Hevpeyvîn: Rizgar Lutfî

Wergera ji soranî: Mehmed Salih Bedirxan-Ehmed Berojî

Di nav ev çend salên borî de hevpeyvînên ligel qelemên girîng di warê destana edebî de û bi derbarê teoriyan ve gelek nînin. Dibe ku bi nêrîna ji serpêhatiyên şexsî yên wan nivîskaran di derheqê aliyên peywendîdarên cureya çîrok û romanê de hatibe qalkirin û peyamên tecrûbekirî hatibin desteberkirin. Ger hevpeyvîn hatibin kirin jî li ser daxuyaniyên berheman bûne û kêmtir girîngî bi van cureyên edebiyatê da hene.

Min di vê hevpeyvînê de xwest dîsa vê xeta zemînê ya qedîm ku destana edebî ya me tê de derbasbûye û niha hatiye vê astê bineqşînim. Pişt re li ser modernîte û karvedana edebî ya modernîteyê (roman) sekinîm û min çend pirs ji birêz Eta Nehayî kirin. Wî rêzdarî bi germî pêşwazî kir û wext ji bo wê terxan kir û ev derencam derket.

  • Rizgar Lutfî: Di serî de em ji çîrokê dest pê bikin. Em hemû dizanin ku gotar, dîrok, bîranîn, jiyanname û sefername bi sûd wergirtin ji nîşandan û vegotina bûyerê,  valahî û avakirana rasteqîniya kesayetan hestên xwîner dilivînin û bi vî awayî wateyekê radiguhêzin, yan jî pêşiya pirsekê vedikin. Lê çîrok, bi şêwazek din vî karî dike, bi kelûpel û hewcetîyên rasteqîniyê nayê afirandin. Peyrewê zimanê zanistî nîne. Berovajî çîrok ji serî heta binî derencama xeyala nivîskar e. Xeyalek e ku rasteqîniya rastiyê bi rasteqîniya destanê dike û di derketina çîrokê de cîhekî girîng digire. Ev xeyal ta wê astê cîhekî giring digire ku ji serî heta binî nîvîyê çîrokê derew dizane û her ev derew e ku hestên xwîner dilivîne û dibe wesileya tehma xwîner. Ew tehm e ku xwînerên girîng jî li dûv de digerin û li dûv de dibin evdal.

 Ligorî vê diyardeyê ev pirs li ba me tê holê, çima xeyalkirin? Di rastî de bi xeyalkirinê ta ku em di jiyana rasteqîn de dimînin dixwazin çi bêjin? Yan em dixwazin çi bikin?

Eta Nehayî: Di serî de divê bêjim bi ya min, armanca nivîsîna çîrokê wek berhemên din yên edebî û hunerî tomarkirin û vegotina rastiyê nîne. Berovajî afirandina rastiyek din e, rastiyek mecazî ye. Weke ku te jî gotî nîvek jê re dibêjin derew. Min bi xwe jî çend sal beriya niha di yek du gotarên xwe de bi “derewa spî” nav lê kiriye. Lê ez niha ligel wê ramanê nînim û bi wê navkirinê jî poşîman im. Çima? Çimkî bi vê hişmendiya dualîstiya me derew li hemberê rasteqînîyê yan li dijî rasteqînîyê nîne, berovajî li hemberê rastiyê yan heqîqetê ye. Bi raya min çîrok wek hemû cure berhemên din ên edebî û hunerî li dijî rastiyê yan heqîqetê nîne. Berovajî dergeyek yan pertewek e ji bo kifşkirin û peydekirina heqîqetê. Rasteqîniyê di her serdemê de û di çarçoveya her çand û dinyabîniyê de wateyek cuda heye. Dayika min digot min bi çavên xwe, yan xeyalet yan jî şexsê cinan dîtiye. Ez piştrast im ku dayka min derew nekiriye û gumana min nîne, wê dîtiye. Cin, xeyalet,… hwd. beşek e ji rastiya serdemê pêş modernîzmê û dinyabîniya xelkê wê serdemê û beşek e ji xelkê niha jî ku hêj jî di fikr û çanda kevn û kevneşopiyan de dijîn. Lê di vê serdemê de ku serdema modernîteyê ye dinya û hebûnê wateyek din wergirtiye, rastî berçav bûye. Di vê serdemê êdî cin, xeyalet û ew mexlûq hemû bûne nerastî û xeyalên nediyar.

Ji vir ger werim ser bersiva pirsa te divê bêjim, xeyal ew enerjî û hêza ecêb e ku ji demên gelek kevn heta niha mirovan wek amûrek -helbet ku ev peyv guncaw be- ji bo rûbirûbûna ligel rastiya diyar jê sûd wergirtiye. Hûn jî dizanin rastî qet ew tişt nîne ku mirov daxwaz bike, ew tişt e ku di bin siya penahê de peyda bûye û bersiva pirsan daye. Ji ber vê ji mêj ve hewl daye bi sûdwergirtin ji enerjiya xeyalê rûyekî nediyar û metafîzîkî jî bidiyê. Hemû efsaneyên kevn yên dînî û nedînî, ji bo xatirê rûbirûbûna rastiya diyar û keşfa heqîqetekê ji derveyî vê rastiyê derketine. Niha û di vê serdema nû de ku sêr û efsûn ji dinyayê hatine rakirin û wek tu jî dibêjî ta ku mirov zindî be dinya rasteqîn e. Ango berçav e, dîsan rastî ew tişt nîne ku mirov daxwaz bike.

