HEVPEYVÎN LI GEL KAZIM OZ LI SER FÎLMÊ ZER

“Kurd xwe Winda dikin, Amade ne xwe ji bo Tirka Fîda Bikin”

PIŞTÎWAN KEMAL – JI SORANÎ: EYYUP SUBAŞI

KAZIM OZ derhêner û senaryonûsê Kurd e. Ji Zanîngeha Yildizê ya Teknîk beşa Endezyarîya Avahîsazîyê derçûye. Dû re, li Zanîngeha Marmarayê di beşa sînemayê de master kirîye. Di 1992ya de, demekê bo Teatra Jîyana Nû xebîtîye. Yek ji damezrênerê13&Mezopotamyayê û li wir bi salan xebîtî. Ligel derhênerîyê, senaryo û berheman dinivîsîne.

Li Fêstîvala Dihokê fîlmê Zer ê Kazim Oz hate nîşandan. Her li wir min çav bi derhênerê fîlm ket û me dest bi gotûbêjê kir li ser ezmûna karkirina wî di sînemayê de; bi taybetî jî li ser çawanîya çêkirina fîlmê Zer. Zer fîlmekî balkêş e ku tê de hewl dide bi awayekî din dîroka Kurdan bo te vebêje. Karesatek ku berê hatîye serê vê neteweyê, ew hewl dide bi rêya stranekê bo te vebêje. Ew dibêje: Tiştên ku heta niha me Kurdan dîtine û em tê de jîyane, di dîroka me de di muzîk û stranên me de hatine tomarkirin. Ji ber vê hokarê ye ku muzîka me û muzîka gelên din wekî hev nînin.

Oz vê gotinê bê sedem nake. Fikra çêkirina fîlmê Zer di encama çêkirina belgefîlmekî de li ba wî çêbûye bi navê Dûr. Li gundan gerîyaye ji bo ku wan muzîk û stranên Kurdî yên bicîmayî peyda bike ku hatine feramoşkirin. Wek Kazim Oz bi xwe dibêje: Mijarên têkildarî Kurdan tenê di gundan de mane. Rewşa nav bajaran gelek xirab bûye û hert tiştê têkildarî dîrok û çanda Kurdan hatîye guhertin.

Jan, karekterê serekî yê fîlm, sefera ku diçê deryayek e; di wê deryayê de li pey dîrok, erdnîgarî û nasnameya xwe digere. Dîmenê dawîya fîlm, gava ku Jan di nav deryayê de digere û dîroka xwe dibîne, rasterast dixwaze ku vê yekê ji me re bêje.

Te kengî dest bi çêkirina fîlm kir?

Destpêkirina min ji bo karkirina di sînemayê de vedigere bîst sal berî niha. Di sala 1999a de min yekemîn fîlmê xwe çêkir; ew jî kurtefîlmek bû. Di sala 2001ê de jî min yekemîn fîlmê xwe yê dirêj hilberand. Paşê belgefîlm, êdî bi vî awayî berdewam bûm li karkirinê.

Wek em dibînin; te fîlmê dirêj, kurtefîlm û belgefîlm jî çêkirîye. Tu bi xwe dixwazî di kîjanî de kar bikî?

Ji bo min tu cîyawazîyek nîne. Girêdayî çîrokê ye. Eger çîrokek hebe û ji bo belgefîlm baş be, hingî baştir e ku fîlm wek belgefîlm çêbikim. Eger çîrok bikare xwe di fîlmekî fîkşin de binimîne, hingî baştir e çîrokê wek fîkşin çêbikim. Lê belê hin caran, bo nimûne di fîlmê Hebû Nebû de, çîrok ewqas rasteqîn bû, pêwîst bû wek belgefîlm çêbikim. Lewma min wek belgefîlm çêkir. Her çend di fîlmê Zer de zimanê belgefîlmê heye, lê belê pêwîst e fîlm wek fîkşin bê çêkirin. Eger em li karekterê serekî yê fîlm binêrin, dibînin ku ne mumkun e em fîlm wek belgefîlm çêbikin. Em li mijar û çîroka fîlm dinêrin ji bo biryarê li ser rêbaza karkirina xwe bidin bê ka fîlm belgefîlm be yan fîkşin be.

