Ahmad Mohammadpour – Norbert Ross 

Ji Îngilizî: Fexriya Adsay

Destpêk

Rojhilata Navîn gelek caran ji goşeya eşîrtîyê tê dîtin.[1] Ev bi taybetî ji bo Kurdan rast e[2] û gelê Kurd pirî caran tam wek civakeke eşîrî tê dîtin.[3] Digel ku gelek zanyarên civakî û bi taybetî antropolog li ser rêgeha eşîrîyê difikirin jî, nemaza di têkilîya wê ya bi têgehên manend ên wek komên etnîk an neteweyê re xumamî maye. Wek yek ji pêkhateyên nasnameya civakî û rêxistîbûna civakî ya li Rojhilata Navîn em li ser giringîya endamtîya eşîrî hemfikir bin jî,[4] em eşîrîyê wek taybetîyeke gewherî ya Kurdan nabînin, û eşîrî, neteweperwerî an etnîsîteyê wek li dijî hev bin û eşîrî bi awayekî xwezayî li dijî netewe-dewletê be nabînin.[5] Em ne li ser xeta wêrarî ya civakî ne jî, ku eşîrîyê wek pêşmerhaleya dewletê pênase dike.[6] Li gor vê xetê, eşîrî wek pêşmodern û awayekî rêxistîbûna sîyasî ya berîya çêbûna dewletên modern tê pênasekirin. Li şûna vê, em angaşt dikin ku eşîrî yek ji pir awayên rêxistîbûna civakî ye, ji ‘tiştekî şênber’ mitleq bêtir reftareke civakî ye, tercîhek e. Loma eşîrî divê di nav peywendeke firehtir de -wek diyardeyeke modern di nav awayên xwe yên hemdem de- bê famkirin.

Ji pêşqebûla ku nasnameyên komî nasnameyên şexsan ên qethî û zerûrî ne bêtir, em dibêjin nasnameyên komî lazim e di nav têkoşîna rojane ya li ser desthilatê û parvekirina çavkanîyan de (di maneya xwe ya fireh de) wek bibîrxistin (evocation) û sedaqatên demkî bên vekolandin. Ji ber bibîrxistinên li pey hev, wek ku nîv berdewamî bin xuya dikin; dema wisa be, nasnameyên komî (wek eşîr, netewe, hwd.) ne esasî ne ne jî lazim e hevdu veder bikin; ji dêvla vê, li Rêvebirîya Herêmî ya Kurdistanê (RHK) ya hemdem ev bi hev re hene û li nav netewe-dewleta li ber avabûnê xetên şikestinê ne. 

Eşîrtî

Eşîrtî gelek caran bi hevparîyên komeke mirov ên di zimên, merivantî, û axê de tê pênasekirin. Wek mînak, Honigman wê wek ‘axeke hevpar, zimanekî hevpar û çandeke hevpar’ pênase dike.[7] Li gor Radcliffe-Brown, eşîrek ‘bi navê xwe, zimanê xwe û axeke pênasekirî’ ji cîranên xwe cuda dibe[8] û li gor Lewis[9]  ‘di civakeke eşîrî de yekeya bi firehtirîn axê pênasekirî, ji alîyê sîyasî ve serbixwe’ ye. Di antropolojî û arkeolojîya civakî de, navlêka eşîrê gelek caran wek kategorîyeke senifandinê, ‘di rêza wêrarê de merhaleyek’[10] û wek awayê rêxistîbûna sîyasî merhaleya pêş-dewletê tê dîtin.[11] Çiqas serbixwe bin jî, herdu pênaseyên eşîrê hemfikir in ku eşîr jibermayên rabirdûyê, bermayîyên awayên pêşmodern ên rêxistîbûna sîyasî ye.

Bi giştî, antropolog û zanyarên civakî yên li ser Rojhilata Navîn dixebitin, di îzahata dînamîkên civakî-sîyasî û rêxistîbûnên aborî yên herêmê îzeh bikin heman pênaseyan an ên manend bi kar tînin. Ne ecêb e ku di navenda gelek nivîsên derbarê Kurdan de têgeha eşîrtîyê heye; sosyolog, antropolog û dîrokzan civaka Kurd ji bin ve wek eşîrî pênase kirine.[12] Barth di berhema xwe ya li ser rêxistîbûna civakî ya li başûrê Kurdistanê de di rûpêlên pêşî de Kurdistanê wek eşîrî pênase dike û dibêje ‘yek ji rêxistîbûna civakî ya bingehîn e ku dikare bê gotin tenê aidî Kurdan e. Ev bi gelemperî wek eşîr tê binavkirin û xwe dispêre rêgeza nesebî.’[13] Hev-hebûna du sîstemên di civaka Kurd de pênase dike û li ser wan disekine: ‘eşîrî’ û ‘feodal’. Wek encam, eşîr û eşîrtî wek astengeke sereke ya li ber geşbûna neteweperwerîya Kurdî û avabûna netewe-dewletekê tê bitêgînkirin û pênasekirin.[14]

Van Bruinessen[15] nîqaşeke gişgir pêşkêş dike derbarê rola merivtîyê û eşîrtîyê di tevgerên sîyasî ya Kurdistana Iraqê de. McDowall dîrok û civaka Kurdistanê bi serdestîya serokeşîran pênase dike û vê analîza li jêr pêşkêş dike derbarê xweza û aidîyeta eşirî li Kurdistanê:[16]

Ji xeynî gelheya li berî û kuntara çîyan de, piranîya Kurdan aidî eşîrên koçer an nîvkoçer in. Eşîrî gelek caran têkelek e di navbera girêyên merivtîyê û girêyên axîn, ne tenê yek an a din… Bêje nebêje serokeşîrên Kurd ên kevneşopî di sîyasetê de li gor hevsengîya hêzê ya dijhev a li nav eşîrên cîran û bi rêvebirîyên dûr ên herêmê tevdigerin. Hewce nake bê gotin, rêvebirîyên navendî geleke caran wek avantaj dibînin ku piştevanîya serokeşîrekî çavvekirî bikin, ku ger baş bê xelatkirin, dikare bibe dij-hevsengî an ‘polîs’ li hemberî cîranekî. Di salên 1950yî de, dema dîplomatekî brîtanyayî ji Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Seîd pirsîye ka wê çi bike dema eşîreke Kurd serî hilde, wî gotîye “Ha, ew pir rihet e, ez ê kîsek zêr bişînim ji serokeşîrê cîran re.’

Ev têra xwe hin xalên em qal dikin destnîşan dike. Yek, aidîyet û sedaqatên eşîrî ji hewcedarîya ravekirinê bêtir, tenê hebûna wan tê dîtin. Ji dêvla ku wek kirinên civakî bên dîtin, ew hene û şikil didin reftarên mirovî. Du, dema dor tê ser pênaseyekê, ne zelal e ka di hîmê eşîrîyê de çi heye (li vir merivtî an ax). Ev jî hin tevlihevîyên muhtemel îşaret dike di famkirina têgeha eşîrtîyê wek yekeyeke şênber de. Sê, em rola serokeşîran and sedaqata bo wan binêrin, eşkere dibe ku eşîrî zirarê dide karkirina netewe-dewletekê.

MacDowall di nirxandina xwe de ne bi tenê ye, û yên din hewl dane di pênaseya eşir û eşîrîyê de bêtir hurgilî bidin. Wek mînak Tapper,[17] eşîrê wek ‘komeke lokal ku tê de merivtî rêbaza serdest a rêxistîbûnê ye, û endamên wê xwe ji alîyê çandî ve cuda dibînin (di warê orf û adet, zarava an ziman, û pêşîyan)’.

MacDowall eşîran wek civatên xwe dispêrin merivtîyê û koka xwe bi ‘efsaneyeke bavûkalên hevpar’ ve girê didin, pênase dike. Em hemfikir in bi hêza eşîrê ya aşopî. Mirov, kûrahîyeke dîrokî ku xizmeta rewakirina hebûna wan bike tê de, sîmulakrûmeke (xuyangeke sixte) birrahîbûnê didin eşîran. Lê, li gor riwangeya me, dîtineke wiha ya derbarê eşîran de nahêle em dînamîkên rastîn ên li Rojhilata Navîn û cîyên din bibînin. Bi awayekî din, em dibêjin di pratîkê de zemîneke eşîrîyê heye; li gor vê nerînê, eşîr tenê ne hema berhemên fikrî ne, lê di peywendên taybet de, û bi hedefên taybet ji alîyê hin aktorên dîyar tên aktîfkirin û hişyarkirin. Loma girîng e ku nîqaşeke derbarê eşîrê de divê di peywendeke firehtir a etnografîk a peydabûna wê de bê bicîkirin.

Eşîrtî di xebatên Kurdî de

Têgeha eşirtîyê di navenda gelek xebatên li ser çanda Kurdî de ne; dixwazî ev lîteratura Kurdî be,[18] dixwazî lîteratura Farisî[19] be an lîteratura Amerîkî/Ewropî[20] be. Dîsa piranîya van nivîskaran civaka Kurd wek bi awayekî serdest eşîrî pênase dikin û ev eşîr hema ji demeke ne dîyar vir de hene. Valî[21] bi nêrîneke hinekî cuda tevdigere. Ew jî eşîrtîya Kurdan bi hîmên eşîrtî û nesebê pênase dike, lê ji alîyê dîrokî ve wê bi Împeratorîya Osmanî û bi taybetî jî bi şert mercên piştî hilweşîna mîrektîyên Kurd ve gîrê dide.[22] Eşîrên Kurd, heta tevgera neteweperwer a di 1920an de (bi eşîra Şikak û serokeşîrê wê Simko) wek serdestê binyada civakî-sîyasî pênase dike. Lê, berovajî lêkolînerên din, Valî bala xwe dide wechên madî û fealîyetên madî ku wek zemqê xizmeta aîdiyeta eşîrî dike. Li gor Valî:

 Xuya ye êrişên çekdar û talankirina gelheya herêmê ya bajarî û gundewar, Kurdên bêeşîr, Azerî, Ermenî û Asûrî jî tê de, bûye rêbaza berbelavtirîn û karîgertirîn ya perehevdanê ku piştgirîya eşîrî bê berdewamkirin.

Bi awayekî din, li gor gotina Valî, sedaqata eşîrî ne tiştekî jixweber heye, ew divê bê kirîn an qe ne bi saya hatinîyan bê parastin.

