Mîrza Baran

Dema piştî Şoreşa Fransî bayê neteweperwerîyê kêm zede li her deverê dinyayê belav dibe, heman ba rê li ber neteweperwerîya Tirk û ya Kurdan jî vedike, helbet bi modernizasyona Osmanî lê di perîyodên cihê de. Li ser vê yekê, heke mirov dêhna xwe baş bide rewşa erdnigarî ya van gelan, dê baş bibîne ku carinan yek ji van gelan di tevahîya xakeke fireh de li herêmekê bi serê xwe otokton an jî carinan her du jî li herêmekê bi hev re jîyane, û ev yek jî ligel bayê neteweperwerîyê hişmendîya van her du gelan a li ser erdnigarîyê serobîno kirîye. Ev yek li hêlekê, hemî herêmên di nav van sînorên muxayyel û yên fermî yên vê netewe-dewletê de, her çi tê de Tirk hebin an tunebin, tim û daim bi şîyara “em biçin jî neçin jî ev gund dîsa gundê me ye” hatine dizaynkirin, lewma ideolojîya serdest ya kemalîst û ya neteweperwerîya Tirk nexşeya van herêman, Kurdistan jî tê de ye, li gor vê yekê xêz kirîye. Di vê kurt-xebatê de rêçên îdeolojîyeke bi vî rengî di helbestên Cahit Külebi û Rojen Barnas de bên destnişankirin, ku ew her du helbest li ser heman herêmê, di salên 1970î de, bi du zimanên cuda, bi du îdeolojîyên cihê lê bi heman têgihiştineke poetîk –rastîya civakî– ve hatine nivîsandin.

Helbesta “Doğu” [Rojhilat][1] ya Cahit Külebi, yek ji şa’irên rastîya civakî yên li pey Nazim Hikmet ên edebîyata Tirkî, û helbesta “Min Navê Xwe Kola Li Bircên Dîyarbekir” [2] a Rojen Barnas, şa’irekî xwedan endişeyên rastîya civakî lê bi îdeolojîyeke çepgir barê xwe tije kirîye, mînakên gelekî serketî ne ji bo nîşandana vê yekê ka xakeke bi niştecîh, bajar, çîya û robarên xwe re teqabilî çi dibin.

