çîrokan e. Lehengê çîrokê bi mebesta rûbirûbûna ligel tawankar an ji bo nehiştina kêmasiyan tê meydanê û erk û şexsiyetên din bi dû xwe re dihîne. Li jêrê, şêwaza erkên din yên çîrokên efsanewî yên kurdî tên raçavkirin.

  1. Tawan/ kêmasî Tawan (A)

A1. fermana kuştinê

A2. tilismkirin

A3. hewldan ji bo xwarina kesekî/ê A4. revandin
A5. dizîna hokareke cadûyî
A6. kuştin

A7. nasandina lehengê derewîn weke lehengê rastîn A8. xistina nava bîrê
A9. bûn sedema berzkirina kesekî/ê
A10. fermana destgîrkirina kesekî

A11. derkirin û dûrxistin
A12. zindanîkirin
A13. birîndarkirin
A14. zewicandina bi zorê
A15. êşkence û mijîna xwîna qurbanî A16. xistina nava deryayê

Propp amaje bi tawana “dizîna ronahiya rojê” dike ku di çîrokên kurdî de nayê dîtin. Lê li hember du şêwazên tawanê di van çîrokan de hene ku li çîrokên rûsî ew nehatine destnîşankirin. Ev du şêwaz wisa ne:

– Tawankar çavkaniya ava vexwarina xelkê dagir dike û li hember jî qurbanîkirina keçikan dixwaze, her car ji bo demeke kurt pêşiya avê berdide.

– Tawankar, qurbaniyan mecbûrî karên dijwar dike.

Kêmasî (a)
a1. nebûna hevjînê
a2. nebûna pere û jiyarê (debar)

a3. nebûna alîkarekî/e cadûyî a4. nebûna tiştekî ecêb û seyr

  1. Alîkarî jê xwestin û birêkirina leheng (B)

B1. kesek karesatê ji bo lehengî aşkere dike B2. bêyî ku ji lehengî bê xwestin, ew dikeve rê B3. şandina lehengî bi fermanekê

B4. daxwaza alîkarîkirina ji lehengî
B5. şikayetkirin û kilamgotin bi ziman û awazeke xemgîn

  1. Pêşdestî (C): Leheng amadebûna xwe ji bo çareserkirina kêşeyan derdibire.
  2. Birêketin (): Leheng ji bo çareserkirina kêşeyan ji malê derdikeve.
  3. Tevger û reftara bexşende (D)
  4. D1.  silav û pirs û bersiv
  5. D2.  şer û pevçûn
  6. D3.  daxwaza lêborîn û bexşîna ji lehengî
  7. D4.  ceribandina lehengî
  8. D5.  daxwaza rizgarkirinê
  9. D6.  daxwaza dabeşkirina çend keresteyên cadûyî

Yek ji bexşendeyên girîng di çîrokên kurdî de Xidirê Zindî ye. Xidir bêyî ti payînê1,

tê ser rêya leheng û rêya serketin û biarmancgihîştinê nîşanî wî dide. Ev rênimandin, hin caran di xewê de rû dide. Carinan dêwek ligel lehengî li hev dike û li beramber anîna kesek an tiştekî, dêw keresteyeke cadûyî pêşkêşî lehengî dike.

  1. Reftar û berteka lehengî
    E1. Berteka jîrane û hişmendane
    E2. serketin li hember bexşendeyekî dijmin
    E3. rizgarkirina dîlekî/ê
    E4. dilpêşewitîn û lêborîn
    E5. xweparastina li hemberî ceribandina bexşende
    E6. xapandin
    E7. encamdana xizmet û daxwazên din
    14. Wergirtina hokareke cadûyî (F)
    F1. hokara cadûyî xizmeta xwe pêşkêşî lehengî dike
    F2. hokara cadûyî bi lehengî tê dayîn.
    F3. hokara cadûyî bi xwe aşkere dibe
    F4. cihê kereste û hokara cadûyî bi lehengî tê nîşandan F5. hokara cadûyî tê çêkirin
    F6. hokara cadûyî tê revandin

