Pêncşem, 12 Hezîran.

Ez kêfxweş im ku ev nîqaşa navmalî ya min û Firat Aydinkaya heta vir hat û hêvî dikim bi hevkariya hin hevalên din jî berfirehtir bibe û riya diyalogeke sûdbexş vebe.  Rast e, bi qewlê Aydinkaya, di nav civaka me de nîqaş û rexne heye, ne ku tuneye, lê ev nîqaş piranî di nav civateke pir piçûk de dimînîn an li ser medyaya civakî nîvco, belavela û gelek caran bêuslûb, tên kirin. Mixabin, dezavantejeke medyaya civakî ew e ku pir demkurt ê û nivîsa li wir dişibe mîna nivîsa li ser avê, winda dibe diçe, nahêle lîteratur an arşîveke nivîskî çêbibe; axx em ên di nivîsê de jî derengmayî, me hê nû dest pê kiribû, ketin tora medyaya civakî! 

Şerê qelemê li aliyekî, em ji rêbazên fikirîna kolektîf ewqas bêpar in ku dema nikaribin bi xwe û nivîsa yekî/a din bixwînin jî, wek ku nexwendibin tevdigerin. Ev him ji bo reva ji nîqaşê ye, him ji ber quretiya asoteng û ji ber mixatab-negirtinê ye. Paşê em gazin dikin çima fikrên nû dernakevin, riyên nû venabin. Nîqaş, diyalog, danûstendina fikrî tunebe fikrên nû çawa derkeve? Bawer nakim ew fikrên em bi heyranî qala wan dikin, tenê ji serê kesekî dernekebin, ji odeya kesekî/e gewre derketibin, ew encama fikirîn û diyalogeke kolektîf a demdirêj in.

Nivîsa Aydinkaya (“Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet”, https://botantimes.com/imtihana-giran-a-rexnegiran-isa-an-heqiqet/ ) dîsa sûdbexş e ku li ber nîqaşa çend mijarên girîng û esasî rê vedike. Lê tişta herî zêde derdikeve pêş ew e ku em ji diyalog, nîqaş û hevfamkirinê çiqas dûr in û careke din qanih bûm ku ji diyalog û axaftina beramber pê ve ti rê tuneye li ber me. Di vê nivîsê de lazim pêşî li ser şaş/kêmfamkirinan bisekinim. A yekemîn di behsa îdeolojiyê de ye. 

Îdeolojî

 Min di nivîsa xwe de (Kêmasiyên “Ekola Swêdê Ji Me Re Çi Dibêje”, http://blog.kovarazarema.com/kemasiyen-ekola-swede-ji-me-re-ci-dibeje/) li rexneyên wî bixwe îtiraz nekiribû, nexasim yên di warê lehengên jin de. Min hin rexneyên xwe yî bi nêrîneke din lê zêde kiribûn. Loma, nizanim Aydınkaya çima hewce dîtiye rexneyên xwe yî derbarê lehengên jin ên Firat Cewerî, Hesenê Metê û Mehmed Uzun dubare bike. Di wir de em hemfikir in. A rast, em di warê îdeolojiyê de jî hemfikir in, lê ev nedîtiye. Gotinên xwe yî derbarê îdeolojiyê spartine gotina ku min negotiye, “îdeolojî ne tiştek e.” Ne di wê nivîsê de ne li ciyekî din, min negotiye û nabêjim ku îdeolojî ne tiştek e, em ji wan dûr bisekinin. Min hewl da tiştekî din bibêjim, bi giştî behsa têkiliya me ya bi îdeolojiyê bikim û wê problematîze bikim. Miraq dikim û divê bipirsim gelo ji kû û çawa gihiştiye wê encamê ku alerjiya min a îdeolojiyê heye? Tiştekî bê vê maneyê min li kû kengî îfade kiriye?

Dema qala Aydınkaya dikim tekane referansa min nivîsên wî ne. Ez ê ti carî ji çarçoveya nivîsên wî dernekevim. Gelo dema ew qala min dike referansên wî çi ne? Ev pirseke cidî ye ji bo min. Naxwazim gotinên xwe derbarê têkiliya me ya bi îdeolojiyê re dubare bikim û em vê behsê bigrin.  Encama min ji nêrînên wî derxist ew e ku hewce nake em careke din îdeolojiyê bikin mijara nîqaşê, a rast, em heman tiştî bi awayên cuda dibêjin. Belê, îdeolojî eczane ne, lê em çiqas dizanin ji vê dermanxaneyê îstifade bikin/kirine. Ji niha şûn ve em li ser xetê bimeşin wê kêrhatîtir be. 