Mixabin nêrîneke wiha di piranîya îzahatên eşirtîya Kurdan de li ber çavan nehatîye girtin. Nîqaşa ku tevgerên Kurd eşîrî ne -bi pêşengtîya serokeşîran dewam dike- di nav lêkolîneran de berbelav e, ewqas ku dîroka Kurdistanê bi giştî wek dîroka serokeşîran tê xwendin. Van Bruinessen, wek mînak, dibêje ‘ku posizyona serokeşîrekî dîyar dike ka eşîra wî wê li dijî tevgera neteweyî be, wê beşdar bibe an bê alî bimîne.’[23] Li cîyên din angaşt dike ku ‘pevçûnên navbera eşîran de û têkilîyên îstismarker ên navbera tebeqeya serdest û bindest demeke dirêj e civaka Kurd dabeş kirîye.’[24]

Loma ne ecêb e ku piranîya nivîskaran eşîr wek yekeyên şênber (bingehîn), qismên berxwedêrên realiteya Kurd dibînin. Van Bruinessen bi vê nêrînê wiha dibêje:

Serhildanên mezin ên civakî yên bîst salên dawî rê li ber tunebûna eşîran venekir… Dîyar e ev dîyardeya pre-modern a eşîrê bêrxwedêrî û qabilîyeta adabtebûnê nîşan da û heta ji gelek alîyan ve eşîr û eşîrtî ji bîst, sî salên berê bêtir di civaka Kurd de belave bûne… Xuyaye rêxistîbûna eşîrî nirxek wê cuda ya xilasîyê heye di heyamên neewlehî û şerên sîyasî de, û ji awayên teşebisên modern ên cuda re jî têra xwe guncav e.[25]

Lêkolerên din jî bi awayekî manend tevî derz û pevçûnan li ser civaka Kurd a eşîrî disekinin.[26] Tişta ku hemû van îzahatan bi hev girê dide (1) eşîrî nayê îzehkirin lê xizmeta îzahatan dike, û (2) bêyî ku li ser statuya wê ya ontolojîk bê sekinandin, hebûna wê tê gewherîkirin.

Eşîrtî û neteweperwerîya Kurdî

Ger eşîrî pêşmodern be û awayekî rêxistîbûna sîyasî ya li dijî netewe-dewletê be, ewçax ev pirs peyda dibe ka gelo eşîrtîya Kurdan û lêgera wan a li netewe-dewletekê çawa li hev dike? Wek me li jor nîqaş kir, gelek lêkolîner eşîrîyê li ber çêbûna netewe-dewletan wek asteng dibînin.[27]

Bi dîtina Valî, heta peydabûna tevgera neteweperwer, ya bi peşengtîya Simko ji eşîra Şikak di salên 1920an de derket, binyada civakî-sîyasî di destê eşîrên Kurd de bû. Di vê şîroveyê de, ‘rêbertîya sîyasî ya tevgerê (ya neteweyî), pêşengtî û şervanên wê jî eşîrî bûn…’ Li gor vî nivîskarî wê çaxê jî destpêka tevgera neteweyî, wek fikreke ji alîyê serokeşîrekî, Simko hat kişifkirin û geşkirin, ne zêde çalakkirina texeyuleke gel bû.[28] Ji alîyekî ve, fikra neteweya Kurd -di vê merhaleya dîrokê de- hew firehbûna hikmê serokeşîrekî bû. Ew ê baş be, em ên jor bi bîr bînin. Li gor Valî, Simko tenê bi rêya endamtîya eşîrî ev piştevanîya eşîrî mezin nekir, lê wî ev piştevanî bi kirinên şênber ên madî bi dest xistin. Ev şîrove li angaşta Bruinessen baş rûdine, ku karîyera Simko bi biaqilî emilandina derfetan bû ku dîroka pêldar a herêmê ya di çaryeka yekem a sedsala bîstemîn de pêşkêş kiribû û di navbera Tirk, Rûs û Farisan, û dûre Brîtanîyên li Iraqê de dihat hevsengkirin.[29] Hevalbendîyên stratejîk ên bi vî rengî (yên di salên dawî de bi DYA re jî tê de), bûne qenaateke hevpar, lê ji ber hevalbendîyên guherbar, serokeşîr di heman demê de him pêşengên neteweperwerîya Kurdî him jî astenga li ber yekitîya neteweyî tên dîtin.

Wek mînak, Qasimlo dibêje, ‘gelek caran serokeşîran tevgerên civakî yên li dijî hikumetê asteng kirine dema dîtine dibe ku desthilatdarîya xwe winda bikin.’[30] Loma, eşîrtî û pevçûnên eşîrî li ber neteweperwerîya Kurdî wek asteng dîtîye, an bi gotinên Kaya, ‘pêşbazîya di navbera bijareyên Kurd ên eşîrî de jî yek ji sedeman ku rave dike ka çima neteweperwerîya Kurdî ji tevgerên din ên neteweperwer ên di Împeratorîya Osmanî de dereng peyda bûye û çima nebûye neteweperwerîyeke yekgirtî.’[31] Tahirî jî hakimîyeta eşîrtîyê wek sedemeke sereke dibîne di neserkeftina neteweperwerîya Kurdî de. Ji ber ku hakimîyeta eşîrtîyê ‘him ruhê neteweperwerîyê him peydabûna tevgereke neteweyî ya hevgirtî û yekgirtî’ pûç kir.[32] Helbet, Tahirî dema angaşt dike ku eşirtîya Kurdan a bi sedan salan ji peydabûna neteweperwerîyeke Kurdî ya hevgirtî re bûye asteng, peydabûna neteweperwerîyê hema hema wek bûyîneke xwezayî be qebûl dike.[33]

Netewe-dewlet: ya muxayel li dijî ya heqîqî

Ji Yekem Şerê Cîhanê vir de netewe-dewlet di sîyaseta navneteweyî û muxayileya berbelav de bû tiştekî wek ‘xwezayî’. Di navbera çand, ziman û dewletê de têkhelkêşeke (overlapping) muxayel afirandin û kirin ku pir zehmet be mirov gelekî bêdewlet an bêwelat bifikire û êdî wan ‘em gel in’ temsîl kirin. Belkî vê baştirîn îfadeya xwe di doktrîna Wilson de dît, ku mafê netewebûnê dida her koma etnîk. Texeyulên bi vî rengî yên dewletê bi gelemperî wek ku armancên dewletê û yên temama gelheya wê yek bin, wek ku kirinên dewletê başîya herkesî armanc dike, dike ku dewlet -an bêtir aktorên kirinên dewletê pêk tînin- nexuya an efsûnî bibe bi gotina Coronil.[34]

Ev nêrîna xwezayî ya derbarê dewletê de ne tenê di sîyaset û temsîlîyetên populer de, lê bi awayekî di zanistên sîyasetê de di boçûnên sereke yên teorîk ên bo netewe-dewletê de jî olan dide. Wek mînak, etnoneteweperwerîya Anthony Smith bi teorîzekirina neteweperwerîyê wek peydabûna komên kêm zêde ji alîyê etnîk ve homojen, yekser vê fikrê nîşan dide.[35] Li gor nêrîna wî, netewe-dewlet bi awayekî besît rafînekirina modern a komên etnîk e û loma bi awayekî xwezayî komên etnîk vedibeyîne, dide dewamkirin û temsîl dike.[36] Li alîyê din, boçûna Ernest Gellner a fonksîyonel netewe-dewletan wek encameke xwezayî (mekanîk jî be) ya modernîteyê û wek vebeyîna hewcedarîya endustrîbûnê ya ji bo keda baş-perwerdekirî û çemînbar dibîne. Li gor wî, avakirina netewe-dewletan tevî nasname, ziman û çanda hevpar xwe dispêrin çêbûna civateke muxayel a pêwîst.[37]

Hatîye selmandin ku herdu teorî jî bi pirsgirêk in û wechên girîng kêm mane. Wek mînak, Smith komên etnîk wek yekeyên homojen dibîne, bi vî awayî qismê ku Coronil wek performansa efsûnî ya dewletê bi nav dike bi cî tîne.  Smith, bi fikirîna hebûna civateke etnîk a xwezayî, problematîzekirina pêvajoya şikildayina civatê piştguh dike.   Pirsgirêkeke manend dikare di berhema Gellner de, ku hindik bala xwe dide aktoran, hedefên wan û peywenda tê de tevdigerin, bê dîtin.

Pirsgirêkên ampîrîk jî hene, Wek mînak, Wimmer bi awayekî qanihker îdia dike ku ne Smîth ne Gellner peydabûna netewe-dewletên pir-etnîk/pir-zimanî, yên wek Swîsreyê dikare rave bikin, û ne ku tenê cudatîyên etnîk û zimanî piştguh dikin lê dawîya dawî kompozîsyona pir-etnîk wek nirxeke kakil pîroz dikin. Ew vê diyardeyê bi rêya bihevrebûnên etnîk û zimanî yên berîya netewe-dewletê rave dikin.[38]

Mandelbaum ji alîyekî cuda tê û têgehên Gellner ên homojenbûn û guncavbûna çandî ne wek ‘dîyarde’ û encamên xwezayî yên modernîteyê, lê wek proje, texeyul an fentezîyên civakî vedike.[39] Ev nêrîn li ser xeta hemleya Triandafyllidou ye ku nasnameya neteweyî bi sînorên wê yên bi Êdinê wê re kişif dike. Bi qewlê wê, nasnameya neteweyî him pratîkên teşhîskirinê him yên pênasekirina yeksanîyê dihewîne, û projeyên vederkirinê û pênasekirina êdinîyê jî dihewîne.[40] Li gor van nivîskaran û hişyarîyên Coronil ku dewlet hewl didin bi awayekî efsûnî projeyên girîng ên dîrokî nexuya bikin, me mecbûr dike ku pêvajoyên cihê cihê derxin ber ronahîyê û kirin û ne-kirinên netewe-dewletê kişif bikin. Ev dike ku em ji kişifkirina bi serê xwe netewe-dewletê wêdetir biçin û ji dêvla vê em li ser kirinên takî û komî yên di nav awayên  dîyar ên kombûnên desthilatdarîyê de pêk tên hûr bibin, ew ên netewe-dewletê pêk tînin an li dijî wê radibin. Bi gotineke din, wek eşîran, divê em netewe-dewletê jî kêmtir wek tiştekî heqîqî bibînin, bêtir wek performanseke pir-aktorî, yekeyeke peyda dibe û wek bituneke ji alîyê civakî ve muxayel lê bi hûrgilî û encamên xwe ve heqîqî bibînin.

Kurdistan û hunera ne-rêvebirkirinê

Hinekî paş ve herin, xuyaye tiştên Scott ji bo Zomiayê[41] dibêje ji bo Kurdistanê û dîroka Kurdan a heta Yekem Şerê Cîhanê û hilweşîna Împeratorîya Osmanî dikare bê gotin. Rûzemînê çal û xwar, belavbûna fizîkî, livbarî (mobility), pratîkên çandinî/gundewarî, binyada merivtîyê û nasnameyên etnîk ên sist dîyar e ji daxilbûna nav Împeratorîya Osmanî re bûne asteng, lê Împeratorî û reqabeta hundirîn dîsa jî rê li ber çêbûna dewletên serbixwe girt.

