Aqlê Protez(1) ê Kolonîyê

ŞARO I. GARİP

Aqlê protez bê şik bi tilîya xwe çavê xwe derdixe

Puxte: Kurdan di şerê cihanê yên duyemîn de derfeta dewletbûnê ji dest xwe revandin. Îro jî derfeteka zerîn bi piranî ji dest xwe revandin. Sedema vê ne bes dijminên wan in. Kêmasîya aqlê Kurd jî roleke mezin dilîze. Kurd beguman li hemberî Kolonyalîzmê şerekî mezin didin, lê şerên Kurda encamê xurt nagirin. Ne tenê dinamikên ji derve wek parçekirina Kurdan, herwiha dînamika sêyem self-kolonizasyon jî divê be analîzkirin, bi kîjan amrazan self-kolonizasyon tê meşandin. Gere bê analîzkirin, çima di sedsala modernizmê de Kurdan peymana civakî (contract de social) çênekirine, tabîyi peymana xelkê ne. Ew felaketa herî mezin e. Lewma Dîyarbekir, Cizîr, Kerkuk Efrîn yek bi yek ji desten Kurda derdikeve. Di wê nivisê de bi hinek çavderîyan niqaş û şîrovekirina van mijaran tê kirin.

Peyvên sereke: self-kolonizasyon, aqlê protez, re-kolonizasyon, hişmendî û xewa Kurd

Destpek

Aime Cesaire (Cesaire, 2000) kesek, manîfestoya antî-kolonîalîzmê nivîsîye, di şaristanîya spî a Fransayê de cihekî bilind û xurt girtîbû. Lêbelê wî dizanîbû ku ew di nav şaristanîya spî de hertim “reş” e. Piştî ku Cesaire psikanalîz û surrealism xwend bi alîkarîya van ew bi dû nirxên xwe yên ku ji hişên xwe derxistibûn ket. Cesaire ne tenê Manifestoya antî-kolonîalizmê nivîsî herwisa ji niviskarê Rûyen Reş Maskeyên Spî F. Fanon (Fanon, 2008) re jî mamostetî kirîbû. Herwiha Afrîkîyan dest bi hişmendî û hişyarbûna xwe kirin. Wan bi aql û hişmendîyên xwe dizanîn li hemberî kê bi kîjan awayê tekoşîna xwe bimeşînin. Kurd jî li hemberî Kolonyalîzmê şerekî mezin didin, lê şerên Kurda encamê xurt nagirin. Kolonyalîstên Kurda ji Afrika, Amerika, an Asyayê tecrubeyên xwe girtine. Şer berî çekan bi hişmendî tê dayîn. Bê hişmendîya netewî şer xetereyeke wek qirkirinê bi xwe re tîne.

Aqlê protez amraza self-kolonyalîzmê

Sedsal e Kurd jî li hember kolonîyalizme şerê de-kolonîyalizmê (xilasîya ji mêtingerîyê) didin lê mêtinger jî bi teknolojîyên koledarîyê yên nû, pevajoyeke re-kolonizasyonê (jinûvemêtingehkirin) pek tînin. Ji bilî re-kolonîyalizm de-kolonîyalizmê dînamîka sêyem a navxweyî ya kûr wek kurmê darê self-kolonizasyon (xwe bi xwe mêtingehkirin) xetera herî mezin e. Makîneya kolonîyalîzmê di pêvajoya self-kolonizasyonê de bi xwe dimeşe. Pergala kolonîyalîzmê ne tesadufî ye, ne jî ji nişka ve çêdibe. Pergala kolonîyalîzmê mekanizmayên rasyonel (biaqil) û berdewamî berdikêşe. Ji bo pejirandina koletîyê divê fikr û ramanên mirovên li kolonîyê bên guherandin. Fikr û raman di gelek dever û sazîyan de bi rebazên taybet tên guherandin. Ji bo serkeftina kolonîyalizmê gere hişmendî, bîranin, şop û dîroka mirovên kolonîyê tev de bên reşkirin.

