Humanîzmaya Fantastîk di Siyaseta Kurdên Bakur de

Mihemed Şarman

Kurte

Humanîzmaya fantastîk xwe di wê rewşê de dide der ku bêyî mirov kêşeyên navmalî çareser bike ji ber giraniya wan an ji ber hin sedemên derveyîn yên provakatîf meriv berê xwe bide meseleyên din. Henûniya nav kurdan gelek caran bi lîstikên siyasî, bi teoriyên çewt bûye sedema pişaftin û armancşaşiya wan. Divê Kurd vê yekê baş ji hev veçirînin, ne bi teoriyên dûrî meseleyan, bi awayekî nû, bi zelalî li mijara xwe hûr bibin. Ev gotar hewl dide ku nimûneyên humanîzmaya fantastîk di nav civak û siyaseta kurdên bakur de nîşan bide û di dawiyê de balê bikişîne ser hin sedem û astengiyên siyasî.

Destpêk/Hişyarî

Ji tecrûbeyên xwe yên şexsî dikarim bibêjim ku nivîskariya li ser kurd û Kurdistanê li gorî tiştine din pir zehmet e, digel vê zehmetê tevliheviyeke berfireh, negengazbûna dirustkirina çarçoveyekê, çend rengên din ê girîng ê vê zehmetkêşiyê ne. Hin sedemên vê pirsgirêka eşkere, têra xwe berbiçav in: Tunebûn an kêmbûna keleporeke akademîk, têgehên ilmî, nerînên rewşenbîrên kurd ên dûrî sosyolojî û psîkolojiya kurdan, qirêjiya teoriyên neguncav li ser epîstemolojiya kurdan (feodalîzm, kemalîzm, torevanî) dûrketina ji nerîneke neteweyî, nexweşiyên ruhekî kolonyal -ji bo min ev têra xwe problem in- qirş û qalên li ser nerîneke zelal, zêdebûna mijaran -lewra zeviyeke bakir û adan a topografya ruhê kurdayetiyê.

Digel van yekan hin sedemên nediyar, nepen jî hene wek superego (egoya sîwan), siyaset û tevgerên kurdan ne yek û celebek e, ev halekî şîzofrenî derdixe holê da mirov nikare angaştekê tenê li ser hîmekî ava bike da ku bikare bi hêsanî derbirîne. Heya mirov dikare bibêje hilbijartina mijarekê ji nav mijaran, paldayina wê li ser teoriyekê bi tena serê xwe dikare bibe gotar, yanî ji naverokê wêdetir rêbaza nivîsê bi serê xwe dikare tiştne girîng bibêje ji mirov re. Belkî di vê pêvajoya zehmet de ji gotarên ilmî wêdetir şîrove lazim in li ser me, mirov ji gotaran bêtîr berê xwe bide cureyê ceribandinê per û baskê mirov bêtir azad dibe, derd û derman derbirîne.

Di vê nivîsê de em ê li ser tebîeta kesayeta kurdan (kurdên Bakurê Kurdistanê) û nerîna siyaseta wan a li dinyayê bisekinin. Ev nerîna ku bi awayekî xwezayî (?) ava bûye, bûye pencereyek ji siyasetê re, li ser destê serok û siyasetmadarên kurdan kemiliye, bêhn li texeyulên neteweyî, kurdewarî çikandiye, ew ji rêza qedrê xistiye, toqa lanetê bi stû ve dardakirî ye ku têra xwe problemên mezin di nava xwe de dihewîne.

Ji van probleman ya herî mezin û navdar em ê bi têgeheke nû “Humanîzmaya Fantastîk” bi nav bikin. Ewil, ji vê têgehê qesta me çi ye bi kurtasi wê were diyarkirin piştre bi berfirehî bi saya mînakan rabirdû, pêşeroja vê nerînê -lewra bi me êdî ketiye hikmê îdeolojiyeke tam- were destnîşankirin. Di dawiyê de çend tesîrên “Humanîzmaya Fantastîk” ên neyînî heya dijminayî li ser rewş û siyaseta kurdan bi paradîgmaya nexwestina dewletê were peyîtandin.

Mînakên me wê bi tevahî ji nav kurdan bin, ev mînak wek paradigmayekê tiştine celeb celebî di nava xwe de dihewînin em ê vê yekê jî bi saya jêrenotan zelal bikin.

Kurtedîroka nazariya humanîzmê

Wek tê zanîn dîroka humanîzmê ji yewnaniyên kevin heya roja me tê. Ji bo nivîsa me ji tekamula humanîzmê bêtir fehmkirina vê nazariyeyê li ser vê axê girîng e. Humanîzm dij skolastîzmê ye, mirovî dixe navenda hizra xwe, cihê ku xweda an xwedayan dagirtiye bi ruh û bedena mirovan tijî dike. Humanîzm wekî her fikra nû gava ku li ser devê çend feylesofên navdar ket (ss.18-19) pêşî lî nav rewşenbîran piştre li nav gel zor qewî olan da. Gelek kes bi niyeta qiblenameyeke xwerû û paqij, nazariyeke tekûz, dorpêçkirî ji ber serê xwe nedan aliyekî. Lewra çiqas erdemên bêhempa hebûn di nav xwe de dihewandin, behsa başî, wekheviyê dikir. Pişta xwe dida fitrata mirovatiyê ku meriv li ser başî, paqijiyê û safiyeteke bêhempa dihate dinyayê. Mealen wiha digot: Lê mixabin newekheviya dezgehan, li ser destê navdar, seraktor û mezinên niyet xirab ev reha saf xerab dibû. Ger meriv ev nakokî, nebaşî ji holê rakirana, nifşê nû li ser vê nazariyê perwerde bikira dinyayê têra xwe xweş, mirov bes baş bûna.

Humanîzm fikrek e ku tovê wê di serdama rewşeniyê de hatibû çandin, di destpêka modernîzmê de jî kemilîbû. Lê piştî demeke kin bi êrîşên Freud, Nietzsche ku her yek di warê xwe de zor gewre bûn, ev fikra han berovajî bû rohniya fitrata saf a mirovan, li ber tariya derhişî têkçû. Mirov ne kupekî tijî başî, ne jî qumaşekî safî paqij bû. A din ji bilî hiş, derhiş jî hebû û têra xwe fireh bêbinî, bandorker bû.

Ku mirov geşandin an tekamula kesan û ya civakan bide berhev li ser nerîneke paralel, mirov ê bikare tiştne balkêş bibîne, her çiqas ev gelemperîkirin an şibandin weke her şibandinekê bi xwe re hinek kilimkorî jî bîne ji ber zelaliya hin meseleyan heya derekê dikare cansivikiyekê bide hiş. Belkî mirov dikare humanîzmê wek pêvajoya balixbûna mirovan (14-18 salî) bibîne ku hê tu fikra nû, agahdarî ne dikare li ser piyên xwe bisekine, li cihê xwe biedile. Axaftin û sekna vê pêvajoyê ji zanîneke vekirî, nerîneke kûr, kemilandina hiş wêdetir ji milkê xeşimî û fikir û ramanên pir şexsî tên. Lewra her xeşîm zû biryar dide, baweriya xwe lez bi tiştan tîne di dawiyê de, di nava xeyal feramoşî, hewldaneke badilhewa de dişikê, li ber xwe dikeve. Humanîzmê jî bi coşeke mezin bi gotinên qerase dest pê kir li ser boçika xwe kete xwarê. Lê ne li Rojava li Rojhilat di nav hin civak û partiyan de hê jî bi nerîneke anakronîk hatiye xemilandin. Pişta wê humanîzmê li fitrata saf, berê wê li asoyên fireh lê rêveçûna wê têra xwe ji pêsîrên mazoşîzmeke veşartî dimêje ji bo kurd û siyaseta wan.

Digel vê serencama humanîzmê, ew jî weke gelek têgeh û nazariyan ji wateya xwe berfirehtir an xelet hatiye famkirin. Tişta li Tirkiyeyê û Kurdistanê an li Rojhilat hatiye serê Komunîzm, Marksîzm, Sekulerîzmê hatiye serê humanîzmê jî. Ev kome têgeh bêyî paşxaneya wan were zanîn, bi ilm were xemilandin bi awayekî teng, şolî, bi malhaziriyeke erzan ve hatine famkirin. Humanîzm digel kêmasiyên xwe, ji wesfê xwe yê adan û giran bi mudaxeleyeke gundîti, kevneşopî, di nav kirasê pozbilindiyeke ji xwe wek “ev yek li ba dê û bavê me jî hebû,” bi paldayina romantîzmeke sivik bi tenê bû navê guldesteyeke hezkirinê. Hezkirineke bêwate, bêbinyad, bêpergal, ji xem û gumanên mirovî şuştî; ji nebaşî, nediyariya derûniya mirovan bêxeber; hay ji pêş û paşiya xwe tune, ji bilî tevger û kedekê li hember her tiştî, bû nav û nîşaneyeke pasîf, gewezetiya li ser dîrokê. Ji bo tirkan xweş binyada çîrokên biratiya vala, tundewar ji bo kurdan daberkirina belangaziyê hewar gihandina xizirî tevî dinyayê.