Komên herêmî bi gelemperî li qeraxên împeratorîyên cuda û hevrik (Împeratorîyên Osmanî û Îranî) dijîyan û dû re piştî Yekem Şerê Cîhanê jî bûn parçeyek netewe-dewletên nûava Îran, Iraq, Tirkîye û Sûrîyeyê.[42] Bi taybetî di dewra Împeratorîya Osmanî de, zelal e ku eşîrên herêmî carna hewl dane axa xwe teqwîye bikin an mezintir bikin lê di heman demê de jî red kirine Împeratorîyên Osmanî û Îranî ji hev belav bibe. Em bidin ser şopa Scott, em vê redkirinê zêde wek îfadeyeke Kurdbûna eşîrî ya prîmordîyal nefikirin, lê wek redkirina entegrebûn û belavbûna li nav împeratorî û dewletên mezintir ji ber sedemên pirjimar û gelek caran guherbar (wek mînak, parastina desthilata lokal, mihafezekirin, hwd.). Ewçax ev pêvajo nêzîkî tişta ku Scott wek ‘bi dilxwazî tevlêbûna nav barbaran’ e, ku îhtimaleke vederkirî ye heta ku em barbaran wek pêşîyên împeratorî, dewlet û medenîyetan bibînin. Bi gotineke din, ‘etnisîte û eşîr tam li cîyê ku dawî li bac û serwerîyê tê dest pê dikin,’ û di redkirina netewe-dewletan de dijîn.[43]

Em pir kêm tişt dizanin derbarê binyad, serokatî û aligirên eşirî di dîroka Kurdistanê de. Wek ku hat qalkirin, dîroka Kurdan piranî wek dîroka serokeşîran û pêgirtîyên wan î eşîrî (yên mêr) tê xwendin. Lê dema em hinek tişt fêr dibin derbarê çêbûn, xerabûna eşîran, û guherîn û berxwedana li dijî împeratorîyan de, ev derdikeve ku herêmparêzî/eşîrtî zêde bûye dema împeratorî pir lawaz bûne û nikaribûne axa xwe kontrol bikin, an dema kontrol û daxwazên împeratorîyan pir zêde bûnê û xelkê awayên koçer ên jîyanê hilbijartine ku ji barê giran xelas bibin.[44] Bi gotineke din, entegrebûna xelkê nav dewlet û împeratorîyan ne pêvajoyeke otomatîk e ku her kes dixwaze wisa be, lê ev lazim e zêdetir bal li ser be; têkilî û hevalbendîyên beramber, û berxwedan ji zenkirinê bêtir divê bên ravekirin.

Di vê maneyê de, yek dikare qanih bibe ku Kurdistanê wek herêmeke penakirinê[45] û dîroka wê jî wek dîroka bêdewletbûna qestî û reaksîyoner pênase bike. Bi vî awayî dû vê re ev dikare were ku dîroka Kurdan dîroka ‘yên revîyan e’.[46] Ewçax ne ecêb e ku em dibînin di hunera devkî û ya gelêrî de çîya temayeke girîng e wek penageha mirovên ji dewletê revîyane. Serpêhatîyên berxwedanê û şervanên azadîyê yên li çîyayan jîyane, yên Pêşmergeyan (yên ‘pêşî dimire’) heta niha li nav Kurdan baş hatine zanîn. Bi awayekî din bibêjin, tam ew Kurdê siwar ku jîyaneke gundewar/koçer dijî û li çîyayan li dijî hêzên heqxwar şerê gerîla dike, eşîr û malbata xwe diparêze, dikare wek zenaetekî dij-dewlet, bi qewlê Scott, pratîka ‘hunera ne-rêvebirkirinê’ (the art of not being governed)  bê dîtin. Ev nêrîn baştirîn bi gotineke pêşîyan a Kurdan, ku mêrê Kurd wek xwedîyê ‘hesp, debançe û jinek’ê karakterîze dike, dikare bê temsilkirin.

A rast, dewlet-çêkirin nikare ji van dînamîkan cihê bê famkirin, lê eyn tişt ji bo ya berovajî jî rast e. Ger ev dînamîk di nav têkilîya wan a bi projeyên-împeratorî-avakirin û dewlet-çêkirinê neyên dîtin, zêde maneya wan tuneye. Her çiqas Scott vê berxwedanê ji bo tişta ku jê re dibêje dîrokeke anarşîst bi kar tîne jî,[47] em wê ber bi alîyekî din ve dikşînin. Em texmîn dikin dînamîkên manend dibe ku di dîrokê de li herêmên eşîrî û di nav sîstemên feodal ên herêmî de di astên nizimtir de li ser kar bin. Di vê îzahatê de, koçerî ne tenê bijardeyek e ji bo parastina cotkaran ji bacên giran ên Împeratorîya Osmanî, lê dibe ku çekek be li hemberî xwedîerdên lokal ên zordar. A rast, ev a duyem têkilîya qels a serokeşîran û pêgirtîyên wan raber dike. Wek mînak, belgeyên dadgehê dest nîşan dike ku şênîyên herêmî ji ber daxwazên giran ên xwedîerdên herêma xwe ji Împeratorîya Osmanî alîkarî dixwazin.

Em hemfikir in bi îdiaya Scott ku dibêje peydabûna ragihandina girseyî û guhaztinê dawî li hewlên anarşîst anî. Di dawîya Împeratorîya Osmanî de ev û guherîneke giştîtir a îdeolojîk ber bi neteweperwerîyê kir ku hewldanên Kurdan ên piştî Yekem Şerê Cîhanê bûn hewldanên ji bo dewleta Kurd; li vir cara pêşî gelê Kurd dawa mafê dewletekê kirin û ji ber vî şerî Kurd gelek caran wek ‘gelekî bê welat’ hatin binavkirin.[48]

Lê hema piştî Yekem Şerê Cîhanê bêbextî li hêvîyên Kurdan ên ji bo neteweyekê hat kirin û ji dêvla vê bi avabûna Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê encam da. Piştî pêvajoyên dewlet-avakirinê yên li jor hatin qalkirin, ev çar neteweyan di nav sînorên xwe de dest bi afirandina homojenîya çandî kirin. Sînoran xwe nedispartin fikreke etnîk an paşxaneyên çandî, lê dan dû berjewendîyên sîyasî û aborî yên aktorên bi giştî namewcûd ên li ser xeteke fireh. Di encamê de, ji bo hilberîna fikra netewe-dewletan ne tenê cudatîyên etnîk hatin biçûkxistin lê gelek caran derzagonî hatin îlankirin. Wek mînak, Tirkîyeya piştî şer zimanê Kurdî, navên Kurdî yên mirovan û yên deveran qedexe kir da ku yekitîyeke neteweyî ava bike li ser kok û çandeke Tirk a hevpar (çêkirî be jî). Loma wê çaxê bû ku gelê Kurd ji nû ve wek ‘Tirkên çîyayî’ hatin senifandin.[49] Bi kurtî, sîyaseta Tirkîyeyê wiha hat techîzatkirin ku Kurd û her tiştên aidî Kurdan bên nexuyakirin û bi vî awayî mefhûma yekitîya neteweyî hilberînin, û qaşo sedaqata welatîyan a bo dewletê xurt bikin. Sîyaseteke manend li Îran, Iraq û Sûrîyeyê jî hebû. Tew Kurdên Sûrîyeyê ji welatîbûn û kaxizên nasnameyî jî bêpar hatin hiştin û ew tam kirin namewcûd.[50]

Li gor fariskirina li Îranê, tirkkirin gelekî zêde hişktir bû. Kurdên Îranê heta radeyekê -mafên wan ên çandî û sîyasî bên înkarkirin jî- destûr hebû xuya bikin, lê Kurdên Tirkîyeyê nikaribûn navên Kurdî jî li xwe bikin an ji bo çalakîyeke Kurdî li hev kom bibin.[51] Berovajî vê, Kurdên li Iraqê her tim heta radeyekê xwedî azadîya çandî û sîyasî bûn. Ev cudatî nisbeten ji ber yekitîya wan û hêza wan a li hemberî dewleta Iraqê ya nû ava dihat. Wek encam, muzîka Kurdî, dibistan û sazîyên sîyasî nisbeten li herêma ku îro wek RHK tê zanîn geş bû.

Ev mînakna divê têr bikin ji bo çarçovekirina sîyaseta netewe-dewletên cuda yên li hemberî gelê Kurd (her çiqas bi awayekî besîtkirî be jî) ku dîyar dikin ka ev sîyaset ji dîyardeyan bêtir wek projeyan çawa xwezaya netewe-dewletan eşkere dikin. Rêbaz û encam cuda ne ji ber ku li her welatî hêza biryarderên dewletên nû li hemberî gelheya herêmî ji hev cuda bû. Hikumetên Iraqê di nav wan de ya bêhêztirîn bû di ferzkirina zagon û nîzamnameyên nû li ser gelheya xwe, ku di nav xwe de gelek caran ji alîyê şexsîyetên xurt (wek Mela Mistefa) û berjewendîyên xwe dihat çalakkirin.

Di şemaya mezin de, heta niha me angaşt kir ku ne eşîrtî ne neteweperwerî dîyardeyên ‘xwezayî’ ne, bêtir projeyên civakî ne ku divê di nav peywendên xwe yên etnografîk ên aktoran û yekser berjewendî, îdeolojî û reftarên wan de bên famkirin. Eşîrtî an neteweperwerî ne ku bi awayekî besît hema hene. Ji dêvla vê, ev îdeolojî awayên rêxistîbûnên civakî ne ku di demên taybet de ji bo armancên taybet tê gazîkirin. A rast, dema ji vê riwangeyê tê nêrîn eşîrtî û etnîsîte hema hema ji hev nayên veqetandin. Ji bo angaşta me ev girîng e.

Berovajîya Smith, neteweperwerî[52] tenê ne pêkhatina talî ya xwe-îfadekirina etnîk e, lê projeyeke homojenkirinê ye jî. Neteweperwerên Kurd li gor doktrîna Wilson (tê îdiakirin ku manifestoyeke sîyasî û pêşhatîya fikra Smith a etno-neteweperwerîyê ye) dawa mafê neteweyeke li ser esasê etnîsîteya hevpar kirin. Ji bo zelal be, em hurmet digrin ji mafê  gelan a xwe-dîyarkirinê lê ji bo homojenî an yekitîyê jî divê em hişyar bin li hemberî şaşfamkirina nasnameya etnîk. Etnîsîte jî eyn wek eşîrtî an neteweperwerîyê, projeyeke homojenîya çêkirî û îdealîzekirî ye û wek encam lazim e em van pêvajoyên çêkirin û xerakirinê kişif bikin.

Ji dêvla ku em tenê li ser yekawayîtîyê (uniformity) bifikirin, hewce ye em binêrin ka eynîbûna Kurdan ji alîyê serokên Kurd çawa tê sazkirin, bi taybetî li ber ronîya xetên şikestinê yên heyî. Ji ber vê, dîyar e girîng e ku dîroka Kurdan bi baleke taybet a li ser peydabûna awayên rêxistîbûna civakî bê lêkolandin. Ji ber vê, meseleyên Kurdan ên derveyî sînorên Iraqê li alîyekî, lêkolandina geşedana RHK, Rêvebirîya Herêma Kurdistana Bakûrê Iraqê wê gelek tiştan hînî me bike.

