Oblomov û Paşxaneya Wî ya Civakî

BİLAL ATA AKTAŞ

Puxte: Bi Rojavayîbûyînê re civakek dikeve nav veguherîneke cuda û dînamîk. Di vê veguherînê de vebijêrk sê ne. Civak, an pişta xwe dide rûdanên nûjen, li pey astengiya nûtiyê diçe û ji kevneperestiya xwe tawîz nade, an kêm-zêde li ber xwe dide lê dîsa jî nikare bergiriyeke teqez li hemberî wê ava bike û di navberê de dimîne. An jî entegrasyona xwe ber bi temambûyînê ve dibe. Di vê serêhatiyê de civak, li ber deriyê Rojavayê (şaristanî, nûjenî) ye û bona ketina hundir, heweskarê guhertina hin kevneşopiyên xwe ye. Ev yek jî, bivê nevê bandora xwe bi ser gelek waran de destnîşan dike. Yek ji wan qadên sereke jî wêje ye. Ev nivîs, di riya rojavayîbûna Rûsyayê de li ser pêwendiya roman û civaka Rûsî kûr dibe. Ji bo vê mebestê jî romana Oblomovê ji xwe re wek mînak digire û bi awayekî berawirdî him analîza Oblomovê dike him jî li ser geşedanên sosyo-polîtîk ên civaka Rûsyayê, ku têkildarî mijara Oblomovê ne, disekine.

Peyvên Sereke: Rojavayîbûyîna Rûsî, Oblomov/îtî, mirovê bêkêr, nûsazî

  1. I. Destpêk: Kurteya romanê

Li pirtûkekê bifikirin ku lehengê wê yê sereke, ji sed rûpelî zêdetir di nav ciyan de be û bi vî awayî we biqehirîne. Oblomov, kesekî wisa ye. Ji tiraltiya xwe derfetê nabîne şimika xwe li pê bike û rabe ser xwe. Ew di nav nexweşiyekê de ye: Oblomov, ji Oblomovîtiyê neçar e.

Di dîroka wêjeyê de pirtûkên ku lehengên wan ji nivîskarên wan bêhtir tên naskirin, kêm in. Heke yek di heman demê de him bi navê nivîskar him jî bi navê pirtûkê, ku ew jî bi tena serê xwe serenaveke cuda ye, bilêv bike; mirov nikare jê derxe ka kîjan afirîner kîjan jî afirandî ye.[1] Romana Oblomov a Îvan Gonçarov jî, ev cure pirtûkek e. Nivîskar, ji bilî Oblomov çend heb pirtûkên din jî nivîsandine.[2] Lê bi dibetiyeke mezin heke Gonçarov, Oblomov neafirandiba dê di lîsteya nivîskarên ji rêzê de navekî din jî bihata zêdekirin. Lê belê Oblomov niha ewqas bi navûdeng e ku ala têgiha Oblomovîtiyê hê jî di warê wêjeyê de wek rojên ewil li ba dibe.

Baş e, lê ev pirtûk pirtûkek çawa ye? Çima ewçend balê dikişîne ser xwe û xêr e em jê re dibêjin ‘klasîk’?

  1. Nivîskar û Oblomov

Îvan Gonçarov yekî asosyal e. Qet nazewice. Gava ji dayik dibe sal 1812 ye. Pîştî qedandina Zanîngeha Moskowê, 30 salan karmendiyê dike. Romana xwe ya Oblomovê di 1859an de diweşîne. Dem dibe 1891 û li Petersburgê dimire.

