EMÊ! TU DIKARÎ DI TARIYÊ DE JÎ BI TIRKÎ BIAXIVÎ

Mihemed Şarman

Destpêk

Van salên dawî gelek rewşenbîr, nivîskar komele û tevgerên kurdan li ser mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî disekinin, roj nîne ku nivîsek an daxuyaniyek li ser vê meseleyê dernekeve. Bi min jî ev mesele têra xwe girîng e û divê meriv gelek caran bi doralî li ser bisekine. Lê di van nivîs û hewldanan de du kêmasiyên mezin dertên peşiya me:

  1. Axaftin, gengeşî, daxwaz gelek caran hev dubare dikin, mesele tenê di çarçoveya siyasî de tê nirxandin û mixabin gelek tiştên girîng li ber çavan nayên girtin.
  2. Li ser bîreweriya kesan an civakê nayê rawestin, da gelo qedexebûna zimên çi qirêjî li ser bîrewerî, hiş an derhişê muxatabê meseleyê hiştine. Çiqas ji hundir deng bidin jî bi çavekî dûr û derveyî meseleyê, ev guftûgo tên kirin.

Helbet kelepor an sergoyê zimên jî wek kelepor an sergoyê kurdî arşîveke mezin li pey xwe hişt. Êdî “kurdbûn” an “kurdî”bûn li ber mudaxaleyên desthilatdariyê ne wek rewşa xwe ya ewilîn zelal û yekrengîn e. Teşe û naverokên wan hatiye guhertin. Divê meriv hin pirsên heyatî li van meseleyan zêde bike. Gelo “kurd”bûn an “tirk”bûn di raya giştî û zêhna wan de ji bilî nav û neteweyekê an navê zimanekî tê çi wateyan? Bi çavekî postkolonyal meriv dikare van yekan ji nû ve çawa biaxive? Di nivîsa jêrîn de her çiqas ev meseleyên girîng bi hûrgilî nehatibin nivîsîn jî hêvî dikim ku xizmeteke biçûk be jî li van gengeşiyan zêde bike. Belkî bibe sedema nêrînek cuda qet nebe em hinekî ji nava dilê xwe, bêkompleks bikarin meseleyê ji bo xwe zelal bikin1.

Tariya kurdiyê

Li gundê me merivekî bi navê Emer hebû, bi henek û pirbêjiya xwe dihat nasîn. Carinan jî di ber henekan re derewên xweş dikirin, ku tehma edebiyat û hunerê jê dihat.

Wextê Emer ji leşkeriyê tê, ku leşkerî merheleyeke girîng e di ferhenga mêraniyê de lewre navê leşkeriyê di bin peyva kamilbûnê de tê nivîsîn û têra xwe jî tirtire ye2 ji kamilbûnê wêdetir hinek xûy û xisletên elewatî lê zêde bûne. Di nav xeberdanên xwe de peyvên tirkî derbas dike, di kirasê pozbi- lindiyekê de bi hevokên tirkî diajo ser jina xwe ya nexwendî û tirkînezan. Şevekê dîsa Emer bir tirkî-mirkî xeber dide, bê şansî ceryan diçe, di cî de dengê wî qut dibe. Di tariyê de dimînin. Jina reben bê hemdî, li bêdengiya Emer vedigere û dibêje : “Emê Emê3 Xwedê kî tu dikarî di tariyê de jî bi tirkî xeber bidî!?4

Wextê ez bi vê meseleyê hesiyam hê xort bûm. Min ev yek wek henekekê an pêkenokekê pejirand, di sohbeta hevalan de, gelek caran ji xwe re kire qewde tovik, heya dema xwe pê borand, bêyî ku li ser bifikirim, tê de nimûneyeke sosyolojîk, rengê modernîzmeke derengmayî bibînim. Kengê modernîzm, taybetî modernîzma kurdan helwest û nêrîna kurdan a li hember tirkan, ji min re bûn derd, piştre qelibîn li ser têgihiştîneke sosyolojik, vê “pêkenokê” boxçika xwe ya hêja li ber min vekir.