Wek Memmi (Memmi, 1991) jî gotibû Kolonyalîzm faşîzma hovtirîn û wêrankera herî mezin e. Ne bes mal û xwezayê wêran dike nirxên mirovatîyê jî ji hev dixe (de-humanize dike). Rewşa Kurdistanê ji kolonîyan jî xirabtir e, ji ber ku li Kurdistanê statuya kolonîyê jî nayê qebûlkirin (Besikci, 1991). Bi salan e qewmê Kurd û welatê wan Kurdistan tê înkarkirin. Înkarkirin bi destên teorîyan tê meşandin. Zanyar û sîyasetmedarên ku Kurdan bi teorî û sîyasetên xwe dikujin û dipelixînin, îjar radibin li ser laşê li erdê dirêjkirî pirsan dikin: Ev kî ne? Ji kuderê hatine? Çima li vir in? … Erd, ziman, nasname, dewlemendî heta jîyan jî layiqî Kurdan nayê dîtin.

Kurd ji welatê xwe wek Kerkuk û Efrîn tên qêkirin, pişt re li ser Kerkuk û Efrînê pirsan dikin: ew bajar yên kê ne?

Lêbelê Kolonyalîzm ji bo carekê talanê nake. Pergala Kolonyalîzmê ji bo berdewamkirina talanê hewceyî mekanizma ye. Herçiqas dagirker welatekî zeptbikin, yanî têxin destê xwe jî serhildan tirsa dilên dagirkera ye. Lewma kolonîyalizm dixwaze bikeve nav gîyan û aqlên kesan. Dagirkerî ji bo konsolidasyonê konê xwe ne bes li ser welêt lê li ser aqlên mirovan jî vedigire. Kolonîyalizm ji mirovên xulam re yên ku hatine dehumanizekirin/insanîyeta wan hatîye jihevxistin aqlê protez peyda dike. Ew aqlê protez hatîye programkirin û sinorên wî jî belî ne. Êdî xwedîyê aqlê protez di bîna bîra desthildaran de ye û benê xwe jî bi destê dagirkeran ve berdaye. Aqlê protez aqlê kedî2 ye, serê xwe ranake. Wisa ji mirovatîyê derdikeve (de-humanize buyîn).

Aqlê protez (aqlê Kolonyalîzmê yê rasyonel) bi laş û gîyanê xwe re bêaheng e û hevdû nagirin. Her daîm dijayetî di nav wan de çêdibe. Ew aqlê hatîye kolonîzekirin rastîya jîyan û gîyana xwe wisa inkar dike ji nav heşê xwe derdixe (Freud, 1974). Lê ew bêhişkirin dibe sedema travmayên mezin. Kesên xwedîyê aqlê protez ji xwe direvin lê herkes li derdora wan, heval, malbat, xweza hertişt nasnameya wan tîne bîra wan. Aqlê protez di gelek cîh û sazîyan de tê avakirin. Bi taybetî jî cîhên perwerdahîyê, dibistan yek ji wan e. Aqlê zaroka li vir tê şêwandin. Zimanê zordest erişeke bi hêz bi tirs dajo ser zarokan. Ew ziman ne wek kesên azad ku zimanekî bîyanî daxwazî û meraq dihevîsin3; ew ziman bi zor, îşkence û tirsê tê elimandin. Ew zordestî nîşana “bilindahî” û tahakûma Kolonyalîzmê dixe ber çawan. Qedexekirina zimên, tunekirina kesayetî û nasname wek şokek (shock) reş bi ser zarokan de tê. Şideta Kolonyalîzmê ruh û aqlên zaroka pûç dike bi vî awayî xwebawerîya zarokan tê şikandin. Gava zarok mezin dibin li hemberî mekanên dewletê û otoriteyê jî hertim kêm bawer in. Piştî mezin dibin nayê bîra wan kengî vîrûsa koletîye ketîye ruh û canê wan (Cesaire, 2000). Ji ber ku vîrus ji nifşek derbasî nifşa din dibe. Demeke dirêj de vîrûsa koletîyê cihê jîyana azad digre, mirovên hatine kolonîzekirin jî rewşa xwe wek jîyanek normal dihesibînin. Çend çavderî û tecrube wan gotinan piştrast dikin.

Çavdêrî 1: Ew şideta zimanî û ramanî min jî di jîyana xwe de gelek caran tecrube kirîye. Hînek zarok di destpeka dibîstanê de ji ber şideta zimanê Tirkî terka dibîstanê dikirin. Lêbelê kesên şideta zimanê Tirk redkirin û dest ji dibîstanê berdan di mezintîya xwe de xwebawerîya wan ji kesen stu li ber zulmê xwar dikirin û bi vî awayî hatine terbîyekirin pir zedetir e.