Îlya Îlîç Oblomov jî, torînekî 32-33 salî ye. Li gundê wan ê bi navê ‘Oblomovka’yê, di malbateke kevneperest de mezin dibe. Dê û bavê wî tu car derfetê nadin da ku Oblomov kare xwe bi xwe bicih bîne. Ew jî tu karê fîzîkî nake. Çi bixwaze hema ji teref xûlaman ve tê peydakirin. Por şehkirin, gîzme pêkirin, gore derxistin hew dikeve para xûlamê wî, Zahar.[3] Dem derbas dibe û Oblomov bi vê delaliyê mezin dibe. Piştî zanîngehê çendekê karmendiyê dike. Dûre dev ji wê jî berdide. Piştî mirina dê û bavê xwe berpirsiyariyên Oblomovkayê ji bo wî girantir dibin. Di Oblomovkayê de nêzî 350 gundî (xulam) dijîn û debara xwe bi şuxulîna zeviyên Oblomovan dikin. Oblomov, ji kar û barên çandiniyê fehm nake. Wî hay jê tune ka zevî çawa tê rakirin, çandinî çi wext e? Ji ber vê yekê rêveberiya gund, teslîmî kehyayê xwe dike û ji Oblomovkayê bar dike. Oblomov, dûrbûna xwe ya fîzîkî jî li ser eleqedarbûna xwe ya qels zêde dike û bi temamî ji Oblomovkayê dûr dikeve. Di bajarekî din de dikeve kirê û bi dahatên salane ya gund debara xwe dike. Li vir jî hemû pêdiviyên Oblomov ji hêla xulamê wî yê pîrekal, Zahar ve tê bicihanîn. Di nav çerxên tiralbûnê de ewqas aciz e ku “acizî wek nexweşînekê di çavên wî de rûniştiye û tu dibê qey xwe ji wir bere bere dide der.”[4] Hebe tunebe Zahar. Oblomov radizê, ji xew radibe, li derdora xwe dinêre, difikire, hewl dide da ku şimika xwe li pê bike lê belê çawa ku pêçiyên wî lê dikevin, dev jê berdide, dikeve xeyalên kûr û bêserûber, difikire û dîsa radizê. Dixwaze pirtûkekê, ku bi dehan roj in tenê çend rûpel pê de çûye, biqedîne lê wê jî paşde diavêje. Oblomov hew ev e. Di laşekî de razandineke dagirker, xeyalperestekî bêkerixîn, robdoşambr[5] û xew. (Hêmaya robdoşambrê, li vir metaforeke girîng digire ser xwe. Ji destpêka romanê heya dawiyê, robdoşambra Oblomov jî li gorî hest û rewşa Oblomov diguhere. Gava Oblomov aşiqê Olgayê dibe û zindîtiyeke dîmane tê ser wî, Gonçarav bi rengekî neyînî qala Robdoşambrê nake. Belam, çer ku Oblomov nexweş dikeve û dikeve nav ciyan mijar tê ser pîneyên Robdoşambra Oblomov).

  1. Oblomovka ve şêniyên wî

Divê kevaneyek ji bo şêniyên Oblomovkayê jî bê vekirin. Niştecihên vî gundî îradeyên xwe radestî hêzên xwezayî û yezdanê kirine. Çi biqewime ji xwedê dizanin û bi çarenûsê şîrove dikin. Oblomovkayiyan “Ji azweriyên fûrî wek ji êgir bitirsin, ditirsiyan. Li deverên din, gava ku laşên mirovan bi pêketina agirê giyanî dişewitî, giyanên Oblomovkayiyan di laşên wan ên nerm de aram, peng bû.”[6] Bi vê pêşkêşkirinê Gonçarov, qala mîkro-mînaka Oblomovkayiyan, wêneyê berfireh ê rûsiyan xêz dike. Dixwaze bibêje ew paşde mane, gelek dixebitin û hew dixebitin. Lê êdî çu tişt bi vî awayî naçe serî. “Ev şêweya jiyanê jî, ji dê û bavên xwe, wek hazir stendine. Dê û bavên wan jî, ji kalikên xwe; kalikên wan jî ji kalikên xwe…”[7] wek hêmaneke din a metaforîk jî, niştecihên Oblomovkayê ji ‘pirtûk’an direvin. Wan “…rojên xwe bi pirtûkên ku dibe sedemên gelek pirsên tarî, jehr nedikirin.”[8]

Nivîskar, van tiştan hemû di bin beşa Xewna Oblomov[9] de dide dû hev. Û bi xewna Oblomov dikeve pey hewldaneke hîmtijekirinê. Dixwaze bibêje: “Rast e. Oblomov kesekî wilo ye, di xwe de nabîne ku ji nav ciyan derkeve. Va ye malbata wî jî ev e. Lê min ew, ji nişka ve dernexist holê. Ka binêrên Oblomov çima bûye Oblomov û di vê sazbûna şexsî de para malbatê (ango civaka rûsî) çî ye?”