Afyon û Ayet

Heta îro min gelek caran têkiliya me ya bi sosyalîzmê re problematîze kiriye û xwestiye ji nîqaşê re vekim. Lê min ev du peyv, afyon û ayet bi kar neanîbûn. Heta ji min tê ji sifetan dûr disekinim. Ma ne tê gotin ku di edebiyatê de sifet estetîkê dikuje, nexasim di teswîrê de. Bi min di nîqaşên siyasî, fikrî de tenê estetîkê nakuje, nîqaşê dixetimîne û afirineriyê jî dikuje, lê carna mirov dikare encama nîqaşekê bi sifetekê îfade bike. Van du peyvên ku wek sifet hatine bikaranîn, ji Aydınkaya deyn dikim, ji ber ku diyar e Aydınkaya jî, mîna min, têkiliya me ya bi îdeolojiyê re ji xwe re kiriye derd, û gihiştiye vê encamê. Jixwe ez jî wisa difikirim (me di vir de jî li hev kir?), lê ger pêşî min ev sifet bikaranîbûna, wê tenê “alerjî”ya min a îdeolojiyê xurttir kiribûya. Loma wek “alîgir”ê îdeolojiyê, ji bo Aydınkaya problemek wiha tuneye. Ev du peyv wê min ji îzehatên dûrûdirêj xilas bike, loma ez ê bi kêfxweşî wan biemilînim. Lê hêvî dikim, nexasim peyva afyonê, nebe benîşt û nebe amraza besîtkirin û qlîşekirineke mîna gotina Marks, “dîn afyon e!” Tê zanîn ku Marks ev gotin di encama îzehateke dirêj a li ser dîn gotiye û tenê ev qisim bi mûçirkê hatiye derxistin û hatiye cûtin.  

Marks û Marksîzm

Li gor Aydınkaya, ez ji Marks hez nakim! Yek ji hevokên ez ecêbmayî hiştim ev bû. Nayê bîra min ku heta îro min navê Marks û lêkera hezkirinê di nav hevokekê de bi kar anîbe, çi nivîskî, çi devkî. Di nivîsê de jî min hewce nedîtibû ku ta bi derzî vekim, ji ber ku min qet texmîn nedikir wê encameke wiha bê derxistin ji şîroveyên min. 

Ez ez im, ez hedê xwe dizanim. Mirovekî mîna Marks ku dîroka ramangeriyê serobin kiriye, ew amûrên ji bo analîzkirin û famkirina civak û mirovayetiyê bo me dabîn kirine, ti zanîstên civakî nemaye ku bandor lê nekiriye, ez hez nekim! Çi hedê min e!? Marksîzm jî mîna her îdeolojiyê dermanxaneyek e, lê çawa ku hemû dermanên dermanxaneyê ne ji bo min be, ev jî wisa ye. Di warê analîzkirin û famkirina diho û îro de amûrên çiqas xurt bide me jî, ew aliyê sosyalîzmê yî teleolojîk/pêxemberane, utopyaya wê, “dîktatorî”ya proleteryayê min qanih nake, dikarim bibêjim jê hez nakim. Herwiha, determînizma wê ya aborî jî ku gelek caran bi awayekî qebe, asoteng hatiye/tê emilandin, piralîbûn û kompleksbûna serpêhatiya mirovayetiyê piştguh dike. Bawer dikim Aydınkaya wê min fam bike ku ji vê determînizma aborî çima hez nakim. Heta ciyekî amûreke kêrhatî ye helbet, lê ma em nabînin ku ev li dijî me çawa wek afyon tê emilandin, ji bo bêdengkirina me tê emilandin? An me gelek caran çawa şaş emilandiye/diemilînin? 

Malûm, ez medyaya civakî ji Aydınaya bêtir bi kar tînim û gelek marksîstên kurd û tirk rexne dikim û dixwazim balê bikşînim wê çepgirî û gerdûnîbûna xapînok. Di nav şertên medyaya civakî de vê piranî di ser bûyerên rojane û gotinên aktorên siyasî yên him kurd him tirk re dikim û vê girîng dibînim. Di hin nivîsên xwe de jî min ev kiriye. Lê, îslamîzm û îslamîst li aliyekî, ji ber ku min ti carî xwe di wir de nedîtiye û hêvîyek min ji wan çênebûye, ma ne kî aktor bin mirov wan rexne dike an fikra sereke û xwedî bandor çi be mirov wê rexne dike (qet nebe ji bo min wisa ye). Wek ku di nivîsa din de jî min gotibû, aktorên siyaseta me ya 60-70 salên dawî ne çepgir û marksîst in? Hîç dûr neçim û dirêj nekim, kî ji me re Strana Komarê dibêje û kî hedefa Tam Bağımsız Türkiyeyê datîne pêşiya me? Roja îro, ez van rexne nekim çi kê rexne bikim? Dema ez van rexne dikim, çima ew mane derdikeve ku ez ji Marks hez nakim. Lê rast e, ji çepgir/marksîstên kurd ên wek aktorên siyasetê û yên tirk hez nakim.

Ma ne Aydınkaya jî dibêje dîroka sosyalîzmê, dîroka îslama modern (wek min got, rexnekirina vê ne karê min e) gunehkar e, marksîzmê bo karkerên bindest rola afyonê lîstiye. Rast e, ma tenê karkerên bindest?! Di peywenda me de, tenê karkerên me ji vê afyonê kişandin? Xwendeyên me, siyaseta me çi kirin bi vê afyonê? Ew wek derman bikaranîn an pê laş û hişê xwe pûç kirin? Bawer im, tişta ku ez û Aydınkaya li hev nakin ev e ku ew vê meseleyê tenê wek hûrgilî dibîne, di ser re derbas dibe, lê ez pir girîng dibînim, nikarim di ser re derbas bibim. Di nivîsa din de min hewl dabû hinekî îzeh bikim. Di peywendên cuda de ez ê dîsa li ser bisekinim.