Ev dinyaya rastî yan ya ku bûye rastî ew cîh nîne ku mirov bi aramî û asûdeyî hest pê bike. Rast e zanistê kariye gelek nehêniyên me eşkere bike. Kariye perde li ser zor tiştên me yên nediyar rake û derfet daye ku em werin nasîn. Rast e kariye hinek aliyên vê rasteqîniyê biguhere. Lê hêj guherîna rasteqîniyê di asta xewn û daxwazên mirov de nîne. Hêj di nav ev dinyaya ku jiyan tê de tiştek zor girîng kêm e ku zanist pê bibexşe. Tişteke ku tenê xeyal pê dibexşe. Tenê xeyala mirov afirîner e ku dikare peykerê vê rastiya diyar hilweşîne, hûrhûr bike û bi cureyek din, bi formek din û bi şêwazeka din helbet mecazî û nediyar ji nû ve bingehê ava dike. Çîroknûs vî karê girîng yê hilweşandina rastiyê û ji nû ve avakirina bingehê, bi vegotineke cuda ji vegotina rastiyên jiyana mirov û bûyerên li nav civakê dike.

 

  • Ger tovê xeyalê, maka sereke ya naveroka berhemdana destanê be çima civaka mirovahiyê li ser heman formgeliyê wek, efsane, hîmase, beyt, hikayet û romansan nemaye û di pêvajoyeke wextekî dûrûdirêj de guherîn bi ser van forman hatiye û çîroka modern û roman jê derket? Gelo sedemên wê pêywendî bi guherîna şêwe û nêrina mirovan ve heye yan li gorî te tiştekî din e?

Her serdemekê vegotina destanê taybetî bi xwe ve heye. Vegotineke ku him bi aliyê formê ve û him bi aliyê mijarê ve pêwendiyeke rasterast bi perwerde û fikra serdemê, cihanbînî, ciwannasî, hez û xwesteka xelkê serdemê ve heye. Efsane, hikayet û beyt qonaxên curbicur vegotina destanê yên serdemê pêş modernîteyê ne. Serdemek bû ku perwerdehiya mirov û çawaniya rûbirûbûna ligel sirûşt û rastiyê cuda bû ji niha, fikr û ramana mirov ji bo hebûnê û jiyanê -bi hemû pîvanan ve- wek niha û vê serdemê nebûye. Bi sedema bûyerên sirûşti nezaniye, ji bo fêmkirina van bûyeran têkilî li ser sirûştê û metafîzîkê hebûye. Serdemek bû ku mirov xwe di dinyayek bisêr û efsûnî de dît. Dinyayek bû ku şergeha du hêzên sereke, xêr û şer an çakî û xirabî dizanî. Her ev nêrîna dualîstî jî bûye bingeha hizirkirina hemû diyarde, kes û bûyeran.

Mirovên wê serdemê xwe lawaz dîtine ku bikarin tiştek li dinyaya xwe û derdora xwe biguherin. Lewma, her li hêviya hêzek, kesek yan hinek kesên ji xwe bihêztir bûye ku hewl bide ji bo guherîna rastiya jiyanê. Efsanerewayî mirovê wan serdaman in, li wê dinyaya tije sêr û efsûnî. Hikayet, romans û beyt îfadeya xwestek û xiyala mirovê wê serdemê dikin ji bo vegerîna lûtkeyekê ji xwe bihêztir ku taqeta rûbirûbûna ligel xirabî û şerê wê dinyayê hebe ku têk neçe. Lê di vê serdemê de ku serdema modernîteyê ye, bi taybetî li paş qonaxa rewşenbîriyê çand û dinyabîniya mirov tûşî guherîneke bingehîn bûye, guherîneke berdewam e di hemû warên jiyanê de. Di vê serdemê de ji ber pêşketina warên curbicur yên zanistê ta radeyekê sêr û efsûn ji dinyayê hatine rakirin, pênaseya rastiyê tûşî guherînê bûye. Çav ji asîman bo erdê şorbûn û hêviya caran bi serhildan û derketina palewanên bihêz û efsaneyî ji bo rizgarkirina mirov ji çengên dirindeyan, qedandina zilmê û binyaddana dadperweriya wekhevî û daxwaziyê bêwate bûye. Ango di serdemek wiha de ku ji çand, cihanbînî, exlaq, şewazê jiyana xelkê heta pêwendî hemû tişt guherîne, bêguman divê ciwannasî, huner û edebiyat jî biguhere.

Edebiyat bi taybetî edebiyata destanê ya vê serdemê divê îfadeyê li rastiya vê serdemê, li mirovê vê serdemê, li xem, xiyal, pirs û kêşeyên mirovê vê serdemê ku bêguman xem, xiyal, pirs û kêşeyên mirov ji serdema pêştir cuda bike. Min li çend cîhên din jî gotiye romana Don Kîşot ku yekem romana Rojavayî ye, gelek bi ciwanî qala vê cudahiyê dike. Don Kîşot ta ku di nav çand û nirxên exlaqî yên serdemên pêş modern de derbas bûye, zîhnê xwe bi efsane û hikayetên kevn perwerde kiriye. Dema ku biryarê dide xebateke mirovî ji bo xatirê qedandina zilmê û dabînkirina dadperweriyê bike, di bin bandora efsane û hikayetên kevn de xwe wek şovalye û siwarçakekî palewan dibîne, li hespekê siwar dibe ligel xizmetkarê xwe Sanço, ji mal diçe der bi navê rûbirûbûna li hemberê dirende û hêzên şerxwaz zilmkar.