Di vê nivîsê de jî mebesta me ji humanîzmê, ji koka wê wêdetir li ser rewşa wê ya dawî û lokal divê bê famkirin.

Humanîzmaya fantastîk

Ku mirov ji gotin, axaftinên -rabêja siyaseta kurdan- siyasetmedarên kurdan, nivîs û gotarên rewşenbîran, helbest û hin romanên nivîskaran bigirin heya daberkirina mirovekî asayî yê kurd li ser xwe, li civaka xwe binere mirov di cih de rastî geremoleke humanîzmê, peyitandin, xêzkirina ruhê vê nazariyê tê, di nav behra hezkirin û başiyê de, bêyî soberiyê bizane (kakilê Humanîzmê) bêyî parsatgehekî (zelalbûna zanînê) dike ku bixeniqe.

Bi rastî hin caran ku mirov guh dide van yekan an wan dixwîne dibêje qey Îsa Mesîh ji nû ve hatiye di nav xizaniyeke bêhampa, pêxwas, bêwestan bênavber her û her dibêje em baş in ka hûn jî baş bin. Te şîmaq li min da ha kerem bike yeka din jî pê ve dayîne. Bi hezaran mirov hatine kuştin, tişt nabe formatekê bikişîne em ji bîr bikin, hêrs tiştekî xeter e, ne baş e ji xwe mirov divê bêhêrs be (!), divê bizane hêrsa xwe daqurtîne, derkirina wê hoveberî ye (!) Kengê devê wan vedibe, pirtûkeke berg sipî, nav cuda lê bi heman naverokê ji devê wan dipeke. Ji nîvê pirtûkên geşandina şexsî (bi tirkî, kişisel gelişim kitapları) diaxivin. Ev şibandin ne tenê ji naverokê tê, ji forma axaftina wan jî tê, ku di nav gel de wek pesin carinan jî rexne tê gotin wek pirtûkan diaxive (kurd dibê ji orta Quranê axivî).

Humanîzmaya Fantastîk bêbinyad e, ji kok û kakilê xwe bêxeber e. Gelek tiştên ku humanîzmê ava kariye wek girîngiya hiş, dijderketina skolastîzmê ji kirasê xwe derxistiye valahiya wan bi geremoleke hezkirina xeşîm dagirtiye. Ev mijara hezkirinê nikare tevliheviya ruhê mirovan, nebaşî, ezeziya qerekteran daber bike. Destê xwe ji hêrs, serboriyên şexsî, yên nebaş, trawmayên wan, bi carekê dişo. Li ser wan naaxive; gava diaxive jî mina tiştekî hêsan be bi nav dike, bi jêbirkeke erzan paqij dike (!) bêyî derhişê mirovan bîne bîra xwe bêyî ku tesîra van yekan li ser nerîna mirovan bihesibîne.

Fantazîbûna vê nerînê ji dûrketina rastiya civakê, konjektora dinyayê, ji mişt utopyaya wê tê. Ew armanc û hedefên ku dide pêşiya xwe ji halê hazir pir dûr e, pir zehmet e, heta hin caran teqez ne gengaz e. Ji siyaset û dîplomasiyê bêtir li berhemên edebî yên pir romantîk tên ku êdî ew jî qediyane. Digel ku bi têgehên modern tevdigere bi îdealîzmeke kor a bêhempa dişixule. Hêviya çareserkirina pirsgirêken hezar salî (rewş û siyaseta rojhilata navîn) ji wêneyekî kevokekê, gewezetiyeke li ser aştiyê, çend nimûneyên başiyê ji dîrokê (dewra sumeriyan, tevgerên Kawayê Hesinkar hwd.) dike. Bi tevna strana “Em hemî bira ne, ev şer ji bo çi ye?” dixwaze derman bike. Polyannaîzma siyasetê, yogaya şer e. Digel nedîtina (an tirsa dîtina rastiya xwe!) ber pê xwe (nebaşiya nav dil û navmalî), çavê xwe dikute asoyên fireh. Ji hedê rastiyê dertê bi efsaneyan bi hewa dikeve. Bêyî pirsgirêka xwe di nav şert û mercên xwe de bibîne xwe ji hemî pirsgirêkên din re dike mêvan, teviyan li ser sifra xwe ya erzan kom dike, ji kujerekî psîqopat re behsa demokrasiyê[1], ji dewletên talanker re behsa başiyeke saf dike. Ev yek helbet ji hedê dîplomasiyê dertê dibe ku bibe karê pêkenokan. Serê wî li ser kêra giyotînê stranên aştiyê, biratiyê dibêje. Hêvî dike ku bi van newayên stranan bi çend lezîna govendê, bi bişîrinekê vê kêrê ko bike.[2] Gava ev humanîzm bi fantaziyê[3] tê qewîkirin tiştên nû peyda dibe. Wek ku derdê xwe ji bîr bike, nebîne lê ji bo derdê dinyayê dikeve nav hewldaneke sosret, bêhempa, utopîk[4]. Piştî vê daberkirina kin em dixwazin piştî xwendina vê nivîsê di hişê xwendevanan de ev her sê pirs biwelidin, bersiva van pirsan jî helbet hêjayî nivîsên nû ne:

  1. Digel ew qas zilm û zordariya li ser kurdan çima, çawa ev humanîzm (başiya teqez/ mitleq) peyda bû?
  2. Piştî ew qas zilm, zordarî, tunekirin û bêqîmetkirin gelo gengaz û normal e ew qas başî, humanîzm, hezkirin û xwe-veneqetandina ji zilmkarê xwe?

3.Siyaseta kurdan çima li hember dinyayê tevde bi humanîzmeke wiha bêhempa tevdigere lê di nav xwe de rê li ber dînamîkên muxalefet û guherînê digire?

Barê giran, nerîna belengaz: Nimûneyên başiya teqez a kurdan.

Başiya anonîm

Di 17-18 saliya xwe de li bajarekî tirkan di karekî de dişixulîm, xwediyê kar carinan dihate cem me li ser kar pêşniyazê xwe dikir, carinan bi me re sohbet dikir. Bi xwe jî yekî xizan û henûn bû. Em tevde baş dişixulîn me ne tiralî ne jî sersariyek dikir. Gava xwediyê kar ev helwesta me didît kêfxweş dibû. Carekê di bêhnvedanekê de, di rewşa sohbetekê de behsa başî, sergiranî, henûnî, rêzdariya kurdan kir. Mealen got, “kurd gelek rêzdar in carinan ez di wesayitê hatûçûyê de rastî wan têm yekî 50/60 salî radibe cihê xwe dide min. Min gelek kesên ji xwe temen mezintir dîtine, ji ber min radibin, dilnizmiyê dikin, rê û dora xwe didin min. Heqqet hûn gelek rêzdar in.” Ev gotinên zilêm (30 salî bû) li ser me tevan çi tesîr kiribû her yek ji me çi fikirîbû baş nayê bîra min. Lê ez bawer im exlebî gelek kes ji me ji van gotinan kêfxweş bûbûn bi payekirina vê rêzdarkirinê dilê wan germ bûbû heya ku asta rêzdariya xwe bilind kiribûn. Baş tê bîra min, min di vê gotinê de, di vê tespîta zilêm de problemek dîtibû. Lewma min dabû nedabû nikarîbû ev gotin li ser rêbazeke dinyadîtinê, an başbûna me kurdan biedilandina.

Ji ber mamostetiya xwe ez bi salan li Kurdistanê li bajarên curbicur şixulîm, hingê min li gelek çîrokên mamosteyên kurd guhdar kir, yên ku li bajarên tirkan şixulîbûn. Em mamoste di nav xwe de gava diketin nav sohbetekê, ku mesele bihata ser başî û nebaşiyê, xuy û xisletên gelan mealen tiştine wiha dihatine daberkirin: Gelek mamosteyên kurd li ser başî, dilsafiya kurdan radiwestiyan. Pesnê xwe li ser vî asasî didan. Hemiyan rêzeke bilind ji mamosteyên tirk re digirtin, kar û barên wan sivik dikirin, ji wan re xaniyên bikirê didîtin. Heya mamosteyekî kurd di sohbetekê de serboriyeke xwe bi me re parve kir. Ji ber ku endamê sendîkayeke çepgir bûye, têra xwe jî aktîf bûye di salên 90î de hatiye nefîkirin, çûye bajerekî tirkan. Li mamosteyê hevalê me yê tirk nerî got, gava em li odeye mamosteyan rûdiniştin tu kes bi min re nedipeyivî, min tam 20 rojan nizanîbû bê çaya mamosteyan ji ku tê, ew kesê ku çay tîne mirov çawa dibe aboneyê wî -lewra çaya me jinekê dianî datanî diçû. Binere heval em çiqas baş in lê hûn ne wisa ne. Mamosteyê tirk keniyabû, bersivek jî nedabû. Mamosteyê kurd hê jî başî û safiya xwe diparast, ji mamosteyê tirk re bi her awayî dibû alîkar, lê carinan jî gazin dikir, digot em wiha dikin gava diçin me ji bîr dîkin, heya li paş me tiştine nebaş dibêjin. Belkî hin kes bibêjin ya baş ya guncav ev e. Lê ku mirov dagirbûna Kurdistanê, bindestiya xwe ji bîr bike dibe ku guncav be. Ev hal û tevgerên mamosteyê kurd hin caran wisa dinepixî mirov bi dilxelanekê diket, ew helwesteke parsektiya hezkirinê tê de didît.