Heya ku em vegerin ser êşa vê pirsê dixwazim çend sehneyan ji bîraninên xwe parve bikim û li şopên sedema pirseke bi vî şêwazî di nava kelepora modernîzma derengmayî de bigerim. Her çiqas ev mijar gelek berfireh be jî, em ê li ser nimûneyên li ser ziman bisekinin, ew tiştên din dîsa di nava vê pirtûka behskirî de bi sernavê xwe cî digirin.

Ez bawer im ev serpêhatî bi serê xwe, ji şexsîbûnê wêdetir, pareke çîrokeke kolektîf di nava xwe de dihewînin ku kirde jî kurdbûn bi xwe ye.

Kê tirkî kişand gundê me?

Kîjan kurd di zaroktiya xwe, di salên dibistana seretayî vegere dê teqez pêrgî çîrokeke qedexebûna zimanê xwe, pêrgî êşeke dijwar were ku wextekê bi derba dar û cetwelan pêşî li canê wî pişt re li ruhê wî deq bûye. Meriv dikare bibêje neviyê cetwela mezin a ku sînorê mîsak-î mîllî pê hatiye xêzkirin, ev cetwel e. Ne wisa bûya dê tenê bi çûyina êşa serê tiliyan re bifûriya, dê belaya wê qirêjî û êşa xwe bernedaya ser ruhê me. Ji ber vê yekê rasthatina li zimanê tirkî tu carî di rewşeke asayî, di rojeke geş, di kirasekî şaristaniyê de nebûye, û nehatiye. A tirkan jî heman tişt e. Bîranîna bi vî rengî gelek caran di civatan de, şevbihurkên ku kurd û tirk li cem hev bin, an di hevpeyvîna rewşenbîr an jî siyasetmedarên kurdan de kêm bi hêrs, geh bi henek, lê bi piranî di kirasê mexdûriyetekê de tên dabaşkirin.

Ew rojên ku tirkî zimanê efendî-mamosteyan, kurdî tifa devê gundî û nezanan bû karê me tevan hînbûna tirkiyeke tekûz bû mixabin. Ders tev bi vî zimanê dojehî bûn ku tenê di betlaneyê de, ji bo sixêf an çêrekê, an bi saya nav û nûçik lêkirinekê kurdî ji dilê me diteyisî, ji zimanê me dipekiya ku dibû sedema tinaz, gilî, gazinan û bi piranî jî li hember hevalên me yên qîz.

Keçikan ne bi tenê di nava xwe de, li malê di navbera hev de jî bi tirkiaxaftina xwe bi kêf didomandin. Piştî çend salan ez gelek caran fikirîm çima piranî mêla keçan li ser axaftina bi tirkî bû? Aya bo çi ji serkeftina bikaranîna tirkî re quretiyek li dev û rûyê wan belav dibû? Heya ku niha jî di jiyana kurdan a rojane û duzimanî de kurdîaxivîna keçan ji ya mêran kêmtir e. Ma gelo hewce ye ku em bibêjin ku meriv di vê pirs û bersivê de ji lêgerîneke niyeteke pederşahî zêdetir, bala xwe bide rehekî kolonyalîst dê çêtir be.

Tirkiya modern bajarî û kurdiya gundî

Carinan ji gund em diçûn navçeyê bal malbatên pismamên xwe, ku ji zû de li navçeyê (bajar) bi cî bûbûn, em dibûn mêvan. Gava dê û bavê me li raxistina malê, navmalê û paqijiya dîwêr, mehfûrên bajarî dimeyzandin gotineke qerase li ser niyeta ecibandin, pesindayînê ji devê wan derdiket: “Meriv dibêje qey mala we wekî ya tirkan e.” Carinan ev hevok bi wan re li pîqabên dîzel ên kevin siwar dibû, di rengê salixdayînê de, di tevna pesindariyekê de digihişt gundiyan û bi vî awayî wan jî para xwe ji vegotina kolonyalîst digirt. Heman tişt derengrabûna ji xewê ya xwediyê malê re, li ser navê tirkîtiyê bi şibandina memûrtiyê der dibû. 5

Min bi salan li gelek deverên kurdistanê li dibistanên tirkan mamostetî kir. Çi gavê derfet biketa destê min, zimanê min diguherî ser kurdiyê. Lê çi hikmet e, piştî her axaftina min a bi kurdî hinek xwendekaran bi israr ji min dipirsîn: Mamoste tu bi kurdî dizanî?