Tu çawa li pey çîrokên xwe digerî û wan dikî fîlm? Paşê çawa biryarê li ser sitayla karkirina xwe didî ji bo çêkirina fîlmên xwe?

Ev jî dikeve ser fîlm. Hin caran fîlm ji nûçeyekî tê çêkirin, hin caran rewşek fîlm çêdike, hin caran jî tu mijarekê şîrove dikî û wê dikî fîlm. Hin caran jî tu çîrokê dikî fîlm ku ji bo destpêkê ev tiştekî baş e. Bo nimûne çîrokeke ciwan û bihêz bi destê min keve ku min bihîstibe yan jîyabim yan hevalekî min tê de jîyabe, ew dikare bo fîlmekî destpêkê dest bide. Ji bo qonaxên din jî, tu li gorî şert û mercan kar dikî. Carinan lêkolîn pêwîst e, carinan jî pêwîst e xebata dramatorjîyê li ser miletekî bê kirin; hin caran tu dramatorjîyê çêdikî û bi wî awayî kar berdewam dibe.

Te çawa plan danî ji bo çêkirina fîlmê Zer?

Çîroka fîlmê Zer di sala 2005a de dest pê dike. Sala 2005a de min rêşnûsa fîlm nivîsîbû. Gava ku mijûlî çêkirina belgefîlmekî bûm bi navê Dûr, min nivîsî; ew fîlm li çendîn fêstîvalan beşdar bû. Li Ewrûpayê û li kenala Frensî Arte, hate nîşandan. Di wexta nîşandana vî belgefîlmî de çendîn car fikrê çîroka fîlmê Zer hate hişê min. Fîlm dirêj bû. Her karekterekê bi awayekî cîyawaz tiştek dizanî û vedigotin. Çîrokeke xoşewîstîyê tê de hebû. Heta ew belgefîlm bi wê dawî dibû. Dawîya belgefîlm bi têmaya fîlmê Zer dawî dibe. Çawa dawî dibe? Bo nimûne, di dawîya fîlm de, wêneyê darekê tê nîşandan ku ji şaxên wê yên jor heta koka wê diçe û di wir de fîlm dawî dibe. Ev jî wekî çîroka Zer bû. Di fîlmê Zer de, ez ji mijareke gelek giştî dest pê dikim û paşê lê hûr dibim û diçim nav kakilê fîlm. Min bo deh salan karek nekir. Tenê çend belgefîlm min çêkirin; ew çîrok her di hişê min de hebû. Çîrokeke xoş di hişê min de, di dilê min de mabû. Sala 2003ya min dest bi sînaryoya fîlm kir. Piştre di wexta lêkolîna çîrokê û pêşvebirina çîroka fîlm de, hêdî hêdî qetlîama Dêrsimê kete nav çîroka fîlm. Piranîya bûyerên grîng ên nav fîlm, di wexta pêşvebirina sînaryoyê de çêbûn. Paşê jî bû sînaryoya fîlmê Zer.

Çima her tim kokeke belgefîlmî di fîlmên fîkşin de heye?

Rast e, di sînemaya Kurdî de zimanekî belgefîlmî heye; ew jî ji ber rastîya jîyana Kurda ye. Rewşa gelê Kurd, gelek meseleyên têkildarî gelê Kurd hene ku çareser nebûne. Bo nimûne miletekî wiha gewre nîne ku li dinyayê hê dewleta xwe nebe. Sansureke mezin heye li ser zimanê Kurda. Li her parçeyekî miletek heye ku li dijî vî milletî şer dike. Kurd dixwazin bi xwe çîroka xwe vebêjin. Ji bo wê armancê jî, zimanê belgefîlmî grîngtirîn e; em dikarin rastîya rewşa xwe pê vebêjin. Bi ya min hokar ev yek e.

