Binyada îdeolojîya kurdayetîyê

EYYÛB KERÎMÎ

JI ÎNG: ROJDA YAŞÎK

Puxte: Ji têgeha îdeolojîyê mebesta me awayekî nivîsbarîya civakî-çandî (sociocultural software) ye ku em jê re dibên “rêalîte”. Di vê nivîsarê de binyada îdeolojîyeke li Kurdistanê bibandor e, bi taybetî di nav bijarteyên polîtik de, bi têgehên wekî rexneya îdeolojîyê, bi taybetî nîşandêr, ser-nîşandêr û xalên lengerker (Fr. “point de capiton”, Îng. “anchoring points”) hatine nîqaşkirin. Lê teorîya rexneya îdeolojîyê bi derdîrokîbûnê (ahistorical) û bi kêmasîya nasîna/ teşxîskirina hêmanên cuda yên ideolojîyeka dîyar hatîye rexnekirin. Di vê nivîsarê de hêmanên cuda yên îdeolojîya Kurdayetîyê li gorî serdemên dîrokî yên Kurdistanê û dinyayê hatîne nîqaşkirin. Wisa hatîye encamkirin ku îdeolojîya Kurdayatîyê, berevajî îmaja heyî, ne bi tenê netewperwerîyê lê belê ji berevkî vê sosyalîzmê, feminîzmê û hawirparêzîyê jî dihewîne.

Peyvên sereke: îdeolojî, Kurdayetî, ser-nîşander, neteweperwerî, sosyalizm, feminîzm, hawirparêzî

Destpêk

Di dehsala dawîn de ji ber gelek sedeman bala li ser ew peyva navxirab a sedsala bistemîn, ku ew îdeolojî ye, ji nû ve hat vejandin. Ne karekî hêsa ye ku têgeha “îdeolojîyê” bi kurtasî bê ravekirin. Divê nivîsarên Karl Marks, Karl Manheim, Luîs Althusser û Slavoj Žižek bên xwendin ku tevkarîya vê xebatê bi awayekî eşkere bê fêmkirin. Niha, bi kurtasî dikare bê gotin ku mebesta me ji îdeolojîyê şêwazeke nivîsbarîya civakî-çandî ye ku em jê re dibêjin realite. Lewra di navbera ev dîyardeya wekî “realite” tê binavkirin û “îdeolojîyê” de rasterast têkilîyek heye û realîte bê îdeolojî nikare hebe. Vê xebatê de wateya îdeolojîyê ji bîrewerîya şaş (Marx), ji amrazên rewakirina statukoyê li hember “utopyayê” (Manheim), an ji têkilîyeka xeyalî ya bi rêalîteyê re wêdetir diçe. Li vir, îdeolojî wekî xebateke nivisbarî ya çivakî-çandî ku realîteyê hildiberîne tê pênasekirin.

Binyada îdeolojîyê

Wekî sîstemeka civakî-çandî, îdeolojî ji hin nîşanderan (signifier) pêk tê. Ev nîşanderek bi tenê peyvên nivisînê an jî axaftinê ne heya ku bi nîşankirîyên (signified) xwe (tişta/şikla ew nîşan didin) ve dibin yek. Berîya ku Lacan teorîya xwe ya di derheqa têkilîya di navbera nîşander û nîşankirîyan de pêşkêş bike, teorîsyenên binyadger (structualist) bawer dikirin ku nîşander û yên nîşankirî nikare ji hev veqetin, ew wekî du alîyên heman diravekî ne. Lê Lacan sê guhertinan dike di vê qebûlê de: a yekem nîşander û ya nîşankirî dikare ji hev veqetin, a duyemîn nîşander ji ya nîşankirî girîngtir e û ya sêyemîn jî nîşander û nîşankirî bi xala lengerker (de point capiton, quilting point) bi ser hev ve dibin. Hokera din a ku wateyê parseng dike jî nîşandereke din e ku Lacan wê wekî ser-nîşander bi nav dike: nîşandereke bê nîşankirîyek lê nîşanderên din bi nîşankirîyên wan re di nav komstêreke watedar de tîne ba hev (Žižek, 2006).