  1. Nûtiyên rûsî û bandora wî ya li ser civakê

Diyar e ku eger nivîsareke wêjeyî gotina mijarê be; berhem, ji peywendê azade nayê nirxandin. Wêje çi be jiyan ew e. Jiyan çi be wêje di bin bandora wê de ye. Bê guman Oblomov jî ji der peywenda xwe nayê nirxandin. Niha em ê hinek li ser van tiştan, tiştên ku Oblomov kirine Oblomov, bisekinin.

Di çaxa Oblomov de, li Rûsyayê “rojavayîbûneke dirinde” li ser kar e. Rûsya dereng maye, ji çar aliyan ve li pey ‘şaristaniyê, rojavayê ye’ û der heqê leşkeriyê de, endazyariyê de nûjenî divê. Di vê prosesê de qanûn li ser qanûnan tên îlankirin. Elfabeya kîrîl tê xwerûkirin, Akademiya Zanistan tê avakirin, tersxane tên damezirandin, rojname tên weşandin, bi sedan pirtûk tên çapkirin. [Balkêş e ku di prosesa rojavayîbûna Osmaniyan de di bin rêveberiya Îbrahîm Muteferrîkayê de 17 pirtûk tên çapkirin. Digel vê yekê, di çapxaneya ku Petroyê Yekem ava kiriye de, tenê di sala 1711an de 600 pirtûk tên çapkirin. (Budak, 2008: 83)].[10]

  1. Petroyê Yekem û bandora wî

Pêngavên rojavabûyîna Rûsyayê cara ewil di salên 1690’î de ji teref Petroyê Yekem ve tên avêtin.[11] Petroyê Yekem, ne çarekî ji rêzê bû (ji xwe yek ji leqebên wî jî “dîn”e.)[12] Hê di demên çarbûna xwe ya lawaz de zanava xwe vedişêre û diçe Ewropayê.[13] Çêkirina keştiyan jî tê de, di gelek karan de dişuxule, bi çand û hunerê re mijûl dibe û der heqê endezyariyê de dibe xwedî tecrûbeyeke girîng. Bi çûyîna der welêt a Petroyê Yekem re, di dîroka çaritiya Rûsyayê de cara ewil çarek ziyaretî derve dike. Petro I. piştî salekê xeber hildide ku “Streltsi”[14] serî rakiriye. Bi lezûbez xwe digihîne welêt û piştî şerekî giran Streltsî têk dibe.

Di riya rojavayîbûyînê de nikare bête ramîn ku desthilatdar dest neavêje avahîsaziyê. Petroyê Yekem jî li ser vê mijarê kûr dibe. Li gorî wî, diviya nûnertiya berê li paş bimaya. Bajar, sikak, kolan tev aîdê berê bûn. Hemin ew derbasî asteke din dibin, wê demê ji wan re cihûwareke nû diviyabû[15]. Petro I. bona vê armancê bajarê St. Petersburgê ava dike û bi vî awayî rojavayîbûyînê ji sînorên teoriyê azad dike û dixe navenda hilberîna sosyo-polîtîk a civakê. Ma di romanê de derbasbûyîn û şêweya honandinê ya peyv-bajara St. Petersburgê tesadûf e?[16]

  1. Katerinaya duyem û bandora wê

Piştî bingehdanîna xurt a Petro jî nûtî berdewam dikin. Bi taybetî di dema Katerînaya Duyem de Rûsya dikeve asteke din. Katherînaya II. ji hêla çand û hunerê ve sepanên bibiryar pêk tînin û bi xwe jî di nav prosesa meşandina van sepanan de bi rengekî çalak rolekî girîng dilîze. Bi rewşenbîrên fransî[17] re têkilî datîne û di prosesa afirandina birrek berhemên hunerî de pêşengî dike.[18]