Don Kîşot bi şûre ligel aşên bayî şer dikir. Lê xelk wî wek siwarçak û palewan nabînin. Bereks wî wek şêt navdar dikin. Şêtekî ku ji ber xwendina efsane û hikayetên kevn hêza nasîna rastiya serdemê nîne û ji rastiya dinyayê dûr ketiye. Çiroka Don Kîşot çîroka bi dawîhatina serdema efsane û hikayetê ye. Çîroka serhildana cureyekî nû vegotina destanê ye, wate roman e. Çîroka mirina palewan û serhildana karekter wek şexsekî sergeşt û ecêbmayî li rûbirûna ligel rastiya serdemeke nû ye. Di vegotina destanên berê û kevn de karekter nîne. Mirovên giştî yên Eflatûnî hene ku beşek e ji çakî yan xirabiya rehayê û xwedî fikr, xiyal. Pirs û kêşeyên şexsî nînin. Nûneratiya hinek nirxên exlaqî, fikrekê, olekê, eşîrekê yan komeke giştî dikin. Lê çîrok û roman ji bo ravekirina jiyanê takeyên vê serdemê ne, ravekirina pirs û kêşeyên cuda, tirs, xeyal, xewn û daxwaziyên şexsî yên li nav civakê û di serdemekê de ku ji civak û serdemên berê cuda ne.

  • Her wek di bersiva pirsa pêşiyê de we amaje pêdayî, xala werçerxê wê forma destanên danîna bo çîroka modern û romanê, guherîn di dinyabîniya mirovan de çêbûye. Bi cureyekê ye ku ew guherîn bûye sedem, şexs pêgeheke nû ji bo xwe peyde bike û berpirsyaretiya li hemberê diyarde û bûyerên derdora xwe werbigire stûyê xwe. Gelo bi raya we ev guherîn di kesayetiyên Kurd de jî pêk hatiye ku me jî dest bi berhemdana çîroka modern û romanê kiriye? Yan hûn vê meylê wiha nabînin û xwendineke cuda li ser heye?

Ya rast, civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li qeraxa qeraxa Rojava bûye. Şaristaniya ku bilind bûye cîhekî nû cîhê serhildana çîrok û romanê wek du cureyên sereke yên vegotina destana vê serdemê ne. Bi wateya ger neteweyên ciranên me bi taybetî yên serdest wek Faris, Tirk û Ereb rasterast bi rêya Rojava ber bi modernîteyê ve çûne û ligel fikr, felsefe, çand û edebiyata serdemê aşna bûne. Me Kurdan ji wan derengtir û bi saya têkiliya ligel wan ew tişt nasîne. Em bi rêya zimanên wan ligel fikr û ramana serdemê, edebiyata serdemê û bi taybetî çîrok û romanê aşna bûne. Ev li aliyekî û ji aliyekî din jî ve ji bîra me neçe ku zimanê Kurdî bi dirêjayî sed salên borî de di rewşeke gelek xirab de bû û li piraniya cîh û parçeyên Kurdistanê derfeta bikaranînê nebû. Lê, ligel vê yekê jî temenê çîroka Kurdî gelek ji yên çîrokên neteweyên din kêmtir nîne. Lê serpêhatiya çîroknivîsîna Kurdî û asta çîroka Kurdî berawird ligel serpêhatî û astê çîroka wan gelek cuda ye. Raste Cemîl Saîb li Başûrê Kurdistanê “Di Xew De” heta radeyekê di heman demê de ligel Cemîlzade li Îranê -bêguman çend nivîskarên din li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê- nivîsîne.  Lê wek wan nekarîne pêşengên meyla çîroknivîsê bi wateya serdemiyane bin.

Dixwazim bêjim serhildana çîrok û romana Kurdî bi rastî navbereke fireh ligel çîrok û romanê bi wateya nû û serdemiyane heye. Çîrok û romana Kurdî di serî de cureyeke lasayîkirina ango –teqlîdkirina- sadeyiya çîrok û romanên neteweyên din e û navbereke yekcar fireh ji roman û çîrokê bi standarda Rojavayî heye. Ango navbereke fireh ji roman û çîrokê heye ku gelek hûrgiliyane perde li ser aliyên diyar û nediyar ên rasteqîniya civaka Kurdî hilbide û îfadeyê li jiyan, xem û kêşeyên kesên civakê bike û cuda ji palewanên hikayetan, berhem bîne. Ji me gelekan “Di Xew De” ya Cemîl Saîb, “Diwanzde Siwar” a Pîremêrd an bi taybetî Janî Gel a Birahîm Ehmed xwendiye, komaleçîrokên Kenê Parsek ya Hesenê Qizilcî, romana Pêşmerge ya Rehîm Qazî xwendiye. Beşek ji wan destpêka çîrok û romana Kurdî ne û nivîskarên wan heta ebediyetê şanaziya pêşengiyê heye. Lê ji bilî yek du nimûneyên degmen piranî hilgirê kêmtirîn taybetmendiya çîrok û romana serdemê nînin û karekterên wan berhem neaniye ku îfadê li xem, xiyal, pirs û kêşeyên serdemiyane yên kesên Kurd bike. Helbet ew jî nayê veşartin ku di civaka me de derfet ji bo serhildana kesan gelek kêm bûye.

Civaka Kurd ta naverasta sedsala borî civakek girtî ya paşvemayî bûye. Li nav atmosfereke çanda nerîtî û pêşmodernîteyê bûye. Ev bi wateya xafilbûn û nedîtina ew şer û milmilanêyên kûr û xurt nîne ku bi dirêjahiya hemû van salane li nav nerît û modernîteyê û li nav hişê nerîtî û hişê modern. Çand û şêweyê jiyana nerîtî û modern di civaka me de jî li holê bûye û berdewam e. Lê rastiyek heye ku em nikarin haşayiyê lê bikin, ew jî ew e ku çîrok û romana Kurdî salên heta heftêyî, heştêyî û bi taybetî nodî bi degmen nebe nekariye perde li ser vî şer û milmilanê hilbide û kûrahî û nehêniyên vî şer û milmilaneyan rave bike.