Alarm?

Aydınkaya piştî ku vê meseleyê bi hevokekê derbas dike, tê ser rola marksîzmê ya alarmbûn an hişyarkirinê. Rast e, di van 60-70 salên dawî de rola sosyalîzmê nayê înkarkirin. Lê ma tekane alarma me sosyalîzm bû? Ne sosyalîzm bûya em ê qet ji xewa bindestiyê ranebûna an tevgerên me yî siyasî çênebûna? Helbet îstifadekirina ji dermanxaneya sosyalîzmê re îtiraza min tuneye. Tevgereke kurdayetiyê ku wekheviyê ji xwe re neke derd wê problemên wê pir giran be. Ewqas sal e ji dêvla ku em li ser “biratiya gelan” û “demokratîzekirina tirkiyeyê” nîqaş bikin, me li ser  “Kurdistaneke çawa” nîqaş kiribûya, guh bidaya hev, divê ev meseleya wekheviyê yekemîn mijara me bûya. Lê em kengî ji dûvika serdestên xwe veqetiyan an hewl dan xilas bibin û li hev wehewiyan? Me kengî li hevdu guhdarî kir? Pirs ev e: me ev afyon ji xwe re çiqas kir derman çiqas kir jehr? Kerem kin, em ji îro ve lê binêrin. Rewş ewqas beloq e ku hez nakim li ser tiştên beloq bisekinim.

Meseleya alarmê ew angaşta kemalîstan anî bîra min. Me gişan qet nebe di kitêbên dersa dîroka înqilaba wan de xwendiye, “şerê me yî îstiqlalê yekemîn şerê antî-împeryalîst û serxwebûnê ye.” Wek ku berî wan kes serbixwe nebûbû, kesî împeryalîzm nas nedikir û serî li hember ranedikir. Tişta Şêx Ubeydulah, Şêx Said, Xalidê Cibrî, Elîşêr, Îhsan Nûrî, Nûrî Dêrsimî, Şêx Ehmed Barzanî hwd. şiyar kir alarma sosyalîzmê bû? Me çima hêza herdu alarman nekirin yek? Mafê tayinkirina qedera xwe, her çiqas Lenîn (Woodrow Wilson jî heye, em çima wî ji bîr dikin?), ev formule kiribe jî ma berî wî kesî bîra tayinkirina qedera xwe nedibir/nebiriye? Ne ji vê be, em ê nikaribin/nikaribûn doza tayînkirina qedera xwe bikin?

Ev tesbîta Aydınkaya pir girîng e: Pêşiyên me ne bi saya Fanon, Cesaire, Biko, bi saya Lenîn, Marks dest bi xebatên azadiyê kirin. Jixwe ez jî vê diqîrim. Dibêjim ku pêşiyên me li dora xwe nenêrîn ka bindestên din çi dikin, xwezî wisa nekiribûna, qet nebe em îro wisa nekin. Ji ber ku wan ji xwendina klasîkên marksîst ên tirkan jixwe re wergerandibûn û nîqaşên li ser wan dor nedihat li dora xwe binêrin. Di vir de qet problemekê nabîne Aydınkaya? Encamên vê yî girîng çênebûne? Ger pêşiyên me baş kiribin, em çima îro ji Fanon, Cesaire, Biko bêtir îlham digrin (ji bo min siyonizma sosyalîst jî yek ji van e), xwe bêtir di wan de dibînin? Îro derfetên me yî zanîn û fikirînê ji yên wan gelekî baştir e, em dikarin, divê bikaribin ji wan kûrtir bifikirin.

Aydınkaya ji bo Cegerxwîn dibêje, prensîba mafê tayinkirina qedera xwe wek ayet dîtiye û estetîze kiriye. Ê paşê an wekî din? Aydınkaya di nivîseke xwe de[2] bixwe dibêje fehma Cegerxwîn a sosyalîzmê çiqas îbtidayî û qebe bû. Xwezî Aydınkaya ev nêrînên xwe berfirehtir bikira û teşmîlî  siyasetê jî bikira. Lê dibînim, Aydınkaya bi israr ji vê dûr disekine. Ez dibêjim ku bi wê sosyalîzma qebe tayînkirina qederê jî ewqas dibû/bû! 

Aydınkaya dizane, Dipesh Chakraparty[3] di kitêba xwe de li ciyekî dibêje (mixabin, min ev der nîşe negirtiye û nikaribûm rûpelê bibînim), “me marksîzm nas dikir, lê marksîzmê em nas nedikirin.” Ger ji vir maneya redkirina marksîzmê dernekeve, dixwazim vê bibêjim, ne ku tenê marksîzmê em nas nedikir, me çiqas xwe nas kir/dikin? Me çiqas dikaribû/dikarin serê xwe ji ayetên sosyalîzmê û afyona gerdûnîheziyê rakin û carna bi çavê xwe jî li xwe binêrin? 