Çavdêrî 2: Kesen ku bi zimanê zikmakî perwerdehî dîtine li hember zimanê Kolonyal xwebawerîya wan gelek bilind e. Gelek caran min ceribandîye ku Kurdên ji Ermenistan û Şengalê tên (Almanyayê) xwebawerîya wan ji Kurdên bakur zedetir e.

Çavdêrî 3: Keçek Kurd 6-7 salî ku ji Semsûrê hatibû Stenbolê bi xaltîya xwe re li mal bes Kurdî dipeyivî, lê li derve peyvek Kurdî nediaxifî. Şideta zimanê Kolonyal li ser ruhê wê digerîya.

Pergala Kolonyalîzmê ji alikî de bi destê kolonizatoran dimeşe ji alî din de bi çerxa sazîyan. Türkan Saylan kesek ji wan bû bi revebirîya aqlê protez sistematikeke mezin pêkanî. Ew mînak ji re-kolonizasyonê re gelek taybet e. Gotina Saylanê “Keçno werin dibistanê” stratejîyek kûr e. Armanca wan stratejîyên post-kolonîyal malbat, bi taybet jî jinên Kurd in. Ji ber ku zimanê zikmakî zimanê dayikê ye. Gava ku dayik zimane xwe deng nekin zarokên wan qet deng nakin (qirkirina spî). Herçiqas li hember pratîkên re-kolonizasyonê Kurdan ji çend pratikên sist, wek vejandina wêjeya Kurdî, pek anîn jî tekoşîna wan têra dekolonîzasyonê nekir. Ji ber ku di de-kolonizasyona li Kurdistanê self-kolonizasyon veşartî ye. Mînakeke din a taybet ji bo self-colonizasyonê balkeş e. Angorî anketa min kirî ji %80-90 rewşenbîr, akademisyen an jî kesên zanîngeh xwendine zarokên xwe ne bi Kurdî lê bi Tirkî dielimînin. Aqlê protez bê şik bi tilîya xwe çavê xwe derdixe. Pir caran jî çavên birayên xwe derdixe lê bes ne çavê desthildarên xwe. Aqlê protez “avakarê mala xelkê û hostayê diwarên cirana” ye (Helim Yusiv). Gelek nivîskar, hunermend û sîyasetmedarên navbideng wek Yaşar Kemal, Selim Berakat, Cemal Sürreya, Izzet Altinmeşe, Ibrahim Tatlises xizmeta çand, huner û sîyaseta Ereb, Fars û Tirkan kirine. Kesên wek Cegerxwîn, Nûrî Dersîmî yên ku dûrî aqlê protez bûn hizmeta çand û hunera xwe kirin an hatin qetlkirin an heps û sirgunî bû para wan. Herwisa alema akademîyê jî wisa ye; kesên aqlê protez red bikin cihê wan li akademîya kolonîyalizmê tuneye nivîsên wan jî di kovaran de cih nabînin.

Sazîyên kolonîyalizmê bi taybet yên fermî li her bajarekî, her gundekî mina bircên çavdêrîkirinê, cihê kontrol û çêrandina mirovên bindest in. Di van sazîyan de him şideta xwerû him jî ya civakî û çandî tê avakirin. Kêsen nexwedîyê aqlê protez li vir bi şidet tên terbîyekirin (pêvajoya dehumanizekirinê). Şewata şideta mental gelek kûr e. Ew şideta mental di medya, sosyal medya, zanîngeh, dibistanan de bi destê têgeh û gotinan ji bo civak û pergala kolonîyal kategorîyên raserî û serdestîyê hildiberînin. Ew têgeh û gotin wek nirxên gerdûnî, zanistî û humanizmê tên binavkirin. Yên li derveyî vê çarçoveyê dimînin, wan dixin nav kategorîyên nerênî wek feodal, paşverû û bi negerdûnîbûn, nezanistîbûn û nemodernbûnê tên tawanbarkirin.

Çavdêrî 4: Gelek rewşênbîr bi piranî akademisyenên Kurd di gelek civîn an konferansan de NEneteweperwerbûna xwe ji dil û can tînin ziman. Akademisyenek dema li hember rexne û argumanan teng dibe dikeve bin parastina humanizmê. Ew parzûna aqlê protez, ku Kurd dehumanize kirîyê eslê wan ji wan diparzine. Ew akademisyen dibin humanist nabin Kurd. Kurdbûn dikeve bin parzûnê, humanizm li ser parzûnê dimîne.