Di salên nodî de ku guherîneke girîng di civaka Kurdî de, di şêweyê jiyana xelk û hişmendiya beşeke bijarte ji vê civakê de û di piraniya beşên Kurdistanê de pêk hatiye û rûpeleke nû bi giştî ji bo edebiyatê û bi taybetî jî ji bo çîrok û romana Kurdî hatiye vekirin. Ji wê demê ve hejmara nivîskar û berhemên wan ber bi zêdebûne ve diçin û derfetê çap û belavkirina wan berfirehtir dibe. Beşeke nivîskarên Kurd hewl didin xwe ji paşkoyetiya siyaset û îdeolojiya partiyên siyasî derbas bikin. Hewl didin asta çanda xwe bilind bikin û zêdetir edebiyata serdemê bixwînin û ligel rexne û teoriyên edebî aşna bibin û hewl didin xwe ji avzêma hişmendiya kevn, nerîtî û çanda rikdariya civakê derbixin. Lê ligel wê jî em hêj nikarin bêjin hemû ew tiştên ku bi navê çîrok û romanê tên nivîsin di rastî de çîrok û romanên serdemî ne.

  • Wek di bersiva pirsa pêşiyê de we amaje pêdayî, roman wek diyardeyek berhema guherîn û nûbûna dinyabîniya mirovê Rojavayî (modernîteyê) bû û ku bi taybetî bi manîfestoya edebî ya modernîteyê tê hejmartin. Heta mirovê Rojavayî ji asîman û metafîzîkê dûr neket, venegerî erdê, fikr û hizr nebû diyarkerê rêgeha jiyanê û efsane, hikayet, hîmase, beyt û romans bi dawî neanîn, roman nehat holê. Di vir de ev pirs tê pêş ku gelo civaka Kurd jî neçar e di rêgeha wan de here yan tu rêyen din li pêş me hene?

Bi ya min tu rêyên din li pêş me nîn in. Em wek civak ji bo bikarin di dinyaya hevçerx de cîhekî ji xwe re çêbikin û ji bindestî û rewşa paşvemayî rizgar bibin divê beşê piraniya serpêhatiya civaka Rojavayiyan dubare bikin, şêwe û nêrîna me ji bo dinya û hebûnê biguherin, ji bo pêşxistina xwe di hemû warên jiyanê wek siyasî, aborî, civakî û çandî de berê çavê xwe ji asîman bidin erdê û pişta xwe bidin behreyên xwe û sepêhatiyên civakên pêşketî. Wek nivîskar jî divê em xwe ji avzêma hişmendiya kevn û nerîtî derbixin û ta ku em modern -wiha baştir e bêjim hevçerx- bin. Gumana me jê nebe ku bi hişmendiya kevn a serdema efsane, hikayet û beytan bi fikr û çanda nerîtî roman nayê nivîsin. Em nikarin romanê binivîsin wextekê ku hêj di nav bazineya fikrên Eflatûnî de bizivirin. Em bingehên fikr û felsefeya hevçerx ku serhildana Rojava ye nas nakin.

Agahiya me ji zanistên nû bi taybetî zanistên mirovî nîne. Em xwedî nêrîneke rexnegirane ji bo hemû tiştan bi taybetî bo yên pîroz jî nînin. Em nikarin romanê binivîsin wextê ku hêj nêrîna me ji bo mirov û erk û mafên mirov, ji bo civakê û sîstema pêywendiyên civakê nêrîneke kevn û nerîtî be. Em nikarin romanê binivîsin. Wextê agahiya me ji sedemên serhildana şiyan û qabiliyetên wan cureyên destanên nû nebe û giringiyeke mezin bi teoriyên edebî nedin. Bêguman tu nivîskar heq nadin ku ew kêmasî hene û em hemû bangeşeyê ji bo modernbûn, alimbûn û rewşenbîrbûnê dikin. Ango divê em ji xwe bipirsin an xelk û xwînerê zîrek ji me bipirse: “Sedemê qels û lawaziya piraniya ew berhemên me çine? Bi şêweyekî giştîtir  kêşe û kêmasiyên herî girîng yên çîrok û romana Kurdî çine? Me çima piştî 70 û 80 sal çirok nivîsiyê û 50 sal roman nivîsiyê paşxaneke bawerpêkirî ya çîrok û romana realîst nîne? Çima piraniya berhemên me yên realîst vegotina hevtayê rastiyê ne û nekarîne bi hûrgilî perde li ser aliyên nehênî yên jiyana şexsî û civaka me hilbidin? Çima piştî derbasûna nêzîkî sed sal ku bi ser çîrok û romana modern derbasbûye, hêj me nekariye çîrok û bi taybetî romana zîhnî binivîsin û karetker biafirînin û ji bo kûrahiya hişmendiyê herin û perde li ser pirs, kêşe û xiyalên li rûbirûbûna ligel tevlihevî û aloziya serdemê hilbikin?

  • Çima nêrîna serdest di piraniya çîrok û romananên bi navê modern û nû jî de hêj nêrîna serdest ew nêrîne dualîstî ya xêr û şer e ku hemû kes û bûyerên dinyaya berhemên me bi ser du aliyên çakî û xirabiyê dabeş dike?