Ka ez jî mînakekê ji edebiyata me bidim, lê ya min gelekî trajîktir e. Demekê min bala xwe dabû romanên ji aliyê gêrilayên me di girtîgehê de hatine nivîsandin, ku bêtir otobiyografîk in. Ji wan gihiştibûm wê encamê, 

… ev xortên rêxistîkirî ne tenê bi berhem û zimanê tirkî lê bi hişmendiyeke tirkî jî dest bi siyasetê kirine. Mirov li bendê ye ku berhemên xwendinê yên rêxistineke kurd divê ji yên rêxistinên tirk cuda bin û ev cudatiyeke berbiçav be da ku endamên rêxistineke kurd li ser çand û dîroka xwe xwedî agahiyên sereke bin. Lê li ser çanda kurdî û dîroka Kurdistanê qet navê berhemekê, ne di lîsteyên xwendinê de ne di sohbet û referansên lehengan de derbas nabe … A din, digel ku leheng endamên rêxistina gelekî mêtingehkirî ne, berhemên li ser mêtingeriyê an ên dijmêtinger jî qet di nav xwendin û referansên wan de cih nagrin. Ji lîsteya nivîskar û ramyarên navdar û berhemên wan jî tê famkirin ku tecrubeya gelên ku ji mêtingehbûnê rizgar bûne, him ji aliyê pratîkê him ji aliyê teorîk ve, bala rêxistineke kurd nekişandine.[4]

Hê jî li ser vê fikra xwe me. Di vê ayetkirina klasîkên marksîst de tenê ez problem dibînim? Em neçin heta qehremanê Erebê Şemo yê sedsal berê, di demeke ewqas nêzîktir de ka Şêx Seîd, ka Seyid Riza, ka Xelîlê Cibrî, ka Elîşêr, heta ka Cegerxwîn, ka Hawar …? 

Berl Katznelson û siyonîzma sosyalîst

Min mînaka Berl Katznelson û siyonîzma sosyalîst bi zanebûn da, ne ku ji bo reklama wergera xwe bikim û pesnê min bê dayin. A rast, ji reklama fikra wan bixwe hez dikim, ew tiştekî din e. Ev jî heye, gotinên siyonîzm û neteweperweriyê jî bi zanebûn bikartînim, ji ber ku herdu jî li ber çavê me hatine bêîtibarkirin û ez ji alîgiriya van têgehên bêîtibarkirî hez dikim û gelek caran emilandina van peyvan provakatîv dibînim, ji provokasyonên fikrî jî hez dikim.

Malûm, ji ber ku heta niha em bi hev re nepeyivîne û di axaftina ewil de jî mirov nikare kûr û dirêj behsa her tiştî bike, min got belkî bi saya vê mînakê ez marûzî hevokeke wisa nemînim, “Eyan e, [Adsay] netewperwerîya çepgir hez nake.” Çawa eyan bûye ku hez nakim?! Ger wisa be, min çima ev berhema 430 rûpelî (û yên din) wergerand û çavê xwe kor kir? Qey wergera kurdî pereyê wê pir e û min li ser sifreyên zengînan dide rûniştandin, loma wan werdigerînim?! Çima Katznelson wek model mînak bidim? Lîteratura siyonîstan ewqas berfireh û cihêreng e (mezintirîn ferqa cihûyan) ku hûn çi bixwazin heye tê de (bnr. eczane). Mîsal, rastgirên sîyonîstên revizyonîst û aqilmendê wan Ze’ev Jabotinsky jî heye, Begin Menachem, rêxistina çekdar Irgun  … jî heye. 

Ka ez hinekî din îzeh bikim bê çima Katznelson hez dikim, bila tiştekî din neyê famkirin. Qebûl, şertên me û cihûyên vegeriyan Filistînê helbet pir cuda ne. Ma kîjan îdeolojî, teorî ji sedî sed li me rûdine? Ger pîvana me di ser sedî re sed be, em qet guh nedin teorî, îdeolojî û tecrubeyên biyanî. Berî her tiştî, em li ser axa xwe ne, mîna wan ji çar aliyê dinyayê venegeriyane nehatine û wê ji nû ve fetih nakin. Van wergerên min kirine, ji wan hemiyan hez dikim, ji ber ku di wan de xwe dibînîm û çi ku em di hesreta wê de ne di wan de hene. Yek kurd jî wan nexwîne ne xema min e. Berê berê min ew ji bo xwe wergerandine (û helbet mala Avestayê ava be ku ew çap kirin). Bi çend mînakan werim ser sedema hezkirinê. Katznelson yek ji wan kesan e ku di nav avakirina yekemîn kibbutzê de cî digre. Sosyalîstên me jî yên cîhanê jî kibbutzan, bizanibin jî, wek hûrgiliyeke piçûk dibînin. Sal 1910 e, hê 7 sal heye ji Şoreşa Bolşevîk re. Teoriya jiyaneke wekhev û komunal cara pêşî, bêyî ku dilopeke xwîna hevdu birijînin, tê tetbîqkirin, him ne ji bo çend meh an salan; ev dibin bingeha civata nû ya li Filistînê. Di salên 1930î de li ser rêvebirina van kibbutzan şerê wan î mezin ê qelemê heye, Katznelson li wir di rola sereke de ye, şervanekî baş î qelemê bû (fikir û formulasyonên çendîn saziyên din î civakî yên bingehîn jî ji wî derketine). Her çiqas îro şikil guhertibin jî hê dewam dikin. Lê kolhozên sovyetan bi zorê heta 1989an li ber xwe dan û bûn sedema rijandina xwîna bi milyonan. 