Tiştekî din, ku hatiye serê me gelekan; kengê ku kurdek bi tirkiyeke bêşîwe biaxive, ser û cilên wî paqij, rûyê wî ji qemerbûnê şuştî, dest û pê nazik û spî be, an pirça wî zerik be, ji aliyê tirkan ve wek pesindariyekê tê “sûcdarkirin”: “tu qet naşibî kurdan”. Ev gotin çi tesîrê li ser muxatabê xwe dike hewceyê lekolîneke berfireh e. Lê ez di vê baweriyê de me ku gelek kes dilê xwe bi vê gotinê germ, devê xwe jê re beş dikin. Hinek bi dev îtirazê bikin jî dîsa bi dil vê gotinê wek pesnekê û ciyawaziyekê dipejirînin. Lê yên ku him bi dev; him bi dil vê gotinê biqewirînin kêm in. Ev jî di nav çerçoveya dîroka me ya talanbûyî de tiştekî însanî, xwezayî ye; lê heya derekê. Di vir de divê meriv gotina F. Fanon ku bi dilêşî li ser reşikan der kiribû bîne bîra xwe: “Em reşik tev li ser xeyalekê dimeşin, ew jî spîbûna laşê me ye.”

Ez bawer im, wek ku hûn jî ji van minakên watedar gihîştine kula vê pirsê.

Modernîzma derengmayî û pozîtîvîst

A.Valî di hevpeyvîneke xwe de dibêje kurd modernîzmê di kirasêkî pozîtîvîst de dixwînin, fam dikin6. Bi me tesbîteke di cî de ye û rast e. Meriv pirseke din bi dilê vê pirsê ve bike û bibêje: Gelo kurdên bakur li ser destê kê, bi çi awayî, çawa bi modernîzmê re rû bi rû mane?

Ji ber derfet, niyet û şêweya vê nivîsê em ê nekevin pey dîroka modernîzmê û geşedana wê. Lê bi kurtasî em dikarin bibêjin ku kurdên bakur li ser destê dewleta tirkan, bi riya dibistan û perwerdehiya bi tirkî di şexsê mamoste, karmend û alavên ragihandinê de modernîzm nas kir. Pejirandina wan jî her tim pozîtîvîst û şênberî bûye. Lewre modernîzma tirkan jî wek modernîzmeke derengmayî bû. Ji halekî xwezayî bêtir bi darê zorê, bi derbên jakoben, bê malhazirayî û teqlîdî bû. Model, mînak dewletên rojava bûn; heya ku li ser pişta teknolojiyeke xurt, jiyaneke sekuler, di nav serxweşiyeke jixwerazî de modela xwe li bazaran difirotin. Dewletên ku di vê pêşbirkê de li paş mabûn, di dil de êşa derengmayî, di çavan de hêrsa pêşveçûnê, di zik de dexesî û zikreşiyeke tund, bi lingên kulek nav di hewldaneke bêhampa de xwe li pey modela xwe dixişxişandin. Ji destpêka komara tirkiyê heya 1960î jî tirk jî di qonaxên zordariyê re, di pêvajoyên xetere re, bi darê zorê dihatin “ajotin” ber bi derê milkê modernîzmê ve. Lê belê wekî her tiştê ne di wextê xwe de, ne li ser xîmê xwe, ev meşa nexweşokî û kêmber ma, heya niha jî ev pirsgirêk bi awayekî berdewam e.