Çima em hêj li ser bingeha vê nêrîna xêr û şer a qetî û tevayî rave dikin? Çima bêhna rikdariya siyasî û îdeolojiya piraniya çîrok û romanên me pozê xwînerên hişyar şewitandiye? Gelek nivîskarên me ku di pile û payeyên rewşenbîriyê de ne, bi rexnegiriyeke dilêrane ya desthilata serwer, nebûna azadî û demokrasiyê û çewisandina bîr û ramanên cuda û pirdengiyê di nav civakê ne, di nav civaka biçûk a çîrok û romanên xwe de wan berheman derdixin ku rexneyê lê digirin. Bi wateya ew wek nivîskar serwerê hemû dinyaya berhemên destanên xwe ne, rola çak an xirab bi ser personajan -kesayetiyên xeyalî- belav dikin, hêmû kesê neçar dikin bi zimanê wan bipeyivin, kesayetiyan bi ser du hêlên çak û xirab de dabeş dikin, gelek caran bi taybetî hilbijartina navan ji bo kesayetiyan jî bi mebesta balkişandina ew rola çak yan xirabiya divê bilîze yan jî bêjim li ser ferz dikin ku wê rolê bilîze. Berdewam qala wan mijaran dikin.

Gelek nivîskarên me hêj bi form û mantiqa hikayetan, bi ziman û şêwazê hikayetan çîrokên xwe û bi taybetî romanên xwe divisîn û di heman demê de di wan çîrok û romanan de qala têgehên vê serdemê dikin.  Ger min rexne û giliyek ji bo piraniya beşeke çîrok û romanên Kurdî hebe ku bêguman heye, ji bo wê nêrîn û cihanbîniyê ye. Bêguman beşeke zor nivîskarên me di asta yek de xelkê xwendewar in, di asta yek de agahiya wan ji fikr û çanda serdemê heye, beşek ji edebiyata serdemê xwendine, ji aliyekî din ve hejar nînin. Lê ji wê xwendewariyê heta çiqasî famkirine û baweriya wan bi têgehên nû heta çi astê rastgoyane ye? Gelo karîne fikr û çanda nerîtî, ciwannasiya kevn û nirxên exlaqî yên civakê derbas bikin? Ev  gotin, bang û gotaran de dernakevin, di berhemên destanî de derdikevin, di form, bingeh, ziman û şêwaza vegotina berhemên destanî de derdikevin. Ger xelet nebim James Joyce dibêje, “Nêrîn û cihanbîniya nivîskar, bi rêya forma berhemên destanî ve eşkere dibe.” Form ew nîşan e ku nivîskar ji wir dinya, mirov, jiyan û hebûna mirovî temaşe dike.

  • Li gorî bersivên we, bi dîtina we wiha ye ku tenê bi xwendin û agahdarbûnê nikarin bibin maka sereke ji bo afirandina teksteke modern û ligel wê jî pêwîst e nivîskarê wêrek xwe azad bike û zîncîrên zîhnên xwe biqetîne. Bi ya we nivîskarê wiha çawa perwerde dibin û ji bo gihîştina wê astê hişyariyê divê çi bikin?

Ev pirsyareke dijwar e her çend di nezera min da, min pêştir bersiva wê daye. Min gotiye ku nivîskar divê bi tevayî wê hişmendî, cihanbînî, fikr û çanda kevn û nerîtiyê derbas bike û kesayetê hişyar, wêrek û serdemê be. Helbet ev di civakeke pir nerîtî de karekî hêsan nîne û gelek jî dijwar e. Gava yekem, herwiha min amaje pê dabû. Nasîna serdemê û perwerde, fikr û çanda serdemê ye, lê ji bîra me neçe ku nivîskarê Kurd her çende hişyar, agahdar û xwendewar jî be di nav vê civakê de dijî û bi zimanê vê civakê dinivîse. Em civaka xwe baş dinasin, dîrok, çand û zimanê xwe baş dinasin: Herwiha atmosfera siyasî, civakî, fikrî û çandî jî baş dinasin ku em xelk û xwînerên me tê de dijîn. Nivîskarê Kurd kesayetiyeke nav vê civakê ye ku hêj di serê sedsala 21em de ji mafên mirov û civakî yê seretayî bêpar e. Hêj li gelek cîhên Kurdistanê hişmendiya eşîrî hişmendiya serwer e, sîstema nirxan a ji sed salî bigire ta hezar salî pêş e. Hêj pênaseyeke dirust û serdemiyane ji bo azadî, demokrasî, maf û berpirsyariyê nîne. Nivîskarê Kurd jî wek her takekî din vê civakê bi wê fikr, çanda kevn û teqlîdî ya pêşmodernîtêyê hatiye perwerdekirin û di nav wan çand û nirxên exlaqî de dijî. Bi zimanekî dinivîse ku hêj di piraniya xaka Kurdistanê de ji bilî fonksiyona axaftinê tu fonksiyonên din nînin.

Ji bo xwînêrekî dinivîse ku digel vê yekê kêmtirîn sewda û xwendewariya edebî heye, daxwazên herî gelek narewa bi ser de disepîne. Dixwaze nivîskar -helbet helbestvan jî- bi rêya berhema xwe ve wî fêrî xwendin û nivîsîna zimanê dayîkê bike, fêrî îdeolojî, siyaset û berxwedana siyasî bike, fêrî zanist, felsefe û exlaqê bike. Nivîskarê Kurd wek her takekî vê civakê, her çende xwendewar jî be, gelek bi dijwarî dikare ji vê avzêma fikrî û çandî ya serwer xwe rizgar bike. Bi dijwarî dikare ji tewnê aloz ê nirxên exlaqî rizgar bibe, bi degmen dikare pişta xwe bide daxwazên rewa û zêdetir ên nerewa yên xelk û xwînerên xwe. Niha em qala nivîskarê hişyar û xwendewar dikin ku ne tenê serdemê û fikr û çanda serdemê binase, ligel wê cureyan, hêz û qabiliyeta cureyan jî binase. Teqez hejmara wan nivîskaran gelek nîne û piranî ew kes in ku bi hunereke sivik nivîsîn û vegotina destanê heye û di nebûna xwendin û xwînerên girîng û bi taybetî rexne û rexnegiriya hişyar de bi îş û karên xwe re mijûl in.