Di dema wê de civaka Rûsyayê, wek karker û torin bûbûn du beş.[19] “…nakokiya mezin a ku di navbera van herdu çînan de ye, jêderka pirsgirêkan bû.”[20] Lê belê Katherîna dîsa jî îmtîyazên çîna zadeganan zêde dike û devê cawbirê bêtir vedike. Êdî derfet yekcar di destê serdestan de ye. Ew dixwînîn, diçin der welêt, digerin û bivê nevê ji gund û ji ‘gundîti’yê dûr dikevin. Bi perwerdehiya Rojava mezin dibin lê belê jiyan, her çiqas bixwazin jî li rastiyên Rûsyayê nayê. Ev paradoks di eynî wextê de hesta ‘dinavberêdemayîn’ê zêde dike û qafekî ewropî di laşê xwe de xwe xerîb dibîne û ev rewşa modern jî çarenûsa “jeune rûsîyan”[21] dorhêl dike.

Îlya Îlîç Oblomov jî yek ji van “jeune rûsîyan”e. Dubrolyubov[22], di berhema xwe ya bi navê “Oblomovîtî Çî Ye?” de li ser vê mijarê kûr dibe û jêderanîna xwe wiha destnîşan dike: “Tiraltî û guhnedêriya wî encama perwerdehî û mercên hawirdorê ye. Yanê li vir tiştê ku girîng e Oblomov nîn e, Oblomovîtî ye.”[23] Ji bilî Oblomov, em di wêjeya rûsî de bi hêsanî rastî van cure lehengan tên.[24]Dubrolyubov di heman pirtûka xwe de qala van lehengan jî dike û hemûyan li ser realîzma Rûsyayê cardin di bin çavan re derbas dike.

III. Analîza karakteran, mebesta afirandina wan û bandora ruhê demê li ser wan

Petroyê Yekem, ji tecrûbeya xwe ya derve feydeya şandina xwendekaran bo derwelêt dibîne û tova vê sepanê diavêje. Yên ku li Ewropayê perwerdehiyê digirin û tên, li ser entelejansiya Rusyayê, şoreşekê pêk tînin û di pêşveçûn û entegrasyona Rusyayê de xalên girîng diyar dikin.

Ştoltz jî di romanê de karakterekî wilo ye. Tam berevajî Oblomov e, “qet di cihê xwe de nasekine”. Bazirgan e. Geh li Elmanyayê geh li Parîsê ye. Dixwîne, digere, beşdarî baloyan dibe. Ji hunerê fehm dike, jîr û heya bibêjî hevalekî baş e. Bê şik, Gonçarov ew ji bo “nûnertiya mitleq a Ewropa”yê afirandiye. Lê li aliye din jî Oblomov heye, Rojhilat e. Paşde maye, tim û daîm xeyalperest e. Rizî ye. Bersiva pirsê dizane lê bi zanayî wê bincil dike û sûc diavêje yên ku tişt anîne pê. Kakûta dijberiyê ne tenê di Oblomov û Ştoltz de ye, lê belê di Olga û Pşenîtsayê de jî heye û Gonçarov, bi vê tezatê “dijberî û têkoşînekê” dide pêş xwendevanan, tîpolojiya rojhilatiyan ji nû ve diafirîne û dixwaze wê raxe ber çavan.

Her çiqas rawêja “Gonçarov nakeve xefika ‘karîkaturîzekirina karakteran’, kûrahiyeke giranbiha dide lehengên xwe.” were angaştkirin jî, ev îdîayeke ‘zêde çakbîn’e. Dibe ku kêm-zêde em li ser Oblomovê li hev werin ancax heman rêkeftin ji bo Ştoltz derbasdar nîn e. (Lê dîsa jî heke em karakterên hevçax ên rûsî û osmaniyan ên wê demê bidin berhev bi rehetî dikarin bêjin ku berovajî vebeyîna Rojavayîbûyîn a Rûsyayê, romana Tanzîmatê ya Osmaniyan di heman prosesê de, di nav vî serkî û teyazbûnê de digevize. Karakterên wan heta bibêjî alafranga û xwezilok in).[25]