Çavdêrî 5: Gelek sîyasetmedarên Kurd yên HDPyî di axaftinên xwe de her daîm dibêjin em sîyaseta etnîk nakin û stratejîya me “Türkîyelileşme“ye. Kodên aqlê protez Kurdîstanîbûnè diparzine. Herwisa ew aqlê protez bû ku referanduma li Başûrê Kurdistanê erzan kir; lê ew sîyasetmedar ji bo referandûm û parlamena totaliter a li Bexda, Enqere û Tahranê ji dil beşdar dibin.

Çavdêrî 6: Xwendavaneka Kurd (X) li zanîngehê ji ber girtin û dadgehkirina Can Dundar gelek xemgîn bû. Hevaleke wê (Y) got gelek rojnamevanên Kurd jî di girtigeha de ne, çima tu ji bo wan wisa ne xemgîn nabî?” Xwendava (X) ji hevala xwe Y re got, “Ne hewceye tu netewperestî bikî!”

Ne tenê di nava akademî, çapemenî û entelektuelan de herwisa di nava kolonan de jî her endamê qewma desthilatdar cendirme û parêzerê Kolonyalîzmê ne. Axaftin, gotin û henekên wan li kolan û bazaran, wek ji Afrikîyan re “yamyam“ tê gotin, ji Kurdan re „kiro“ dibêjin, şideteke rojane ye. Ew zincîra ji peyvan li zendên ruhî tên xistin. Li aqlê protez sinor û program hatîye danîn. Êdî ew aqil û pergala wî ya fikr û ramanên haceta (amraza) inkarkirin û tunekirina xwe ye. Êdî şideta fizîkî û aqlê protez dest dane hev çerxa Kolonyalîzmê digerînin. Çerxa şidetê li ser ruh û canê wan e. Aqlê protez bi pêvajoya dehumanizekirinê bawer kirîye û biçûkbûna xwe (dehumanîzebûna xwe) qebûl dike. Lewma şideta wî ne bi desthildaran re ye, bi xwe re ye. Êdî çavên hevdu derdixin. Car caran ji bo mirîşkekê yekcaran ji bo revandina keçekê hevdu dikujin. Lê bajarek tevde tê xirabkirin, 5000 keç ji alîye IŞIDê ve tên revandin aqlê protez li ser feminizma Izmir û Stenbolê dişewite…

Çavdêrî 7: Bazirganek Kurd her daîm ji ber sîyaseta Israil li ser Misilmanên dimeşîne diqehirî bi hêrs diket. Lê aqlê protez napirsê zilma ku Tirkîye, Iran, Surîye, Iraq li ser Misilmanên Kurd dikin çi ye.

Çavdêrî 8: Kurd di alîyê civakî û sîyasî de ji xelkê re demokrat ji xwe re diktator in (şidetê li xwe vedigerînin). Wek tê zanîn xulam aşiqî efendîyê xwe, cil û ber, mal, ziman, bajar û jîyana wî ye. Gelek partîyên Kurd an rexistin (rojname, sazî, enstitu…) her daîm muhtacî revebirîya efendîya ne. Dibejin bê alîkarîya çepê desthilatdaran serkeftin nabe!

Çavdêrî 9: Kurd welatê xwe bi desten xwe bi Sedam, li Kirkûke bi Iranê didin îşxalkirin. Îro Başûrê Kurdistanê bi deste xwe sînorê xwe ji leşkerên Tirkîyê re vedike, lê ji Rojava re destûrê nade. Dîsa Kurd, Parlemana başûr wek antî-demokratîk (rast e jî) bi protesto, rexneyên xwe xirab dikin, lê parlemana Tirkîye, Iran û Iraqa totaliter qebûl dikin û pê re sîyasetê dimeşînin.

Hînek ji aqlê sivik hene dixwazin efendîyên spî terbîye bikin û bi vî awayî wekhevîyê damezrînin. Mesela sosyalizm, demokrasî, feminizm an umetperwerî programên aqlê protez in. Wek Aime Cesaire gotibû terbîyekirina efendîyan ne mumkun e. Ji xwe ew sosyalizm, demokrasî an feminizm, islamizm yên desthildara ne. Xwebiçukdîtin koda (code) vî aqlî ye. Ji ber vê ye, îtifakê bi hev re nakin lê bi xelkê re dikin. Di sedsala modernizmê de Kurdan peymana xwe ya civakî çênekirine. Tabîyî peymana xelkê/desthilatdarên xwe ne. Ew felaketa herî mezin e. Lewma Dîyarbekir, Cizîr, Kerkuk, Efrîn yek bi yek ji dest wan derdikeve.