RHK xwe dispêre hikumeteke Kurd a nîv-otonom, ku bi awayekî fiîlî di 1991ê de li bakurê Iraqê bi îlankirina herêmeke ji firînê re qedexe (no-fly zone) hat afirandin (Goerge H. W. Bush, 22 Nîsan 1991). Armanca vê herêma ji firînê re qedexe parastina Kurdên Iraqê bû bi hiştina artêşa Sedam Husên li derveyî herêmê. Iraqê careke din li herêmê kontrol bi dest nexist, û loma, hikumeteke Kurd a de facto serbixwe hat damezrandin. Di encamê de, RHK pencereyek hundirê nav pêvajoyên netewe-avakirinê yên li Rojhilata Navîn dabîn dike ji ber ku ev pêvajo hevbandorîyên têkel ên hêzên li nav RHK û derveyî wê li ber çavan radixînin.

Di nêrîna pêşî de, RHK a niha dibe ku wek temsîlîyeta etnoneteweperwerî/etno-sembolîzma Anthony Smith[53] xuya bike û ew rastîya ku RHK li herêmeke bêîstikrar yek ji deverên herî zêde bi îstikrar temsîl dike, dikare girîngîya (an xwezayîbûna) sîyasî ya têgeha Smith piştrast bike. Gelê RHK bi çûnûhatina di navbera lêgera otonomîya zêdetir û serxwebûna bêkêmasî bi dewamî dewleta Iraqê re qaqibo dike; û bi vî awayî xuyaye ew cureyê ahengê temsîl dike ku Gellner dema wekhevbûn û homojenîya dewletê teorize kiribû di hişê wî de bû.[54][55]

Lê îmajeke wiha bi îhtilafên him berê him yên niha tê xerakirin. Ji ber vê, ji kişifkirina etnîsîte û eşîrtîya Kurdan a di puxteyê de bêtir divê em li ser sîyaseta Kurd a neteweyî bisekinin û fam bikin, bi awayê ku ji alîyê aktorên aborî-sîyasî di nav peywenda firehtir a sîyaseta navneteweyî û cografyayê de tê meşandin.

Wek mînak, alîyekî girîng a Kurdistana îro helbet ew rastî ye ku ew bajarê Kerkukê (yek ji xalên îxtilafê yên di navbera RHK û hikumeta federal a Iraqê) di xwe de dihewîne. Bi pêşbinîya 10 milyar varilê nefta xam, Kurdistan wê bibe yek ji deverên dewlementir ê neftê ya herêmê. Loma, şerê ji bo dewletbûnê divê fama çavkanîyan û îdarekirina wan a di destê komên biçûk ên berjewendîyan de bihewîne.

Divê bê bawerkirin ku, armanca me ne biçûkxistina şerê Kurdan a serxwebûnê ye, û îdia jî nakin ku neteweperwerîya Kurdî xetertir an kêm rewatir e ji awayekî din ê neteweperwerîyê. Lê, em hêvî dikin ku nîqaşa me alîkar be ku hin pêvajoyên îro pêk tên bên ronîkirin, wechên performansa dewletê ku zirarê dide hedefên gelek welatîyên Kurd bên xuyakirin. Ev jî me hişyar dike ku homojenbûna neteweyan ji encameke xwezayî û rewşeke hebûnê wêdetir proje ye. Wek ku Anderson bi bîra me tîne,[56] neteweperwerî civateke muxayel e ku bi pêvajoyên sîyasî yên bi beşdarbûn û jibîrkirinên neqandina hevşibî û cudatîyan şikil digrin dimeşe.

Helbet ne bi tesadufî ye ku Anderson di pêvajoya neteweperwerîyê û çêbûna civatên berfireh ên muxayel de matbaayê wek amrazeke girîng tesbît dike. Bi saya matbaayê mîrata hevpar dikare bê pênasekirin, tarîfkirin û belavkirin, û ‘kevneşopên îcadkirî’,[57] dikare derveyî têkilîyên rû-bi-rû jî bên parvekirin. Talîya talî ev mefhûm dikevin pirtûkên dibistanê ku mîrat û fikra neteweyê ji bo nifşên siberojê bê pêşxistin.

Her çiqas RHK hê jî li ser zimanekî hevpar şer dikin jî,[58] kitêbên dibistanê ku Kurdî bi dîroka Iraqê re tînin hemberî hevdu hene ji xwe.[59]

Lê pêvajoyên wiha yên netewe-sazkirinê jî, wek ku di destên aktorên cuda de tên nîqaşkirin, divê zêdetir ji hev bên veçirandin. Li cîyên din, me hewldanên kanalên televizyonên Kurdî yên taybet û sêwirînerên wan ên ji bo pêşxistina fikrên taybet ên Kurdayetîyê nîqaş kiribû.[60]

Xelkê li RHK bi çendîn dabeşbûnên girîng ji hev dûr ketine, tenê yek ji van rol û bikaranîna eşîrtîyê ye wek amrazeke sîyasî. Çend hebên din partîyên sîyasî, îdeolojîyên sîyasî yên cuda, rola komên oldar in. Lêpirsîna derbarê van xetên şikestinê ne ji hev cihê ne û ne jî ji hev dûr in; gelek caran bi gelek awayan li hev diqelibin.

Wek mînak partîyên mixalif  gelek caran êrişî serokê de facto yê RHK Mesûd Barzanî dikin[61] ku eşîrî ye, li vir tê îmakirin, wek eşîrî paşverû û dij-modern e[62] (bnr. ii jor nîqaşa eşîrtîyê wek pêşhatîya awayên modern ên rêxistîbûnên sîyasî). Li alîyê din, Barzanî bi xwe jî li nasnameya xwe ya eşîrtîyê xwedî derdikeve. Ne tenê wî bîyografîya bavê xwe, yek ji serokeşîrên tam ên Kurd, nivîsand,[63] lê her tim referans dide eşîra xwe û rola wê di şerê dijî Sedam Husên de. Û ji bo vê binxêz bike bi gelemperî cil û bergên Kurdî yên kevneşopî yên eşîra xwe li xwe dike. Berovajî wî, sîyasetmedarên din ên RHK bi giştî taximên terza rojavayî li xwe dikin. Ev cudatî li RHK ya hemdem dabeşbûnên zelal ên îdeolojîk dest nîşan dikin û xetên du partîyên sereke de xwe dîyar dikin: Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştimana Kurdistanê (YNK).[64] Lê, digel ku endamên herdu partîyan bi gelemperî projeya neteweperwer a Kurdistanê dipejirînin jî, li RHK her kes sîyaseta eşîrî, partîyên sîyasî an heta fikra dewleteke sekuler napejirîne. Wek mînak, hin serokên partîyên Îslamî red dikin rabin ser xwe dema sirûda Kurdî tê xwendin, wek nîşana hurmetê ji fikra Îslama pan-neteweyî re. Ev mînakên kurt wê bes be ji bo destnîşankirina li RHK eşîrtî, neteweperwerî û etnîsîte wek têgeh çawa bi hev ve girêdayî ne û bi awayên têkel bi hev re têkildar in. Bi taybetî di pêwendîya aktorên navneteweyî wê hîndar be mirov hinekî bêtir bi hûrgilî li dîroka RHK binêre.

Bêguman, di nav hilberîna akademîk û bi gelemperî ya çandî ku bi sedsalan dewam kirîye kişifkirina ‘oryantalîzm’a[65] eşkere û ya dahûrandî girîng e. Lê ji bo famkirina hewldanên dewlet-avakirinê, hewcedarîya me pê heye ku em xweza û rola hevalbendîyên eşîrên taybet kişif bikin, û fam bikin ka çawa bi sîyaseta firehtir a neteweyî û etnîk re têkevin têkilîyê. Ev rêyek cuda ya pirsînê ye ka çima eşîrtî di nav peywendên cuda de peyda dibe, bi çi awayî, û ev peydabûn bi awayên din ên -carna alternatîf- rêxistîbûna civakî re çawa dikeve têkilîyê. Em bi van pirsên xwe di boçûna xwe de ji lêkolînerên berîya xwe vediqetin: (1) Eşîrtî heye an na û bi çi awayî heye? (2) Eşîrtî di beşên din ên civakê de çawa kar dike? Û (3) li Kurdistana Iraqê û derveyî wê di hewldanên netewe-sazkirinê de rola wan heye an na, hebe çi ye rola wê? Bi vî awayî, em eşîrtîyê wek bermayîyeke rabirdûyê, ku şikil dide kirinên mirovan, nabînin, ji vê wêdetir em wê wek dîyardeyeke modern, ku ne tenê bi pêvajoya modernîzasyona bilezkirî ya Kurdistana Iraqê re hebûna xwe didomîne, lê wek cureyeke taybet a têkilîyên civakî, ku di nav geşedana sîyasî û aborî ya niha de hatîye şîyarkirin, lazim e bê famkirin, texeyul dikin.

Angaşta me xwe dispêre çend xalan. Ji alîyê dîrokî ve sîyaseta Iraq û Îranê li Kurdistana Iraqê bandorek mezin hiştîye, û gelheya Kurd gelek caran di nava sîyaseta neteweyî û navneteweyî de maye (awayên cuda yên midaxaleyên DY jî tê de).[66] Lê, hedefên midaxeleyên navneteweyî bi giştî derbarê berjewendîyên herêmî de bin jî, sîyaseta wan yekser sîyaseta lokal a gelê Kurd jî kirîye bin bandora xwe.[67] Wek mînak, DY tevgera Barzanîyan ya salên 1970yî destek dikir (bi rêya rejima Şah a Îranê) li dijî desthilatdarîya Iraqê; lê ev destek hat qutkirin dema Îran û Iraqê li ser Şat ul Erebê li hev kirin (bû sedema kuştina şervanên azadîyê yen Kurd ji alîyê artêşa Sedam). Dîsa dema şerê Kurdan ê navxweyî, ku  di 1990î de wek birakujî[68] tê zanîn, du partîyên sereke (PDK û YNK) yên şer dikirin, her yekê ji Iraq û Îranê piştgirîya aborî û leşkerî werdigirtin.[69] Ev parçebûna sîyasî ye ku peydabûna Caşan jî,[70] Kurdên ku bi partîya Beasî û Sedam re li dijî berjewendîyên Kurdan xebitîne, rave dike.

Li alîyekî YNKê ji Îranê piştgirî werdigirt, li alîyê din jî Mesûd Barzanî bi dizî artêşa Husên vedixwend nav RHK ku Erbîlê ji YNKê xilas bike[71] -bi vî awayî ne tenê berîya demeke kurt kuştina bi hezaran Kurdan (Enfal), lê mandata NY jî ya ku artêşa Iraqê li derveyî herêmê dihişt jî piştguh dikir. Zelal e ku di nav şerên desthilatdarîyê de têkilîyên etnîk zêde ne girîng bûne!