Medyaya civakî

Van salê dawî per û baskê medya civakî gelek fireh bûye, wekî herkesî em kurd jî têra xwe di qadên wek facebook, twitter, youtube hwd. de çalak in. Gelek vîdyoyên ku bi dîmenê xwe klîşe û arabesk bi gotinên xwe propangadayîst di çarçoveyeke mexduriyeteke çavşolî ji teref hin kurdan ve tên parvekirin. Ji van vîdyo û peyamên li van qadan têra xwe başî, safî, qenciya bêberdêl difûre. Kirdeyên van parvekirinan her tim di nav hewldaneke dijwar û mixabin bêwate de ne. Her tim dixwazin muxetabê wî -desthilatdar an dagirker- wî ne bi gotin û beynokên nebaş wek cudaxwaz, xayin, bêwefa nas bike. Vê yekê bênavber, bêdawî daber dike. Hêviya xwe dibe cem gelek xuy, xisletê kurdan wek mêvanperwerî, qencîdarî, wefadariyê, hwd yek û yek dide rêzê. Gelek caran ligel muzîkeke arabesk, dilşewat ber bi dîmenên kevokekê ji dest zarokekî firî, semboleke aştiyê, du destên hevgirtî, dayikeke çavşolî, kalekî li ber dîwêr, aforîzmayeke ku her tim başî û aştiyê, xwe-îspatkirinê diqîre, pesnê empatiya bêguman didin. Helbet parvekirinên aqlê selîm, xwediye mejiyên zelal, hin caran jî parvekirinên kezebpola jî hene. Lê ku mirov van yekan bide ber hev radeya van yekan gelek kêm e.

* Metna jêrin a di nav çarçoveyekê de ji teref çend rûpelê li ser facebokê yê hin şaxê BDP hatiye weşandin û gelek hesabên şexsî yê ku bi siyaset û meseleya kurdan re têkîldar in bi awayekî eşkere bîrdozî û teref eşkerekirinê hatiye ecibandin û belav bûye.

Hewldan û daxwaza metna jorîn ku eşkere tê xuyan li ser defkirina nav û bey- nokên nebaş ku desthilatdar li gorî wî/wê wek nebûkariyekê (îftira) lê dike ava bûye. Dibêje ku tayîna we derket “doğu/rojhilat” Kurdistanê bi tenê bibişirin yê her tiştê xwe bi we re parve bikin. Pir eşkere ye ku xwediyê vê zêhnê hazir û nazir e li ber mistdaneke serî, di berdêla kenekî beloq de her tiştê xwe bide û bêyî dagirkeriya welatê xwe bi bîr bîne. Bêyî ku karmendên tirk wek elçiyên dagirkeriyê binirxîne. Her çiqas ku ji metnê diyar e di destê yekî ku rê û rêbazê zimanê tirkî nizane hatibe nivîsîn jî, ne dûrî axaftin û hewldanên hin siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan in ku di televîzyonê de di bernameyên gengeşiyê de xwe tînin zimên[5]. Bi hevokên bêtir tekûz bi mînakên curbicur be jî, ji aliyê ruh û mentalîteya xwe ve heman tiştan dibêjin. Ku li jêr me çend mînak ji van yekan dane.

Edebiyata romantîk û mezopatamya

Di edebiyata romantîk de ku piştî wextan li ser destên yên dûrî ilmê edebiyatê ji feraseta estetîk û hûnandineke serbixwe qetiyaye gul, kulîlk, find, çira hwd. sembol gelek caran wek fona gotinên başî, masûmiyetê tên bikaranîn. Heya ev yek wisa badilhewa, bênavber hatine nivîsîn û parvekirin di çavê yekî ku qasî serê nîskekê ji edebiyatê fam bike, ji bilî dil xelandinê nayê tu wateyekê. Gelek caran di kovarên amator û di hesabên qada medyaya civakî de ku me li jor qal kir, ev yek hê jî wek zibil tên bikaranîn. Di amblemê ku partiyê kurdan ava kirine hemiyan de ev sembol teqez hatine bikaranîn. Dîsa gelek kovarên li ser îdîaya edebî ku ji dest kurdan bi tirkî û kurdî, an him bi tirkî him jî bi kurdî derketine di nav nîşaneyên wan de gul, kulîlk û berfînan têra xwe cih girtine. Dîsa di terminolojiya van kesên ku edebiyatê an ilmê siyasetê ji van sembolan dagirtî dizanin, mesele, gengeşî, astengî, etîk, pirsgirêkên mirovahiyê tevde li guleke sor dialiqin, bêyî daristanên talankirî, hestiyên berate û serwindayî bi bîr bînin peyveke qerase wek mifta îngilîz ji xwe re dîtine.

Yek ji wan peyvên ku divê bê veçirandin û rûçikandin Mezopotamya an hinekî bi kurdî Mezra Botan e. Ev peyv ji bilî ku hidûdê erdnîgariyekê kişf bike, an agahdariyekê li ser dîrokê bide, ji wateya xwe ya eslî qetiyaye di nava sembol û peywirdaneke giran de hatiye wateya gelek tiştên din. Helbet bikaranîna vê peyvê hinekî jî qedexebûna peyva Kurdistanê bûye wek di stranên kurdî de peyva ‘gulistan’ê, roleke dîrokî daye ser pişta xwe. Mezopotamya an Mezra Botan di hiş û bîreweriya gelek kurdan de ji war û cihekî şênber bêtir di nav xumamiyeke wek çiyayê Qaf an teyrê Zumrudî Anka ji ber terîfkirineke berfireh ger caran bêyî xwe bûye her tişt.[6]

Dîroka mirovatiyê ji vir dest pê kiriye, jinên Xwedawend li vir bûne, hez, coş, hemî li vir hatiye reşandin. Gelek netewe, çîn, ol di nav hev de bi dilsaxî, di nav wekheviyeke pirçandî bi hev re jiyane. Wekhevî edalet dîsa ji vir tov daye. Axa pêxember, mezin, serdar û zanayan bûye lê mixabin carinan li ser destên hin kesên nebaş hatiye talankirin, lê ji destpêka mirovatiyê heya niha ev rola xwe her tim li ser pişta lehengan parastiye. Demên gelek baş ku meriv dikare pê serfiraz be di dîroka mezopotmayayê de qewimîne.[7] Kurd jî zarokên vê axa pîroz in divê layiqê vê peyva pîroz û mişt başî masûmiyet bin. Her çiqas ji ber qedexebûna peyva Kurdistanê ewilî wek çareyekê hatibe dîtin, îkameya peyva Kurdistanê di halê dawî de kurd jî Kurdistan jî di bin vê giraniya xwe ya pîroz de tepisandiye, ji ber çavan dûr xistiye. Kakil sedem hatiye jibîrkirin derfetê peyvê ew ji hedê erdnîgariyê derxistiye wek siyaseteke dorpêçkirî, bîrdoziyeke nûjen bi can û ruh ji kurdan re bûye qiblenameyek. Yanî rastî di bin îmajê de fetisiye. Rastî çûye îmaj bûye rasteqîniya herî qewî[8]. Ev tê wê wateyê ku siyaset ji zemîna bin lingê xwe jî bêpar maye. Ger kurd navê gel an miletekî be lê siyaseta wan ji çarçoveyeke erdnîgarî bêpar be, an ew çarçoveyeke xumamî be, ew çax siyaset lazim e bi tiştine humanîzmeyeke fantastîk an hîsterîk bê tijîkirin.

Di nav boxçika vê têgehê de wek ku hate gotin, baweriyeke çewt heye ku em ji berê de baş bûn, axa me û niştecihê vê axê li ser fitrateke baş dihatin dinyayê. Ev heman şaşîtî li ser di şîrovekirina têgeha humanzîmê de jî hebû. Dîsa pir eşkere ye xwe parastina başî safîtiyeteke ezelî an xwezahî mirov ji naskirina nebaşiya xwe û ya dijminê xwe dûr dixe. Mirov nikare bikeve nav hesab an xwe nirxandineke heqîqî. Nebaşî ne ku di nav dil û hişê mirovan de be, wek tiştekî biyanî (şeytan) ji derve tê li mirov dialiqe. Ev nerîna nebaşiyê di xulqê dewleta tirkan de her tim hebûye heya ji wir derbasî gelê tirk bi xwe bûye da ku nikarin tu carî empatiyekê bikin û bi peyva “diş mihraklar (dijminên derve)” jî hatiye pênasekirin. Ku ev yek fersendê nade mirov, mirov li xwe li kûrahiya (an tariya) nav dil û hişê xwe binere da ku bikare empatî an mikurhatineke rasteqîn bike.