Eger em behsa rabirdûyê bikin, hingî Kurda li Tirkîyeyê nekarîne bi Kurdî jî biaxivin; lê belê niha fîlm tên çêkirin ku behsa êş û azarên Kurdan dikin, bê ka çawa Tirka Kurd li Tirkîyeyê çewisandine. Bi ya te, şert û mercên niha baştir in ji yên rabirdûyê?

Na, wisa nîne. Bo nimûne di fîlm de axaftin bi Kurmancî heye; her wiha fîlmên me li Tirkîye û bakurê Kurdistanê tên nîşandan. Ji derve wisa xuya dibe ku çareser bûye, lê di rastîyê de wisa nîne. Eger li Tirkîyeyê têkoşînek nebûya û niha jî ew têkoşîn berdewam nebe, ez bawer im di nav sê rojan de Kurmancî bi temamî tê qedexekirin. Eger li bakurê Kurdistanê têkoşînek her tim li dar nebe, Kurd pişta hev negirin û piştgirîya hev nekin, ew tiştê ku niha heye mumkun e nebe. Lê belê niha li Tirkîyeyê Kurmancî bi xwe meseleyeke grîng e. Eger li ser meseleya Kurd tiştek bê çêkirin, ji alîyê dewletê ve tu alîkarîyeke pêwîst nayê kirin. Bo nimûne 25 mîlyon Kurd li Tirkîyeyê dijîn, lê li Tirkîyeyê tenê televîzyoneke Kurdî heye; ew jî di bin kontrola dewletê de ye û propagendeya dewletê dike. Tenê ev kenala Kurdî wek kenaleke fermî ye. Tu nikarî nûçeyeke Kurmancî, fîlmekî Kurmancî û bernameyeke Kurmancî di nav kenalên din de bibînî. Em dikarin bêjin ku meseleya zimanê Kurdî ji çendîn alîyan ve wekî xwe maye û tu pêşveçûnek tê de çênebûye.

Aya em dikarin bêjin ku li rex tevgerên sîyasî li Tirkîyeyê, bandora sînemayê jî hebûye ku têkilîyeke baştir di navbera hukumeta Tirkîyeyê û Kurda de çêkirîye?

Na, tiştekî wisa nîne. Eger Kurd li Tirkîyeyê projeyekê çêkin, dewlet rê nade; eger dewlet alîkarîya projeyekê bike, Kurda li xwe nagire. Eger em behsa wê demê bikin ku Pêvajoya Aşitîyê hebû, hingî hinek xebat hebûn; her du alîyan alîkarîya hev dikir, lê niha na.

Fîlm bi navê straneke Kurdî ye, behsa efsaneya Kurd tê kirin di fîlm de. Te çawa biryar da fîlmekî çêkî li ser çanda Kurdî?

Çîrok, çîroka min e. Gava ku min belgefîlmek çêdikir, karê min vegera li gundan bû. Ji ber ku niha meseleya Kurda zêdetir li gunda maye. Nav bajaran gelek xirab bûye û hatîye guhertin. Lê belê li gundan, di zimanê wan de, di tevgerên wan de hêzeke gewre heye. Min dixwest fîlmekî çêkim ku rewta cografîk a wan cihan li gel rewta wan a dîrokî nîşan bidim. Her wekî ku çawa Jan diçe Dêrsimê, berev Kurdistanê ve diçe, dikeve wê derê; ev yek ji bo Jan deryayek e, di wê deryayê de li pey nasnameya xwe digere.

Piştî dîtina fîlm, min fam kir beşeke fîlm li ser hişyarbûnê ye. Karekterê Jan heye, dersên zanîngehê wî bêzar dikin. Şevê xwe li baran derbas dike. Rojekê dapîra wî straneke Kurdî jê re dibêje. Ew jî piştî mirina dapîra xwe dest bi gerîna wê stranê dike; bi vê rêyê bi dîrok û erdnîgarîya xwe aşina dibe. Te hişyarbûna vî kesayetî çawa bi kar anîye?