Helbet şerê navxweyî bi xwe ancax di peywenda sîyaseta navneteweyî û neteweyî de û tevî tişta Natali û yên din wek ‘cot embargo’ya li dijî gelê Kurd binav dikirin, dikare bê famkirin.[72] Ev wê rastîyê îşaret dike ku rejima Sedam, ji bilî  bisînorbûnên ji ber danekirinên NY yên li ser Iraqê piştî Şerê Kendavê, nedihişt erzaq têkeve Kurdistanê. Ev bûbû sedem ku rewşa aborî ya li herêma Kurdistanê pir xerab bibe, ku divê li ber çavan bê girtin ji bo famkirina şerê PDK-YNKê yê li ser çavkanîyên sînorkirî yên ji derîyên sînor dihatin.

Cudatî heta îro jî didomin. Kurdistana Iraqê di nav du herêmên desthilatdarîyê de dabeş Bûye: parêzgehên Erbîl û Dihokê bi temamî di destê PDKê de ne, parêzgehên Silêmanî (û hinekî Helebceyê) di destê YNKê de ye.[73]

Em guman dikin ku pênaseyên me dîroka Kurdistanê pir pir bişîfre kiribe, lê wê ewqas bes be ku armanca me dîyar bike: RHK bi çend xetên girîng qelş lê ketine. Ev qelş encamên wan girîng hene ji alîyê dewletbûn, neteweperwerî û ya girîngtir jîyana rojane ya welatîyên RHK.

RHK û pawana şidetê

Yek taybetîyeke dewletbûnê her daîm bûye pawana dewletê ya li ser şîdetê. Bi gotineke din, di dewletekê de welatîyan hêza parastinê û cizakirinê dane rayedarên dewletê yên li ser navê berjewendîyên her kesî tevdigerin. Tenê dewlet destûra wê heye kirinên şidetê pêk bîne, bi destê artêşa xwe an bi destê hêza polîsên xwe. Li RHK biroya Pêşmerge berpirsyarê leşkerîyê ye, ji hilbijartinên dawî vir de wezareteke di bin rêvebirîya wezîrekî Gorran de ye. Hejmarên fermî 200,000 pêşmerge nîşan didin.[74] Heta demeke berê ev tekane leşkerê fermî bû li RHK. Di navbera RHK û hikumeta Bexdayê de her im ev du pirs dihatin dubarekirin: Kî xwedî desthilatdarî ye li ser van pêşmergeyan û kî divê mûçeyên wan bide?[75] Di nav van pirsan de, helbet, meseleya serwerîyê, welatîyê û bawerîyê jî hebû. Dewleta Iraqê çawa dikare mafê şidetê dewrî rêvebirîya herêmeke federal bike? Gelê Kurd, ku ji destpêka wê ve bûye hedefa dewleta Iraqê, çawa dikare pawana şidetê bide vê dewletê? Dîsa, pirsa serwerîyê jî nabe ji meseleyên wek daxilkirina Kerkuka xwedî neft bo nav RHK bê veqetandin. Di 15 salên dawî de Iraq û RHK çend caran dikira şer bikirana.[76]

Ji pozisyona hikumeta Iraqê, li RHK nebûna leşkerên wê mafê neteweya Iraqê ya li ser axa wê lawaz dike û di heman demê de nebawerîyeke beramber a derbarê sedaqata pêşmerge de jî mewzûbehîs e. Wek vê, her îdiaya serwerîya RHK hikumeta Bexdayê bi windakirina herêma Kerkukê tehdîd dike. RHK yekser petrolê bifroşe jî (û bi riwangeya Bexdayê bi awayekî li dijî makezagonê) ev meseleyê çareser nake û dike ku Bexda dest dîne ser para RHK ya %17 û mûçeyê pêşmergeyan nede.[77]

Dema şerê IŞIDê yê li Iraqê, Bexdayê li Erbîlê hêzeke pêşmerge ava kir, pirsgirêk bêtir eşkere bû.[78] Ev hêz wê di bin fermandarîya Wezîrê Iraqî yê Dewletê de bûya û wek hêzeke Iraqî xizmet bikira. Di hefteya pêş de 4000 mêrên Kurd  serî lê dan, piranîya wan endamên berê yên hêza pêşmerge ya RHK bûn. Li vir du mesele girîng in. Yek, ji alîyê hikumeta RHK qet tiştek nehat gotin derbarê ka ev dikare otonomîya RHK lawaz bike an tehdîd bike an na. Du, girêdayî vê, mêrên Kurd ên ketibûn nav vê hêza nû, di hevpeyvînan de ji me re digotin wan tenê ji ber sedemên aborî ev kirîye.[79] A rast, hemû agahdêran didan bawerkirin ku ew bi temamî piştgirîya RHK û dawa Kurdî dikin. Ev mesele nîqaşa derbarê pawana şidetê ya dewletê û awayê ji alîyê RHK û rejima Bexdayê tê îtirazkirin û dijderketin binxêz dike.

Îjar wek ku ev ne bes be, pêşmergeyên Kurd di nav xwe de parçe bûne. Piştî parçebûna partîyî û şerê navxweyî ku li jor hat qalkirin, du herêmen RHK (Erbîl/Dihok û Silêmanî) û her du partî peşmergeyên wan bi xwe hene û ji budceya dewletê mûçeyên wan tê dayin. Ev tê wê maneyê ku Rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî li ser axa ne xwedî pawana şidetê ye.

 Şikil 1: Belavbûna desthilatdariyê li RHK

Helbet, zehmet e bidestxistina delîlên vê yên teqez. Lê, şopên vê li her derê xuya dike. Wek mînak, demeke nêzîk de rojnameyên Kurdî ragihandin ku ji hêzên dij-terorê (Peşmergeyên di bin hukmê YNKê de, bnr. Şikil 1) 60 kesan Lahûr Talabanî tehdîd kirine û xwestine ji ber tawanbarîyên gendelîyê îstifa bike ya na ew ê îstifa bikin.[80] Gazinên van leşkeran ew bû ku YNK mûçeyên wan nade. Elî Heme Salih belgeyek eşkere kir ku zêdetirî 400 kesên ji YNKê ji ritbeyên bilind û bi mûçeyeke li gor van ritbeyên bilind malnişîn bûne. Di listeyê de kesên li biroyên sîyasî û sazîyên girêdayî YNKê de dixebitin hebû ku paşxaneyeke wan leşkerî tuneye.

Ev mînak ne tenê asta bilind a gendelîyê nîşan didin, lê ya girîngtir ev mînak nîşan didin ku pêşmerge mûçeyên xwe ji hikumetê nastînin, ji partîyeke sîyasî (ku qismek pere ji rêvebirîya herêmê distîne) distînin. Helbet ev jî rê li ber vê pirsê vedike ka sedaqata nîhaî li kuderê ye û berpirsyar kî ye. Şikil 1 binyada hêza Pêşmerge ya li RHK nîşan dide.

Wek li jor hat gotin, endamên pêşmergeyên fermî yên di xizmeta çekdar de di bin fermandarîya Wezîrê Pêşmerge de ye û ew jî girêdayî serokê Kurdistanê ye. Lê pêşmergeyên Parastin û Dij-terorê mûçeyên xwe ji PDK û YNKê distînin. KDP û YNK jî kanîya hatinîya wan î sereke ji derîyên vedibin Tirkîye û Îranê[81] ye û bertîlên ji ew şirketan e ku dixwazin li Erbîl û Silêmanîyê kar bikin.[82]

Helbet, ev çavkanîyên mûçedayinê kêşeyeke din ku RHK tehdîd dike nîşanî me dide: tevayîya teritoryal û mafê bac hevdanê. Çar derîyên sînor hene ku ji alîyê PDK û YNKê tên kontrolkirin: Başmaq û Perwîzxan li ser sînorê Îranê ji alîyê YNKê tên kontrolkirin, derîyê Hecî Omran yê bi Îranê re û derîyê Îbrehîm Xelîl ê bi Tirkîyeyê re jî ji alîyê PDKê tên kontrolkirin.[83]

Mûçedayina bo leşkeran ji alîyê aktorên derveyî dewletê pawana şîdeta dewletê têk dibe. Lê di bin kontrola yekser a wezareta pêşmerge de jî kêşe hene. Wezaret li du cure yekîneyan dinêre: alîyê YNKê ku wek Levayî (yekîne) 70 û beşê PDKê yên wek Levayî 80 tê zanîn. Yek li Silêmanîyê ye, yek li Erbîlê ye, herdu jî ji kesên nêzîkî YNK an PDK pêk tên û nabe teva hev bibin. Ev bi temamî rola wezaretê ya fermandayinê lawaz dike. Ji ber vê sedemê ne ecêb e ku ev wezareta taybet dane endamekî ji Partîya Gorran. Ev wezîr ne tenê divê serî bi kesên elaqedar ên herdu partîyan re derxe, lê butceya wezaretê jî ji alîyê serokê RHK û wezareta çavkanîyên xwezayî (neft) tê kontrolkirin ku ev her tiştî xirabtir dike. Ji ber qeyrana aborî ya vê dawîyê me bihîst pêşmerge ji sponsorên taybet alîkarî werdigrin.

Wek encam, li alîyekî ev alozî otorîteya RHK ya li ser axa wê tehdîd dikin, li alîyê din dema mirov li hebûna hêzên şer ên din ku ne nêzîkî hikumetê an herdu partîyan e, mesele xirabtir dibe.

Li gor agahîyên Gorranê dane, li RHK li dor 30 hêzên şer hene, hin ji wan li dor partîyên sîyasî an kesên dewlemend û xwedî nifûz birêxistin bûne. Li gor van hejmaran, tê texmînkirin ku li RHK ji bo her 14 kesan yek leşker/polîs heye, lê tenê çend heb ji wan teahuda sedaqeteke temam û nîhaî didin RHK.

RHK û kêşeya nasnameyê

Wek ku me li jor qal kir, neteweperwerîya Kurdî di destpêka sedsala bîstemîn de bi derengî peyda bûye.[84] Piştî Yekem Şerê Cîhanê û bi taybetî bi doktrîna Wilson re, gelê Kurd dawa mafê xwe yî dewletê kirin. Li jor me qal kir ku fikra kokeke etnîk a hevpar diçe heta berxwedana hevpar a dema Împeratorîyên Osmanî û Îranî, ku Êdinekî hevpar hat afirandin li ser hedefa hevpar a rêlibergirtina entegrasyona bi împeratorîya mezin re. Bi îlhama ji Scott, em angaşt dikin ku li dijî van împeratorîyan mirov hatin ba hev û bi demê re komeke etnîk çêbû, lê bêyî ku zimanekî wan hevpar hebe.

