Kêmasiyên “Ekola Swêdê” Ji Me Re Çi Dibêje?
Fexriya Adsay
Bi nêrîna min, di nav lîsteya me ya dirêj a kêmasiyan de, nebûna nîqaş û polemîkên nivîskî yek ji yên herî girîng e. Di vî warî de ji pêşiyên me mîratek nemaye ji me re û wer xuya ye em ê jî zêde tiştekî nehêlin li dû xwe. Çendîn sedemên vê hene helbet lê di vê nivîsê de ez ê li ser van sedeman nesekinim; vêga tenê dixwazim vexwendinekê bikim ku em bi hev re bifikirin: em çima bi nivîskî (devkî jî zêde tuneye) bi hev re nîqaş nakin, çima polemîkên me û arşîveke me ya polemîkan tuneye/tunebe? Ji niha şûnde çima tunebe?
Meseleya nîqaşa nivîskî an polemîkê ku demek e di hişê min de diçû dihat, piştî nivîsa dawî ya Fırat Aydınkaya, Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û Ekola Swêdê [1] rihetî neda min û min got ji niha çêtir tuneye. Ji dêvla ku em tenê aqil bidin hev an ji tunebûna wê bigazinin, hewla berterefkirinê wê bi xêrtir be herhal.
Di yekemîn hejmara Wêje û Rexneyê de, li ser romanên Fırat Cewerî û binavkirin û bênavhiştina mekanên li Kurdistanê nivîsandibû [2] û qedera lehengên romanên Cewerî, hilbijartina lehengan, nexasim lehengên jin ji bo nivîseke din hiştibû, lê min ew nenivîsand. Loma kêfxweş bûm ku Aydınkaya ev nivîs nivîsand û nehişt ev mijar bêyî ku bê nîqaşkirin derbas bibe, bê jibîrkirin. Ligel vê, Aydınkaya him romana Cewerî Ez ê yekî bikujim bi riwangeyeke cuda û kêrhatî dinirxîne him berê rexneyên xwe bi giştî dide “ekola Swêdê.” Bi vî awayî, rê li ber nîqaşên nû vedike an îşteha mirov vedike ku têkeve nav nîqaşekê.
A rast, ev nivîs, mîna nivîsên din ên Aydınkaya, dikare ji çendîn aliyan ve bê nirxandin an di ser vê nivîsê re mirov dikare çendîn mijarên din jî ji nîqaşê re veke. Lê di nav sînorê vê nivîsê de ez ê hewl nedim hemû tiştên di dilê xwe de bibêjim û bêtir meseleya “îdeolojî”yê nîqaş bikim da ku him gelek tişt nekevin nav hevdu û di nav hevdu de winda nebin.
Gelek caran nivîskar di nav sînorê nivîsekê de giraniya xwe dide ser aliyekî mijara xwe û hin aliyên hêjayî nîqaşên dorfirehtir di taldeyê de dimînin. Ev nayê wê maneyê ku di wê mijarê de nêrînên nivîskar tuneye an lawaz in, ku jixwe ji bo Aydınkaya em ê nikaribin vê bibêjin. Meseleya îdeolojiyê jî mijareke wisa ye ku hêja ye bê vekirin û dirêjkirin. Loma ev nivîs, ji rexnekirin an tesbîta kêmasiyan bêtir, wek destpêka diyalogekê an rê vekim li ber Aydınkaya ku nêrînên xwe bi awayekî dorfirehtir bi me re parve bike. Lê ji vê girîngtir, dil dikim nîqaşa me, wek du kesên derdê wan yek lê fikr û rêbazên wan cuda, bibe hewleke berterefkirina kêmasiyeke me û ji serfirazî an biserketinê bêtir, aliyê afirîner û sûdbexş ê nîqaşkirinê derkeve pêş.
Çavdêriyên sosyolojîk û rexnegirî?
Berî ku têkevim nav mijara esasî, hevokek heye ku nikarim di ser re derbas bibim. Aydınkaya dibêje, “Romanên xwe pirê caran ne bi felsefeyê bi çavdêrîya sosyolojîk û rexnegirîyê dihûnin. Feqet problem herhal reva ji îdeolojîyan e. Him Cewerî, him Metê di hevpeyvînên xwe de sarbûn û reva ji îdeolojîyan wekî sekneke pozîtîf nişan didin?” Tesbîta “çavdêriyên sosyolojîk” zêde bala min kişand. Bilakîs, bi min, di romana Cewerî de pirsgirêka sereke kêmbûn/lawazbûna çavdêriyên sosyolojîk in. Jixwe ji rexneyên Aydınkaya bixwe jî diyar dibe bê Ez ê yekî bikujim ji sosyolojiya me çiqas dûr e an çavdêriyên sosyolojîk bêpar in. A din, diyar e ji çavdêriya civaka xwe bêtir çavdêriya lehengên Dostoyevskî kiriye.