Ez dibêjim ku meseleya Kurda zêdetir ew e ku ew xwe winda dikin. Jibîrkirina mesele û dîroka xwe. Eger pêwîst be ku tiştek li nav Kurdan bê kirin, zanista dîrokê gelek grîng e. Ji bo karekterê Jan heman tişt heye. Ji bo Kurdên Bakur ev tişt gelek zêdetir e ji parçeyên din. Ew pergala li Tirkîyeyê heye, ew nasyonalîstên ku li Tirkîyeyê hene, bi qasî ku Kurd nasyonalîstên Tirk in, Tirk bi xwe ewqas nînin. Amade ne ji bo Tirkan xwe fîda bikin; ku tu lêkolînê dikî, kesên ku nasyonalîst in Kurd in.

Ew pergala ku hukumeta Tirk danîye, takekesên ku jê derdikevin, zêdetir nasyonalîst derdikevin. Fîlm behsa vê meseleyê dike. Çîroka fîlm çîrokeke cîhanî ye; li cîhanê gelek çîrokên wiha hatine nivîsîn.

Te muzîk bi kar anîye da ku Jan vegere welatê xwe û li pey çand û nerîtên xwe bigere. Çima muzîk?

Em di fîlm de dipirsin. Eger îro çanda Kurdî hebe, zêdetir di stranan de ye. Stran bîrewerîyên Kurda ne. Eger em li straneke Kurdî bikolin, tê de dîroka Kurda em dibînin; wêjeya Kurd derdikeve. Her tiştê ku me jîyaye û dîtîye, di muzîka Kurdî de heye. Muzîka Kurdî û muzîka gelên din wekî hev nînin. Eger wêjeya me ya nivîskî nemabe, lê muzîka me ya devkî di nav stranan de maye. Jan ne tenê li pey xwe digere, her wiha li pey dapîra xwe jî digere, li pey gundê xwe digere, li dîroka xwe digere. Stran sedemek e ji bo ku karekterê serekî bikeve rê û geşta wî dest pê bike.

Piştî mirina dapîra wî ji bo Jan çi li pey dimîne?

Gelek pirs ji bo wî li pey dimînin. Grîngtirîn tişt ji bo tevgerê pirs e. Eger kesek karekî bike, divê destpêkê pirsekê bike. Bo nimûne, ew li pey çi digere? Yan dinya çima wisa ye? Mirov hêdî hêdî li pirsên felsefî nêzîk dibe. Eger di serê mirovekî de pirseke felsefî hebe, êdî jîyaneke nû dest pê dike. Lewma dikare hemû tişt bê guhertin, her tişt wateyeke nû werdigire. Ji bo Jan jî her bi heman şêweyê ye.

Sînemaya Kurdî ji bo te çi ye? Niha di çi rewşê de ye?

Sînemaya Kurdî, sînemayeke derengketî ye. Di nav sînemaya hemû dinya û sînemaya hemû neteweyên dinyayê de sînemayek ku dereng ketibe, sînemaya Kurdî ye. Sînemaya Kurdî zêdetir ji sînemayên din ên dinyayê, sînemayeke serbixwe ye. Gelek xebat hene li dinyayê, sînemayên pir hêja hene, derhênerên pir hêja hene; lê belê sînemaya Kurdî tiştekî din e ku dixwaze rêyeke nû ava bike. Cudahîya sînemaya Kurdî têkilîya wê bi Kurdan re heye. Eger em li dîroka Kurdan binêrin, gelek trajîdya, komêdî, gelek hilketin û daketin hene; lewma sînemaya Kurdî jî bi heman şêwe ye. Tiştekî asayî nîne, jîyan û sînemaya Kurdî jî dixwaze tiştekî asayî nebe. Bo nimûne em di vê fêstîvalê de li fîlman binêrin, em kêm fîlmên Kurdî dibînin ku tenê bi zimanê Kurdî kar li ser hatibe kirin; zimanên din ên dinyayê jî tê de bi kar hatine. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku sînemaya Kurdî zêdetir ji sînemaya dinyayê pir-zimanî ye. Ew jî hêzek e ku sînemaya Kurdî dikare hemû dinyayê wekî bîner bibîne. Ev yek hêzeke gewre ye, ji ber ku ev wê yekê nîşan dide ku çîroka me tenê çîroka Kurda nîne, berevajî wê, çîroka Tirka ye, çîroka Ereba ye, çîroka Farisa ye, çîroka Almana ye jî. Bi her çi sedemekê be, jîyana wan jî têkelî jîyana me bûye. Ev jî tê wê wateyê ku sînemaya Kurdî, dinyayê wek armanc dibîne. Ev hêzeke gewre ye.