Başiya dîrokê

Di dîroknûsiya kurdî de xeteke xurt heye, ew kesên ku dîroka xwe ji pirtûkên serdestan xwendine, gelek caran di nava vê xetê de hewar û gaziya xwe dibin ser heman bîranin û bûyeran bi vî awayî, bi tevneke belengazî, li ser qewlê wefadariyê deynê xwe ji serdestê xwe dixwazin. Her tim behsa biratiya kurd û tirkan dikin da ku ji herba Çaldiranê bigire heya ya Çanakkaleya tirkan, ji wir şerê rizgariya tirkan heya şerê Koreyê rola kurdan bi bîr tînin. Wek tê zanîn di van merhelê dîrokî de kurd beriya ku bikevin pey berjewendiyên neteweya xwe, an ji fersendê îstifade bikin ew jî berê xwe didin osmaniyan-tirkan, bi cansîparene alîkariya tirkan kirine, gelek sûd dane wan, heya ku ew ji destê dijminê wan xelas kirine[9].

Mirov ku çavdêriya mêjûya van şeran bike, wê di cih de bibîne ku di 1514an de Kurdistan di navbera tirk û eceman de bûye du parçe, Yavuz Selimê tirk gelek elewiyê kurd kuştine qetlîameke mezin kiriye. 1915an ku dewlata Osmanî di ber sikratê de bû her neteweyek bi lez û bez ji vê dewletê diqetiya ji bilî kurdan. Niha li goristana miriyên Çanakkaleyê bi hezaran kurd hene. Dîsa di şerê ku tirk jê re dibêjin şerê rizgariyê de kurd bi hemû hêz û qaweta xwe li pişt tirkan mane, çi ji destê wan hatiye kirine. Guh nedane rêbazên Wîlson, mafê neteweyan yê ku dibêje her netewe dikare li ser axa xwe dewleteke serbixwe ava bike di bin pêyên xwe de eciqandine.

Dîrok li gorî nerînan dikare bibe xwediyê wateyên cuda. Ku mirov li van merhaleyên girîng binere mirov wê bikare rasterast bibêje di van merhaleyan tevan de kurd şikestine, tarûmar bûne bêyî ku tiştekî bi dest xwe bixin. Lê gelek dîroknas, gelek rewşenbîr, serok, siyasetmedarên kurd van demderbasiyên girîng wek medara îftixariyê rave dikin. Bêyî ku rexneyê li xwe bigirin, an hewl bidin bi awayekî din fam bikin, an dagirkeriya dijmin bi bîr binin, aciziya xwe ji al û navê wî re pêşkêş bikin, a herî girîng, ji dêvla ku vê dîroknûsiyê ji hev veçirînin wê berovajî bikin, pesnê xwe bi van yekan didin, alikarî û hewldanê ecdadê xwe di nav rûpelên şadimanî, serfirazî, camêriyê dixwînin, dixemilînin heya ku ji nebaşiya serdestê xwe re bikin wesîqayek da ku ew li xwe mukir werin, hinekî li wan werin rehmê, mafê wan bidin. Ya ecêb serokê PKKê, ku gelek caran jê re tê gotin serokê neteweyî, ji van merhaleyên girîng ji pirtûkeke “İnkılap Tarihi” (Dîroka Şoreşê) ya tirkan de çawa dinivîse wisa van merhelayan ne wek têkçûyîn, an xeteyek stratejîk wek serfirazî û başiya kurdan bi nav dike. Ne tenê Abdullah Ocalan gelek siyasetmedarên kurdan bi dehan caran heman tiştî dibêjin van fedakariyên xwe wek werîsekî dirêjî tirkan dikin lê heya nuha ew werîs her tim li qirika wan aliyaye heya bi dehan caran hatine kuştin, axa wan hatiye talankirin. Helbet hin kes dikarin bibêjin ev ne sûcê kurdan an şaşiya wan e, nezanî û qedirnezaniya tirkan e. Lê mafê mirov heye ku di vir de pirs bike çima xwende, zana û heya serokê mirov digel ew qas zilm û zordariyên vê demê beriya berjewandiyên gelê xwe berjewendiyên dijminê xwe ji xwe re dikin armanc, qet şaşitiyek di vir de tuneye? Ev ew qas başî, ew qas xêrxwazî ecêb hemû ji mezinayî, dilpakî, edaleta ji wech û mîzaca kurdan tê, tiştekî wiha xwezayî mimkun e? Ev ew qas bîranîn û bûyerên dîrokî bi wan re çima hêrseke lixwexwedîderketinê çênake? Li hember vê bîra civakî ya trajîk hêrsa xwe çawa û hêrsa civakî bi xwe çawa kontrol dikin? Li gorî epîstemolojiya psîkalanîzê ev ne gengaz e. Tişta ku psîkanalîz an xebatê li ser bîreweriyê baş zelal kirine, ji me re dibêjin piştî ew qas bûyerên trawmatîk, ya normal ne ew e ku mirov mişt başî û henûn be, ya normal ew e ku hêrseke mafdar bi mirov re biqewime da ku mirov xwe ji psîkolojiya kêmasiyê ji nexweşiya mazoşîzmê xelas bike.

Amedehiya lêborînê

Dîroka kurdan bêyî ya cînarên wan nayê xwendin, di gelek tiştan de bûne muşterek lê her tim ew bi xisareke mezin ji vê yekê derketine. Beriya du sê salan li ser nîqaşên komkujiya ermenan hin dîroknas û niviskarê tirk ên netewperest li hember van gengeşiyan derketin nehiştin konferansek li ser ermenan bê lidarxistin[10]. Bêyî ku bikarin biaxivin an destûra gengeşiyê bidin, guhê xwe ji angaştê gelek rewşenbîrên demokrat re ker kirin. Gelek caran ev gengeşî bi awayekî dertê holê, lê di van salên dawî de mîna ku kurdan ev komkujî plan kiribe, bar û gunehê vê yekê li ser kurdan mor dikin. Belê rast e kurdan jî ermen kuştine lê ew çax xwediyê desthilatdariyê ne ew bûn, plansazî û birêvebirina komkujiyên wan nekirine. Ne jî xwediyê sazî, hêz û çekên dewlemend bûn ku bikarin organizasyoneke wisa mezin pêk bînin, encex dewleta xwedî sazî û artêş dikare karekî wisa bide meşandin da ku bikarin neteweyekî tevde qir bikin. Digel van yekan li ser destê kurdan ku bûne amûrên ber destê dewleta Osmanî, mixabin hin ermen hatine kuştin, dîsa li ser destên hin kurdan gelek ermen jî xelas bûne. Piştî çend madrabaz û neteweperestên tirkan rola kurdan ku li ber rola tirkan ancax weke nîskekê ye, mezin kirin gelek kurd derketin lêborîn ji ermenan xwestin. Siyasetmedarên kurd gelek caran li ser navê kurdan lêborîn xwestin. Helbet ji bo xeteyan lêborîn xwestin tişteki baş û ferz e jî. Lê failê eseh û mezin qirêjiya destê xwe bi van lêborînên bindestan şuştin, dîsa bi saya humanîzmaya kurdan xwestin deriye vî sûcê xwe yê mezin bigirin. Ev her û her haziriya lêborînê wisa ji hedê xwe derketiye gelek caran mirov li ber van yekan nikare bêje ev tev ji cegerpolî, dilsoziya gelekî tê. Ev ancax xwe kêmdîtin, lêgerîna tesdîqkirina êdin an tenê berîguherandin an peywendguherandina muxalefeta kurdan e.

Di vî şerê 40 salî de gelek kurd bi destê dezgehên wek jîtem, hizbullah, kontrgerîlla hatine kuştin. Gelek kes bêyî laş an cenazeyekî li pey xwe bihêle hatin windakirin. Di nav jargona siyaseta demokratîk de ji van re failê meçhûl tê gotin ku nêzî 17000an tên nîşandan. Her tehdeyî bi awayekî tesîrek nepenî li ser muxetabê xwe dike. Trawma û nexweşiyan li ruhê wan çêdike. Ev trawma jibîrkirin an bibîranîn bûye mijareke sosyolojî û psîkolojiyê heya ku kulliyateke qerase li ser ava bûye[11]. Ji bo ku ev êş were jibîrkirin ne tenê hewldana madûnan ji wê bêtir ya serdestan lazim e. Ku meriv îro li siyaset û rewşa tirkiyeyê binere bêyî ku serdest li xwe mikur werin, lêborînekê bixwazin, ev yek hê didomin. Digel van yekan siyasetmadarê salan Ahmet Türk çend caran di hin daxuyaniyên xwe de dibêje, em hazir in ku van yekan ji bîr bikin.