Û rexnegirî. Belê, di romanên Cewerî de, lê herî zêde di yên Metê de rexnegirî derdikeve pêş. Lê gelo mesele hebûna rexnegiriyê bixwe ye an ne-estetîkbûna wê ye? Rexnegirî bixwe çima bibe sedema qelsbûna berhemeke edebî? Çima dema Dostoyevskî bi “çavdêriyên sosyolojîk” û “rexnegirî”yê dinivîse şahberhem jê derdikevin, lê yên me çima lawaz dimînin? A rast, ji miqayeseyên wiha bênaverok an bêyî îzahetên berfireh hez nakim, lê têkevim nav jî wê nivîs pir berbelav bibe, loma aniha bila wek pirseke heqîqî, ne wek amraza kêmdîtina nivîskaran, bila li vir bimîne. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka nivîskarên me ye, pirsgirêka me bixwe ye. Em bixwe çiqas mîna ûrisan e an Kurdistan çiqas dişibe Ûrisyayê? Çanda rexnegiriyê bixwe çiqas xurt e ku estetîka wê xurt be?
Di vir de rexneya min a li Cewerî ew e ku terz û naveroka rexnegiriya wî ye. Rexnegiriya Cewerî, mîna rexnegiriya me giştî, çima texeyuleke maqûltir/çêtir tesewir nake? Alternatîfa milîtanbûna rêxistinekê çima “qehpik”bûn be?! Di navbera du seriyên zid de tiştek tuneye? Halbûkî sosyolojîya me gelekî rengîntir e û çeşîtdartir e. Em li derdora xwe gelek kesan dibînin ku ji ber xebatên xwe yî rêxistinî hatine girtin, îşkence dîtine, ji van hinekan digel hemû zextan xebatên xwe domandine, lê gelek jê jî têkçûne an bi sedemên cûrbicûr jê dûr ketine, xeyidîne, veqetiyane… çima ev nikare bibin leheng lê nivîskar yeka bûye “qehpik” disêwirîne? Ev çiqas encama “çavderiyên sosyolojîk” e?
Tofana a Hesenê Metê yê ku di edebiyata kurdî de xwedî ciyekî mustesna ye, mîna piraniya berhemên wî aliyê wê rexnegiriyê pir xurt e. Yên xwendine dizanin ku tê de bi awayekî alegorîk rexneyeke pir tûj heye li PKKê û serokê wê. Ji bo min bixwe pirsgirêka novelê ne ev e, baş kiriye ku rexne kiriye, lê ev novel bi giştî nerihetiyekê jî çêdike bi min re. Ew jî teswîra kurdayetî û Kurdistanê ye ku wek alternatîfa modela rêxistinê pêşniyaz dike an li ber dilê me xweş dike. Çi ecêb e ku em wek alternatîf serdema mîrektiyan dibînin li ber xwe. Di sedsala 21mîn de, di vê serdema modern a netewe-dewletan û modelên wê yî cûrbicûr de, serdema mîrektiyan a dused sal berê ye alternatîfa tesewira siyaseta îro? Li hember (ne ti)modelbûn û şîdeta hilweşîner a PKKê em ê xwe bispêrin modeleke dused sal berê? Gelo nivîskarên me çima nikarin alternatîfên nû yên bi serdema xwe û bi sosyolojiya civaka xwe re lihevhatî bisêwirînin? Rexneya min a heri mezin a li “Ekola Swêdê” ev e. Ev helwesta nivîskaran, bi ya min, hinekî ji ber bêfikirbûn an ne-afirîneriya rexnegiriya me bixwe ye jî. Heta ku di civakekê de fikrên cuda li ber guhê hev nekevin, nîqaşên fikrî tunebin, hin îstisna hebin jî, bêjenebêje edebiyata wê jî kulek dimîne.