Gonçarov şayesandina giyanî de serkeftî ye. Ewqas ku di beşa yekem de xwendevan dixwaze bikeve nav romanê û Oblomovî bidaweşîne, wî ji ciyê wî rake. Lê heman tişt ji bo teswîrkirina tiştên ‘der hundirîn’ derbasdar nîn e. Wek mînak, Parka ku mazûvaniya jivana[26] Olga û Oblomovî dike, bi tenê bi rûxalkî hatiye teswîrkirin. Lê Dubrolyubov li vir balê dikişîne ser tiştekî din. Bi ya wî, “kesên ku dibêjin ‘şayesandina pelekî darê ya bi awayekî çak bi qasî şayesandina karaktera mirovekî ya bi şêweyekî xweşik girîng e’ di nav çewtetiyê de ne.”[27] Li nik nêrîna wî, ev cure huner, ji bo hunerê nîn e. Huner, çi qas bi kêrî civakê were ewçend huner e.[28] Û bi dîtina wî, dirêjahiya romanê jî di cih de ye. Ji bo vegotina hemû çarçoveya rewşê, ev dirêjahî pêwîst e. Di romanê de “tiştekî ku naverokê eleqedar nake, tune ye.”[29]

Oblomov dikare bi îngilîzî bixwîne, ji fransiyê fehm dike, jîr e. Lê tiral e û zû dixape. Safokek e, xeyalperest û şeqizî ye. Yanê Rojhilat e. Çi wext serê wî bikeve derdan, bê Ştoltz -ango bê Rojava- nikare xwe sererast bike. Gava kehyayê gund wî dixapîne, Ştoltz digihîje hawara wî, gava birayê xwediyê malê dek û dolaban dide pêşiya Oblomov, Ştoltz dîsa li ser dikê ye. Gonçarov, di romanê de pesndayîna Oblomovê wek dirûst û bi vefa nîşan dide. Lê Dubrolyubov îtîrazî vê yekê jî dike û dibêje: “Esasen, di Oblomovê de yekane tişt heye ku baş e: Ji bo dek û dolaban hewlnedayîn e. Sedema vê jî tiraltiya hezretê ya fitrî ye.”[30]

Agafya Matveyevna Pşenîtsa jî bi Oblomov re di heman çeperê de ye. Nûnertiya Rojhilatê dike. Dema ku Oblomov dixwaze xaniyê wê kirê bike, pirsên wê her tim wek “ez nizanim, bila birayê min were jê bipirse.” dibersivîne. Nizane, Rojhilat e. Venapirse, Rojhilat e. Xwarinê çêdike, amade dike. Yanê ji hêla fikr û ramanê ve tu tiştekî nake, ‘Rojhilata arkaîk’ e. Çarenûsa wê bireserbûyîn e. Li milê din jî Olga heye. Li gorî lehengên jin ên ciwan a wêjeya Rûsî ya sedsala 19mîn, Olga yeka ji rêzê ye. Keçikeke saf û diltenik e. Li pey bextewariya xwe ye û yek ji endamên Îlyînskiyan e. Ma tente, ma chère[31] ji devê Olga û xaltiya wê ku bi pê re dijî, kêm nabe. Di qonaxa Îlyînskiyan de şevên xwarinê yên rûtîn tên lidarxistin. Mêvanê van seremoniyan jî ji çîna zadeganan pêk tê. Va ye Olga di dorhêleke wisa de dijî, xem û derdê wê stran, evîn û şahî ye.

Olga û Oblomov bi saya Ştoltz, hevûdu nasdikin. Dûre aşiqî hevdu dibin. Piştî vê bûyerê rûpelên romanê leztir diherikin û roman dikeve asteke din. Ştoltz nêzî sed-sed û pêncî rûpel vedikişe û dik ji aşiqan re dimîne.[32] Olga, bi saya îşqa xwe, Oblomovî hebkî dileqîne lê encam dîsa pûç derdikeve.

Piştî ku oblomov dikişe mala Agafya Matvayevna Pşenîtsayê, di gelek cihên romanê de milê Pşenîtsayê ji derîyê nîvcoyî yê mitbaxê re xuya dike. Xwîner bi gurahiya derbasbûnê pê dihese ku ev hêmaneke metaforîk e ku me arasteyî rabirdûyê dike. Ji ber vê yeke Oblomov dixwaze “destê xwe di milê wê de”. Gonçarov, piştî jihevcihêbûna Olga û Oblomov, Ştoltz û Olgayê bi hev re dizewicîne. Daweteke din jî dikeve para Oblomov û Pşenîtsayê. Nivîskar bi vî awayî lehengan li nav hevdu kategorîze dike û bona reçeteya bextewariyê, Ştoltz û jina wî radestî me dike: Xelasbûn, Rojava ye.