Lacan bi îdeoloîyê re rasterast mijûl nabe lê Žižek teorîya wî ji bo îdeolojîyên watedar bi kar tîne. Yek ji pirsên Žižek di derheqa îdeolojîyê de dipirse ev e: ya ku çarçoveyeka îdeolojîk a wateyê biîstîkrar dike çi ye? Dema meriv guherbarî û îhtimala şemitokîbûna wateyê dide ber çavan, gelo îdeolojîyek çawa istikrara xwe diparêze? Bersîva bo vê pirsgirêkê ew e ku her qadeke îdeolojîk a dîyar awayê lihefekê tê dirûtin, bi referansa bo Lacan, bi gotina wî ya ‘point de capiton’ (her çiqas dibe ku wekî “polika mobîlyayê” bê wergerandin jî bi gotineke rasterast ve xala lengerker). Çawa ku kêlên lihefekê dike ku hirîya hundirê wê sabît bimîne û bi vir de wê de neçe, Žižek îdia dike ku “point de capiton” jî nîşanderek e ku nahêle wate bişemite di hundirê girovera îdeolojîk de. Point de capiton qadeka îdeolojîk dike yekgirtî û nasnameyekî jê re dabîn dike. Azadî, wekî mînak, bi xwe jî peyveka dawî-vekirî ye. Wergereke rastgir a vê peyvê dibe ku wê ji bo nîşankirina azadîya spekûlasyonkirina bazarê bi kar bîne, lê li alîyekî din wergereke çepgir a heman peyvê dibe ku wê bo destnîşankirina azadîya xilasîya ji newekhevîyên bazarê bi kar bîne. Lewma jî peyva “azadî” li hemû dinyayên gengaz de nayê heman wateyê: ya ku wateya wê sabît dike (nahêle ku wateya wê bişemite) “point de capitona” “rastgirî” an “çepgirî”yê ye. Di pevçûnên îdeolojîyan de mesele rasterast “point de capiton” e –yanê qada îdeolojîk dê kîjan nîşander wê (“komûnîzm”, “faşizm”, “kapîtalîzm”, “bazara aborî” û wekî van) xwedî selahîyet be ku wateyê di cîyê xwe de lenger bike (“azadî”, “demokrasi”, “mafên mirovan” û wekî van) (Myers 2003, 64). Peyva “netewe” jî di îdeolojîya neteweperwerîyê de sernîşanderek e ku ew istikrara îdeolojîyê dide berdevamkirin. Netewe nîşanedereke bê ya nîşankirî ye lê hemû nîşanderên îdeolojîyê bi nîşankirîyên wan digihênî hev.

Îdeolojîya Kurdayetîyê

Di vê nivîsarê de qala îdeolojîyeke jê re dibêjin Kurdayetî tê kirin. Ji bo dabînkirina analîzeke rexneyî hatîye bikaranîn. Žižek teorîya Lacan a psîko-analîtîk bi kar tîne da ku binyada îdeolojîyê di wateya Marksî de rave bike. Di analîzên Žižek de têgehên wekî nîşander, nîşankirî, “point de capiton” û sernîşander girîng in (Žižek, 1989: 78-79). Lê belê di vê mijarê de hin tiştên divê bi baldarî bên nirxandin henin. Pirsgirêka vê modelê a yekem ew e ku ew derdîrokî ye digel ku di vê nivîsarê de boçûneke dîrokî hatîye hilbijartin. Pirsgirêka duyemîn jî ew e ku di rêbaza Žižek de nîşander di nav girovereke îdeolojîk de bê pêşanîkirin digerin, lê belê di vê analîzê de nîşander li gor gringîya wan a di qada îdeolojîk de hatine pêşanîkirin (prioritized).