Helbesta Külebi, ku di sala 1977an de çap bûye, li ba xwîneran îmaja erdnigarîyekê wisa çêdike ku tê de ji spîyên ku ketine nav laşê mirovan, kinc û çerşefan, encamên kirêt ên ji erdhêjan qewimî, belengazî û feqirî ve tiştekî din nîne û ligel vê yekê jî ev îmaj û dîmen berê me dide herêmeke ku rastî neheqîyeke mezin hatîye û tenê maye. Asta vê rewşa kirêt wisa zêde ye ku tiştê jê re dibêjin “bextewarî” ancex bi xwarinekê, lê kesên wê bixwin bêyî ku xuya bikin, tê tarîfkirin, ev yek jî “nanê tenûrê” ye. Di vê xakê de hêvî jî agir e, wekî enerjîya jîyînê. Ji bilî van tiştê mayî jî berf, herî û sergîn e. Lê her çiqas nanê tenûrê, sergîn û bextewarî bi awayekî, rasterast nebe jî, hebûna însanan nîşê bide jî, li berevajî spîyan ne mimkun e em rastî însanên vê erdnigarîyê bin ku jê re dibêjin “Rojhilat”. Lê berevajîyê vê yekê em rastî ewtewta kuçikan, bangê dîkan tên, lê dengê însanan tuneye, nayê bihîstin. Di van rêzikan de niştecîhên vê herêmê bi vî rengî tên ber me “[…] li wê dere mîna serên jêkirî yên pezan / dinêrin çavên însanan”. Heke em bi awayekî din bêjin, hebûna însanan li Rojhilatê, ku mirov xwe bide dû îmajên bi destê şa’ir çêbûyî, tenê bi awayekî pejoratîf xwe dide der, ango wek heywaneke serjêkirî, û ango bi çavên pezeke serjêkirî. Wekî din, şa’ir lê zêde dike ku di vê erdnigarîya feqîr û bi kul û derd de sewda, germahî û nermî hezar sal e (!) êdî di nav stranan de maye.  Pêşengê xebatên madunî, Gayatri Spivak di gotara xwe ya “Can the Subaltern Speak” de qal dike ku kom û civatên ku jê re dibêjin subaltern/madun û derî îdeolojîya serdest û amrazên wê mayî û bê temsîlîyet û bêdeng hatîyî hiştin, ne ku di rastîya xwe de nikarin bipeyvin lê esasen erkek û temsilîyeteke wan tuneye da rê li ber van veke ku dengê wan bê bihîstin.[3] Di vê helbesta Külebi de, ev xaka bê însan û rêzika ber bi dawîyê ku dibêje“Ew e Rojhilat. Mayîn, bêdengî û êş” xweş nîşan dide ku haya şa’ir ji rewşa madunî heye, lê belê ligel vê haybûnê û dengê “humanîst”, îmaja erdnigarî ya vê xakê ji serî heya dawî bîyanîker e, êdinker e û di heman demê de rê li ber xwendinên cihê vedike ku em dikarin wateyên nû li vê herêma bi navê Rojhilat bar bikin. Ev helwest di helbestên wî yên din de jî xwe dide der. Wekî mînak, di helbesta “Köy Öğretmeni (1954-64)” [4] [Muallimê Gund] de şa’ir bangî wan kesan dike ku ji Patnosê, Çemizgezekê, Melezgirtê derketin û bûne muallim, û dibêje heke ew nezivirin van deran, dê zarok êtim û sêwî bimînin, “ronahî” wê neçe van deran. Lewma baş xuya dibe, herêma ku ev bajarok tê de cih digrin dibe herêmeke ku divê ronahî biçê, û divê bê ronîkirin. Tenê hingê bi vî awayî dibe xwedan wate. Ew îmaj, ligel Rojhilata ku di helbesta “Doğu”yê de derbas dibe, Rojhilata bênasname, bênav û bê “însan”, vediguheze “Rojhilat”a Edward Said ku wek di xebata xwe Orientalism de dupat kirî, wek encama têkilîya “serdest-bindest”ê, ê diguhêze objeya arezûya Rojava,  diguhêze cihekî ne-dîyar, cihekî ku mirov nikare têxe nav sînoran, sûreteke muxayyel e Rojhilat di hiş û mêjîyê Rojava de. [5] Bi awayekî zelaltir bê gotin, ji bo fêmkirina wate û qîmeta herêmê di mêjî û fahma muxatabê helbestê de, ew hêrêma ku bi ser têgehên hêlê (direction) ve tê tarîfê, hebkî muxayyel, hebkî jî muqabilê nexşeya îdeolojik ya Tirkan, divê em berê xwe bidinê helbesteke din a şa’irê bi navê “Batı (1978)”[Rojava] [6]. Li vir cîyê jê re dibêje Rojava eşkere Amerîka, kapîtalîzm û jîyana bajarvanî ye ku helbestvan bi çavekî erxneyî û neyînî lê digerîne, ev yek jî hestên “oksîdentalîst” çêdike di dil û mêjîyê muxatabên helbestê de. Hingê ji bo vê cîyê ku navê vê “Rojava” ye hewce nake peyv û rêzikên taybet bi kar bîne (binêr Rojava ev e an jî ew hwd.), lê ji bo nasandina Rojhilata bêînsan hewcedarîya wî bi peyvên “ev e Rojhilat” re çêdibe di helbesta “Doğu”yê de. Tu bêjî qey naskirina Rojhilateke di mêjî û çavê muxataban de li gor Rojavayê bêtir zor û zext e.

Ew Rojhilata bi êş û belengazî û feqirîyê neqişandî, vediguhêze erdnigarîyeke, axeke gelekî cuda di helbesta Rojen Barnas a “Min Navê Xwe Kola Li Bircên Dîyarbekir” de, ku Rojen Barnas jî çavkanîya xwe ya hizrî ji ideolojîya çepgir girtîye û helbestên xwe bi endîşeya rastîya civakî nivîsine. Her çend helbest bi ser Dîyarbekirê bimeşe jî, wexta mirov dêhna xwe baştir lê dide, baş xuya ye ku ligel çîyayê Sîpanê ku nêzî Behra Wanê ye, qesda şa’ir  Kurdistan bi xwe ye bi hemî çîya, kulilk, çem û robarên wê ne. Lê dîsa jî, ew xaka ku tê tarîfkirin li ber sîya trajedîyên ji dahatûyê vir de berdewam in, dibe xakeke xwedan esmaneke stûxwar, ney, blûr, tembûr, dehol û zirnayên sarbûyî, cobarên di nivinên xwe de naxuşîn, sosin, beybûn û rihanên nabişkifin di bûtikê de. Li vê kêlîyê, “Doğu”ya Külebi pir dişibe “Dîyarbekir” a Barnas. Dîsa jî ew xakeke, erdnigarîyeke mirî, ji hal de ketî ye a li ber me ye. Wek di ya Külebi de, li vir jî bêdeng e û dengê xwe winda kirîye. Bi madunîyê ve hemhal e. Lê Külebi Rojhilata xwe bi vê bêdengîyê re, bi çavên mirovan ên wek ên pezeke serjêkirî diqedîne, lê Rojhilata Barnas bi lîrîzmeke millî ve can dibe, ji ber ku, her çend “tarîyên giran / tûj û kûr/ bi zûrezûr û bi orineke jakaw”, bi gîyanek pola navê xwe dikole li ser bircên Dîyarbekir. Bi vî awayî navekî li xaka xwe dike (Dîyarbekir) û navê xwe lê dinivîse, weku dixwaze bibêje yekî wisa ji van deran borî û çûye, mohra xwe li dîrok û eşyayên bajarê xwe dixe. Hingê ew xaka bi xwezaya xwe ya mirî bi însana re tije dibe, deng û xişexişên curbecur dadigere derûdora wê.