Belê ew dewletên ku modernîzm ji milkê bavê wan, ji zeviyê wan ê bi adan biter bû, piştre hin dewletên din bi teqlîdî bi saya dezgeh, rewşenbîr û siyasetmedarên xwe dan pey wan heta qadekê jî hatin, ku îro baş xirab tiştek danîne ser tiştekî. De baş e, gelê kurd ê ne ewrûpayî û bi ser de jî bêdewlet çi kir?7. Wan jî digel van barên giran bi barê bêdewletbûnê jî, dan ser riya çend rewşenbîrên welatperwer, dilsoj wek Celadet û Kamiran Bedirxan, Law Reşîd, Kemal Fewzî, Cegerxwîn, H. Qadirê Koyî, Abdullah Cewdet, Hemzeyê Miksî hwd. ketin nav hewldana rewşeniya gel. Ji ber van kêmasiyên navborî bi ser neketin. Îcar kurdan ji wir heya vir di nav lepên dewleta tirkan de, bi riya tirkî, bi alavên ragihandinê modernîzm nas kir. Pirtûk bi tirkî xwendin, televizyon bi tirkî seyr kirin, bir tirkî lêdan xwarin, heya “alo” ya telefonê digel nav û nîşanên hemû amûran jî bo wan bi tirkî bûn û heya niha jî wisa ye.

Vê yekê di nêrîn û derhişiya kurdan de konê xwe yê reş û dagirker vegirtiye, ku heya derekê dîsa tiştekî xwezayî ye. Îcar ji bilî tiştên ku rasterast bi tirkî ne hin tiştên din jî bi xwe li vê nêrînê zêde bûne. Tirk û tirkî digel neyartî û hovîtiya xwe di hişmendiya hin kurdan de wek modern, dewlemend, şareza û paqij hatiye qodkirin8. Zimanê tirkî wek sembol û nîşana van tiştên erênî, delal tê qebûlkirin ku gelek bajariyên kurdan heya demekê ji bo ku pêşveçûn, şaristaniya xwe bide haydarkirin mêla xwe her tim didan ser zimanê tirkî.9

Ku em vegerin ser destnîşankirina xwendina modernîzma pozîtîvîst meriv dikare bibêje ev yek taybetmendiyeke modernîzma derengmayî ye10. Lewre ji hizir, raman zêdetir modernîzmê pêşî bi şêwe teqlîd dike. Teqlîda bi vî awayî hem hêsan hem jî eşkere û pratîk e. Guhertina fikir û ramanan ji ya cil û lîbasan dijwartir e. Kes û civak li modela xwe dinêre bi wechekî madî wê dişopîne. Îro çawa li Tirkiyeyê hin dinyanedîtî bi erebêyên xwe yên giranbiha, telefonên modelên dawî, avahiyên dûrî estetîkê û mezin xwe modern dihesibînin11. Kurd jî modernîzmê bi heman tiştan fam dikin. Lewre di navbera estetîka gundîtî û modernîzma derengmayî de pismamiyeke xurt heye. Di herdu têgehan de jî hejmar û mezinayî pîvana estetîkê, merhaleya pêşveçûnê ye12. Ji ber vê yekê çiqas xwediyê malê dinyê be, ev tişt çiqas ber- biçav bin, xwe ew qas modern û nêzî şaristaniyê dibîne. Modernîzm bi çi nas kiribe dê ji modernîzmê jî heman tiştî fam bike. Ev yek di hiş û helwesta merivan de her tim heye ku rastiyeke sosyolojîk û psîkolojîk e. İ. Beşikçi û çend hevalên xwe di salên 1960î de li Ruhayê li hinek gundên kurdan lêkolînekê dikin. Fotoxrafê avahiyeke mezin rêyî zarokên 10-12 salî didin dibêjin ‘ev çiye?’, zarok dibêjin “qereqol” piştre fotoxrafê xaniyekî sê qat rayê wan didin dîsa dibêjin ev jî qereqol e, di dawiyê de yê dibistanekê nîşan didin zarok dîsa dibêjin ev jî qereqol e. Piştre Beşikçi van bersivan wiha şîrove dike: Zarokan kîjan bînaya ser sackirî bidîta jê re digot qereqol, lewre li gundê wan qereqol hebû, di nava xaniyê gund de ew tenê sackirî bû. Ev tişt hinek ji vê yekê tê, meriv bi çi nas bike, wî wisa dihewîne di mejiyê xwe de.13