III. Encam

Wêje, di ruhê civatekî de cihekî girîng digire. Çimkî germ û geşedanên gel hemû xwe li ser wêjeyê destnîşan dikin. Bi taybetî di veguherînên ‘tund û lez’de şopa vê yekê hêsantir tête çavdêrîkirin. Di vê rêwîtiyê de çi peywend ji edebiyatê bêpar dimîne çi jî edebiyat ji peywendê bêxem dimîne. Coxrefya diçe dibe qedr û qedera civat û civakê (gemeinschaft gesellschaft) herdu hev temam dikin, hevdu geş dikin. Bi vê nêrînê jî tişta ku bandora xwe li ser civakê destnîşan dike, ji wê dişimite û xwe diavêje çeme-mijarên wêjeyê. Va ye kirin û kiryarên Rûsyayê jî xwe bi romana Oblomovê ve girêdane û pûlên xwe reşandine geliyê pirtûkê.

Diyar e ku Gonçarov bi rengekî aşkere, aliyê Rojavayê digire. Berovajî Tolstoy û bi taybetî Dostoyevskî, reçeteya wî di vî warî de zelal e. Nemaze Dostoyevskî tim biendaze ye, hevsengiya xwe diparêze. Lehengên xwe ji bo “rijandina fikrê xwe wek alav û amûr” bi kar nayne. Di romanê de “Pirsa ‘Ev camêr çi dike? Armanc û wateya jiyana vî mirovî çî ye?’ bêyî ku bi pirseke din were şêlîkirin rasterast û aşkera hatiye pirsin. Xebata civakî, xebata gişkî bi wî şêweyî lê hatiye ku êdî ne dikare bête taloqkirin û ne jî dikare bête derengxistin, sedema vê yeke ev e.“[33] Piştî spartina vê yekê, em têdigihîjin ku di romanê de, Oblomov nûnertiya Rojhilatê dike, bi hemû liv û tevgerên xwe binê tiraltiya xwe zexm dike. Oblomov ji Oblomovîtiyê neçar e û tenê xuya dike. Dawiya dawîn nexweşiya Oblomovîtî derdikeve ser rûyê erdê û wî Oblomov ji netevgeriyê dikuje. Belê, ji netevgeriyê. Yanê ji xwespartina paşdîroka şexsî, yanê xwespartina rojên biîhtîşam ku êdî ‘pênc qûriş’ nakê. Di şexsê Oblomovî de ji bo civaka Rûsî yekane rê heye: Ştolzbûn, yanê rojavayîbûn. Ji bo vê yekê jî çi bêdel bête dayîn heq e. Ji ber ku mesele, ya man û nemanê ye. Ha zelal ha şêlû, sedema serkeftina romanê belkî jî ev e: Armanc şêlûkirina karakteran nîn e, zelalkirina deşta mijarê ye. Bi vî awayî, Îlya Îlyîç him dibe sedem him jî encam. Sedema derengmayina rojavabûyîna rûsî û encama paşdemayîna rûsî. Û belkî jî giyana romanê di vê gotinê de veşartî ye:

Ştoltz, „çima li gund dibistanekê venakî…”
“hê zû nîn e?” got Oblomov. “Hînbûna xwendin û nivîsîn a gundiyan xeterek e, paşê naxwazin cot biavêjin…”
“Na, cot çawa baştir tê avêtin, wî hîn dibin.”[34]

143

[1] Gelo Rabelaîsî Gargantua nivîsandiye an Gargantuayî Rabelîas?

[2] Obyknovennaya Istoriya (1858;), Îvan Savîch Podzhabrîn (1848), The Frigate Pallada (1858), Obryv (1867)

[3] Zahar, ji biçûktiya Oblomov heya dawiya jiyana Oblomov tim xulamtiya ezbeniyê xwe dike. Yekî kleptoman (dizê ku wek nexweşî tiştên biçûk didize), serhişk û destpelixî ye.