F7. hokara cadûyî tê xwarin an tê vexwarin
Şêwazên din ên vê erkê di çîrokên kurdî de wisa ne:
– Gelek caran Xidirê Zindî ji dêvla keresteya cadûyî, hin şîretan û rênimayiyan

dide lehengî û çawaniya jinavbirina tawankar ji wî re ronî dike.
– Bexşende bi şûştina lehenga keç, bi av an barana efsûnî, ciwaniyeke seyr û

ecêb pê dibexşe.
– Bexşende rê û rêbazên cadûkirinê hînî lehengî dike, an şiyaneke seyr û ecêb

pê dibexşe; şiyana têgihîştina zimanê caneweran û hwd. 15. Veguhestin (G)

  1. G1.  Leheng bi hespê, ji bo cihê mebestê tê veguhestin
  2. G2.  Leheng bi asimanan ve difire
  3. G3.  Rêya lehengî pê tê nîşandan
  4. G4.  Dilopa xwîna rijiyayî dibe rênîşandêra lehengî

Di çîrokên kurdî de ji bilî van hebên genim û agir û … jî dibine sedema ku lehengê

çîrokê ber bi cihê mebestê ve here; wek nimûne dema ku leheng mijûlî aşpêjiyê ye û agirê wî vedimire, ji dûr ve çirûskê agirekî dibîne û ber bi wî aliyê ve diçe û hwd.

  1. Pêşbirk û dijberî (H)
    H1. Leheng di meydana şer de bi tawankar re rûbirû dibe
    Di nimûneyên rûsî de sê şêwazên din hene ku di çîrokên kurdî de nayên dîtin. Ev

sê şêwazên pêşbirkê wisa ne: pêşbirk, lîstika kartan, kaşandina weznê. 17. Serketin (I)
I1. Serketina li meydana şer
I2. Kuştina tawankar bêyî şer

  1. Diyarkirina lehengê rastîn (J)
    J1. Prenses gustîlk an destmalekê dide lehengî
    J2. Prenses bi daxkirin2 an bi penceyên xwînî, lehengê rastîn diyar dike
    Awayekî din ji bo diyarkirinê di çîrokên kurdî de wisa ye ku leheng piştî kuştina tawankar, bêvil, guh û lêvên wî dibire û hiltîne, piştre bi van tiştan xwe bi prenses û kesên din dide selimandin. Ev rûdan di çîrokên kurdî de gelekî dubare dibe û berevajî şêwazên din, bi vî rengî leheng bi xwe vê erkê encam dide. Herwisa di şêwazeke din de leheng dax û nîşana xwe li ser ran û hêtên lehengê derewîn dide û li dawiya çîrokê ew tê bêrûmetkirin.
  2. Çareserkirina kêşe û kêmasiyan (K)
    K1. kêşe û kêmasî di encama karên leheng de çareser dibin
    K2. kêşe û kêmasî ji ber bikaranîna hokareka cadûyî çareser dibin

K3. bidestxistina tiştê armanc, bi sûdwergirtin ji zorê an ji zîrekiyê K4. rizgarkirina dîl
K5. şikandina tilismê
K6. zindîkirina mirî

  1. Vegerîn (): Leheng piştî gihîştina bi armancan, vedigere malê.
  2. Radûkirin (Pr)

Pr1. Hewla tawankar bo jinavbirin an xwarina leheng
Pr2. Radûkirin (li pey çûn) bi guherîna teşeyê; tawankar teşeya xwe bi tiştekî an

canewerên curbicur diguherîne.
Di çîrokên kurdî de dibe ku tawankar bi zahir û cilûbergên derwêş an parsekekî,

li pey leheng bigere. Li hin çîrokan jî lehenga keç, bi teşeya mehîn an xezal û dar û hêlanek û êzingê de ji destê tawankar direve û tawankar fermana serjêkirin, birîna darê û şewitandina hêlanekê dide û hewl dide ku lehenga keç, ji nav bibe; lê li dawiyê dibe weke keçika bedew a hertim û tawankar û lehengê derewîn bê rûmet dike.