“Îdeolojî”
Em werin behsa îdeolojiyê. Belê, bala min jî pir kişandiye ku Metê û Cewerî her tim dijberiya xwe ya li îdeolojiyan îfade dikin. Lê ne herdu nivîskar ne jî Aydınkaya ji me re nabêjin ev çi îdeolojî ye/ne û çima îdeolojî ne tiştek e an her tişt e. Herçiqas ew hersê bi nav nekin jî em fam dikin (an ez wiha fam dikim) ku ev îdeolojî sosyalîzm e. Rast e, îdeolojî ne tenê sosyalîzm e, yên din jî hene mîna lîberalîzm, îslamîzm, neteweperwerî… Lê ya ku li ser siyaseta me ya herî kêm a şêst-heftê salên dawî bandoreke kûr hiştiye sosyalîzm û lîteratura wê ye ku herî zêde hatiye xwendin û wek referans hatiye nîşandan, zêdetir dibe mijara nîqaşan. Ji paşxaneya Cewerî û Metê jî em dizanin ku demekê nêzîkî sosyalîzmê bûne, lîteratura wê bandor li wan kiriye lê paşê mesafe kirine nav xwe û wê. Digel ku ev behsa “ideolojî ne tiştek e” bi min jî bêkêr û ne-afirîner e, fam dikim ku sedema vê mesafeya wan ew bandora neyênî ya li ser siyaseta me û bi giştî bandora wê ya neyênî ya li ser hişmendî û nasnameya xwendeyên me, vizyon û texeyula me ya siyasî ye. Aydınkaya jî tiştekî nêzîkî “ideolojî her tişt e” dibêje û wî jî fam dikim wek kesekî di nav siyaseta bakur a çil salên dawî de politîze bûye, bi qasî ku ji nivîsên wî nas dikim.
Ez ê hewl bidim derkevim derveyî vê dîkatomiya netiştek/hertişt û bipirsim gelo me, “Ekola Swêdê” û xwendeyên li welêt bi tevahî, ev meseleya “îdeolojî”yê çiqas bi kûrahî nîqaş kiriye? Li vir, divê pêşî behsa Hesenê Metê bikim ku di Smîrnoff [3] de em şopên rexneya bandora fehma şablonîk a sosyalîzmê ya li hin siyasiyan/kesan dibînin. Lê bi giştî diyar e, ew jî pir bi ser de neçûye, li ser fehmên cuda an texeyuleke alternatîf nefikiriye. Li welêt (Bakur) jî nexasim mixalîfên “tevgera siyasî” (ev gotina Aydınkaya ye, ez ê navê wê bibêjim, PKK), rexneya wan a sereke ya li siyaseta PKKê “îdeolojîk”bûna wê ye.
Li vir kêşeya bingehîn ew e ku peyvên “îdeolojî” û sosyalîzmê li şûna hev tên bikaranîn. An na, ma neteweperwerî jî ne îdeolojî ye? Siyasetek me li ser esasên neteweperweriyê hebûya, ew ê jî bi îdeolojîkbûnê bihata rexnekirin? Ma ne mirov dikare bibêje ku îdeolojî ew berçavkên serdema modern in ku em pê li cîhanê dinêrin, hewl didin wê fam dikin, şîrove bikin. Encama bêîdeolojîbûnê nabe xwedûrxistina ji fikrên serdema modern? Nivîskar û rexnegirên me yî “îdeolojiyê” rexne dikin, çi dixin dewsa wê? Ne “îdeolojî” lê çi? Ji bo Aydınkaya çima her tişt “îdeolojî” ye? Qet pirsgirêk tuneye di têkiliya me ya bi “îdeolojî”yê re?
Xwende û siyasiyên me bi “îdeolojî”yê çi kirin?
Aydınkaya dipirse, “Gelo çima di edebîyata me de keçên kurdan bi qasî Vera Pavlovna ya Çernişevskî … Lisaya Dostoyevskî, Estera cihûyan nabe?” Lê ez ê kirdeya pirsa wî an babeta miqayeseyê biguherînim û berê wê bidim aliyekî din: Çima di dîroka me ya heftê salên dawî de ku giraniya wê bêtir li ser fikra sosyalîzm û çepgiriyê bû, sosyalîstekî kurd bi qasî Berl Katznelsonê [4] Israîlê nabe? Çima neteweperweriya me bi qasî siyonîzma Berl Katznelsonê sosyalîst, rêbazek me ya resen mîna ya Gandî çênebû/çênabe? Çima heta îro fehm û xwebaweriyek epîstemîk a sosyalîstên me çênebûye ku mîna Katznelson kirasê welat û civaka xwe li sosyalîzmê bike û modelekî aidî xwe jê derxîne? Çima em li ser têkiliya navbera qelsbûna edebiyata xwe û bêfikirbûn û xwenebaweriya xwe ya epîstemîk nafikirin?
