Çanda di Navbera Şi`rîyet û Eqlanîyetê de Ji soranî: Îbrehîm Şadman Ji ber teknolojîyê, mirov di her demê de şêwaza jiyanê ya di navbera çandên cûda de dinase, hin yekan heya asta heyirîtîyê derbas dike, herwiha binaxeya sedemên bingehîn ên cudahîya çandê û binçîneyên cîhanbînî û fikrî yên ku van cudahîyên jîyînê dirust dikin; ji wan re dibe pirsyar. Di vê gotarê de, em ê ji bo îdîaya xwe delîl û argumanan pêşkêş bikin, li gorî me Rojhilat bi mêzekirina jîyana Rojavayê û bi berawirdkirina wê bi jîyana xwe re, li dû jîyaneke hêja digere. Di vê navberê (ji bilî…

Bixwîne

Peshraw Mohammed Ji îng.: Fexriya Adsay Piştî êrişên teorîst ên Hemasê bi ser sivilên israîlî û piştî vê dij-êrişa Israîlê ya bi ser Xeta Xezayê ve, tevî hilketina şerê ku encama wê de gelek zaiyatên sivil çêbûn, raya giştî ya dinyayê jî bû du parçe li ser vê meseleyê. Gelek komên çepgir pişta filistîniyan girtin, demokrasiyên lîberal jî piştgirî dan Israîlê. Ev rewş pirseke acil tîne rojevê ku gelo çepgir çawa piştgiriya radîkalîzma islamî dikin û rê vedike ku lêpirsîneke berfireh bê kirin ka gelo di halêhazir de navlêka “faşizma islamî” dikare bê emilandin an na.   Çepgirî û împiryalîzm Seranserî…

Bixwîne

Vejandina Zimanê Îbranî MICHAEL L. CHYET Vejandina zimanê Îbranî -ji sedsala 19em bigire heta nîvê sedsala 20em- li Ewrûpayê û li Filistînê pêk hat. Berî wê serdemê zimanê Îbranî -zimanê pîrozwer ê Cihûyan bû, ku berî du hezar salan wek zimanekî zindî ji holê rabûbû, û zimanê Aramî (Sûryanî) li Filistînê cihê wî girtibû. Wek encama vejandinê, zimanê Îbranî bûye zimanê nivîskî û devkî yê rojane û yek ji du zimanên fermî yên dewleta Îsraîlê.1 Ev yek çawa pêk hat? Di destpêka sedsala 19em de, Cihûyan ji seranserê dinyayê xwe digihandin Filistînê. Her komeke Cihûyan bi zimanekî dipeyivî, û ji…

Bixwîne

Nûrealîzma Îtalî, Yilmaz Guney û Hêvî PIŞTÎWAN KEMAL JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Hin hunermend bi awayekî berhemên xwe diafirînin ku ti pêwendîyeke jîyana wan li gel berhemên wan nîne û dibe mirov bêyî têgihîştina ji jîyana wan hunermendan li ser berhemên wan lêkolînan bike, hin hunermend hene berevajî vê yekê ne, jîyana wan karîgerîyeke zêde li ser berhemên wan danîye. Yilmaz Guney yek ji wan hunermendan e ku jîyana wî gelek bandor li ser berhemên wî yên hunerî danîye. Em dikarin li ser komek nimûne ji jîyana Yilmaz Guney vekolin û bi vî rengî em têbigihêjin ka çawa jîyana wî…

Bixwîne

Tehlîlek di Peywenda Teorîya Monomîtê de li ser Çîroka “Meymûn Xanim û Mîrze Memûd” ŞERÎF KAYA Puxte: Carl Gustav Jung, gelemperî bi xebatên xwe yên li ser psîkolojîya analîtîk tê nasîn, wî bi nêrînên xwe yên li ser derhişê hevpar û arketîpê hewl daye sembolên gerdûnî yên di xewn û mîtên mirovahîyê de veşartî mane, eşkere bike. Şopînerê wî, Joseph Campbell jî di nava wê sembolîzma hevpar de bala xwe daye ser arketîpa “leheng”ê û vegotina hevşibînên honakî yên di çîrokên gelêrî de bicîbûyî wek “monomît” pênase kirîye. Çerxa monomîtîk, qonaxên lehengê yên veqetîn, kemilîn û vegerînê ku di çîrokên…