Helbet ez ê nebêjim çima kibbutzên me tunene (hebûya baş dibû). Lê ez her tim dibêjim çima ew zihniyeta wan bi me re çênebû heta niha. Ew zihniyeta ku teoriyekê ji nav kitêban derdixe, dev ji jiberkirina wê berdide, li ser axa xwe di nav şert û mercên xwe de riyeke pir cuda vedike jê re, bi gotineke din, kitêbên nû dinivîsîne li ser wê û ji ser axa xwe pêşkêşî cîhanê dike.

Mînaka duyemîn jî tam li ser kitêban e. Katznelson di 1942yan de, di nav kelekela Şerê Cîhanê de ku dûyê firneyên Ewrûpaya Nazî diçû heta Filistînê, dike ku partiya wî (Mapai, Partiya Karkerên Axa Israîlê) weşanxaneyekê veke (Am Oved, Gelê Xebatkar, îro hê jî çalak e); dibe yekemîn edîtorê weşanxaneyê. Wek edîtor, her tim ji wî tê payin ku pêşî Manifestoya Komunîst çap bike. Çawa dibe ku weşanxaneya partiya karkeran Manifestoyê çap neke?! Bersiva wî ya li gor min pir manedar ev e, “helbet Manifesto divê bi îbranî hebe, lê ne wek belgeyek bi serê xwe; divê ligel jêrenîşeyan, îzahet û pêşgotinekê ku di nav peywenda wê ya dîrokî de bide rûniştandin, bê çapkirin û rave bike bê kîjan beşên wê elaqedar in û kîjan beşên wê wexta wan derbas bûye.”[5] Yek ji tiştên li ba me peyda nebû/nabe, ne ev zihniyet e? Ji me, bi kê re fikrek wiha çêbû ku Manifestoyê deyne ber xwe, wê di nav peywenda wê ya dîrokî de bide rûniştandin, îzeh bike kîjan aliyên wê me elaqedar dikin/nakin, wexta wan derbas bûye îzeh bike? Me ancax dikaribû jê jêgirtinan bigre û xwe pê qure bikin, miameleya ayetê pê re bikin, ma ne wisa ye? Dema min pirsî, “Gelo em dikarin bifikirin?” ji aliyekî ve jî, qesta min tiştekî wisa bû. Ji bo min, zihniyet an helwesta gerdûnî ev e ku dikare li her dem û mekanê bibe amûreke kêrhatî. Bila ev jî wisa neyê famkirin ku ez “me” û wan didim ber hev, “me” piçûk dixim, ez tenê li riyekê digerim ewqas; hewl didim fam dikim bê çima li ba me tuneye ev zihniyet û wek tesbîtekê li ber me be da ku em li ser bifikirin.[5] 

Neteweperwerî

Em werin ser neteweperweriyê. Aydınkaya li fikrê min î derbarê neteweperweriyê dipirse. Ez her gotina (an îthamên(?) wî neqlî vir nakim, xwîner dikare li nivîsa wî vegerin, lê ya herî ecêb Ziya Gokalp bû. Îma dike ku modela min a neteweperweriyê ya Ziya Gokalp e. Nizanim çi bêjim! Him gelek tişt hene bibêjim, him ji dilê min nayê bibêjim, ji ber ku hîs dikim gotinên min dîsa hewante biçin, ji ber ku li nav xwendeyên me fikra bêyî referansên ji navên qerase yên cîhanê ti qedrê wê tuneye. Nabe fikrek me bixwe hebe. Tew yeka mîna min “îlkel,” bêserok û bêrêxistin! 

Heta niha min li ser neteweperweriyê nivîsandiye.[6] Di kurdî de çi wergerên di serenavê wan de “neteweperwerî” hebe, min kirine (tewaziyeke sixte hewce nake ne?). Di hejmara dawî ya Zaremayê de me hewl da li ser neteweperweriyê dosyeyekê amade bikin. Paşê ligel çend hevalan me di kanala Zaremayê ya youtubê de hevpeyvîn, gotûbêj kirin li ser neteweperweriyê. Hê çi bikim?! Tenê di yekê van de jî navê Ziya Gokalp derbas nabe. Tiştekî mîna modela wî nayê îmakirin jî. 