  1. Rizgarî (Rs)
    Rs1. Leheng derbasî asimanan dibe an jî siwarî hespê dibe û direve
    Rs2. Leheng bi avêtina şe, sabûn û teşta avê û tiştên din li ser rêya tawankar,

astengan û rêgiran çêdike
Rs3. Leheng bi guherîna teşeya xwe ji destê tawankar direve
23. Nenaskirî (O): Leheng bi awayekî nenas diçe bajar û welatekî din yan jî

vedigere welatê xwe. Lehengê çîroka kurdî bi vê mebestê, gelek caran xwe weke keçelekî bêdesthilat dide naskirin.

  1. Quretî û pozbilindî (L): Lehengê derewîn dixwaze serketinên lehengê rastîn li xwe bigire.
  2. Karê dijwar (M): Prenses an bavê wê, ji bo ceribandina lehengî daxwaza encamdana karekî dijwar jê dikin û bi vî awayî firsenda xwedannasîna lehengê rastîn çêdibe. Karên dijwar di çîrokên kurdî de zêdetir wisa ne: 1. Hilanîna nihêniyekê an anîna çîrok û serpêhatiyekê; 2. Bidestxistina dermanekê an tiştekî seyr û ecêb.
  3. Encamdama karê dijwar (N): Leheng bi bicihkirina fermana mîr an prenses wêrekî û hêza xwe li wan diselimîne.
  4. Naskirin (Q): Prenses bi rêya nîşaneya ser bedena lehengî, an bi rêya destmal û gustîlka ku pêştir dabû lehengî, wî nas dike. Û ferqa lehengê rastîn û derewîn aşkere dibe. Herwisa hêz û mêrxazî û encamdana karê dijwar dibe hokarê nasîna lehengê rastîn.
  5. Bêrûmetkirin (Ex): Serneketina lehengê derewîn di encamdana xwesteka prenses û mîr de dibe hokara aşkerebûna derewan û bêrûmetbûna wî. Di hin çîrokan de tawankar hemû tawanên xwe dixin stûyê lehengê qurbanî û gelek kêşe û arîşeyan jê re saz dikin. Li dawiyê, lehengê qurbanî bi vegêrana serpêhatiya xwe, rûyê rastîn ê tawankar nîşan dide û wî bêrûmet dike.
  6. Guherîna ruxsarê an rewşa jiyana lehengî (T): Di beşa dawiyê de li hin çîrokan, alîkar rewş an ruxsara lehengî diguherîne. Hêjayî amajekirinê ye ku ev erk di çîrokên kurdî de gelekî nadir rû dide.

T1. Alîkar koşkekê ji bo leheng ava dike
T2. Alîkar cilûbergên nû ji bo leheng amade dike
30. Sizadana tawankar (U): Divê neyê jibîrkirin ku ev erk her tim nayê encamdan û hin caran jî tawankar an lehengê derewîn tê bexşandin û efûkirin, û ji wan re siza nayê birîn.

  1. Zewicandin û padişahtî (W): lehengê çîroka efsanewî yên kurdî di piraniya çîrokan de ligel keç an keçikên hezkirî, dizewice û dibe padişah.

Encam

Encama dariştenasiya çîrokên efsanewî yên kurdî vê yekê eşkere dike ku ev çîrok xwedî heman dêsman in ku Vladimir Propp di lêkolînên xwe de destnîşan kirine. Navborî bi tehlîlkirina sed çîrokên efsanewî yên rûsî, selimand ku sî û yek hêmanên sereke û neguherbar, ku bi xwe ew weke erk bi nav kirin, bingeha van çîrokan pêk tînin. Erk, kirdeya her yek ji karekterên nava çîrokê di pêwendiya ligel hevdu de û herwisa ligel hemû çîrokê bi giştî ye. Rêjeya hebûna van erkan ciyawaz e û di her çîrokekê de hejmareke ji wan tê dîtin.

Çîrokên efsanewî yên kurdî, zêdetir bi erkên “derketin û dûrketina ji malê” an “tawankarî”yê tên destpêkirin û bi erkên “zewac û padişahtiyê”, “çareserkirina kêşe û kêmasiyan” û “sizadana tawankar” bi dawî dibin. Teqrîben di %70 ji van çîrokan de du erkên girîng “pevçûna leheng û tawankar” û “encamdana karê dijwar” tên dîtin û proseya pêşveçûna çîrokan bi van du erkan ve hatiye girêdan.