Tirkiya bi ceryan, kurdiya bi zing

Her çiqas me hatin û geşedana modernîzma kurdan wek modelgirtina ji tirkan di pêvajoyeke awarte de nîşan da, ya rast divê meriv tiştekî din teqez bîne bîra xwe. Dewleta tirk digel vê modernîzma xwe ya kulek û kêmber bi salan bi zordarî, hovîtî bi rêya alavên ragihandinê, pirtûkên perwerdehiyê sînemaya xwe ya Yeşilçamê kurd wekî dij şaristanî û paşverû nîşan da. Bi rêzefilmên erjeng kelepor, urf û edetên kurdan ji binyada wê dûr, di kirasê hovîtiyê de li ser navê torevaniyê (torecilik) şîrove kir. Ma derfet hebû kurd xwe ji vê talana mejî bi silametî xilas bikin? Ev mijareke hewceyê lêkolinê ye û derê vê nivîsê ye.14

Îcar hemin tirk modern, delal, bajarî û paqij in, tirkî jî heman tişt e û berovajî vê yekê hemin kurd kevn, gundî, qirêj û nepaqij in, kurdî jî heman tişt e. Em dikarin vê zincîrê dirêj bikin. Nexwe axaftina bi kurdî ji rêzê, di ser de jî tiştekî nexweş û belaya serê meriv e. Axaftina bi tirkî derbasbûna merheleyeke bilind, terfîkirina milkê şaristanî û bajarvaniyê ye. Çiqas tirkî ew qas modernîzm, çiqas tirkî ew qas pêşketin. Ji ber vê yekê kurd ku bi tirkî biaxive, çawa bûye mamoste? Mamoste be, divê tirk be; ne wisa? Memûrtî her tim karê tirkan e, li tirkan tê.

Ez bawer im meriv dikare êdî pirsa jina Emer şîrove bike. Vê pirsê ji îroniyeke bêhempa an tinazekê zêdetir li ser van yekan şîrove bike. Di hişê jinê de tirkî tiştekî modern e15, modernîzm jî di qalibê pozîtîvîzmê de tê naskirin. Ceryan jî tiştekî bajarî û nûjen e; ji xwe yên ku tên ceryanê çêdikin, seatan kontrol dikin jî tirk in. Makîneyên teknolojiyê tev tirkî ne. Nexwe têkiliya axaftina bi tirkî bi ceryanê re heye, belkî axaftin bi ceryanê be. Wek henekî axaftina kurdî bi mazotê belkî bi êzingan be, a tirkî bi ceryanê. Televîzyon her tim tirkî diaxive, ku kurdî biaxiviya jinê belkî ev pirs bi vî rengî nepirsiya. Lewra gava ceryan here telewîzyon jî diçe, tirki jî diçe ew çax axaftina bi tirkî jî divê here .16

Her çiqas şert û mercên kurdan û kurdî guherîbe jî meriv nikare îddia bike ku ji qirêjiya pişaftine bi temamî hatiye şuştin. Ev tişt, tiştekî hêsan nîne; wek avakirina wê ji xerakirina pişaftin û talanê re jî dem û ferasateke kûr divê. Di nivîsê li ser ziman an li ser rewşa kurdan de meriv para van yekan ji bîr bike meriv ê negihêje mejiyekî zelal, heta wê seqetiyên vê yekê zirareke mezin bide rewşenbîrî û têkoşîna neteweyî. Jixwe ji bo avakirina rewşenbîri- ya neteweyekî jî ev tişt elzem û şertê herî mezin e.

1 Min nexwest ez di nava vê nivîsê de agahdariya teoriyên wek postkolonyal (xebatê madûnan) an “xebatên reşikan” bidim, ev çarçove dikare dîsa jî ji paşxaneya van herdu teoriyan sûd bigre. Lewre wek xwendevan jî dê bibîne teşeya nivîsê ji sarbûna gotaran bêtir li germahiya ceribandinan tê. Ev nivîs pariyek ji dosyayek min e (Li Ber Deriyê Hişê Gelekî) neweşandî ye. Jixwe me dil heye ku em dosyeke taybet di hejmara duyemîn de li ser van teoriyan amede bikin, dûr û dirêj li ser rawestin.

2  Meriv dikare di vir de bîne bîra xwe ku fotoxrafên ku leşkeriyê hatine girtin, her tim bi payebilindî bi qiblegehên menzelê ve tên hilawestin.