[4] Gonçarov, İvan. (2012). Oblomov. (Çev. Ergin Altay) İstanbul: İletişim Yayınları. r. 488. Wergera bo kurdî ya hemû jêgirtinên ji vê berhemê aîdi min in (B. A. Aktaş)

[5] Robdoşambr: Kincê sibê (bi tirkî, sabahlik). Di wergerên Tirkî yên berê de wek “Hirka”(Xirqe) hatiye wergerandin. [bnr. Gonçarov, İvan. (2000). Oblomov. (wer. Sabahattin Eyüboğlu – Erol Güney) İstanbul: Türkiye İş Bankası Yayınları.] Lê ev werger tam bi cihê xwe nagire. Robdoşambr ji “robe de chambre”a Fransî tê û bi wateya xwe ya xwerû tê maneya “cil û bergê odeyê, rojê”.

[6] İvan Gonçarov, Oblomov. r. 133.

[7] B.n.b., r. 134.

[8] B.n.b., r. 134.

[9] B.n.b., r. 108.

[10] Veguhaztin ji “Arslan, Nihayet. “Osmanlı ve Rus Toplumlarında Medeniyet Değişmesi:Bihruz’lar ve Oblomov’lar”, Ankara Üniversitesi Dil ve Tarih-Coğrafya Fakültesi Türkoloji Dergisi hej. 18, sal. 2011, r. 53)

[11] Arslan, b.n.b., r. 48.

[12] Alîgirên wî bêtir navlêka “Petroya Mezin” tercih dikin.

[13] Murat Belge, der barê vê mijarê de destnîşan dike ku çûyîna yekem a padîşahekî Osmanî, 170 sal piştî çuyîna Petroyê Yekem pêk hatiye. Ev padîşah jî Ebdilezîz e û li devremayîna wî bi tenê sê mehan dom kiriye û armanca çuyîna herduyan ji hev cuda ye.

[14] Mîna “Yenîçerî”yê Osmaniyan. Streltsi, têkbirina gelek şeran de rolên mezin dileyîst û di artêşa Rûsya’yê dexwedî cihekî taybet bû. Ji teref alîgirên Ewropa, wek nûnerê kevneperestiyê dihat hesibandin. Piştî rakirina Streltsi, reform li dû hev hatin.

[15] Wek mînak: Komara Tirkiyeyê (bi taybetî di nav salên 1923-50’an de) gava ku li şûna sazî û dezgehên kevn, formeke nû li welatiyên xwe pêwîst dike, di jiyana rojane de xala gerûyê ya avasaziyê jî diguherîne. Di şûna mizgeft, sûk û sikakên berê de, Îstasyon, park û “Halkevlerî”. (Ji bo agahiyên bêhtir, bnr. Çağlayan, Ercan. (2014). Cumhuriyet’in Diyarbakır’da Kimlik İnşası (1923-1950). İstanbul: İletişim Yayınları).

[16] Realîzm, pirranî bi geşedanên di warê bazirganî û bajar(î)bûyînê re derdikeve pêş. Destpêka vê bizavê beranberî sedsala 18. dike. Romana Oblomov jî li ser bingeheke wilo rû daye. Bazirganiya Ştoltzî û hilbijartina bajarekî nû, divê di nav vê kontekstê de were nirxandin.

[17] Voltaîre, Dîderot, D’Alembert

[18] Lê divê pêşverûtiya Katherîna II. hişê me şêlû neke. Di heman çaxê de hova sansure bi tev-hêza xwe li ser kar e.

[19] Proleter, di romanê de carekê tenê tê bikaranîn û ew jî di wateya kesên bêxanî, bêaram hwd. de ye. Piştî geşbûna kapîtalîzmê peyv naveroka xwe bere bere diguherîne û wateya karker’ê digire ser xwe. (bnr. h.b., têbînî, r. 45)

[20] Aslan, b.n.b, r. 68.

[21] Jeune(fr): Ciwan. Di prosesa Tanzîmatê ya Osmaniyan de ji bo kesên alafranga dihat bikaranîn.