Tevî ku erk û û hêmanên sereke yên çîrokên kurdî û rûsî wek hev in, lê di çawaniya hin erkan de ciyawazî tê dîtin ku sedema vê yekê jî cudabûna çanda du neteweyan e. Weke nimûne di çîrokên rûsî de erka “pevçûna leheng û tawankar” amaje bi sê binbeşên lîstika kartan, pêşbirk û kişandina weznê dike ku di çîrokên kurdî de ev cure nayê dîtin. Di beşa nasandina erkan de amaje bi nimûneyên din hatiye kirin.

 

1 Bêyî ku li benda tiştekî an sûdekê be. (wer.)

2 Dax û nîşan, bi hesineke germ û dax muhr û nîşana xwe li ser bedenê kesekê datanîn; bi wê yekê re dibêjin `daxkirin` (wer.)

 

ÇAVKANÎ

Bekrecoyî, Rêbwar. (2008). Çend Çîrokêkî Folklorî Nawçey Pişder. Hewlêr: Aras.

Cefer, Hecî. (2007). Carekî ji Cara. Dihok: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd.

Cehanferd, Secad. (2009). Efsaneyl Willati Mîdiya. bergî yekem. Silêmanî: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd.
_ _ _ (2011). Efsaneyl Willati Mîdiya. bergî dûwem. Silêmanî: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd. Celîl, Erdoxan û Celîlî Celîl. (2007). Efsaneyên Kurdan (Efsanêhayê Kurdan). Wergêrranî Kerîm Keşawerz. Tehran: Êlmî ve Ferhengî.

Cemal, Rêbwar. (2007). Xitke Sûr. Hewlêr: Aras.

Cûtyar, Xalîd. (2007). Dêw. Silêmanî: Serdem.

Derwêşiyan, Elî Eşref. (2007). Efsane û Hekayetî kurdî (Efsanêha ve Metelhayê Kurdî). Têhran: Çişmê, çapa pêncem

Ehmed, Ararat. (2004). Qutûy Etar. Silêmanî: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd.

Futûhî, Sware û Resûll Weysî. (2014). Raz. bergî yekem. Hewlêr: Mukiryanî.

Girdesorî, Cemal. (2008). Hencîrî Çil Tam. Hewlêr: Aras.Hacî zelmî, Îbrahîm.(2014). Dêwe Çerme û Dêwe Siyawe. Silêmanî: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd. Heme Salih Tofîq,

Mihemed. (2000). Honrawe û çîrokî folkilorî kurdewarî. Silêmanî: Wezaretî Roşenbîrî.

Lescot, Roger. (1991). Çîrokên kevn ên kurdî (Dastanhayê kuhenê kurdî) û 420 Pend û Biwêj. Wergera Mihemed Riyanî. Tehran.

Mann, Oskar. (2011). Tuhfey Muzeferye. çapî sêyem. Mehabad: Seyidyan.

Mexmûrî, Pîr Dawûd. (2011). Sorî Çaw Şîn. Hewlêr: Ekadimyay Kurdî.

Mihemed Şêlazî, Cemîl. (2005). Çîrokên Mîlîyên Kurdî. Silêmanî: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd. Propp, Vladimir. (2007). darriştenasîy çîroke cadûyekan (Rîxtşênasîyê Qêsêhayê Perîyan). çapî duwem. Wergêrranî Fereydûn Bedreyî, Tehran: Tûs.

Rudenko, Margarita Borissowna. (2011). Efsaneyên Kurdî (Efsanêhayê Kurdî). Wergera Kerîm Kişawerz, Tehran: Ilmî-ferhengî.

Safari, Baqî. (2003). Efsaney Hewraman. Tehran: Îhsan.

Semedî, Ebdulla. (2013). Hewt Xallî Xerîb. Mehabad: Îhsan.

Tevehudî, kelîmulla. (2000). Dara çil Sitran: bîst û yek Efsaneyên Kurdî yên Xorasanê (Dêrextê Çêhêl Destan), Meşhed: Muheqiq.

Umer Xoşnaw, Hêmin. (2013). Kanîy Xuman. Silêmanî: Înstîtîyotî Kelepûrî Kurd.

Share.

Leave A Reply