Divê ev bê zanîn ku ev bi tu awayî ne biçûkxistina hestên neteweyî an etnîk in, ne jî nîyeta me heye ku ji bo vê em rê li ber mafên komeke etnîk ên nasnameyî bigrin, ew çêkirî be jî. Ev nasname ji yên din nê zêdetir çêkirî ne, lê armanca me ew e ku em pêvajoyên çêkirinê bizanibin û rehên wan ên civakî bêtir bidin xuyakirin.

Îro kesên xwedî nasnameya Kurdî li çar welatan (Sûrîye, Tirkîye, Iraq û Îran) û li dîyasporaya li Ewropa û Dewletên Yekbûyî dijîn.[85] Ligel gelek manendîyan, di nav van komên cuda de cudatîyên him çandî him zimanî jî gelek in. Wek mînak, tişta bi gelemperî wek zimanê Kurdî tê pênasekirin kêmtirîn ji çar ziman/zaravyên cuda pêk tê, hin ji wan hevdu fam nakin; her ziman/zarava jî di nav xwe de ji çend jêr-zaravayan dihewîne. A rast, em qala zaravayên Kurdî an zimanên cuda dikin, ev bi temamî girêdayî ve ye ku em Kurdan wek komeke etnîk dibînin an na.[86] Herçiqas berovajî vê bê gotin jî, zimanê hevpar ne hema tenê pênaseyeke zimanî ye, ew encama hevbandorîyên têkel ên zimanzanîyê û sîyaseta nasnameyî ye.

Di encamê de, digel ku bi gelemperî herkes xwe wek Kurd pênase dike jî, sîyaseta zimên li RHKya hemdem rola wê mezin e. Wek mînak, xwendekarên Badinî yên Kelekê (li parêzgeha Dihokê) demek berê ji bo mafê fêrbûna bi zimanê xwe, yanê li dijî Soranî bi Badinî, xwepêşnadan çêkirin.[87]

Gelek cudatî û xetên şikestinê hene ku em dikarin di vê nivîsê de li ser bisekinin. Wek mestere, ligel dabeşbûna sîyasî ya RHK, mirov dikare gelek cudatîyên mezin ên herêmî û çandî bibîne. Dema mirov ji Erbîlê diçe Silêmanîyê, wek guherîna li aidîyeta fermî ya sîyasî bê hêsanî li sînorê navbera herdu wilayetan hay dibe. Al û reng ji sor derbasî kesk dibin (ji PDK bo YNK, partîyên sîyasî yên desthilat[88]) û wêneyên li kêleka rê jî li gor vê dabeşbûnê diguherin. Li alîyê Erbîlê yên Mesûd Barzanî, serokê RHK ne, li alîyê Silêmanîyê yên Serokkomarê berê yê Iraqê, Celal Talabanî ne. A din, li alîyê Silêmanîyê, bandora Îranê her diçe zêdetir xuya dibe. Him gelheya Kurdên Îranê zêde ye, him li bazarê malên Îranî bêtir in. Ev teswîr li Erbîla di bin hikmê PDK de xuya nake. Li vir navendên danûstendên yên Erbîlê yên wek Family Mall, Macidi Mall û Tablo Mall tijî ne bi malên şirketên ji Tirkîyeyê, wek Defacto, Red Tag, Waikiki.

Hemû ev cudatî di axaftinên kolanan de jî tê ferqkirin. Di îfadeyên çandî de, asta dîndarî an asta eşîrtîyê de xuya dikin ev cudatî. Li herêma Silêmanîyê hebûna hejmareke mezin a Kurdên Îranê jî di neteweperwerîya Kurdî de xeten din ên şikestinê nîşan dide. Kurdên Îranê wek zimanê duyem Farisî dipeyivin û Kurdî bi elfabeya Farisî dinivîsînin, Kurdên Iraqê wek zimanê duyem bi erebî dipeyivin, di nivîsê de elfabeya erebî bi kar tînin. Ji ber ku ne ziman ne elfabe ji hev re ne fambar in, mirov bi hêsanî dikare zehmetîyên peyda dibin texeyul bike. Lê cudatîyên wiha kûrtir diçin. Kurdên Iraqê bi giştî bi yên Îranê re tên miqayesekirin ku kêmtir oldar û zana ne, û jinên Îranî piranî li RHK ji nebûna maf û azadîyên takî gazin dikin. Kurdên Îranê bi tu awayî ji hevtayên xwe yî Iraqî miameleya wekhev nabînin. Ev jî raber dike ku neteweperwerîya Kurdî di nav neteweperwerîyên herêmî de jî dabeş bûye, yên me bi wan re hevpeyvîn dikirin ev wek paşxaneya Îranî û Iraqî -an bêtir dabeşbûna Farisî/Erebî pênase dikirin. Ev cudatî li dîyasporayê jî dewam dikin; her çiqas ji ber kêmarbûna li DY mirov li ser Kurdbûnê bêtir disekinin jî, di navbera Kurdên Îran û Iraqê de dîsa jî cudatî dimînin.[89] Ev gotinên qlîşe derbarê hev de, çembera hevalan a sînorkirî û tercîhên zewacê dihewîne. Me behsa xetên şikestinê yên din kiribûn, yên derzên îdeolojîk ên navbera PKK û hikumeta RHK, an dabeşbûnên dînî di navbera fundamentalîstên dînî  û pêşengên Kurd ên RHK yên bêtir sekuler de. Lê, em hêvî dikin mînakên me têr bike ji bo destnîşankirina xalên me yên sereke. Neteweperwerîya Kurdî pir pir projeyek e, û nasname û neteweperwerîya Kurdî li herêmeke biçûk û çeşitdarîya wê sînordar, wek RHK jî dibe sedema alozî û nakokîyan.

Neteweperwerî, eşîrtî, û awayên din ên rêxistîbûna civakî

Li RHK eşîrtî tenê awayekî rêxistîbûna civakî ye. Li RHK mirov li gor peywendê eşîrê bi bîr tîne an red dike. Wek hat qalkirin, endamên mixalefetê gelek caran ji bo Mesûd Barzanî wek demode an paşverû nerewa bikin fikra eşîrê bi kar tînin. Di heman demê de Barzanî jî dev ji bibîrxistina eşîra xwe û rewabûna serokatîya xwe bernade. Wek di meseleya pêşmergeyan de hat raberkirin, xelk awayên din ên rêxistîbûna civakî jî aktîve dikin; wek mînak, partîyên sîyasî ji bo destkeftîyên xwe bi kar tînin. Bidestxistina karekî, terfîbûn, heta gihiştina edaletê jî bi saya hin têkilîyên civakî yên taybet tê hêsankirin. Partîyên sîyasî û aîdîyetên eşîrî yên sereke ne. Di destê me de daneyên zelal tunebin jî, kesên aidîyeteke wan xurt a eşîrî tunebe pir kêm caran tên meqamên bilind. Lê partîyên sîyasî, ev jî divê tenê wek encama eşîrtîyê neyê dîtin, lê ev aktîvasyonên eşîrtîyê û têkilîyên taybet ên civakî ne ku dema amrazên din têk diçin, alikarîya mirovan dikin ku bigihêjin hedefên xwe. Bi gotineke din, li welatekî tijî gendelî, bidestxistina edaletê an karekî ji sazîyan neyê hiştin baştir e. Loma ji bo gihiştina hedefeke taybet ji rêyên alternatîf, wek eşîr, partî, hevalên mizgeftê tê îstifadekirin. Kirinên wiha sazîyên bi vî rengî aktîv dike û wan elaqedar û girîng dike. Dema wezareta pêşmerge di destê  endamekî YNK de be, ev tenê bendeyîyan (dependency) neafirîne wek ku berê hat raberkirin, giringîya partîya sîyasî ya ji bo hevbandorîyên niha û siberojê didomîne. Bi gotineke din, eşîrtî ne awayekî pêşmodern ê rêxistîbûna civakî ye ku bi netewe-dewletê re di reqabetê de ye. Ew yek ji awayên rêxistîbûna civakî ye ku ji bo gihiştina hedefên taybet mirov bi kar tînin (an bi kar nînin). Ev hedef ji xwe ber di nav rolên eşîrtîyê de cî nagrin û bi dewamî diguherin li gor peywendê û alternatîfên potansîyel. Dîsa, ji bo endamên eşîra Barzan endamtîya wan a eşîrî bi qasî endamtîya wan a PDK girîng e. Li herêma YNK ev hinekî cuda be jî, torên civakî yên tê de qala girêyên eşîrî derbas dibin gelek caran tên aktîvekirin (hevalên hevpar, cîran û malbat). Di vê maneyê de eşîrtî ne demode an pêşmodern e, tenê li vî alîyê dinyayê li ber destê mirovan yek ji gelek awayên rêxistîbûna civakî ye.

Encam

Vê nivîsê armanc kir li ser têkilîya aloz a navbera eşîrtîyê û netewe-dewletê de bisekine di peywenda nasnameya Kurdî û peydabûna RHK de. Eşîrtî wek têgeh dîrokek wê têkel heye û pênaseyên wê bi têgehên têkildar lê ewqas jî biîhtilaf ên wek etnîsîte û neteweyê re li hev rûdine. Ev hemû fikir gelek caran wek ku bi awayekî hişk li dijî têgeha ‘netewe-dewleta modern’ be tê qebûlkirin. Eşîrtî hê jî di nivîsên lêkolînerên li ser Rojhilata Navîn û meseleyên Kurdan dixebitin, cî digre, lê her hewldana zelalkirin û pênasekirina têgehê têk çûye. Em pêşnîyar dikin têgeha eşîrî wek yek ji gelek awayên rêxistîbûna civakî bê kişifkirin, û aktîvkirina wê divê di nav peywenda taybet û qadeke firehtir a awayên alternatîf ên rêxistibûnên civakî yên ihtimala aktîv bibin heye, bê famkirin. Ev dike ku em netewe-dewletê wek awayekî wiha alternatîv nîqaş bikin lê di heman demê de xetên şikestinê yên dewletê jî tesbît bikin. Partîyên sîyasî, komên dînî, hwd. hemû awayên rêxistîbûna civakî ne ku ji bo hedefên aborî-sîyasî tên aktîvkirin. Em bi taybetî li ser şikilgirtina RHK û dîroka PDK û YNK sekinîn. Di ser projeyên takên taybet re, ku aidîyetên wiha aktîv dikin, nîqaşa me dest nîşan kir ku ev awayên cuda yên aidîyetê carna li hev nakin. Di vê peywendê de me xetên şikestinê yên cuda û têkilîya wan bi nasnameyên Kurdî re û awayê ku dû re bi dewleta Kurd a ava dibe dikevin têkilîyê kişif kirin.