Bi gotina Kurdayetîyê, mebesta me cureyek taybet a îdeolojîk e, ku ev îdeolojîya bi zêdeparî di nav bijarteyên Kurdistanê yên polîtîk û ronakbîr de wateya xwe dîtîye, tevgera neteweyî ya Kurd pêk anîye. Her çi qasî rehên fikra polîtik a Kurd bigihêjin heya sedsala 17mîn, helbestên Ehmedê Xanî, bi taybetî jî pêşgotina Mem û Zîn ku gorî Kurdên welatperwer ev wekî bingeha neteweperwerîya Kurd a klasîk tê hesibandin, vê îdeolojîyê heya sedsala 19mîn di nav polîtîka û sazîyên civakî de bandora xwe dîyar nekirîye. Berîya sedsala 19mîn ku Kurd bi piranî di din desthilatdarîya împaratorîya Osmanî û xanedana Qaçaran de bûn, di asteke bilind de ji xweserîyê îstîfade dikirin lewma di navbera van împeratorîyan û Kurdan de zêde pirsgirêk dernediket. Bajar-dewletên feodal ên nîv-serbixwe (an jî Mîrektîyan) bo Kurdan awayekî xwe-rêvebirîyê dabîn kirîye lewma Kurdan netewe-dewleta xwe ava nekirine.

Ji destpêka sedsala 19mîn pê ve împaratorîya Osmanî dest bi gelek reformên curbecur kir ku di dawîyê de van reforman xwe-rêvebirîya Kurdan kêm kirin (McDowall 2004, 60-62). Mîrektîya dawîn, yanê Babanan ji sala 1851an de hat ruxandin û li vê heremê bi pêşengîya malbatên feodal yên wekî Bedîrxanan gelek serhildan pêk hatin. Bi taybetî jî serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî ya di sala 1880an girîng e ji ber ku bi vê serhildanê sînorê di navbera împaratorîya Osmanî û Qaçaran derbas bû û parçeyên Kurdistanê yên rojhilat dorpêç kirin. Li gor vegotina neteweperwer, Şêx Ubeydullah rêberê Kurd ê yekemîn e ku di nameyên xwe de peyva “milet” bi kar anîye û tevgera wî wekî zayîna neteweperwerîya Kurd a modern tê zanîn (Bajalan 2013, 6).

Îdeolojîya Kurdayetîyê heya sedsala 20emîn neteweperwerîyeke sade bû, herçî ku neteweperwerîya Kurdan her tim ji neteweperwerîyeke êrîşker bêtir neteweperwerîyeke berevandar bû. Lê belê, piştî Şoreşa Cotmehê, ev îdeolojî bi sosyalîzmê ve têkil bû, bi taybetî piştî Duyem Şerê Cihanê (Jongerden 2007, 58). Ev pêkhînana taybet (an movikhevgirtin “articulation”, ger em têgeha Laclau û Mouffe deyn bigirin) ji helwest û kodên kiryarên partîyên polîtîk yên Kurd de eşkere ye. Di derheqa bandorên sosyalîzmê yên erênî û nerênî yên li ser tevgera Kurdan gelek nîqaş henin lê bê guman heke ji nav tevgerê de sosyalizm nînbûya, Kurdayetî wê ne xwedî taybetmendîyên heyî bûna. Wekî mînak heke sosyalizm ne yek ji tiwêjên Kurdayetîyê bûya, dibe ku tevgera Kurdan ji dewsa sekulerîyê, wekî neteweperwerîya miletên cînar (Fars, Tirk, Ereb) ku alîyê cureyên cihê yên Îslama polîtîk ve tên hukmkirin, ber bi qonaxeka din ve biçûya.