Gelo ev jibîrkîrina bêhesab, axaftina li ser navê muxetab û qurban, ji humanîzm, dilmeziniyekê tê? Ev tişt wisa hêsan û normal e? Çareseriya trawma û sendromê van bûyeran re hesabdayîn, lêborîn, lavakirin, tedawî pêwîst nîne? Helbet bersiva pirsên bi vî karî di nav kelepora belek û hafizeyan de baş hatiye lêkolîn. Gava mirov berê xwe dide xwe, êşa xwe û van berheman, mirov nikare vê yekê li ser navê başî û dilpakiyê bi nav bike. Di vegotina van bûyeran de erzaniyeke êşê, meşrûdîtin an girîngnedîtina mirina kurdan heye. Helbet ev erzankirin, ev meşrûbûn sedem kiryarê dewleteke hov be jî tesîreke pir kûr li ser bîreweriya kurdan kiriye. Lê divê rêber û zanayên kurdan bi têkoşîna xwe bikarin van yekan ji hev veçirînîn mijarê zelal bikin, vê rewşa ku asayî dixwiye bi hemî naveroka wê derxin holê ji nû ve bixwînin.

Başiya siyasetmedaran

Em dikarin di vê mijarê de dîsa li ser Ahmet Türk mînakeke din bidin. Ahmet Turk ji malbeteke mezin ya kurdan e, destpêka damezrandina komara Tirkiyeyê malbate wan tûşî zilmeke mezin hatiye, heya paşnavê wan hatiye guhertin wek ceza li ser tirkbûne deq bûye. Gelek caran ji Ahmet Türk ev yek hatiye pirsîn, di pey re jê re hatiye gotin gelo ji vî paşnavê xwe aciz e an difikire ku biguherîne. Her tim bersiva Türk neyînî bûye bêyî hêrs, an tiştekî nerênî bibêje gotiye ev yek min aciz nake, ez tiştekî wiha nafikirim.

Aysel Tuğluk yek serkêşa siyaseta kurdan a van salên dawî ye. Gelek caran nivîsên wê di rojnameyên tirkan de tên weşandin. Di nivîsên xwe de her tim behsa haletî ruhiyeya tirkan dike, ji kurdan empatiyê dixwaze li hember tirkan. Wek tê zanîn peymana Lozanê ku şikestineke mezin di dîroka kurdan de qewimandiye wek tişteki erênî bi nav dike, heya ji kurdan ji bo peymana Sewrê empatiyê dixwaze li hember tirkan. Mirov ser van nivîsa digel qirêjiya dîroka dagirker, dike ku ji Xwedê bixwaze muxetab an dijminê wiha bêhempa, baş, bi merhamet, mişt hezkirin bike nesîb!

Sırrı Sakık bi salan bi malbata xwe re di nav partî û dezgehên kurdan de cih girtiye, çend caran mebûsî kiriye, di dawiyê de jî di BDPê de bû şaredarê Agiriyê. Gelek caran di gotin û tevgerên wî de oryatanlîzmeke eşkere, mexdûriyeteke çavşolî, şabaşiyeke bêhempa heye li hember serdest û siyaseta dagirker.[12] Ligel vê rewşa xwe, Sakık di 2012an de ji bo mafên çawîşên pispor û serbazan daxwaznameyek da meclîsa tirkan[13]. Di hesabê xwe yê twitterê de jî ev yek wek parastineke maf û edaletê bi nav kiriye. Helbet meriv îdîa bike, bixwaze bibe partiya Tirkiyeyê tevahiyê tiştên wiha heqqet normal in, ji bo dagirtina îdîaya xwe divê ev valahî bi tiştên wiha were dagirtin. Yanî, ev daxwaz û hewldana Sakık bi nexşerêya tevger û partiya wî re hevrê ye; heya derekê tê de nakokî nîne. Lê ku mirov wêneyê meselê bî giştî bide berçavê xwe, hinekî li der û dora meselê binere, mirov ê di vê hewldanê de kompleks û nexweşiyeke pir giran a kolonyal bibîne. Her kurd ji bîranîn û serpêhatiyê xwe baş dizane ku serbaz, polîs an leşkerê tirk tê çi wateyê. Çendîn kes ji destê wan çi tehdeyî, çi êşkence dîtiye. Hê niha jî gelek doz li ser van vebûne ku li gelek bajarên Kurdistanê tecawizî keç û jinên kurdan kirine. Armanca hebûna wan, li ser tunekirina kurdan û qirkirina wan hatiye avakirin. Gelo çawa zana, xwende û mebûsekî kurd beriya ku van meseleyan çareser bike an artêşa mêtingeran ji axa xwe biqewirîne rabe dewa maf û keda wan bike? Mirov helbet nikare vê rewşa sosret tenê li ser başiya kurdan an humanîzmaya wan, an gelemperîkirina hin têgehan ku heqqet bi vî awayi sosret dibin şîrove bike. Lê di vê tevgerê de digel sosretiya xwe dîsa nimûneyên xurt ên humanîzmaya fantastîk ku êdi bûye qiblenameya PKKê û partiyên din ên kurdan heye.

Dîsa Orhan Miroğlu piştî ku bû berendamê BDPê li Mêrsînê lê kar nekir roj bi roj ji partiyê dûr ket. Rastî tehdît, heqeratan hat. Di nivîsê xwe de qala empatiya nav gelan kir, heya çû li ber ala tirkan pozek da got divê kurd empatiyê bikin li hember tirkan.

Di vir de berovajiyeke bêhempa heye. Xwe kêmdîtineke dijwar. Lewra ala tirkan bi darê zorê li axa kurdan bi salan hatiye çikandin. Kurd hemî yek û yek li hember vê alê ketine kemerbestê bi lêdan bi û bi êşkenceyan ev al hatiye silavkirin qaşo rêzdarkirin. Cihê ku ev al lê hebûye her kurdek di nava xofê de bûye, di nav gumanên ku tûşî neheqiyekê were. Ji meydan, kolan, kuçeyan bigire heya nav kargehê her kurdekî ev al mecburî hatiye hilawestin. Ji rûyê dê û bavê xwe ji wêneyên ecdadê xwe kurdan bêtir ev al dîtiye, ev al silav kiriye. Gelo digel van yekan empatî ji bo kîjan alê pêwîst e? Miroğlu çima tiştekî wiha dike? Em çiqas bi dilsafiyekê bixwazin vê tevgera Miroğlu binirxînin jî em ê nikaribin ji tespîteke nexweşiyeke kolonyal dûr bikin. Ji vê yekê re psîkanalîzmeke xurt divê. Lê mirov bi hêsanî di vê tevgerê de xwe kêmdîtin û xwe erzankirineke dijwar dibîne. Wekî din daxwaza hezkireneke kezebpola ya dilşewat ji dijminê xwe dixwaze jî pir eşkere ye. Helbet mejiyekî ku ew qas hatibe xesandin yê nikaribe maf û axa kurdan bi heqaniyet biparêze. Siyesata wî jî, nivîsên wî jî yê di nava çend têgehên vala wek hezkirin, biratiya gelan, aştî, empatî de here were. Di vê mabeynê de jî tirk dîsa serdest, kurd dîsa bindest û ji şewata agirê Misak-ı Milli re bibin êzing. Navê vê yekê jî gelek caran li ba nûser û rewşenbîrê tirkan dibe nîşaneya humanîzm û başiya kurdan.

Navlêkirina serdestan, qewirandina nebaşiyê, xefka xwebaşkirinê

Wek adet an rêbazekê kengê welatek an axek tê dagirkirin, mêtinger her tim dîroka yê bindest ji nû ve dinivîse, nav û gotinên nû lê dike, her tiştî li gorî berjewendiyê xwe bi nav dike. Baş dizane ku ziman xwediyê roleke girîng e ku ziman an axaftin li gorî stratejiya serdestan were guhertin kar û barê wan siviktir û hêsantir dibe. Mirovên spî, niştecihên Emerîkayê wek nezan, dûrî şaristaniyê bi nav dikir. Çi sifatên nebaş hebû li ser wan pênase dikir. Dagirkeriya xwe jî wek xemilandina şaristaniyê diediland. Dîsa spiyan heman tişt li reşikan kirin reşik bi salan di bin van pênesakirinan de tepisîn, hewldanê wan gelek caran ji bo dûrxistina van sifatên nebaş bûn. Heya gelekan ji wan dixwest rasterast rengê laşê xwe biguherînin ji vî barî û tawanbarkirinê xelas bin.

