Digel ku ji ger û geştê pir hez dikim cara pêşî ye li ser gerekê dinivîsim. Dema em hê li Rojhilat bûn, di navbera xwe de dipeyivîn ku divê em li ser vê gerê û bi taybetî li ser hestên xwe binivîsin. Çawa ku em ji sînorê Rojhilat derbasî Bakur bûn, min peyama Abdullah Keskin a çend roj berê dît ku dipirsî ma ez li Rojhilat im. Di dewama diyalogê de got divê tu binivîsînî. Piştî ku min bendewariya wî jî dît (berê jî hin hevalan digotin divê binivîsim, Ferzan Şêr hê deh sal berê gotibû), bêtir motîve bûm binivîsim…
Author: Fexriya Adsay
Ez kêfxweş im ku ev nîqaşa navmalî ya min û Firat Aydinkaya heta vir hat û hêvî dikim bi hevkariya hin hevalên din jî berfirehtir bibe û riya diyalogeke sûdbexş vebe. Rast e, bi qewlê Aydinkaya, di nav civaka me de nîqaş û rexne heye, ne ku tuneye, lê ev nîqaş piranî di nav civateke pir piçûk de dimînîn an li ser medyaya civakî nîvco, belavela û gelek caran bêuslûb, tên kirin. Mixabin, dezavantejeke medyaya civakî ew e ku pir demkurt ê û nivîsa li wir dişibe mîna nivîsa li ser avê, winda dibe diçe, nahêle lîteratur an arşîveke nivîskî…
Çanda di Navbera Şi`rîyet û Eqlanîyetê de Ji soranî: Îbrehîm Şadman Ji ber teknolojîyê, mirov di her demê de şêwaza jiyanê ya di navbera çandên cûda de dinase, hin yekan heya asta heyirîtîyê derbas dike, herwiha binaxeya sedemên bingehîn ên cudahîya çandê û binçîneyên cîhanbînî û fikrî yên ku van cudahîyên jîyînê dirust dikin; ji wan re dibe pirsyar. Di vê gotarê de, em ê ji bo îdîaya xwe delîl û argumanan pêşkêş bikin, li gorî me Rojhilat bi mêzekirina jîyana Rojavayê û bi berawirdkirina wê bi jîyana xwe re, li dû jîyaneke hêja digere. Di vê navberê (ji bilî…
Hisamedîn Xakpûr ( HIWA ) Cemal Nebez (1933-2018), yek ji damezrênerên kurdolojiyê, 60 salên ji temenê xwe yî 85 salan daye lêkolînkirin û nivîsîna li ser meseleya kurd û Kurdistanê. Ligel nivîsandina gelek kitêbên bi zimanên cuda yên mîna kurdî, erebî, almanî û îngilizî yên li ser meseleya kurd, tecrubeyên xwe ku wek parçeyek ji geşedanên sedsala bîstemîn jiyaye, li lêkolînên xwe yî gişgir û pirdisiplînî zêde kiriye. Di berhemên xwe yî li ser meseleya kurd de îfadekirin û binyadeke taybet pêşkêş kiriye. Li gor Cemal Nebez, kurd neteweyek e bi dîrok, welat, cografya, ziman, çand û ya girîngtir, bi…