Madem Aydınkaya jî xwendiye, ez nêrîna Chakrabarty ya bi dilê min e, neqil bikim, mecbûr. Ka bê Aydınkaya ji Chakrabarty re çi dibêje? “Ma neteweperwerî ji wê tevgera modern (italîk aidî min e, F.A.) ku xwe-birêvebirinê taleb dike, pê ve çi ye?” (r.51). Vê jî ez zêde bikim, ger îcazet hebe, madem pêşî em xwe bi axekê pênase dikin, divê armanc, vizyoneke hevpar, hêzeke aborî, çandî, leşkerî hwd. a gelê li ser wê axê jî hebe, ne? Hemû aktivîzm, fikir û ramanên di riya vê armancê de dikeve nav kategoriya neteweperweriyê. Aniha sedema ku ev nivîs bi kurdî tê nivîsandin jî ev e, ne nostaljî ye. Eyn mîna îdeolojiyê, birrek pênase û modelên neteweperweriyê, hene. Modela ku ez dil dikim ne ew e ku li wir şerê çînan bikim, li hemberî gundî û birçiyan hêrs bibim, li ser sifreya zengînan, ziktêr û zikmeşkan rûnim. Neteweperwerî ji bo min hewldana sazkirina konsensus, tifaq, harmonî an peymaneke civakî ye, lê civaka ku ez serê xwe pê re diêşinîm ya li ser axa Kurdistanê ye, ne halklar e. Gelo Aydınkayayê ne-neteweperwer, alîgirê halk devrimi û mesûlê konê bindestan (cureyeke afyonê ye, bnr. ferhenga bindestiya me), civaka ew serê xwe pê re diêşîne kîjan e an ew halk kî ne? Ew çi pêşniyaz dike bo çînên li Kurdistanê yên ne-hejar, ne-birçî, ne-belengaz, ehlê Kayapınarê, Petrokenta Batmanê an bîlumûm çîna navîn ku li wî alerjî dike? Em ê giş di hejarî, belengazî û birçîbûnê de bibin wekhev? An ew ên alerjîk sirgûn bikin, bikujin an li nav nav zeviyan, fabrîqeyan, madenan, kampan bidin xebitandin? Têxe girtîgehan? Ger di girtîgehan de cî nema, xwende û întelektuelên ku bûne ajanên wan jî bişîne ba wan, mîna Stalin, Mao û Pol Pot? 

Aydınkaya di nivîsek xwe de, bi referansa Antoine Boger, dibêje, “Neteweperwerî aktivîzma komek/civatekê ye ku hewl dide serdestiya siyasî û aborî bi dest bixe … stratejiya aktoran e ku ji bendewariyên takekesan re dibe pêlik… ”[7] (italik aidî min in, F.A.) û neteweperweriya serdema me wek neteweperweriya çîna navîn pênase dike û helbet vê wek pirsgirêk dibîne. Bawer dikim min jî wek endama wê komê û aktoran dibîne ku ji xwe re li pêlikekê digerim. Li gor min, di vê nivîsê de problemên pir cidî hene, lê ne mimkun e di vê nivîsê de bikaribim têkevim nav, ya girîng portreyeke fikrî ya Aydınkaya derdikeve ji wê nivîsê û baştir fam dikim ka em çima li hev nakin.

Van rojan, dema di navberekê de min li Şivan Perwer guhdarî dikir, ev gotin li ber guhê min ket,  “Şêrînê hevalê em welatê xwe xweşik bikin.” Belkî berê bi dehan caran bihîstiye ev gotin, lê qet wek vê carê hesteke kûr bi min çênekiribû. Ew motivasyon, xîret û cehda ku ji vê hestê derdikeve jî li gor min yek ji pênaseyên neteweperweriyê ye. Vêga ewqas bes e li ser vê babetê. 

Mehmed Uzun, Hêz û bedewiya Pênûsê

Di meseleya Mehmed Uzun û vê kitêba wî de bi temamî ligel Aydınkaya me. Bi ya min jî têra xwe rewşeke trajîk e, lê xwezî trajîkbûn tenê para Mehmed Uzun û nivîskarên li Swêdê bûya. Tişta em li hev nakin di warê parvekirin an teşmîlkirina trajediyê ye. 

Heşt an neh sal berê Serdar Şengül ev ji min re gotibû, çavkaniya xwe jî gotibû, lê ji ber ku li ser nehat nîqaşkirin û li ciyekî din jî nehat rojevê, min ji bîr kiribû. Yanê Şengül nêzîkî deh salan e vê agahiyê bi xwe re digerîne. Axir, bi saya vê nîqaşê, Şengül ev agahî bi civateke teng re parve kiriye. Em dizanin van salên dawî Şengül li ser lîteratura edebiyata post/antî-kolonyalîzmê, têkiliya kolonyalîzm û edebiyatê, bandora wê ya li ser çandê dinivîsîne. Lêbelê nivîsên wî bi giştî ji neqilkirina lîteratura cîhanê wêdetir naçin; li ber ronahiya wê zanîna xwe ya teorîk li edebiyata me nanêre, bi îtina ji nîqaş û mijarên navmalî dûr disekine, çima? Gelo hê çi û çi hene ku xwendeyên me vedişêrin an naxwazin/nikarin binivîsînin? Ev yek. Du, baş e, rexneya li helwesta Uzun heta bêjî rewa ye. Lêbelê, Aydınkaya jî Şengül jî çima rexneyên xwe yî antî-kolonyal tenê li edebiyatê tetbîq dikin û teşmîlî siyasetê jî nakin? Di siyasetê de jî problemeke wiha tuneye gelo? An barê helwesteke antî-kolonyal çima tenê li edebiyatê bar dikin û edebiyatê di nav peywendeke dîrokî de jî şîrove nakin? Ma ne edebiyat tenê gelekî bindest rizgar nake. Jixwe ti tiştek bi serê xwe nabe hertişt. Siyaset bixwe jî tena serê xwe nabe hertişt. Armanca rizgarbûnê ne tenê barê rêxistinekê û endamên wê ye jî, tenê ne yên nivîskaran e jî. Eyn bi qewlê Chinua Achebe, di hevoka jêrîn de em Kurdistanê têxin şûna Efrîkayê: “Zanayên efrîkî çareserkirina pirsgirêkên zanistî didin ser xwe, dîrokzanên efrîkî dikevin nav dîroka efrîkayê, zanyarên siyasetê dikevin nav xemên siyaseta efrîkayê; çima di warê wêjeyê de afirînerên efrîkî divê ji xizmetên ku ew bi xwe heqîqîbûna wan teşhîs dikin, muaf bin?” Aydınkaya û Şengül çima ji nav van mixataban nivîskaran dineqînin? 