Kurt bikim, derûnîkirina perwerdehiyê û veqetîna ji çanda civakên wek civaka me bi wê bingeha siyasî û zemîneya fikrî û çandî ku min qala wê kir karekî dijwar e, wextekî dirêj dixwaze.

  • Bi raya piraniya kesên di warê modernîteyê de xwedî raman, diyardeya siyasî ya modernîteyê, netewe ye ne wek em hemû jî dizanin netewe pêkhateyeke zîhnî ye û dînemoya vê pêkhateya zîhnî -bi hikmê berfirehbûnê- roman e. Ango bi endezyariya bê hemû aliyan netewe roman e. Ji bo ku neteweyek ûsûlekî di xeyala giştî de -ku heman roman e- derbas bibe. Niha ew pirs tê holê, çima li aliyê me modernîte ev karvedana siyasî jê derneketiye? Gelo sedemên nebûn an lawazbûna endezyarî û ramana modern e, yan hûn bi cureyek din vê pirsê dinirxînin?

Dibe ku raya min ji ya weke ku tu dibêjî kêmek cuda be. Ango weke te newêrim bi wêrekî bêjim roman dînemoya netewe ye yan romanê pêvajoya netewesaziyê bizanim. Bêguman bi ya min, bi giştî edebiyat û bi taybetî romanê -ne wek tenê li nav Kurdan, li hemû dinyayê- roleke gelek girîng di netewesaziyê de hebûye. Di sedsala 18-19an û bi taybetî seretayiya sedsala 20a jî li piraniya welatên Rojava edebiyatê gelek rol di girîngîdana xelkê bi danasîna neteweyî û serhildana ramana neteweyî de hebûye. Bo mînak, li Almanya edebiyat û tekstên edebî, yek ji stûnên nasîna neteweyî û piştgiriyeke mezin a pêvajoya netewîsaziyê bûye.

Yan li Rûsyayê, ji Rûsya jî wek hûn dizanin û di dirêjahiyê de ez ê amajeya zêdetir bo bikim ku edebiyata sedsala 19a û seretayiya 20a, her ji helbestên Puşkin ve ta çîrok û romanên Gogol û pişt re Tolstoy, Dostoyevskî, Çehov û yên din, roleke yekcar mezin di diyarkirina danasîna neteweyî de hebûye. Helbet gel û neteweyên din jî bi heman şêwe, di hemû dinyayê de ziman û edebiyat, du stûnên serekî yên danasîna neteweyî ne. Ziman faktora herî serekî ya neteweyîbûnê ye, edebiyat jî ne tenê di xizmeta pêşxistina ziman de ye. Di heman demê de beşeke girîng ji erkê avakirina zimanekî standard ji bo hemû neteweyî li ser xwe girtiye. Edebiyat dikare rûmeta ji destçûyî ya zimanê neteweyî bizivirîne û hesta bawerî bi xwe hebûnê ji bo hemû çîn, hêl û alî û bi taybetî kesayetan dirust bike. Hûn dizanin li Rûsya, heta sedsala 19a û destpêka 20a jî xelkê bi ser çîn û aliyên bilind û malbatên eşraf û xanedan ve li nav mal û binemalên xwe de gelek kêm bi zimanê Rûsî diaxivîn.

Zimanê Fransî zimanê çîn û aliyên desthildarên Rûsyayê bû. Lê wek me dît, Puşkin, Gogol, Tolstoy û helbestvan û bi taybetî nivîskarên din bûn ku bi berhemên xwe ve rûmet ji bo zimanê Rûsî zivirand. Helbet mebesta min ji edebiyatê, tenê edebiyata hevçerx û tekstên serdemî nîne. Her civakek di her qonaxa dîrokî de danasîna neteweyî fikirîbe yekem tişt, tekstên kevn ên edebî -ji efsane û hîkayetan bigire heta tekstên klasîk û nivîsaran- temaşe kiriye. Ew tekstên ku hemû hilgirê fikr, felsefe, cihanbînî û çanda kevn a civakê bûn, hilgirê biha û nirxên ew rihe qewmî bûn ku bi dirêjahiya dîrokê qalib girtiye û taybet ên wê civakê bûn. Bo nimûne li Rojhelat jî temaşeya Îranê bikin, li seretayiya sedsala 20a wextê danasîna neteweyî ya Îranê tê fikirîn ku bibe havênê pêvajoya netewesazî, yekem tişt, girîngî bi tekstên kevn û klasîk yên edebî wek Şahname ya Fîrdevsî, Dîwana Hafiz, Sadî û helbestvanên din ve tê dayîn.