Ez welatparêz im,

Ez mirovperwer im,

Ez li ber bircên Dîyarbekira rengîn,

Şêx Seidê kal,

Bijîşk Fuad im,

Ez bavê Tujo me lo!…

Şoreşger im.

Ew êrişa tê ser welatê wî, taritîya li derûdorê pêçandî, zûrezûr û orînên  jakaw ên tên bihîstîn, nîşaneyên zehmetîya têkoşinê ye ku bi qewlê şa’ir têkoşina li dij “xwînxwaran”.  Ji ber ku Dîyarbekir metonimîya Kurdistanê ye an jî ya wî welat/warê ye ku hatîye kolonîzekirin, ku ji destê niştecihên wî hatîye derxistin di poetikaya şa’ir de. Wexta navê xwe dikole li ser bircên Dîyarbekirê, bi navê xwe, bi navê şexsîyetên millî (Şêx Seidê Kal, Bijişk Fuad), ên leşkerî (pêşmergeyê bênav, şoreşger) û bi kesên anonim, ji rêze, ji nav gel (Bavê Tujo) dixwaze bibêje belê ez li vir im. Lewma êdî erdnigarîyeke cuda li pêşîya me ye ku tê de niştecihên wê navên xwe dikolin li ser eşyayên wê, navê xwe bang dikin, mohra xwe li ser dixin.

Di salên 1970yan de ew her du helbest hatin nivîsandin, yek ji derve yek jî ji hundir ve li vê erdnigarîyê, xakê dinêre lê pozisyonên van der duyan ji hêla têkilîyên serdest û bindestê ve dijberî hev in, bi du zimanên cuda lê bi heman endişeyên rastîya civakî. Wexta em baş li van helbestan hûr dibin, baş eşkere dibe ew amrazên îdeolojik çawa xwe dîyar dikin û dixin ber çavê muxatabên xwe. Her çend Rojhilata hevbeş/Dîyarbekira Külebi û ya Rojen Barnas di nav taritîyê de wek erdnigarîyeke bêdeng hatibe hiştin jî, Rojen Barnas bi nêrineke din î cuda helbesta xwe dibe ciheke dîtir ku hêza erdnigarîyê, serhildanên wê, hêjayî naveklêkirinê, helbet ligel navê xwe –ewê helbestê ji me re dibêjê- vê herêmê bi şexsîyetên makro û mikro ji nû ve ava dike. Heta derekê em karin bibêjin vê erdnigarîyê ji serî de diafirîne. Ew der êdî ne cihê êş û kul e, ne cihê benda rihm û dilovanîya xelkê ye, ne cihê –helbet ji çavên serdestan- feqirî û belengazîyê ye. Wek Edward Said binê vê xêz kirîye, ji ber ajandaya polîtîk û ya çandî û armancên arezûyên “humanîst” yên “Rojava”yê, ji bo ku sînorên wê şêlû û nedîyar bin ew der nema êdî herêmeke muxayyel e weku îdeolojîya neteweperwerîya serdest û ya kemalîstan ji xwe re çêtir dibînin. Lewma, cihê ku Barnas jê re dibêje “welatê min” her çiqas ji Dîyarbekirê bê navkirin jî, ew cihê ku peyv bi peyv, bi niştecih, bi mirov, bi dîroka afirandî, bi nasnameya xwe ya millî û şoreşgerî ew der Kurdistan bi xwe ye.

Çavkanî:

Barnas, Rojen. Li Bandeva Spêde, (İzmir: Weşanên Tirêj, 1980).

Külebi, Cahit. Bütün Şiirleri (İstanbul: Adam Yayınları, 2002).