Sê, gelo li ser têkiliya atmosfera siyasî ya li Kurdistanê (bakur) ku Mehmed Uzun bi rêzdarî pêşwazî dikir, û wê helwesta Uzun çi difikirin? Gelo Uzun mîrata xwe siyasî û fikrî red nekira, li ser nêrînên xwe yî antî-kolonyal israr bikira û bi wan berçavkan li siyaseta ku ew diezimand, binêriya, ew ê dîsa jî li eywanên Şaredariya Amedê cî bidîta û her sal di salvegera wefata xwe de (bi bernameyên vikîvala) bihata bibîranîn? Ew û Yaşar Kemal wê bibûna wek bav û kur, çapameniya tirkan jî wê tewecuhî wî bikira? Û ka em bala xwe bidin kitêba Uzun a dawî, Ruhun Gökkuşağı, bi tirkî ye. “Afirînerê zimanê kurdî” êdî ber bi tirkî ve meyl dikir. Carna difikirim, gelo Uzun temenekî dirêjtir jiyabûya, wê nivîskariya xwe bi kurdî bidomanda? Tişta ku ez bixwe fam dikim, Uzun her diçû zêdetir li dû tewecuha tirkan digeriya û di nav wê atmosfera siyaseta “biratiya gelan” û “tirkiyelîleşme”yê de jî beloq nedisekinî. Her tişt li gor ruhê demê bû. 

Çima tenê ji wan (Ekola Swêde) tê payîn ku wek Cesaire û hevalên wî nifşekî Negrîtude ava bikirana? Di nivîsa din de qismî be jî bersiveke min heye ji vê pirsê re. Lê ew nedîtiye Aydınkaya, herhal ji ber ku min referansên biyanî nedabû. Çima nivîskarên li welêt ên li eywanên şaredariyan û li saziyên din arzi-endam dikin, nabin muxatabê vê pirsê? Çima napirsin siyaseteke 47 salan rê venekir li ber nifşekî wiha? Gelo rexnekirina yên li ne ber çavê me, ne-nêzîkî me (wek dem jî û mekan jî) hêsantir e loma? Ez nikarim vê mijarê tenê di ser Uzun re nîqaş bikim, gelo di vê de jî israr bikim, ev ê bibe helwesteke domînant? 

Pînik, rovî, mirîşk û rexne

Gelek caran di nîqaşên pir girîng de jî ew analojiyên bi gotinên pêşiyan derdikeve pêşiya me, lê ya rast, di vê Gulana 2025an de, di vê kêliya krîtîk de, di nav vê nîqaşê de ne li benda analojiyeke bi rovî û mirîşkan re bûm. Meseleyeke ewqas giran, temendirêj, parçeyî, tevlihev û piralî çawa di analojiyeke wiha de hilê? Rebenên pêşiyan me bibînin, ew ê bi daran bidin ser pişta me û bêjin, “Ma me ev ji bo rojeke wisa gotiye? Me ev li nav wê jiyana xwe ya besît a gundan gotibû? Ma nabe hûn jî tiştekî li me zêde bikin?! Herin werin gotinên me mînak bidin!” 

Ya din, ger mirov îleh bixwaze analojiyekê bike, divê ya herî dawî ya rovî û mirîşkan be. Ji ber ku, di peywenda nîqaşa me de, kesî ji mirîşkan re negotiye “kiş!” û ew sûcdar nekirine. Rovî jixwe rovî ye, karê wî ew e, daw li rovî nabe ku çima mirîşkan dixwe. Ger bikaribe, mirov rovî dikuje, nikaribe zevt bike, pînika xwe zexm dike, deriyê wê qufle dike filan bêvan. Lê ger mesûlê pînikê, derî vekirî hiştibe, helbet jê tê pirsîn ku çima derî vekirî hatiye hiştin, rexneyeke ji vê rewatir nizanim. Dengê min li vir jî domînant e? Ma em ji xwedî re tiştekî nebêjin ji kê re bibêjin? Ji ber ku em reben in, belengaz in, bindest in, rexneyekê li mesûlê pînika xwe nekin? Em nebêjin te çima hevaltiya rovî kir?!

Ev rasterast ne reva ji rexnekirinê û heta bêje helwesteke apolitîk e jî? Gelo dibe ku ji ber vê Şêx Rizayekî din ji nav me derneket? Karê qelema rexneyê divê tenê teswîrkirin û tefsîrkirina halê pînikê be û xwe bide aliyê xwediyê pînikê û şûrê wî yî zingarî, kêrnehatî? 