Tu li gelek fêstîvalên dinyayê beşdar bûyî û te derhêner û ekter û xelkên xerîb dîtine, ew sînemaya Kurdî çawa dibînin?

Ji bo wan jî tiştekî mezin e ku teze derketîye. Çîroka jîyaneke cuda dibînin. Di fîlmên Kurdî de karekterên wisa hene, di dinyayê de karekterên wisa nemane. Daxwazeke wan a fîdakarîyê heye, xebatê dikin, jîyaneke pêkveyî, piştgirtina hevdu, mêvandarîya wan heye. Sînemaya me lehengan çêdike. Ev jî tiştekî grîng e. Di şert û mercên dijwar de sînemaya Kurdî kar dike. Bo nimûne em fîlmên xwe bi pereyekî gelek kêm çêdikin. Min fîlm çêkirîye bi pereyekî gelek kêm û li fêstîvalên gelek grîng beşdar bûme. Min kurtefîlmek bi 7000 euro çêkirîye û li fêstîvalekê beşdar bûm li Parîsê ku fîlmên din ên beşdarbûyî zêdetir ji mîlyon dolaran li wan hatibû xerckirin. Lê belê em herdu di heman pêşbazîyê de bûn. Ev jî tiştekî grîng e.

Tu çawa li bînerên Kurd dinêrî?

Di sînemaya Kurdî de giringtirîn tişt bîner e, ji ber ku di nav mîletê me de hê bînerekî baş nîne; fîlmên me bîner çêkirine. Ev hem ji bo fêstîvalan rast e û hem jî ji bo fîlmên taybet. Eger min kêşeyek di fêstîvala Dihokê de dîtibe ew e ku pêwîst e her fîlm dema tê nîşandan, ne tenê fîlmên Kurdî jêrnivîsa wan a Kurdî hebe û bêne nîşandan. Em nikarin bi zimanê Îngilîzî sînemaya xwe pêşve bibin. Min hin fîlm dîtin ku sernavê wan tenê bi îngilîzî ye. Ev şaş e. Divê bi zimanê dayikê bê nivîsîn û jêrnivîsa îngilîzî bê kirin; yan bi du zimanan kar li ser bikin. Bo nimûne em dikarin navê derhêner hem bi îngilîzî û hem bi Kurdî li rex hev binivîsin. Fêstîval dikare ji hin beşan pere kêm bike û di jêrnivîsa Kurdî de pere serf bike. Ev divê wisa be.

Aya derhênerek heye ku li ser te bandor kiribe?

Gelek derhêner hene. Wan derhêneran bandor li ser min kirîne. Yek nîne ku bêjim ji yên din zêdetir e. Bo nimûne sînemaya Îtalî, nêorîyalîzm, ku sala 1930yan kar dikir, ez gelek di bin bandora wan de kar dikim. Dîsa sînemaya Rûsî, an bêjim destpêka sînemaya Rûsî, gelek di bin bandora wan de me. Sînemaya Frensayê, li Tirkîye û di sînemaya Kurd de Yilmaz Guney, gelek bandora wî heye li ser min. Gelek derhênerên hêja hene ku gişt mamosteyên min in.

Çi tiştekî wan derhêneran bandor li ser te kirîye?

Gava ku min li fîlman temaşa kirîye, rola hunerê çi ye, min ew dîtîye yan ew min fam kirîye. Huner çawa mirov difirîne. Derhêner çawa mijarekê vedibêje; yan çawa behsa karekî dîrokî dike. Ev mesele dihêlin ku ez bikevime jêr bandora wan.

Share.

Leave A Reply