Bi taybetî me Kurdan jî bi dirêjahiya sed salên borî, hinek tekstên wek Mem û Zîn a Xanî bûne tekstên danasînsaz ji bo çêkirina rihekî neteweyî. Ji vir eger vegerim ji bo krokiya pirsa te ku pirs e ji sedemên serneketîbûna Kurdan di projeya netewesazî û binyaddana dewlet-netewe û pêwendiya vê bi edebiyat û bi taybetî bi romana Kurdî ve, divê bêjim ew sadekirina mijareke gelek aloz e ku dehan rehendên dîrokî, erdnigarî, siyasî û civakî hene. Bêguman ligel ewan hinek rehendên fikrî û çandî jî hene ku pêwîstî bi lêkolîn û nirxandineke têr û tije heye ku di taqeta vê hevpeyvînê de nîne. Min pêştir hinek amaje bi qeraxiya qeraxbûna civaka Kurdî û girtîbûna vê civakê ji dinyaya derve bi taybetî di vê serdemê de ku serdema modernîteyê ye dabû. Raste ku zêdetir sed sal e hizra neteweyî di nav Kurdan de heye û beşeke mezin a dîroka Kurdan di vê sedsalê de dîroka tevgerên neteweyî û nasnamexwaziyê ye li hemû parçeyên Kurdistanê. Lê sedemê serneketîbûna van tevgeran, lawaziya edebiyat û bi taybetî edebiyata hevçerx an nebûna romanê nîne. Bêguman bi giştî edebiyata hevçerx û bi taybetî roman dikarî û niha jî dikare roleke baş di çêkirin û dewlemendkirina danasîna neteweyî de bilîze.

Herwiha ku min pêştir got û te jî amaje pê da, roman dikare civakeke mecazî ya neteweyî berhem bine. Civakeke destanî ya demokratîk ku herkesê bi ser her çîn û aliyekê civakî, aborî, fikrî û çandî ve bi zimanê xwe û bi fikr û ramana xwe tê de derbikeve. Roman dikaribû û dikare parçe û civakên me yên jihevqetandî li yek nêzîk bike û pirs, kêşe û xeyalên giştî û neteweyî yên me bide diyarkirin. Dikare remz û nîşanên me yên herêmî bike neteweyî û rûpelên me yên hevbeş berbelavtir bike.  Roman dikaribû û dikare dest ligel sermiyana ziman bigire û wê dewlemend bike ji bo zimanekî yekgirtû yê berfireh gav were avêtin. Hêz û qabiliyetên romanê ji bo qayîmkirina danasîna hemû tişt e û ji bo neteweyê ji wan zêdetir e. Ez nabêjim heta niha ti tişt nehatiye kirin û gelek gavên baş hatine avêtin dibe ku di asta xwestek an lezgîniya me de nebe.

  • Modernîte di seretayiyê de şoreşek bû li dijî feodalîzmê û hewleke mezin daye ji bo şikandina serweriya bavsalariyê. Ger em vê tezê jî qebûl bikin ku romanê roleke mezin hebûye di şikandina vê serweriyê de, gelo romanûsên Kurd ku piraniya wan mêr in û piraniya ji wan jî zilamanî dinivîsin, alîkariya duberabûna heman serweriyê nadin û qeyranê naxine berdem projeya moderniteyê? Bi taybetî di wextekî de ku hejmara romanûsên jin ên Kurd gelek kêm in? 

Di serî de bêjim ku modernîte şoreşek nîne li dijî feodalîzmê. Modernîte weziyetek an rewşek e ku di wê rewşê de sîstema feodalîzmê paşve dikişe û burjuwazî serî hildide. Herwiha sosyalîzm jî ser hildide, faşîzm jî ser hildide.  Helbet ev rewşa nû zemîneyê ji bo hinek tevgerên siyasî, civakî, fikrî, çandî, edebî û hunerî xweş dike. Femînizm an bi giştî tevgera wekhevîxwaz a jinan, yek ji wan tevgerên siyasî û civakî ye ku bi taybetî di sedsala borî de roleke berçav di aşnakirana jinan bi mafên mirovî yên xwe û beşdariya çalak di hemû warên jiyanê yên siyasî, civakî, çandî û edebî de hebûye. Lê ya ku tu dibêjî roman di şikandina serweriya mêr de roleke berçav li nav civakê heye, tezeke gelek giştî ye. Bêguman roman cureyeke edebî ye ku dikare civakeke destanî ya mecazî berhem bide. Civakek ku mirov, jin û mêr dikarin bi deng, reng, ziman, hizr û ramanên xwe yên azad tê de derbikevin û îfadeyê li pirs, kêşe, xem, xiyal, xewn û xwestekên siyasî, civakî, çandî û bi taybetî yên zayendî bikin û ji bo xatirê wan jî têbikoşin. Vê jî her wiha pêwendî bi fikr, çand û zimanê wê civakê heye ku roman tê de tê nivîsîn û pêwendî bi hiş, cihanbînî û xeyalên nivîskar jî heye. Nivîskarek ku derûniyane bawerî bi wekheviya jin û mêr nebe û têgihiştineke rast û hevçerxî di kêşeya zayendî ya civaka xwe nebe, jin be yan mêr be di berhemên xwe de bi çavekî rastbînî û binefşî li vê mijara girîng nanihêre. Ango ez di vê baweriyê de nînim ku bi tenê jin û bi taybetî jinên nivîskar dikarin di berhemên xwe de li pirs û kêşeyên jinan bi taybetî pirs û kêşeyên zayendî binihêrin û tenê ew dikarin di civaka destanî ya romanên xwe de serdestiya dengê mêran bi dawî bînin. Her çende di vê baweriyê de me ku amadeyiya jinan di warê berhemdana edebî  û bi taybetî di romanûsiyê de pêwîstiyeke zor girîng e hem ji bo pêxistina civakê, çand û edebiyata civakê him ji bo zêdetir pêşveçûna romanê. Teqez jinên romanûs bi nêrîn û têgeheke jinane dikarin hinek mijaran bivejînin dibe ku mêr jê eql werbigrin û dikarin balê bikişin li ser hinek aliyên veşartî yên jiyana jinan û bi taybetî aliyên di nav civakê de jî ku hêj veşartî mane.