Halbûkî hîç hewce nake em guh bidin Shakespeare, tiştên rizî têra xwe li ber çavê me ne. Aydınkaya nîşandana tiştên rizî dihêle piştî micadeleya me ya bi serdestan re? Le heta wê demê tiştekî bê rexnekirin nemîne, em ê çi bikin? Sed sal e micadeleya me naqede, sed sal şûnde wê biqede? Ew jî ne diyar e. Heta kengî em ê xwe veşêrin li pişt vê hencetê? Ji bo min, rexne ji îro ve sazkirina siberojê ye û taloqkirina rexneyê rizînê tenê kûrtir dike, siberoja me tarîtir dike. Ya din, şertê ewilîn yên hemû rexneyan ji îro (dema herî nêzîk) ve ber bi rabirdûyê, ji yên herî nêzîkî min (muqtedîrên li nav me) dest pê bike. Dixwazî ev bavê min be!  

Ev terz, ne karê rexnegiran be, karê rexnegiran çi ye? Teswîr û tefsîr? Rexnekirina aktorên sed, dused, sêsed sal berê? Yanê em rexnekirina îro ji rexnegirên sed sal şûn de bihêlin? Na, ez nikarim vê bikim. Û tişta ez behs dikim helwestek e; helwestek çawa dikare wek jakoben û totalîter bê pênasekirin? Çi hêza min a madî, manewî, leşkerî heye? Ez domînant, jakoben û totalîter bûma, divê min bixwe xêrek jê bidîta, ne? Welew ku wek wî ye, domînatbûn, jakobenîzm û totalîteryanîzma min û ya PKKê heman tişt e an dixwaze ji PKKê re hevalan çêbike, wê normalîze bike? Gelo Aydınkaya heta kengî wê ji rizînê re tehemil bike an çi biqewime wê bêje êdî bes e û rabe ji ser sifreya rêxistinê û serokê wê?

Bi qasî dizanim, li hemberî karakterên Achebe rêxistinek 47 salî, îlegal û ewqas riziyayî tunebû. Di vir de ti referans têra me nakin. Şert û mercên me mecbûr dikin ku em bixwe bibin referans. 

“Jin jiyan azadî”

Li gor Aydınkaya, ji siyaseta PKKê tişta di destê me de maye teoriya Rojava û “jin jiyan azadî” ye. Vega nikarim ji Bakur derkevim lê wek jinekê ji bo “jiyan jiyan azadî”yê tiştekî nebêjim nabe.

Pêşî Îsa û heqîqet. Ev analojî ne li gor min e û ne îmtihaneke giran e jî. Ev du vebijark bêtir xitabî kesên oldar dike; divê tercîhkirina yekê zehmet be ku îmtihan giran be. Ez ti carî nebûm keseke oldar an di tercîhên min de hêmanên olî rol nelîstine (mîna hin sekulerên me, vê wek marîfet be nabêjim) û loma ev îmtihaneke sivik e ji min re. Îmtihanên min î giran di navbera vebijarkên sekuler de çêbûne hertim. Yek ji wan, azadiya neteweyî an azadiya zayendî? Nikarim yekê ji wan hilbijêrim. Çima li herduyan jî xwedî dernekevim û ji yekê feragat bikim? Ya herî girîng jî, ger ew “azadî” jî, bi dîtina min, wek cureyek afyonê li dijî azadiya neteweyî nehatibûya emilandin û iteata bo Serok/Mêrekî tixûbên wê xêz nekiribûna, belkî heta radeyekê dilê mirov piçekî hênik bikira. Me dikaribû azadiya neteweyî û ya zayendî bi ser hev vekin û bikin yek, me nekir; dîsa jî ne dereng e, em dikarin, divê bikaribin.

Jêrnîşe

1- https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-33

2- Dipesh Chakrabarty, Avrupa’yı Taşralaştırmak, wer. İlker Cörüt, weş Dergah, 2011, Stenbol.

3- http://blog.kovarazarema.com/zimane-male-hegemoniya-li-male/

4- Vêga behsa meseleya Filistînê nakim, bi ya min ew divê mijareke serbixwe be di vê nîqaşê de, ger Aydınkaya jî qebûl bike.

6- Anita Shapira, Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst, weş. Avesta, Stenbol, 2023. r. 366.

7-  “Milliyetçiliğin Feminist Savunusu” https://serbexoyi.com/files/90.pdf û di nav Kürt Çalışmaları, Bahar Akademisi, weş. Weqfa İsmail Beşikci, 2020, Stenbol.

8- Fırat Aydınkaya, “Yeni Kürt Milliyetçiliğinin İnşası ve Yeni Kürt Orta Sınıfının “Pasif Devrim Ütopyası,” Dipnot, 2011. Stenbol. Li wêneyê ser berga kovarê, ala neteweperweriyê berê hêwirzeyekê dide serê zinarekê, hindik maye ji zinarê bikevin xwarê (Rojnameya Bangkok Post, 30 Hezîran 2008). Loma berga kovarê derbarê naverokên nivîsan fikreke giştî dide me. 

9- “Romannûs wek Mamoste”: http://blog.kovarazarema.com/romanus-wek-mamoste-1/

Share.

Leave A Reply