Bi rêya mînaka RHK, me xwest tiştên ku fikra netewe-dewletê bi gelemperî hewl dide veşêre bidin xuyakirin. Tişta ku Gellner wek homojenîya netewe-dewletê bi nav dike divê wek projeyekê, ku hewl dide hêzên di sazkirina hemanbûna neteweyê de rol dilîzin bi rûpoş bike û cudatîyên navxweyî nexuya bike, bê lêkolandin. Li gor Coronil ev e efsûna dewletê. Di heman demê de, mînaka Kurdistanê dihêle em derbarê fikra etno-neteweperwerîya Smith de jî çavdêrîyên manend bikin. Me angaşt kir ku etnîsîteya Kurd berhemeke berxwedan û astengkirina komên herêmî ya li dijî Împeratorîyên Osmanî û Farisî ne ku dû re xwe wek yek etnîsîte bi nav kirine. Ev dîyardeya dawî di xetên şikestinê de (cudatîyên zimanî jî tê de) dikare bê dîtin.

Divê ev zelal be ku armanca nîqaşa me ne lawazkirina meşrûîyeta dewleta Kurd e. Mafê dewleteke Kurd ji yên din nê kêmtir e ne zêdetir e, ne jî kêmtir xwezayî ye. Lê em hêvî dikin dest nîşan bikin ku di nav neteweperwerîya Kurdî û RHK de jî heman nakokî û kêşeyên netewe-dewletên din rû bi rû dimînin hene. Ev encam dike ku em bipirsin ka gelo kêşeyên ji alîyê netewe-dewletan hatine afirandin dikare bi paradigmaya netewe-dewletê bi xwe bê çareserkirin an na. Ew xetên şikestinê, cudatîya rûpoşkirî, û soza vala ya welatîbûna wekhev dike ku hinek bi îhtîyat bin.

Nîşe: Ev nivîs di 12ê Cotmeha 2016a de di British Journal of Middle Eastern Studies de hatiye weşandin. Ji bo têkilî: Norbert Ross emaîl: norbert.o.ross@vanderbilt.edu

JÊRENOT

[1] Philip Carl salzman, ‘The Middle East’s Tribal DNA’,  Middle East Quarterly, 15(1) (2008), rr. 23–33; Philip Carl salzman,‘Tribes Today: In Anthropology and in the World’, The Journal of the Middle East and Africa, 6(3–4) (2015), rr. 353–365.

[2] Di vê nivîsê de me peyva Kurdistanê ji bo temama herêma ku Kurd lê dijîn û di nav sînorên Îran, Iraq, Sûrîye û Tirkîyeyê  de maye bi kar anî. Me ji bo Rêvebirîya Herêma Kurdistanê (RHK) got başûrê Kurdistanê, û ji bo bakurê Iraqê ku ji alîyê Rêvebirîya Kurdistanê tê birêvebirin, me got Kurdistana Iraqê.

[3] Fredrik Barth, Principles of Social Organization in Southern Kurdistan (oslo: Brødrene Jørgensen boktr, 1953).

[4] Bnr. David McDowall, The Kurds: A Nation Denied (london: Minority rights Group, 1992).

[5] Christopher King, Kurdistan. The Largest Nation’ in the World without Its Own Independent State (Munich: Grin Verlag, 2014).

[6] Elman R. Service, Primitive Social Organization: An Evolutionary Perspective (New York: Random House, 1971); Maurice Godelier, ‘the Concept of the “Tribe”: a Crisis Involving  Merely a Concept or the Empirical Foundations of Anthropology Itself?’, in Perspectives in Marxist Anthropology, Maurice Godelier (Cambridge: Cambridge university Press, 1977), rr. 62–66.

[7]John J. Honigmann, ‘Tribe’, in A Dictionary of the Social Sciences, ed. Julius Gould and William L. Kolb (New York: Free Press 1964).

[8] A. R. Radcliffe-Brown, ‘Three Tribes of Western Australia’, Journal of the Royal Anthropological Institute, 43 (1913), rr. 143–194.

[9] I. M. Lewis, ‘Tribal Society’, International Encyclopedia of the Social Sciences 16 (1968), rr. 147–150.

[10] Godelier, Perspectives in Marxist Anthropology, r. 42, n. 6.

[11] Service, Primitive Social Organization, r. 197, n. 6.

[12] Edmund Leach, Social and Economic Organization of the Rawanduz Kurds (London: Berg Publishers, 1940); David McDowall, A Modern History of the Kurds (London: I.B. Tauris, 2004); Derk Kinnane, The Kurds and Kurdistan (London: Oxford University Press, 1964); Basile Nikitine, Les Kurdes: etudé sociologique et historique (Paris: Klincksieck, 1956); Thomas Bois, The Kurds (Beirut: KHAYATS, 1965).

[13] Barth, Principles of Social Organization in Southern Kurdistan, r. 10, n. 3.

[14] Hussein Tahiri, Structure of Kurdish Society and the Struggle for a Kurdish State (Costa Mesa, CA: Mazda pub., 2007); Brian A. Kennedy, ‘The Shaikh’s Republic: The Kurdish Regional Government’s Incorporation of Tribalism’, Politics Honors Papers (2015), Paper 3, Pennsylvania.

[15] Martin van Bruinessen, ‘Kurds, States and Tribes’, in Tribes and Power: Nationalism and Ethnicity in the Middle East, ed. Faleh A. Jabar and Hosham Dawod (London: Saqi, 2002), rr. 165–183.

[16] David McDowall, The Kurds, r. 12.

[17] Richard Tapper, The Conflict of Tribe and State in Iran and Afghanistan (London: Croom Helm, 1983), r. 4.

[18] Şerefxanê Bidlîsî, Şerefname: Dîroka Kurdistanê ya bi Hûrgilî, amad. Ali Akbar Emi (Tehran: Asatir, 1367/1988) (bi Farisî); Newshirwan Mustafa, Wrists Break Each Other: Inside Face of Iraqi Kurdistan Events in 1938–1979 (Sulaymania: Sardam Press, 1998) (bi Kurdî); Newshirwan Mustafa, On the Edge of Ardalan History (Sulaymania: Sardam Press, 1999) (bi Kurdî); Kavos Ghaftan, Studies on History of Baban, Soran and Botan Emarat (Sulaymania: Raz Press, 2006) (bi Kurdî); Ata Gharadagi, Discourse of Kurdish Nationalism (Sulaymania: Ranj Press, 2007) (bi Kurdî); Jamal Nabaz, Kurdistan and its Resistance (Erbil: Menara Press, 2007) (bi Kurdî); Rashad Miran, Ethnography and Kurdish Unity of Kurds (Erbil: Aras Press, 2009) (bi Kurdî).

[19] Shokrolla Sanandaji, Tofee Naseri in History and Geography of Kurdistan (Tehran: Amir Kabir Press, 1361/1972) (bi Farisî); Mojtaba Borzoei, Political Affairs of Kurdistan from 1258 to 1325 (Tehran: Fekre No Press, 1378/1999) (bi Farisî); Hamid Hirat Sadjadi, Pastoralist Nomadism of Kurdistan (Tehran: Baghe No Press, 1382/2003) (bi Farisî); Hamidreza Jalaipour, Qazi Mohammad: Kurdistan in 1324 – 1320 (Tehran: Amir Kabir Press, 1369/1990) (bi Farisî); Mohammad Raouf Tavakkoli, Seyarol Akrad: On History and Geography of Kurdistan (Tehran: Abdolqader Babani, 1377/1998), (bi Farisî); Rashid Yasemi, Kurd and its Racial and Historical Continuity (Tehran: Amir Kabir Press, 1363/1994) (bi Farisî).

[20] Nikitine, Les Kurdes; Kinnane, The Kurds and Kurdistan; Bois, The Kurds; Robert W. Olson, The Emergence of Kurdish Nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880–1925 (Austin, TX: University of Texas Press, 1989); Robert W. Olson, The Kurdish Question and Turkish-Iranian Relations: From World War I to 1998 (Costa Mesa, CA: Mazda Pub., 1998).

[21] Abbas Vali, Kurds and the State in Iran: The Making of Kurdish Identity (London: I.B. Tauris, 2011), r. 13.

[22] B.n.b., r.8.

[23] Bruinessen, Martin van, ‘Kurdish Society, Ethnicity, Nationalism and Refugee Problems’, di nav The Kurds: A Contemporary Overview, eds. Philip G. Kreyenbroek and Stefan Sperl (London: Routledge, 1992), rr. 33–67.

[24] B.n.b., r.27.

[25] Martin van Bruinessen, ‘Kurds, States and Tribes’, rr. 165–183. Bnr. Haiah Dukhan, ‘Tribes and Tribalism in the Syrian Uprising’, Syria Studies, 6(2) (2014), rr. 1–28.

[26] Henri J. Barkey û Graham E. Fuller, Turkey’s Kurdish Question (Lanham, MD: Rowman & Littlefield, 1998); Christiane Bird, Thousand Sighs, a Thousand Revolts: Journeys in Kurdistan (London: Random House Trade Paperbacks, 2004); Maria T. O’Shea, Trapped Between the Map and Reality: Geography and Perceptions of Kurdistan (London: Routledge, 2004); Kerim Yildiz and Mark Muller, The European Union and Turkish Accession: Human Rights and the Kurds (London: Pluto Press, 2008).

[27] Divê bê dîyarkirin ku, dema em qala netewe-dewletan dikin, em qala sêwirandina populer a neteweyekê, hesta ‘em’a welatîyên wê dikin; qesta me ne awayekî taybet ê rêvebirîyê an mafên taybet e^ne welatîyan e.

[28] Vali, Kurds and the State in Iran, r. 13.

[29] Martin van Bruinessen, ‘A Kurdish Warlord on the Turkish-Persian Frontier in the Early Twentieth Century: Isma`il Agha Simko’, di nav Iran and the First World War: Battleground of the Great Powers, ed. Touraj Atabaki (London: I.B. Tauris, 2006), rr. 69–93.

[30] Abdurrahman Qasemlou, Kurdistan and Kurds (Havel: House of the Czechoslovak Academy of Sciences, 1975) (Kurdish edition, 1973), r. 85.

[31] Zeynep N. Kaya, ‘Maps into Nations: Kurdistan, Kurdish Nationalism and International Society’ (Doctoral thesis, London School of Economics, London, June 2012), rr. 123–124.

[32] Tahiri, Structure of Kurdish Society, r. 17.

[33] Ji bo pozîsyoneke manend bnr. Amir Hassanpour, Nationalism and Language in Kurdistan, 1918–1985 (San Francisco: Edwin Mellen Pr., 1992).

[34] Fernando Coronil, The Magical State: Nature, Money and Modernity in Venezuela (Chicago, IL: University of Chicago Press, 1997).

[35] A. D. Smith, National Identity (London: Penguin, 1991), p. 94. Bnr. John Armstrong, Nations before Nationalism (Chapel Hill: University of North Carolina, 1982).

[36] Roger Brubaker, Nationalism Reframed: Nationhood and the National Question in the New Europe (Cambridge: Cambridge University Press, 1996).