“Ekola Swêdê” û xwendeyên din ên kurd ên di çaxa wan re ew modernîzma jakoben, asoteng û qure bêtir di ser sosyalîzma qebe û teqlîd re nas kirin. Piştî ku PKK tenê wek aktoreke siyasî li ser piyan ma, wek ku berpirsa wê fehma seqet a çepgiriya teqlîd be hat dîtin û helwesta wê ya dij-neteweperwer wek encama sosyalîzmê/“îdeolojiyê” hat şîrovekirin. Halbûkî ev meseleya serdestiya sosyalîzma qebe û dij-neteweperwer, dij-oldar [5] a li nav xwendeyên me ne tenê diyardeyeke aidî Bakur û PKKê ye, gelek tiştên hevşib dikare ji bo xwende û rêxistinên Rojhilata Kurdistanê jî bê gotin û bi awayekî cuda ber bi parçeyên din jî bê berfirehkirin. [6]
Rewşenbiriya qerac
Dizanim, rexneya li şêst-heftê sal berê û aktorên wê hêsan e û ger ev bê empatî bê kirin ji bêqîmetkirinê wêdetir naçe. Derdê me famkirin û lixwezêdekirin be, em mecbûr in kûrtir bajon. Ma dewra wan de, li metropolên Tirkiyeyê bi tedrîsata zanîngeh û mamosteyên tirk, bi wergerên tirkî, xwendinên tirkî û li ber wî bayê xurt ên cihanê ciwanên li dor bîst salî wê çawa û bi kîjan sermiyana çandî û întelektuelî kirasekî nû yê Kurdistanî li sosyalîzmê bikirana?! Gelo mimkun bû aqlekî wan î xweser an terzeke wan a fikirînê ya otonom hebe ku bikaribin teoriyên nû li bêjinga xwe bixin? Ger îro em ê fehma siyaseta me ya çepgir rexne bikin jî, divê ev xwe bispêrin nirxandineke herî kêm heftê salên dawî. Digel ku derfetên me ji yên şêst-heftê sal berê zêdetir in, rewşenbîriya me ya îro hê jî bêpar e ji wê feraset, hişmendî û wêrektiya ku li ser vê serdema nêzîk lêkolînên kûr bike û riwangeyên nû, riyên nû pêşkêş bike. Em bi îtina ji vê serdema nêzîk dûr disekinin an ji çend nirxandinên şablonîk wêdetir naçin. Loma em ji hawizê zanîneke hevpar an mufredateke hevpar, repertuwareke hevpar a xwendin û şîroveyên rexnegirane jî bêpar in; nirxandinên li ser rewşa me ya îro bêbingeh û nîvco dimînin. Çi dimîne, dimîne reva ji îdeolojiyê û siyasetê! (Reva ji siyasetê bila ji nivîseke din re bimîne.) Tevî vê, di ser edebiyatê re derfeta nîqaşkirina hin mijaran jî ji destê me diçe. Ji ber ku di nav kuliyata nivîskî ya kurdî de berhemên edebiyatê, gavê, ji yên qadên din zêdetir in û bi kêmasiyên xwe jî, qelsbûna xwe jî gelek tişt dibêjin ji me re.
Ne “Ekola Swêdê” li rabirdû û tecrubeyên xwe vegeriya, nirxand û bi awayekî wêrek analîz kirin û hin encam jê derxistin, riyên nû dan ber xwe, ne jî xwendeyên li welêt bixwe bi ser dîroka xwe ya nêzîk ve çûn û tecrubeyên wan analîz kirin, rexne kirin, ji xwe re li fikr û riwangeyên nû geriyan. Loma ye ku hin nivîskar bi dijberiyeke bêalternatîf man, rexneyên xwe domandin, hinekan jî rabirdûya xwe danîn aliyekî û bê lêpirsîn ji “nîmet” û derfetên populerkirina siyaseta serdest a li welêt îstifade kirin. Wek encam, sosyolojiya civakê li aliyekî, li ser navê gerdûnîbûn, pirçandîtî, biratiya gelan, humanîzmeke vala, xwedûrxistina ji sosyolojiya civakê (îdeolojiyan û siyasetê!) wek marîfet hat dîtin.[7] Tevî vê, li welêt ligel hegemonyaya dewleta dagirker, siyaseta PKKê jî li gor derfetên xwe hegemonyaya xwe ava kir û wê jî bariyerên xwe danîn ser riya çeşitdariya fikrî û rexneya navxweyî. Van cot-bariyeran him li ser edebiyatê him li ser rexneya edebiyatê bandora xwe hiştine û bêyî ku em bala xwe bidin vî aliyî, tesbîtkirina kêmasiyên edebiyatê riya hêsan e, bi ya min.