3  Emê awayê kurt ê navê ‘Emer’ e.

4  Li gorî salixan zimanzan û xemxwurê kurdî F.Huseyin Sağniç jî bi meseleyeke wiha re rû bi rû maye. Henekê F.H. Sağniçê ku li jêr hatiye nivîsandin, her çiqas dûrî ruhê vê pirsa jinê be jî dîsa jî, diyardeyeke bi vî rengî balkêş di xwe de dihewîne, hewceyê dabaşkirinê ye. Gava ji ber vê nivîsê min hinek pirs ji hevalên xwe re rêkir yekî ji wan (Elhekîmê Tetwanî) ev nîşe li bersiva xwe zêde kir ji min re şand: “Ez ê li vir behsa Mamê Feqî Huseyin Sağniç bikim Mamê Feqî gelek girîngî dida axaftina bi zimanê kurdî rojekê nasekî Mamê Feqî diçe dikana wî û di wê demê de êvar e û ceryan jî tune. Ew mirov dibêje “Feqî Amca nasilsin?” Feqî; “Ez baş im biraziyê min.” Mirov; “ Feqî Amca sana bîr konuda danişacagim” Feqî nahêle axaftina xwe bidomîne û jê re dibêje: “Mala te xerab nebe ez di rohniya rojê de nikarim bi tirkî biaxivim ez ê niha çawan di vê tariyê de bi tirkî bersiva te bidim, ka bi kurdî bipirse ku ez bizanim.”

5 Min pirsa têkiliya malên paqij û tirkîtiyê ji gelek hevalên xwe kir, heya gelekan ji min re got, heman tişt li ba me jî hebû.

6  Kürtler Modernizmi Pozitivist Algılıyorlar, Dipnot, 2012, hj. 2, hevpeyvîn r..25

7  Ev pirsa heyatî û panoramaya modernîzma derengmayî îlhama xwe ji ders û nivîsên romanûs û rexnegirê hêja Remezan Alan digire.

8  Di demeke nêzîk de mebûsekî tirk, Bülent Arınç li ser zimanê kurdî hê bi vî qewlî dipeyivî, zimanê kurdî bi dûrbûna ji şaristaniyê tawanbar dikir.

9  Li hember tirk û tirkîaxaftinê gelek helwest, nêrînên cur bi cur hene ku dem deman hatine guhertin. Piştî şerê PKKê dest pê kir ev helwest di serî de nehat guhertin, heya demeke dirêj PKKê her tim perwerdehî û jiyana xwe bi tirkî domand. Di nava kurdan de demek pir dirêj pêkenokên kesên nizanin bi tirkî biaxifin hatine gotin. Piştî salên 2000î ev yek hêdî hêdî hate guherîn. Niha jî henek, pêkenok li ser wan kesên ku bi kurdî nizanin biaxivin tên kirin. Hê gelek mebûsên tevgerên kurd sedem ku bi kurdi naaxivin tên şermezarkirin. Her çiqas şikandina vî mejiyî bi awayeki vekirî ber bi çav be jî. Qirêja van travmayên psîkolojîk û sosyolojîk zû bi zû ji ruh û hiş dernayê mixabin. Gelek caran bi şêweyekî din xwe dide der.

10  Mirov dikare tiştekî din jî li vê tesbîtê zêde bike. Civakên ku dereng derbasî nivîsariyê bûne, her li ser qewlekî şênber difikirin. Yanî hiş û mejî, ji metafor û têgehên razber zêdetir şênber in. Psîkologê Sovyetê Alexander Luria di 1930î de li ser vê mijarê li gundê Ozbekistan û Kirgizistanê gelek lêkolinên balkêş kirine. Dîsa li ser heman mijarê filozofê Fransiz R. Barthes wiha dibêje. ”Di şûna zimanê ku li ser tiştan biaxive (Zimanê Sîwan, üst dil-) xwediyê zimanekî ku bi bûyeran tiştê bûyî diaxife, wek zimanê alavî-nesne dil- heye. Mînak mirovekî darvan tu carî li ser darê naaxive, lê yekser bi darê re diaxive. An li ser baranê naaxive li ser tesîra baranê li ser karê wî diaxive, heya ku baran encax wek alavek ji alavên kar tê hesibandin, ku bi serê xwe tu tişt nîne. Ji ber vê yekê civakên ku hê di asta ramana şênber de mane metafor û têgeh ji wan re luks in û mirov dikare hizra modernîzma pozîtîvîst hinekî li ser vê epîstemolojiyê jî binirxîne. Gurdal Aksoy, “Bir Lider ‘Yaratmak’ ya da Kürtlerin Düşünsel Süreçlerini Kavramak Üzerine” di nav Nostradamus’un Kurdistan Kehanetî de, 2008, Stenbol:Ko- mal. rr.54-152.