Ligel wê jî de divê em bizanin ku hişmendî û çanda hezaran salî ya rikdariya pederşahî, ne tenê civaka Kurdî û civakên wek wê, di hemû civakên pêşketî jî de tiştek nîne ku tenê bi romanûs û bi qelemê romanûsên jin bi dawî were. Li ser beşa dawiya pirsa te jî ku pêwendî bi romana Kurdî û romanûsên Kurd ve heye, hinek rastiyên tal hene ku divê jê xafil nebin. Ligel wan pirsan ku me çend romannûs hene û salane li her çar parçeyên Kurdistanê bi çakî û xirabî çend roman tên nivîsîn û belavkirin ku bêguman bersivên wan dilxweşker nînin. Hêj hejmareke gelek kêm nivîskarên me di berhemên xwe de bi nêrîneke girîng li jinan, pirs û kêşeyên jinan dinihêrin û ji vê hejmarê jî kêm kesan bawerî bi wekheviya jin û mêr heye di nav civakê de. Rast e ji 20-30 salên borî ve hinek nivîskarên jin jî mijûl in bi romanûsîyê, lê beşeke kêm ji berhemên wan hilgirê wan taybetmendiyan in ku pêştir min  anîbûn ziman. Ango beşeke kêm ji wan berheman, bi nêrîn û dîtineke jinane li pirs û kêşeyên zayendî baş nihêrîne û yan girîngî bi aliyên veşartî yên jiyana jinên Kurd dabe ku nivîskarên mêr pê nedabe.

  • Her wek agahdar in modernîzm bi rexneyê ji karvedanên modernîteyê hatiye holê. Ango li gorî modernîzmê, hizr û hişê mirov nikare bi tenê bibe mifteya vekirina hemû dergehên  girtî yên mirov û aliyên manewî yên mirovî ji bîr dike. Bi wî awayî, ta ku modernîte hemû warên jiyana tak û civaka Kurdî dagir neke û derencamên wê bi materyal nebin, tekstên modernîteyê nayên berhemdan. Gelo hûn jî li ser vê ramanê ne ku Kurdan hêj gav neavêtiye rewşekê ku tekstên modernîteyê -bi wateya realîzma peyvê- berhem bide yan hûn bi cureyekî din vê mijarê dinirxînin?

Teqez, ez wiha nafikirim. Min pêştir jî got, modernîte rewşek an şertûşirûdek e ku hemû warên jiyana mirov di wê rewşê de tûşî guherînê bûye. Bi wateyeke din mirov di wê rikdariya perwerdehî, zanistî, fikrî û çandî de hatiye der, lê neketiye nava cureyekî din ê rikdariya perwerdehî, zanistî, fikrî û çandî de. Ev serdem wate serdema modern, berdewamiya guherînan e di hemû warên jiyana takekesî, civakî, felsefî, zanistî, hizrî, zîhnî û hişmendiya mirovî de. Diyar e ev berdewamiya guherîna di hemû waran de encam an derencama eqlî, rexne ye yan rexnegir e, encam an berencamên hatine holê pirsen nû ne û vegerîn ji bo bersivên nû ye. Ev vegotineke dûr û dirêj e ku bê dirêjkirin dikarim bersiva te bidim. Pirsa te ew e ku “Gelo tekstên modernîst ên edebî tenê di civaka temamî modern de tê berhemdan?” Bi zimanekî din, “Gelo heta civaka Kurd di hemû aliyan de nû û modern nebe nikare tekstên edebî yên modern bi taybetî romana modern tê de binivîse?” Bersivên wan hemû pirsan “na” ye. Eger “erê”bûya li piraniya welatên Rojhilatî, li hemû Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê jî teksteke edebî yan romaneke modern a hevçerxane nedihat nivîsin. Çimkî em wek civak beşek in li nav van welatan û li nav sîstema siyasî, aborî û civakî ya wan de dijîn û hevbeşê pirs, kêşeyên fikrî û çandî jî ne. Helbet kêşeyên me ji yên wan zêdetir in bi taybetî kêşeya ziman, zimanê me di rewşeke gelek cudetir e ku Farsî, Tirkî û Erebî tê de ne. Lê zimanên wan jî kêşe û pirsgirêkên wan kêm nînin. Zimanên wan jî wek bîrmendên wan dan pê didin, neynika aloziya zîhnî ye ligel diyarbûna modernîte û dinyaya modern.

Kurt bikim, ew tenê paşveçûna civakê nîne ku ber bi nivîsîna tekstên edebî û bi taybetî romana modern û hevçerx digire, berovajî paşveçûna nivîskar e. Wek pêştir min got, nivîskarê hişyar divê bikare rastiya civakê, rewşa rikdar a fikrî û çandî ya piraniya xelkî derbas bike û bi nêrîneke nû ya hevçerxane seyrî dinyaya derdora xwe bike û hewla nasîn û vegotina wê bide.

Bo mînak, kesekî weke Sadiq Hîdayet nêzîkê 80 sal pêş niha di civakeke ku ew bi xwe dibêje gelek paşvemayiya nerîtî de kurte romana Kundê Kor nivîsiye. Ya di wê romanê da heye, karekter e, bûyer e û bi taybetî bîr û ramanên çanda kevn û nerîtî ye. Lê ew roman heta niha jî romana baştirîn nimûneya romana modern û hevçerxî ya farisî ye. Çima? Çimkî nivîskar, çanda nivîskar, nêrîn û bergeha nivîskar, şêwazê vegotina modern û hevçerx e.

Hûn westiyan, gelek spas ji bo we ku we ev derfet dirust kir.

Nîşe: Ev hevpeyvîn pêşî di hejmara 8-9emîn a kovara Bîr û Hizrê de ku li Rojhilat çap dibe, hatiye weşandin.

Share.

Leave A Reply