Welhasil, nexasim di nav sergêjiya me ya îro de, wê gotina meşhûr a Spivak li me adapte bikim an kirasê me lê bikim: di nav ewqas bariyeran de, gelo em dikarin bifikirin?
Jernîşe
1.https://botantimes.com/firat-ceweri-heqiqeta-romane-u-ekola-swede/
2.“Bîreweriyeke Birîndar: Bênaviya Welatekî û Bajarên Wî, Di Romanên Fırat Cewerî de Bîreweriya Nivîskar û Rewşenbîriyê” Wêje û Rexne, hej. 1, sal 2014, r.152-161.
3. Hesenê Metê, Smîrnoff, Avesta, 2001, Stenbol.
4. Anita Shapira, Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst: Berl Katznelson (1887- 1944), wer. ji îng. Fahriye Adsay, Avesta, 2023, Stenbol.
5. Fırat Aydınkaya di peywenda Cegerxwîn de qismen behsa vê dike: http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-cegerxwin-k-rt-sosyalizmine-giri-ya-da-cibril-sosyalizm-33
6. Meleke Mistefa Sultanî, Siha Qeleberdê li ser Elmane û Talesiwarê, ji soranî: Ziya Avcı, Avesta, li ber çapê ye. Ev kitêb jî çavkaniyeke girîng e li ser têkiliya çepgirî û neteweperweriyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û ji bo miqayesekirina bi Bakur re: Abbas Vali, Sürgünde Kürt Milliyetçiliği, wer. Zerî İnanç, Dipnot, 2021, Stenbol.
7. Di vî warî de, nexasim ji bo Mehmed Uzun, bnr. Fexriya Adsay, “Daxwaz û Endîşeyên Îroyîn di Romanên Dîrokî de”, di nav Remezan Alan û E. Öpengin, Tîr û Armanc, Peywend, 2014, Stenbol; nivîsa di Wêje û Rexneyê de, hej. 1, sal 2014, r.152-161.
3 Şirove
spas Fexrîye xan, nivisa te hingivîneke baş, xwedî naverok e, lê bi fikra min natemam e. Belkî em di edebîyata me de bikaribin behsa “ekola Swêdê” bikin lê ev “ekol” bi van her sê nivîskarên me nikare were şirovekirin. Bêguman ev her sê nivîskar dikarin li ser vê ekolê bên hesabkirin lê ne model in ji vê “ekolê” re. li Swêdê edebîyata kurdî ne bi tenê di çend roman û novelên medyatîk de form girtiye! ji salên 19980 heta bi salên 2000an bi sedan kovar, rojname û pirtûkên cur-becûr çap bûne. çawa Ji teref fizîknasan ve ku maddeya reş wekî hêza gerdûnî ya bingehîn tê ditin, ev jî wisan e! Wekî ketina nav mijarê baş e lê ku hûn bixwazin li pîvanan bigerin divê hûn lêkolîna xwe berfirehtir bikin! Ev her sê nivîskar nikarin normativ bin!
Fexrîiye Xanim, Rojbaş. Ji bo nivîsa te ya li ser ekola Swêdê M. Alî K. Bersîvek baş daye te û bala te kişandiye ser rastiyê.
Haya te û F. Aydinkaya ji ekola Swêdê tune. We belkî xeynê pirtûkên Firat Cewerî, Hesenê Metê û rahmetî M. Uzun pirtûkên nivîskarên din nexwendiye.
We jî xwe re şîroveya ekola Swêdê kiriye.
Ji we re serketin…
Bimîne di xweşiyê de.
Rojbaş birêz M. Ali Kut,
Em spas dikin ji bo peyama te û li me biborin ji bo vê bersiva derengmayî. Belê, ekola Swêdê ji sê nivîskaran ne îbaret e, û heta belkî ev binavkirin bixwe jî ne rast be. lê ji ber ku me heta niha ez mesele nîqaş nekirine, gelek mijar ketine ser hev, û wek ku tu dibînî nîqaş ber bi aliyekî din ve çû. “Ekola Swêdê” wek detay ma, hêvî dikim rojên pêş li ser vê babetê nivîsên taybet bên nivîsandin. û dibêjim ev derfeteke baş e, cenabê te û kesên din jî daxilî vê nîqaşê bibin û agahiyên berfirehtir bide, wê nîqaşa me rengîntir bibe, em ji her cure rexneyê re vekirî ne. Ligel silavan