Milewska, Suzana,  Chakravorty Swapan ve Barlow E. Tani.  “Resistance that Cannot be Recognized as Such”, di nav Conversations with Gayatri Chakravotry Spivak, (London: Seagull Books, 2006), 57-85.

Said, Edward. “Giriş”, Şarkîyatçılık: Batı’nın Şark Anlayışları, wer.: Berna Ülner, (İstanbul: Metis, 2010), 11-37.

Spivak, Gayatri C.  “Can the Subaltern Speak?”, di nav Colonial discourse and post-colonial theory: a reader. Ed..: Patrick Williams û Laura Chrisman. (New York: Harvester / Wheatsheaf, 1994), 66-112.

Îlawe I:

Doğu

Cahit Külebi

Yüzlerce, binlerce bit vardı
Çarşaflar, gîysiler üzerinde,
Kimi yayılırdı, koyun sürüsü,
Kimîyse yanaşık düzende…
İşte Doğu bu. Bit, deprem ve acı.
Mutluluk dediğin, bir lavaş ekmek.
Bir avuç ateştir, umut dediğin.
Gerisi kar, çamur ve tezek.

Kara kan akar gecelerden.
Ölüm akar, çaresizlik akar.
Yalazlanan ışık, köpek sesleri,
Horoz sesleridir, toz gibi kalkar.

İşte Doğu bu. Kalmışlık, suskunluk ve acı.
Gül dediğin orda kır çiçeğidir,
Işkındır, çaşırdır yemiş dediğin,
Ecel şerbetidir yarin elinden
İçtiğin içeceğin.

İşte Doğu bu. Kesilmiş koyun başı
Gibi bakar orda insan gözleri.
Sevdalar, sıcaklık, yumuşaklık
türkülerde kalmış, bin yıldan beri.

 

Min Navê Xwe Kola Li Bircên Dîyarbekir

 Rojen Barnas

 Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir

Gava ku stêrk

Li esmana stûxwar,

Gava ku

ney û blûr û tembûr

Û dehol û zirna

sar

bûn

Û cobar

Ne dixuşin di nivinên xwe de seraser

Sosin û beybûn û rihan

Ne d’bişkifin di bûtikê de.

Tarîyên giran

Tûj û kûr

Bi zûrezûr û bi orineke jakaw

Bê fikare,

bê paxav

dihelişi

dikumişi

li ser welatê min

Bi gîyanek pola

Min navê xwe kola

Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir

 

Wek babelisk

Wek moraz

Wek bagerek gurr

Min enîya têkoşinê vekir

Min di enîyek de şer kir

li hember xwinxwara

Bi dilawerî

Bi birûbawerî

Min têkoşin û berberî

kir

Û

Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir

Ez welatparêz im,

Ez mirovperwer im,

Ez li ber bircên Dîyarbekira rengîn

Şêx Seidê kal,

Bijişk Fuad im

Ez Bavê Tûjo me lo!..

Şoreşger im.

 

Min navê xwe kola,

li bircên Dîyarbekir

Dema şefeq da

di Sipan de

Dema ku lêvên esmên,

Di singa Sipan de sor dikir

bi beşerûkî

Ez,

Di derîyê Niştimanî de ketim hundir

Min,

Derîyê Neteweyî bi zerzenga xemiland

Û li ber Derîyê Serxwebûnî

şer kir

Bêweç ma bû baxçeyê Derîyê Felatî

Min tê de

Şaxên serbestîyê çikand

Tovê xawêndarîyê werkir.

 

Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir

Ez Şêx Seidê kal,

Bijişk Fuad im

Pêşmergekî bê nav û bê nişan

Û qevdeki ji pincara welat im.

Ez duh şehid bûm

îro, nûhat im.

 

[1] Cahit Külebi, Bütün Şiirleri (İstanbul: Adam Yayınları, 2002), 226.

[2] Rojen Barnas, Li Bandeva Spêde  (İzmir: Weşanên Tirêj, 1980), 11-3.

[3] Gayatri C. Spivak. “Can the Subaltern Speak?”, di nav Colonial discourse and post-colonial theory: a reader. Ed.: Patrick Williams û Laura Chrisman. (New York: Harvester / Wheatsheaf, 1994) 66-112;  Suzana Milewska et al., “Resistance that Cannot be Recognized as Such”,  di nav Conversations with Gayatri Chakravotry Spivak, (London: Seagull Books, 2006),  62.

[4] Külebi, Bütün Şiirleri, 185-7.

[5] Edward Said, “Giriş”, Şarkîyatçılık: Batı’nın Şark Anlayışları, wer.: Berna Ülner, (İstanbul: Metis, 2010), 14-5.

[6] Külebi, Bütün, 193.

Share.

Leave A Reply