[37] Ernest Gellner, Nations and Nationalism (Oxford: Blackwell, 1983); Benedict Anderson, Imagined Communities: Reflections on the Origin and Spread of Nationalism (New York: Verso, 1983).

[38] Andreas Wimmer, ‘War’, Annual Review of Sociology, 40 (2014), rr. 173–197.

[39] Moran M. Mandelbaum, ‘The Gellnerian Modality Revisited: Towards a “Genealogy” of Cultural Homogenization and Nation-state Congruency’, Ethnic and Racial Studies, 37(11) (2013), rr. 2014–2033; Slavoj Žižek, ‘From Virtual Reality to the Virtualization of Reality’, di nav Reading Digital Culture, ed. David Trend (Oxford: Blackwell, 2001), rr. 17–22.

[40] Anna Triandafyllidou, ‘National Identity and the “Other”’, Ethnic and Racial Studies, 21(4) (1998), rr. 593–612.

[41] James C. Scott, The Art of Not Being Governed: An Anarchist History of Upland Southeast Asia (New Haven, CT: Yale University Press, 2010).

[42] McDowall, A Modern History of the Kurds; Martin van Bruinessen, Agha, Shaikh and State: The Social and Political Structures of Kurdistan (London: Zed Books, 1992).

[43] Scott, The Art of Not Being Governed.

[44] B.n.b., r. 119.

[45] Gonzalo Aguirre a Beltrán, Regions of Refuge (Oklahoma: Society for Applied Anthropology, 1979).

[46] Scott, The Art of Not Being Governed, r. 12.

[47] Scott, The Art of Not Being Governed, r. 32.

[48] Gerard Chaliand û Michael Pallis, A People Without a Country: The Kurds and Kurdistan (Massachusetts: Interlink Publishing Group, 1993); Mahir A. Aziz, The Kurds of Iraq: Nationalism and Identity in Iraqi Kurdistan (London: I. B. Tauris, 2014). Di salên dawî de guherînên di îdeolojîya PKKê careke din fikra dewletê lawaz kir.

[49] Michael Gunter, The Kurdish Spring: Geopolitical Changes and the Kurds (Costa Mesa, CA: Mazda Pub., 2014), p. 215.

[50] Gunter, The Kurdish Spring; Kelly Leary, ‘Kemalism’s Impact on the Kurdish Separatist Movement’, (MA thesis, Regent University, 2008); Anne Nivat, The Wake of War: Encounters in Iraq and Afghanistan (Boston, MA: Beacon Press, 2005); Kerim Yildiz and Tanyel B. Taysi, The Kurds in Iran: The Past, Present, and Future (London: Pluto Press, 2007); Yildiz and Muller, The European Union and Turkish Accession.

[51] L. Yanik, ‘“Nevruz” or “Newroz”? Deconstructing the “Invention” of a Contested Tradition in Contemporary Turkey’, Middle Eastern Studies, 42(2) (2006), pp. 285–302.

52 Smith, National Identity, r. 94.

[53] Smith, National Identity; see also J. hutchinson and anthony smith, ‘introduction’, in Ethnicity, by J. hutchinson and anthony smith (oxford: oxford university Press, 1996), r. 6.

[54] Gellner, Nations and Nationalism.

[55] Ferqa Gellner a ji Smith ne ku mefhûma etno-neteweperwerîyê red dike. Li gor Gellner wechê etno wek pêşhatîya neteweyê ne kêmtir girîng e; li gor wî, ji dêvla vê, modernîte hestên neteweyî çêdike, wek sazkirina nasnameyeke etnîk/neteweyî ya hevpar ku berê tunebe.

[56] Anderson, Imagined Communities.

[57]Eric Hobsbawm and Terence Ranger, The Invention of Tradition (Cambridge: Cambridge University Press, 1983).

[58] Bnr. Pierre Bourdieu, Language and Symbolic Power (Cambridge: Polity Press, 1991) derbarê ka Fransîyeke yekgirtî (bi darê zorê) çawa bûye parçeyek ji projeya neteweyî ya yekkirina Fransayê.

[59] S. Kirmanji, ‘Kurdish History Textbooks: Building a Nation-State within a Nation-State’, Middle East Journal, 68(3) (2014),

  1. 367–384.

[60] A. Mohammadpur and N. Ross, ‘The Fiction of Nationalism: Newroz TV Representations of Kurdish Nationalism’, European Journal of Cultural Studies (in press).

[61] Dema ev nivîs dihat nivîsandin, ji bêqanûnîya serokatîya Barzanî re dihat îtirazkirin. Girtina parlamentoyê û redkirina derbaskirina qanûneke li ser xelefê wî ji alîyê hin kesan ve wek darbe hat qalkirin.

[62] Gareth Stansfield, Iraqi Kurdistan: Political Development and Emergent Democracy (Abingdon: Routledge/Curzon, 2010); Denise Natali, The Kurdish Quasi-State Development and Dependency in Post-Gulf War Iraq (Syracuse, NY: Syracuse University Press, 2010); Tahiri, Structure of Kurdish Society.

[63] Massoud Barzani, Mustafa Barzani and the Kurdish Liberation Movement (1931–1961) (New York: Palgrave Macmillan, 2003).

[64] Wek du partîyên sereke me qala PDK û YNKê kir, ne ku biçûkdîtina rola Gorranê ye, a rast duyem partîya xurttirîn e, lê di dîroka Kurdistanê de heta berîya demeke kurt du partî serdest bûn. Gorran hê wek komeke mixalif ji nav YNKê derketîye.

[65] Edward Said, Orientalism (New York: Pantheon Books, 1978).

[66] Mohammed Shareef, The United States, Iraq and the Kurds: Shock, Awe and Aftermath (Abingdon: Routledge, 2014).

[67] Vali, Kurds and the State in Iran.

[68] Wek Şerî Naw Xo jî tê zanîn ji bo notrkirina alîyê wê yê wek potansîyel zirarê dide retorîka neteweyî.

[69] Michael M. Gunter, ‘The KDP-PUK Conflict in Northern Iraq’, The Middle East Journal (Spring 1996), 50 (2), pp. 224-241.

[70] Caş ji bo xayinên Kurd, kesên bi hikumetê re li dijî dawa Kurdan tevkarî kirine, tê gotin. S. J. Laizer, Martyrs, Traitors, and Patriots: Kurdistan after the Gulf War (London: Zed Books, 1996).

[71] Adeed Dawisha û Judith Yaphe, ‘Iraq: Another Saddam on the Horizon?’, di nav The Middle East in 2015: The Impact of Regional Trends on Strategic Planning, ed. Judith Yaphe (Washington: National Defense University Press, 2002), rr. 143–162; Judith Yaphe, ‘Tribalism in Iraq, the Old and the New’, Middle East Policy, 7(3) (2002), rr. 51–58.

[72] Denise Natali, The Kurdish Quasi-State Development.

[73] Digel ku piştî hilbijartina dawî Gorran bi awayê fermî partîya duyem be jî, sazîyên aborî yên bi dehan salan li lehê YNKê de ne di her asta sîyasetê de.

[74] Alexandra Di Stefano Pironti, ‘Peshmerga: The Winning Hand for Iraqis and Kurds?’, http://Rûdaw.net/english/Kurdis-tan/140620141 (dîtin: 16 Îlon 2016).

[75] Kirkuk, http://www.globalsecurity.org/military/world/iraq/kirkuk.htm, Global Security Org; Bassem Francis and Mohammad al-Tamimi (2012), Kurds Reject Maliki’s Demand for Control of Peshmerga Militia, Al-Monitor, http://www.al-monitor.com/ pulse/tr/politics/2012/10/Kurds-reject-malikis-demand-to-control-pesherga-militia.htm

[76] Fazel Hawramy (2014), Kurdish peshmerga seize a chaotic victory in Kirkuk, The Gardian, https://www.theguardian.com/ world/2014/jun/12/Kurdish-peshmerga-kirkuk-iraq-maliki; Maliki’s coalition: Kurdish annexation of Kirkuk is a declaration of war, June 30, 2014, Iraq, Middle East News, https://www.middleeastmonitor.com/20140630-malikis-coalition-Kurdish-an-nexation-of-kirkuk-is-a-declaration-of-war/; Peshmerga will not withdraw from liberated areas, says ministry (2016), Rûdaw Press, Erbil, KRG, http://Rûdaw.net/english/Kurdistan/230720169

[77] Hayder Abadî: Ez ê budceya RHK neşînim. Rûdaw, 2014, http://Rûdaw.net/sorani/middleeast/iraq/041120141

[78] Bexda wê li Kurdistanê hêzeke leşkerî ava bike. Rûdaw, 2014, http://Rûdaw.net/sorani/Kurdistan/0311201429?keyword=4000

[79] Pêşmergeyên RHK li gor ritbeyên xwe navbera 500,000 û 700,000 dînarî distînin. Ev mûçe carna dereng an qismî tê dayin. Lê, endamên hêza nû ya peşmergeyan ku ji alîyê Bexdayê hatîye avakirin, wê 125,000– 300,000 dinar bistînin; ligel vê, wê mehê tenê 10 rojan bixebitin!

[80] (Lahûr Talabani divê îstifa bike, Post Kurdistan, 2014, option=com_content&view=article&id=1398:201-09-06-05-57-14&catid=99&Itemid=1208 07/06/2014.

[81] https://www.youtube.com/watch?v=11GdUcP_jFI

[82] Campbell MacDiarmid (2015), Kurds rail against government corruption as protests turn violent in Iraqi Kurdistan, International Business Time, http://www.ibtimes.co.uk/Kurds-rail-against-government-corruption-protests-turn-violent-ira-qi-Kurdistan-1523915; Iraqi Kurdistan’s Anti-corruption committee publishes annual report, 2016, EKurd, http://eKurd.net/ anti-corruption-Kurdistan-2016-08-12.

[83] Ev derîyê dawî xwedî mezintirîn hecmê bazirganî û hatinîyê ye. Şerê li ser avantajên wê yek ji sedemên ‘şerê birakujîyê’ yê salên 1990î bû.

[84] McDowall, A Modern History of the Kurds; Vali, Kurds and the State in Iran.

[85] Vali, Kurds and the State in Iran.

[86] Geoffrey Haig û Ergin Öpengin, ‘Introduction to Special Issue – Kurdish: A Critical Research Overview’, Kurdish Studies, 2(2) (2014).

[87] Protesters demonstrate for changing badini language (in Kurdish), http://www.xendan.org/drejam.aspx?=hewal&-jmara=9430&Jor=1, 10/14/20.

[88] Her çiqas Gorran piştî PDK bûbe duyem partîya mezintirîn û desthilatdarîya li Silêmanîyê û RHK guherîbe jî, li Silêmanîyê desthilatdarîya aborî û sîyasî ya de facto di destê YNK û malbata Talabanî de ye.

[89] Li DY Kurdên Sûrîye û Tirkîyeyê hema hema tunene.

Share.

Leave A Reply