Tirkan jî kurd wek nezan, cahil, dûrî şaristaniyê bi nav kirin di destpêka komara xwe de. Bi salan li ser destê mamosteyên ku bi kemalîzmê îman anîbûn Kurdistan û gelê kurd weke asteng ji komara xwe ya nûjen (!) re dîtin. Mînak navên wek Sıdıka Avar di postê mamostetiyê de wek semboleke ji bo vê sefera şaristaniyê (!) tê naskirin. Jixwe ev sembol piştre li nav rûpelên romanan çîrokan bi saya edebiyateke faşîzan hat peyitandin, wek rol model ber bi efsaneyan hilkişandin. Ev navlêkirin bi saya edebiyata wan, sînemaya wan di zêhna tirk û kurdan de hatiye peyitandin. Kurd gelek caran di sînemayê de wek nezan, belengaz, zarokane hatine lansekirin. Müslüm Yücel di berhema xwe ya bi navê Türk Sinemasında Kürtler (Di Sînemaya Tirkan de Kurd) de envanterek baş a vê rewşê derxistiye. Ew çax divê tirkan ev mirovên ku hê nekemilî, bêbinyad, nezan bêziman perwerde bikira, li ser başî û pîvanên şaristaniyê bixista xebatkarekî hêja. Helbet ev navlêkirin li gorî şert û mercên salan hat guhertin lê wekî ku di dîroka gelên din de jî qewimiye li ser du hîm an stratejiyan ava dibû.

  1. Çarçoveyeke başiyê ji teref dagirker tê diyarkirin, kesên ku bixwaze baş bin, an ji derfetên dewletê sûdê werbigirin divê xwe li van sifatên başiyê bigirin wek musteqbel watandaş.
  2. Dîsa guldesteyek ji sifatên nebaş tê tayînkirin, ew kesên ku bixwaze were qebûlkirin an hezkirin divê xwe ji van sifatan û beynokan dûr bixe.

Helbet gava pênasekirin bi awayekî pisporane tê kirin, li ser medya, sînema, navgînên ragihandinê bi giştî propagandaya van tê kirin, bi rêbaz û makezagonan ev yek di nav kirasekî misoger de tê pêçandin, ji mêtingeran nivîskar, zana, kesên hezkirî an rewşenbîr tên hilbijartin li ser devê wan propagandaya mêtingeran tê meşrûkirin û şîrînkirin. Ev propaganda bi hîsiyatek tund û bi sûcdarkirinê wisa zêde tê peyitandin, bindest heya serê xwe radike, dike gotinekê bibêje an meseleyê şîrove bike, ev qirêjiya epîstemolojîk di tevna pirsan de lê diale wî dixe nav hewldaneke parastinê heya ku derfetê nabîne vê çarçoveyê red bike. Êdî şerê başî û nebaşiye dest pê dike, çavkanî û destpêka meseleyê tê jibîrkirin di çarçoveyekê de ku dijmin an serdest diyar kiriye gengeşî tên kirin.

Ev pêvajo li Tirkiyeyê di nav kurdan de bi hemû şiklê xwe qewimî û diqewime. Ji siyasetmedarên kurdan bigirin heya rewşenbîran, ji serokan bigirin heya gelê ji rêzê her tim di vê çarçoveyê de diaxivin û hewl didin. Ev rewş bi awayekî din di gotara Spivak ya navdar “Madûn dikare baxive?” tê şîrovekirin. Lewra madûn dibêje Spivak, kengê bixwaze biaxive ji bêgavî bi zimanê serdestan diaxive, bi alav û têgehên wî xwe îfade dike, lewra serdest zimanê xwe jî kiriye serdest û yê ragihadinê, bedela axaftina bi wî re tercîha zimanê wî ye. Di dawiyê de Spivak eşkere dike ku axaftina madûnan ne gengaz e.

Li Tirkiyeyê di televîzyonan de, li qadan, li meclîsê siyasetmedar û berdevkê wan di nav hewldaneke bênavber û bêrawestan de ne. Her tim dixwazin ew sifatên ku di zêhna mirovan de wek nebaşiyê hatine kodkirin, bûne beynokên kurdan, biqewirînin. Tirk dibêjin hûn cudaxwaz in kurd dibêjin na em cudaxwaz nînin, tirk dibêjin hûn xayîn in û hov in, nebaş in, bêwefa ne. Kurd jî bêyî ku bi bîr bîne bê ev nav çima û çawa li wan hatine kirin, an ev tirk an serdest axa wî dagir kiriye piştre hatiye vê derê ziman û çanda wan qedexe kirine, bi pey başkirina xwe qewitandina van sifatan dikevin. Çiqas bi ser bikeve jî di nava çembera serdestan de diaxive çiqas bifire jî dest û pê giredayî ne. Li jêr çend mînakên qewirandina van sifatan hatine nivisîn.

Dîsa ev hewldan bi xwe re tiştekî din derdixe holê, mirov dikare vê rewşê wek “travestîbûna siyasî” bi nav bike.

Ger serdest nav û beynokê nebaş li min dike, nexwe divê heya ji min were ez xwe li başiyê bigirim. Ya sosret ev çarçoveya başiyê jî ji teref serdestan ve hatiye tayînkirin ku me li jor hinekî behs kiribû. Ew çiqas bibêje tu ne baş î divê ez ne ew qas, du qat zêdetir bibêjim na ez baş im, ew çiqas bibêje tu cudaxwaz î, nexwe divê ez sedeqeta xwe bi tundî nîşan bidim. Ew çiqas bibêje tu ji sirûda min ji ala min aciz î, divê ez ew qas xwe nêzikî vê yekê bikim. Ev yek jî xefka serdestan e û dide nîşan ku êdî serdest gihîştiye armanca xwe. Ji vê reva ji sifatên nebaş, tund, xapînok rewşeke ecêb dertê holê. Kurd bi vê derûniyê bi temamî wek trawestiyan tevdigerin.

Wek tê zanîn transeksuelîzm di eslê xwe de li dij dîmenê bedena xwe ye, xwe ji zayendeke din dihesibîne. Ku mêr be (wek laşî) dixwaze bibe jin an tam berovajiyê vê jin be dixwaze wek mêr were pênasekirin. Mînak ew kesê ku mêr tê dîtin, her tim dixwaze bibe jin wek jinekê were qebûlkirin/an berovajiyê vî tiştî. Li ser vê daxwazê, ji xwe re îmajekê ava dike tiştên ku li ser navê jinê bûne sembol û jest wan teqlîd dike. Di vê teqlîda xwe de nebûna jintiya wî her tim di derhişê wî de ye. Ev raman nepixandina wî derdixe holê, her tiştî dinepixîne ji makyaj cil û berg, ji hedê xwe dertê ji sergiraneyekê dibore dibe sedema eletewşî û pêkenokan. Hin siyasetmadarên kurd û rewşenbîr, an kurdên ji rêzê di vê rewşê de ne. Belkî mînaka jêrîn ya Esat Canan, Sırrı Sakık parçeyek ji vî halî daber dike. Lê ev mînak ji hewldaneke nevrotîk, daxwazeke hîsterîk û armanca başiya mitleq derdiçe.

 

Mebûsê Colemêrgê Esad Canan, şevekê li Erebistanê li otelekê dimîne. Lê bala xwe dide derveyî otelê ala tirkan nîne. Ev rewş wî aciz dike, diçe berpirsiyarên otelê bi tundî şermezar dike, çend caran diçe kontrol dike heya ku al tê dardakirin. Piştre di nav dilrihetî û aramiyê de diçe radize.[14] Ya balkêştir, wê şevê mebûsê tirk Zafer Çağlayan û sê parlementerên din ên tirk û 160 karmendên ji tirkiyeyê jî li wê otelê dimînin, lê ew hay li tunebûna ala tirkan nabin an ne xema wan e, lewma ji wan tu bertek nayê. Piştre Zafer Çağlayan bi awayekî pesindayinê vê bûyerê ji raya giştî re radigihîne û Esat Canan pîroz dike ji bo vê helwestê. Ev rewş tam li rewşa travestîbûnê tê, ji bo ku sifatê nebaş derxe, başiya xwe, rêza xwe li hember wê alê bipeyitîne tiştekî wiha dike.[15]

Ji bo mafê çawîşan dayina daxwaznameyan ji teref Sakık, pozdayina li hember ala tirkan ya Miroğlu, nivîsên Tuğluk ên li ser peymana Sevrê, gotinên Pervin Buldan ku digot hedê kesî nîne ku dewlata tirk parçe bike, hwd. bi awayekî bi travestîzma siyaseta kurdî re têkildar in. Xwediyê van kiryaran an gotinan vê yekê li ser başî û humanîzma kurdan diedilînin. Mirov dikare van mînakan zêde bike, da mirov bizane ku kurd di çavê tirkan de xwe çawa dibînin, an dixwaze xwe çawa biedilîne, tirk xwe di çavê kurdan de çawa tayîn dikin? Heya ku mirov derxe holê bê ev kurdbûna ecêb ji bilî hêmayeke polîtîk çi ye di nerîna tirkan de, an tirkbûn çi ye di nerîna kurdan de? Ku mirov bikeve pey van yekan ez dibêjim wê tiştine balkêş derên holê.[16]

Kurd di awêneya tirkan de

Ji dagirkirin û parvekirina Kurdistanê bigire ji damezrandina dewlata tirkan heya niha, ne tirk tirkên berê ne, ne kurd kurdên berê ne. Zilm, zordarî, êşkence û pişaftinê ne tenê zirar daye laşên mirovan, belkî ji van bêtir mejî û ruhê her du gelan jî têra xwe seqet kiriye. Ev yek ne tiştekî awarte ye ne jî tespîteke qerase ye ku mirov bikeve pey destnîşankirina wê. Lê ya muhîm çi guhertin di hiş û mejiyê kurdan de qewimiye hewceyî daberkirin û pirsan e. Ku mirov hinekî bi mejiyekî zelal li ser vê rewşê raweste, mirov wê bibîne ku dagirkeran xisareke mezin daye mejî û nerîna kurdan ku vê xisarê têra xwe di nav siyaseta kurdan de cih girtiye. Mirov dikare di bin sîwana humanîzmaya fantastîk de li ser nerîna kurdan a arezûya histerîk bisekine.