Piştî têkçûna Yekitîya Sovyetan îdeolojîyeka din tevlî Kurdayatîyê bû: feminîzm (Yuksel, 2006). Her çiqasî mafên jinan ji berê ve di sosyalîzmê de hatibûn nîqaşkirin jî, feminîzmê, li hemberî hemû meseleyan, neteweperwerî jî nav de, helwesteke bêtir radîkal nîşan da. Tevgera Feminîst a li Kurdistanê divîyabû daxwazên xwe bi tevgera neteweperwer ve girê bide. Tevlîbûna jinan a bo têkoşîna çekî ya li hemberî dewletên dagirker, taybetmendîyeke tevgera Kurd a neteweperwer a herî sereke ye.

Îdeolojîyeke ji destpêka sedsala 21emîn ve derketîye holê jî hawirparêzî ye. Kurdistan, ku xwedîyê sirûşteke bedew e, ji bilî şerên rizgarîya neteweyî bi awayekî berbiçav hatîye wêrankirin. Şewitandina daristanan û sûîstimalkirina çavkanîyên sirûştî, di tevgera Kurd de wekî hawirparêzîyê encam da, lewma hawirparêzî jî li Kurdayetîyê zêde bû.

Lewre em xwedî îdeolojîyekê ne ku jê re Kurdayetî tê gotin, ku xwedî çendin tîwêjan e ku hemû nîşanderên îdeolojîyên navborî, yanê neteweperwerî, sosyalizm, feminîzm, hawirparêzîyê dihewîne û li dor ser-nîşanderekê dicivîne: Neteweya Kurd. Wateya vê ew e ku ev hemû nîşander di bin bandora sernîşanderê de bi nîşankirîyên xwe re tên ba hev.

Encam

Di nav Kurdên polîtîk ên bijarte û welatpwer de Îdeolojîyek xwedî bandor heye ku realîteyekê hildiberîne: tevgera neteweyî ya Kurd. Berovajî îmaja asayî ya Kurdayetîyê wekî neteweperwerîyeke ji rêze dihesibîne, Kurdayetî îdeolojîyeke pir-tiwêjî û têkel e ku nîşanderên neteweperwerî, sosyalizm, feminîzm, hawirparêzîyê nav xwe de dihewîne. Ev tiwêjên cuda di serdemên dîrokî yên cuda de li Kurdayatîyê zêde bûne. Lê hemû nîşander, wek ser-nîşander di bin bandora neteweya Kurd de digihênin hevdu. Li Kurdistanê, divê hemû partîyên sîyasî û kesayetên serbixwe sekna xwe ya li hemberî tevgera neteweyî zelal bikin. Ew hemû kesên hewl didin pirsgirêka Kurd marjînalîze bikin, ew bi xwe marjînalîze bûn ji ber ku Kurdistan ji derdê mêtingehkarîyê dikşîne. Heta pirsgirêka neteweyî çareser bibe, Îslamîtî jî nav de hemû îdeolojîyên din wê bên marjînalîzekirin.

 

1 “Structure of the Ideology of ‘Kurdism’”, Journal of Middle Eastern Reaserch, hej. 1, sal. 2017, r. 57-63, Soran University Kurdistan Center For Middle Eastern Research.

 

ÇAVKANÎ

Bajalan, Djene Rhys. 2013. “Early Kurdish ‘Nationalists’ and the Emergence of Modern Kurdish Identity Politics: 1851 to 1908”, di nav Understanding Turkey’ Kurdish Question, ed. Fevzi Bilgin and Ali Sarihan, Lexington Books, 3-28.

Jongerden, Joost. 2007. The Settlement Issue in Turkey and the Kurds: An Analysis of Spatial Policies, Modernity and War. Brill Academic Publishers.

McDowall, David. 2004. A Modern History of the Kurds. London: I.B. Tauris.

Myers, Tony. 2003. Slavoj Žižek. London: Routledge.

Yuksel, Metin. 2006. “The Encounter of Kurdish Women with Nationalism in Turkey”, Middle Eastern Studies, c. 42, No. 5, Îlon, rr. 777 – 802.

Žižek, Slavoj. 1989. The Sublime Object of Ideology. London: Verso.

—————–2006. How to Read Lacan ? London: Granta Books.

Share.

Leave A Reply