[22] Yek ji rexnegirên navdartirîn a Rûsya’yê ye. 25 salî ya xwe de dimire.

[23] Dobrolyubov, Nikolay Aleksandroviç. (2011). Oblomovluk Nedir? (Wer. Mazlum Beyhan). İstanbul: Evrensel Basım Yayım. r. 38.

[24] Tentetnikof, N. A. Gogol, 1842; Peçorîn, Lermontov; 1841, Yevgeniy Onegin (1825-1832), Puşkin; Rudin, Turgenyev (1856). [Ji bo agahiyên bêhtir, (bnr. Aslan, 2011)]

[25] Felâtun Beg (Felâtun Bey île Rakım Efendi), Zekaî, (Karnaval), Senaî, (Parîs’te Bir Turk) Ahmet Mîdhat Efendî; Şohret (Şik), Meftun (Şipsevdî) Huseyîn Rahmî Gurpınar; Bîhruz (Araba Sevdasi) Recaîzâde Mahmut Ekrem; Efruz Bey (Efruz Bey) Omer Seyfettîn; Servet Bey ve kizi Senîha, Cemîl (Kîralik Konak), Leyla, (Sodom ve Gomore) Yakup Kadrî Karaosmanoglu; Necîp, (Eylul). Mehmet Rauf; Ahmet Cemîl, Maî ve Siyah. Behlul (Aşk-i Memnu) Halît Ziya Uşakligîl.

[26] Jivan: Hevdîtina evîndaran.

[27] Dubrolyubov, b.n.b, r. 26.

[28] Jixwe Dostoyevskî jî Dubrolyubovê li ser heman bingehê rexne dike. Wî bi “piçûkdîtina hunerîtiyê” sucdar dike û dibêje niyeta Dubrolyubovê “huner tunebe jî dibe” ye. (bnr. h.b., r. 12)

[29] Dubrolyubov him bi jiyana xwe him jî di nivîsên xwe de dixwaze xîreta xwe ji bo gel xerc bike. Ev xeta qelew xwe bi awayekî hişk dide der. Ji ber vê yekê di rexneyên wî de gel parêzîyeke tund heye.

[30] Bnr. b.n.b., r. 65.

[31] Xaltiya min, delala min.

[32] Ev beş car caran gelek acizker e. Mirov nikare xwe ji fikra “xwezî kurttir bibûya” bigire. Gonçarov carna dîyalogan têr û sertêra xwe dayê pêş û têgihîja cihûwarê hincirandiye û xwendevanan ji bendê veqetandiye.

[33] Gonçarov, b.n.b., r. 57.

[34] B.n.b., r. 186.

ÇAVKANÎ

Arslan, Nihayet. “Osmanlı ve Rus Toplumlarında Medeniyet Değişmesi: Bihruz’lar ve Oblomov’lar” Üniversitesi Dil ve Tarih-Coğrafya Fakültesi Türkoloji Dergisi hej. 18, sal. 2011, r. 47-80.

Budak, Ali. (2008). Batılılaşma ve Türk Edebiyatı. İstanbul: Bilge Kültür Sanat Yayınları. Borowec, Christine. “Time After Time: The Temporal Ideology of Oblomov”, Slavic and East European Journal, cilt 38, no. 4 (Kış 1994), s. 561-573.

Çağlayan, Ercan. (2014). Cumhuriyet’in Diyarbakır’da Kimlik İnşası (1923-1950). İstanbul: İletişim Yayınları.

Dobrolyubov, Nikolay Aleksandroviç. (2011). Oblomovluk Nedir? (Çev. Mazlum Beyhan). İstanbul: Evrensel Basım Yayım.

Erkman-Akerson, Fatma. (2010). Edebiyat ve Kuramlar. İstanbul: İthaki Yayınları.

Gonçarov, İvan. (2012). Oblomov. (Çev. Ergin Altay) İstanbul: İletişim Yayınları.

Süer, Ö. Aydın. (2006). XIX. Yüzyıl Rus Edebiyatı Üzerine Yazılar. İstanbul: Evrensel Basım Yayın.

Share.

Leave A Reply