Encam

Aklê protez amrazeke Kolonyalîzmê ye. Wek proteza ku dikin lingên şikestî haceteke mejî ye. Ew aqil ji bo hinek fonksîyonan, wek reşkirina bîranînê, mina bendava hiş û stuxarkirinê hatîye programkirin. Çarçove û sinorî wê belî ye. Berî her tiştî aqlê protez bê muhakeme ye; nikare pirsgirekên nû çareser bike, nikara xeyal bike, tiştên nû ava nake hertim tiştên kevn dirêse. Lê aqlê organîk mîna laşê bîyolojîk e, ew dizane ji laşê wî re çi hewce ye çi baş û nebaş e. Berxwedana wî di jîyana wî de pir bi hêz e. Aqlê organik serbixwe ye. Li hember pirsgirêkan çareserîyan dibîne. Azad difikire, xeyal dike. Ji ber vê yekê kapasiteya wî ya avakirinê û icatkirinê mezin e.

Heke aqlê organîk ku di nava civaka niha kêm be jî, disa jî dikara xwe vejîne. Lê Aqlê protez wek dendikê genmanîpulekirî ye. Mirina wî di nava wî de ye. Ji ber vê yekê gotina Kolonyalîstan “Yek kes jî bimîne şerê me wê bi wan re berdewam bike” giring e. Gere Kurd ji aqlê protez biparêzin û li erdê xwe hertim bizirê organîk bireşînin. Kesên ku hatine kolonîzekirin nikarin bes bi şerê fizikî ê bi çeka bi ser kevin. Bi ser de, eger ku Kurd bes pratîka şîdetê bimeşînin de-facto ew şîdet dibe ku xizmeta Kolonyalîzmê jî bike. Şînkirina aqlê organik hişmendîya neteweyî ye. Şer ne bes bi çekan, di nav çapemenî, civak, çand, huner û zanistê de bi hiş û aqil dimeşe. Aqlê protez li wan deran tê avakirin, pêwîst e aqlê organîk jî li wan deran bê şînkirin.

 

1 Ew gotin Horkheimer û Adorno (Adorno & Horkheimer, 2013) ji bo rexnekirina şaristanîya kapitalizmê bi kar anî. Di vê nivîsê de ew gotin ji bo Kolonyalîzmê ji wan hatîye deynkirin. Di Kurdî (Kurmancî) de hin binavkirinên bi peyva ‘Kurmancî’ hene, wek ‘mirîşka Kurmancî’ ‘tixtorê Kurmancî’ hwd. Tiştên ‘Kurmancî’ ji malê ne, malê axa xwe ne, nas in, hur in, zêdetir bawerî dide mirovan. Wek mînak, li hemberî ‘mirîşka Kurmancî’ ‘mirîşka zireatê’ heye ku li laboratuwaran mudaxale lê hatîye kirin lewma wê ta’m û lezeta mirîşka Kurmancî nade. Gelek caran bo tiştên netabî, sixte, çêkirî ‘wek mirîşka zireatê’ tê gotin. Bi teşbîheke serbest mirov dikare aqlê protez bişibîne mirîşka zireatê, aqlê organîk jî bişibîne mirîşka Kurmancî.

2 Gur kedî nabin, lê kûçik kedî dibin. Kesê kedîbûyi li zincîrê dixin, azad nabin.

3 Hevîsandin peyveka kevn e û di nav Kurdên Anatolîya navîndê ji bo “fêrbûnê” tê bikaranîn

 

 

ÇAVKANÎ

Adorno, T. & Horkheimer, M., 2013. Dialektik der Aufklärung. Frankfurt am Main: FischerTaschenbuch.

Besikci, I., 1991. Devletlerarasi Kurdistan. Ankara: Yurt Yayinlari.

Cesaire, A., 2000. Discourse on Colonialism. New York: Monthly Review Press.

Fanon, F., 2008. Black Skin, White Masks. New York: Grove Press.

Freud, S., 1974. Massenpsychologie und Ich Analyse: DIe Zukunf einer Illusion. Frankfurt am Main: Fischer Taschenbuch.

Memmi, A., 1991. The Colonizer and Colonized. Boston: Beacon Press.

Share.

Leave A Reply