Lewra kurd gelek caran ne wekî xwe wekî ku jê tê xwestin tevdigere li hember desthilatdarê xwe. Xwe di çavê wî de dibîne heya jê tê bi îmajeke baş dide nasîn, li ser vî qewlî tevdigere. Baş dizane ku tirk çi jê dixwaze bêyî ku îtirazê li vê yekê bike ji giraniya sifatên nebaş xwe dişo heya jê tê pênasekirina xwe dikişîne milkê dinyadîtiyê her tim dev lê fireh dibe bişirînekê li rûye xwe dide rûniştandin kêm caran nerîna tirkan red dike. Heya ku red bike jî li ser îtirazeke teqez red nake. Tevgerên wî/ wê li ser monologekê tên zimên. Tu min xirab dizanî lê rastî ne wisan e ez ji te hez dikim, weleh billeh ez gelek baş im, ku tu min nas bikî tu yê pir ji min hez bikî, ya balkêş ez dikim nakim tu çima ji min hez nakî. Ev mentalîte him helwest û tevgerên wî çarçove dike him jî binyada siyaseta wan ava dike. Ev yek di hewldanê siyasetmedarên kurdan de pir eşkere tê dîtin heya ku li bernameyek an panelekê bi seetan aciziya xwe ji peyvên wek “xayin, bölücü (cudaxwaz)” tîne, bi seetan hewl dide da ku ya rast niyetek wê/wî xirab nîne. Ji ber vê hewldanê kurd, gava rastî tirkekî tê her tim behsa xwe dike yanî xwe dide nasîn, bi seetan xwe li ser peyvên başî û aqlê selîm tîne ziman. Tirk jî weke dozgerekî li wî guhdarî dike ku qanih nebe pirsan jê dike ku qanih bû jî serê muxetabê xwe bi çend gotinên xweş mist dide. Yanî li tirkiyeyê kurd her tim xwe daber dikin, tirk jî her tim wan didarizînin. Ev mehkeme jixwe bi awayekî fermî hene bi hezaran kurd digel başiyên (!) xwe di wan de mehkûm bûne. Ji bilî van mehkûmên fermî kengê kurd û tirkekî ji rêzê rastî hev tên mehkemeyeke nexuyayî tê damezirandin, hesab tê dîtin.

Encam

Bi awayekî teorîk em bifikirin, xwedî derketina li başî, wekhevî, haydarbûna ji hemî bindestên dinyayê ji rexneyê wêdetir sedemên pesnê ne, hêjayî şanaziyê ne. Lê ku ev xwedî derketin ji milkê rasteqîniyê derê êş û kula ber pêyên xwe nebîne, berî ku an bêyî ku pirsgirêkên navmala xwe çareser bike li pey armancên mezin hal û rewşa xwe bitepisîne, bike hinceta jixwedûrketinê ew çax dibe sedema rexnelêgirtinê jî.

Wek tê zanîn mirov nikare hemî nebaşiyên nav dilê xwe bi rabêjeke romantîk, başiyeke bêhempa çareser bike, wek hezkirinê ji mirov re hêrs jî divê, an bi qasî

hezkirinê hêrsbûn an derkirina hêrsê jî tiştekî însanî ye. Ji bo derûniyeke normal an kamilbûna kesayetekê hêrseke kontrolkirî dikare bibe kaniya zanîn û enerjiya bo berxwedan û guherînê wek ku Audre di nivîsa xwe “The Uses Of Anger”[17] de dibêje. A din, trawma tu carî ser destê çend beynokên romantîk tedawî nabin. Kurd jî bi salan tûşî tunekirin zilm û zordariya serdestan hatine. Di vê pêvajoyê de, ne tenê rewşa wan a aborî û siyasî xera bûye, rewşa wan a derûnî jî derbên mezin ji vê yekê xwarine. Dîsa divê tebiî bê dîtin ku heya derekê gelek kurd, di vê rewşê de ji berjewendiyên xwe bêtir, bûne leyîstoka berjewendiyên serdestên xwe. Qedexeya li ser zimanê wan, astengkirina axaftina wan ew bi ber milê zimanekî şîzofrenîk de ajotine. Piştî wextan bi zimanê serdestê xwe axivîne al û sembolên zilimkariya li ser kurdan wek nirxê xwe qebûl kirine. Li ser pênasekirina serdestan hewldana xwe ji bo beynok û sifatên nebaş ên serdestan ji ser xwe rakin ji xwe dûr ketine. Yanî di hewldana xwe de ketine dafika desthilatdar, dagirkerên xwe.

Helbet ev yek ji encama zirara fîzîki wêdetir bi zirara ruhanî ve girêdayî ye. Kurd, li ser navê humanîzmê ketine dafika serdestên xwe. Bêyî pirsgirêkên xwe çareser bikin mafê xwe dest bi xwe bixin li pey tiştên fantastîk ketine. Ev yek di salên dawî de li ser destê Öcalan bi têgeha Modernîteya Ekolojîk hatiye peyitandin. Em di vê nivîsê de îdîa dikin ku ev hewldanê kurdan bêwatê, dûr û pûç in. Lewra ev yek li hember çerxa siyaseta dinyayê zarokane û romantîk e. Wekî din sedemên vê yekê di pişaftina kurdan de veşartî ne. Kurd bi vê yekê, xwe dûrî mafê xwe yê rewa -wek mafê xwedîbûna dewleteke serbixwe- dikin û armanca serdestên xwe ji xwe re dikin qible.

Ku li gorî pivanên psîkanalîzê mirov li vê pêvajoyê binere mirov ê texrîbata zilmê li ser ruhê kurdan eşkere bibîne. Wek ji mînakên jor jî hate destnîşankirin kurd di nava tevliheviyeke hiş û dil de ber bayê stratejiya dijminên xwe ketine. Lê helbet gelek nivîskar û siyasetmedarên kurdan jî bi awayekî van yekan tînin ziman û rexneyê xwe dikin[18].

Wer xuya dike ji vir wêde têkoşînê, ne di navbera kurdan û serdestên wan de be. Têkoşîneke entelektuelî yê di navbera kurdên ku ji van yekan haydar in û kurdên ku mejiyê wan di bin vê enkazê de tevlihev bûye wê pêk were. Ev nivîs jî nimûneyeke ji van gengeşiyan e. Tiştên ku em di vir de dibêjin li ser hin asasan di çapemenî, di qada medyaya sosyal de têra xwe tê rexnekirin. Lê mixabin ev gengeşî bi piranî li ser nav û nîşanê partiyan tê kirin, an li ser wan tê pênasekirin, ev yek jî nahêle encameke baş ji van gengeşiyan derkeve.

Wek dawî divê em hersê pirsên jorîn li ser van mînakan bibersivînin. Zor pêwîst e em van pirsan bi awayekî eşkere bipirsin, bikevin pey kok, sedem û encama van yekan.

[1] Salih Muslim digel hovîtiya Hafiz Esed gelek caran di axaftinê xwe de ew vexwandiye milkê demokrasiyê. Digot divê em di nava Sûriyeyeke Demokratîk de bijîn. Îro komkujî û hovîtiya ku li ser axa Sûriyeyê diqewime dinya tevde matmayî hiştiye.

[2] Gava serokê PYD Salih Muslim li ser rojava diaxive gelek caran behsa Sûriyeya Demokratik dike. Ji wan çete û rêxistinên terorîst re behsa demokrasiyê dike. Helbet ev yek dike mirov bi vê baweriya başiyê bikene û mirov bikeve nav xeyalên ecêb. Mîna ku Bûda rabe were li ber Daîşê şîrêtan li wan bike, tabî herkes dizane teqez serê Bûda yê were jêkirin û bibe gogek.

[3] Belkî xwîner bibêjin ji peyva fantaziyê bêtir peyva utopîk li vê meseleyê tê. Lê gava ku em gihîştin dawiya gotarê wê were famkirin ku ev hewldan ne utopyayeke jidil e, ji nav geremola fanteziyên şexsî tê heya ew jî di nav xwe de ji xwe dûrketin, ji xwe acizî û mazoşîzmeke xurt dihewîne.