11  Li ewropayê yekî tirk bi milyon dolaran erebeyek Ferrari dikire, ji bo zêde mesref nebe tup lê girêdide. Ez bawer im yekî ku modernîzm û dewlemendî li ser xîmê wê naskiribûya tenezulî tiştekî wiha sosret nedikir.

12  Ev deh sal e R.Tayyip Erdoğan li ser desthilatdariyeke îslamî dibe yekem partiya Tirkiyeyê. Geh dibêje ez ji we me, ji nav gel hatime geh pesinê xwe bi mezinahiya bînayan, bi hejmara mizgeft, rê û asfaltê dide ku ev teyamûl ji vê yekê tê.

13  Gurdal Aksoy, “Bir Lider ‘Yaratmak’ ya da Kürtlerin Düşünsel Süreçlerini Kavramak Üzerine” di nav Nostradamus’un Kurdistan Kehanetî de, 2008, Stenbol:Komal. rr.54-152.

14  Berhemên Müslüm Yücel ên Wek “Türk Sinemasında Kürtler”,”Osmanlıdan Günümüze Türk Edebi- yatında Kürtler” li ser van mijaranan in. Lê ev meseleyek gelek girîng e ku divê wek xebateke mîna “Madun Çalışmaları” a hîndûyan, an xebateke ku rewşenbîrên reşikan ku li ser spiyan li ser navê “Beyazlık Çalışmaları” kirin, bên kirin.

15  Tiştekî balkêş heye ku ez bawer im ew yek, bi awayekî bi vê meselê ve girêdayî ye: Xortên kurd her tim bi destgirtî, an hezkiriyê xwe re bi tirkî diaxivin, tirkî dinivîsin. Yanî zimanê flortê di nava pira- niya kurdan de tirkî ye. Gelo çima? Flort bi têgeh û repertûwara xwe rewşeke modern û nû ye. Ji ber vê yekê ji kurdî zêdetir li tirkî tê? An perfomansa kurdiyê têra dabaşkirin, parvekirina evîna flortê nake(!). Gelo soran an kurmancê kurdistana başûr bi erebî diaxivin, li gel hezkirî û hevalen xwe yên qîz? Bersiva vê pirsê çi dibe bila be, yan bi sedem yan ji ber encama xwe bi helwest, bi wê fikra ku modernîzm û tirkî di heman qalibî de tên qebûlkirin ve girêdayî ye.

16 Beriya ku vê nivisê binivîsim min ev mesele ji nêzî 15 hevalên xwe re rêkir, heman pirs ji wan pirsî. Ji wan bersivan yekî got kurdî tarî ye, tirkî spî ye. Kurdî bela tarîbûnê, tirkî ji rohniya rojê ye. Lê ez dikarim bi naskirina Emer û jina wî vê bersiva balkêş wek şîroveya derhedî bibînim. Dîsa hevaleke kurd ku min heman pirs jê kir, bîranîneke xwe bi me re parve kir. Got pîrka min ji xwe re telefoneke bêrîkan peyda kiribû, heval hogirê wê tev kurd bûn lê gava ku telefonê lêdida bixwe jî baş tirkî nedizanî, dida ber guhê xwe di carkî de digot ”kisminîz” (kimsiniz-tu kî yî). Dîsa mirov dikare têkiliya alavên teknolojîk û tirkîtiya wan di vê meselokê de jî bibîne.

Share.

Leave A Reply