[4] Ev yek ne tenê di nav siyaseta PKKê de heye. Gelek kurdên misilman bi salan ji Çeçenîstan, Bosna Hersek, ji Filîstînê çîrokên zilmê pêşkêşî civaka xwe dikin. Helbet ev baskfirehî heya derekê însanî ye. Lê çi qas peyitandina wan li ser Filîstînê an dereke din zêde dibe, ew qas Kurdistan ji ber çavan winda dibe. Ev hinekî jî ji reva ji êşa xwe tê bi serê xwe mijareke cuda ye, lewma bi tenê li ser asasê Humanîzmaya Fantastîk nikare bê şîrovekirin.

[5] “Gelo kurd cudaxwaz in? Tu birçî bî, li deriyê kurdekî bixe, wê nanê xwe bi te re parve bike. Felaketek bê serê te li deriyê kurdekî bixe, wê mala xwe bi te re parve bike. Destê teng bibe li deriyê kurdekî bixe, wê pereyê xwe bi te re parve bike. Tayîna te biçe rojhilat tenê bikene li rûyê kurdekî, wê jiyana xwe bi te re parve bike.”

Helbesteke arebesk li ser erdheja wanê li qada sosyal medyayê belav bûbû ji bo me mînakeke din e. Hûn dikarin di vê lînkê de guhdar bikin: https://www.youtube.com/watch?v=95TWdb4JwwE

Ev helbest ji teref yekî Wanî li ser nirxandina pêşkêşvana televîzyona tirk Müge Anlı hatiye nivîsin. Wek eşkere ye têra xwe arebesk, têra xwe dûrî estetîka helbestê ye. Belkî gelek kes vê helbestê wek daberkirina kesekî nezan bibîne. Lê gava ku mirov naveroka vê helbestê dide ber hin gotin û kiryarên siyasetmadarên kurd mirov baş dibîne ku ev her du ji heman derdê bêderman in.

[6] Di paralelî vê peyvê de mirov dikare bibêje ku kurd, gelek caran ji bilî kurd dibe navê her tişti, ji ber vê yekê nasnameyeke şîzofrenik ji peyva kurd difûre.

Ev wesfê bihuştî termînolojiya selefiyên îslamî tîne bîra mirov: Serdema Asr-i Saadet.

[7] Ev wesfê bihuştî termînolojiya selefiyên îslamî tîne bîra mirov: Serdema Asr-i Saadet.

[8] Hin navên ku mezopotamya di nav re derbas dibin ev in. Dîsa ji van navan hemiyan ne wek fantazîyekê hin caran ji mecbûriyetekê divê meriv bixwîne. Lê tişta girîng ew e ku piştî mecbûriyet rabûye ev tişt êdî ketine şûna rastiyê. Ev pêvajo, heta astekê hinceta mecbûriyetê feramoş dike mixabin. Med Tv, Mezopotamya Tv, Gula Mezra Botan, Navenda Çanda Mezopotamya, Mezopotamya Kültür Vakfı, Mezopotamya Tıp Kongresi an pênaseyên wek Mezopotamya dergûşa çandan e, hwd.

[9] Xwendina dîroka xwe di pencera serdestan de ne tenê li cem kurdan heye. Ev yek tiştekî sîstematîk e bi zora serdestan tê kirin li dîroknivîsiya gelek gelan de ev yek qewimiye. Dîroknîvisya dinyayê gelek caran ji navenda mêjûya ewropiyan derketiye têra xwe terefgîr e. Li hember vê yekê xwendinên postkolonyal valahiyeke mezin dagirtine. Ranajit Guha di berhama xwe de rexneyên tund li feylesof zanayê rojava dike Dünya-Tarihinin Sınırında Tarih, wer. Erkal Ünal, Metis, 2006.

[10] Bilgi Üniversitesi, Ermeni Konferansı, 24, 10, 2005.

[11] Çend xebatên hêja jî ev in: Marc Nichanian, Edebiyat ve Felaket, wer. Ayşegül Sönmezay, weş. İletişim; Giorgio Agamben, Auschwitz’den Arda Kalanlar, wer. Ali İhsan Başgül, weş. Bağımsız Kitaplar; Beatriz Sarlo, Geçmiş Zaman, wer. Peral Bayaz Charum, Deniz Ekinc, weş. Metis; Judith Butler, Kırılgan Hayat: Yasın ve Şiddetin Gücü, wer. Başak Ertür, weş. Metis; Pauol Riceoure, Hafıza, Tarih, Unutuş, wer. M. Emin Özcan, weş Metis; Mithat Sancar, Geçmişle Hesaplaşma, weş. İletişim.

[12] Helbet mirov gelek tevgerên Sırrı Sakık û yê hin mebûsên din tenê nikare li ser başî masûmiyeta ku em li vir problematîze dikin şîrove bike. Ji van yekan re perspektîfine din lazim in. Em jî ancax di vir de li ser şopa ku me ji xwe re diyar kiriye bimeşin. Mîrov bi hêsanî dikare vê yekê ji xwe dûrketinê bigire heya hezkirina dijmin û nefreta veşartî ya ji xwe li gor pîvanê psîkanalîzê şîrove bike. Lewra ev helwest têra xwe sosret e û bi awayekî dikeve qalibê trawestîbûna siyasetê jî, ku min ev têgeh li jêr rave kiriye. http://agos.com.tr/haber.php?seo=sirri-sakik-astsubay-ve-uzman-cavuslarin-ozluk-haklari-icin-soru- onergesi-verdi&haberid=1442

[13]

[14] http://www.milliyet.com.tr/bdp-li-vekil-otele-turk-bayragi-astirdi-bakan-alkislatti/siyaset/siyaset detay/04.03.2013/1676032/default.htm

[15] Ev jî mînakek ji misilmanên muxalîf ên Tirkiyeyê ye: Beriya çend salan nûçeyek di rojnameyên tirkan de derketibû, min hewl da lê negihîştim nûçeyê. Lê bi qasî ku tê bîra min di salên dawiya 90î de mudirekî “îmam xetîb”ê ji bo ku kemalîst wî ji kar navêjin 25 wêneyên Atatürk li menzela xwe danîbû. Ev mînak ku zilam di rastiya xwe de ne kamalîst bû lê dixwest vê yekê veşêre tam tevgereke travestîzmê an polîtîkayeke transeksuel e.

[16] Ji ber ku li ser van tiştan lêkolîn nehatine kirin rewşenbîr û nivîskarên kurdan berê xwe nedane tiştên wiha -heya zêhn û hişê xwe nedin van yekan ez ne bawer im nerîneke me ya sosyolojîk serbixwe ava bibe, an qirêjiya dîroka talankaran paqij bibe – em ji bêgavî ji tecrûbeyên xwe yên şexsî mînak didin, digel nivîskarê vê gotarê ez bi xwe jî wisa dixuye di heman demê de dibim mijara gotarê jî. Helbet ev rêbaz ji ber selamet û rêbazên akademîk çi qas astengiyan jî derxe holê giraniyê li ser objektîfiya tespîtên min bike heya derekê girîng e bo min, piştî merhaleyekê ya rast ez neketime heyra van yekan, li benda lêkolîn û gotarên din bimînim. Daxwaza çavekî objektîf jî ji tu xwendevanî nakim. Lê ya baş tiştên ku me tecrûbe kirine di heman demê de li deverên din di navbera hin gel û çînên cuda de jî hatiye tecrûbekirin. Ku mirov li xebatên reşikan ên ku di sala 1980yê de li DYAyê dest pê kir, binere mirov ê bikare barê objektîfiya gotarê hinekî sivik bike. Jixwe bi min di rewşeke wiha de (rewşa kurdên li Tirkiyeyê) hewldaneke tund li ser bêterefiyê ku em di gelek berhemên hunerî de yên kurdan rastî vê yekê tên -ji rehekî humanîzmaya fantastîk tê, heya ku di nava xwe de di bin kirasê dilnizmî û başiyê de hişêkî seqet yê mexdûriyetê dihewîne.

17] Audre Lorde, “Hêrs: Cebilxaneya Zanîn û Enerjiyê”, Kovara Zarema, sal. 2014, hej.2, r. 182.

[18] Wek eşkere ye mesela kurd û Kurdistanê ji zû ve ji heddê hiqûq û siyasetê derketiye. Divê kesên ku pevyek ji xwe re kirin mijar êdî bi awayekî xurt berê xwe bidin sosyolojî û psîkanalîzê, hay ji kolonyalîzm, dijkolonyalîzm an postkolonyalîzmê hebin. Lê kesên ku muxalefetê ji humanîzmaya fantastîk re dikin piranî jî kevne siyasetmedarên kurd, her tim van yekan di nava siyaseteke tisî de dinirxînin. Kesayet û ruhiyeta kesên kurd ji tesîrên kolonyal bêyî epîstemolojiyeke psîkanalîtîk an sosyolojîk dinirxînîn. An mesafeya di navbera wan û sîstema kolonyal ji ya PKKê ne zêdetir e. Texeyulên wan ên siyasî gelek caran ji çarçoveya şerê navbera rêxistinan derbas nabe an nikarin li derveyî paradîgmaya kolonyal îtiraz bikin, red bikin. Ev yek tena serê xwe mijara gotarekê ye helbet.

Share.

Leave A Reply