Bixwîne

Mihemed Şarman: “Mirov, qasî mîrazê xwe mirazşikestîyê xwe ye jî” CEMÎL CANBEGÎ Mihemed Şarman, yek ji berbiçavtirîn nivîskarê dehsaleya dawîn e. Damezrêner û yek ji kadroya Zaremayê ya ewil e ku niha xwe vekişandîye taldeya wêjeyê û tenê bi wê mijûl e, amadekarîya berhemên nû dike. Şarman, ku heta niha sê berhemên wî hatine çapkirin: Pirça winda (2010, çîrok), Bermayîyên Demê (2014, çîrok), Kêmber (2015, roman), bo vê hejmarê pirsên Cemîl Canbegî bersivandin. Cemîl Canbegî: Em karin bibêjin te Pirça Winda li malê Bernayîyên Demê li bajêr nivîsandîyî? Mihemed Şarman: Herdu jî li malê hatin nivîsin.(J) Çîrokên Pirça Winda dema…

Bixwîne

Realîzma efsûnî di romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextîyar Elî de HÎWA WEYSÎ, MIHEMEDZAHID SEÎDÎTEBAR, ETA ELMASÎ JI FARISÎ: EYYUP SUBAŞI Puxte: Têkelbûna rastîyên jîyanê li gel kevneşopîyan, bawerî û xeyalên ji hed-derbaskirî yên xelkên devera Karayîbê, ku pêkhateyek bû ji bawerîyên koleyên reş ên Efrîqayê li gel çermsorên berî Kolomb, bû sedema peydabûna şêwaza realîzma efsûnî. Lê belê ji ber mensûbbûna vê dibistanê bi Amerîkaya Latîn û Gabriel Garcia Marquez, çênabe ku ev şêwaz tenê taybet bi vê deverê bê zanîn; ji ber ku hin goşe ji rehên ewil ên vê şêwazê divê di nav edebîyata rojhilat de…

Bixwîne

Li Başurê Kurdistanê Dibistanên Gulenî: Karname û Bîrdozî FATEH SAEDI JI ÎNG: YUSIV HEMED Puxte: Piştî Şerê Kendavê (Gulf War), Kurdan hikumeteke de fakto ava kir û di Tîrmeha 1992an de jî yekem kabîneya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) damezrand. Wezareta Perwerdeyê li gel zêdekirina çavkanîyên insanî û madî, misoger kir ku zimanê Kurdî jî di hemû astan de bike zimanê perwerdeyê. Lê belê hîn jî di pergala perwerdeya Kurdistana Başur de kêmasî û pirsgirêk hebûn; ev tekane-rewş bo veberhênana (investing) şîrketeke perwerdeyî ya taybet wexta herî guncaw bû. Di 1994an de, Enstîtûya Perwerdeyê ya Fezalar li Hewlêrê bi vekirina…

Bixwîne

Jnayetîya1 kurd* SORAN MIHEMED SÛRE  JI SORANÎ: XELÎL SELÎM Puxte: Ev vekolîna rexneyî, vekolîneke j boy bzava jnan l cvaka Kurd e. D vê vekolînêda hewla vê yekê hatîye dayn ku l destpêk tekez j dîroka jnên Kurd û ev astengên l hemberî jnên Kurdan bên şîrovekirin. Paşî b çend xal û şîrovekrinê, tekez l wan hewlên desteyî hatne krn, ku l destpêka (sedsala 20mîn) hatîne avêtn j boy mafên jnan û azadîya wan. Herwesa behs l yekemîn rabûna jnan hatîye krn, ku jnayetya Kurd d pêşda pêwar2 bû. L dumayêşda çend hzrek hatine amaje pêdan, ku derbarê got gotên…

Bixwîne

Bi Emîr Hesenpûr re li ser Zimên û Neteweyê1 ZANYAR UMRANÎ JI SORANÎ: MISTEFA DEWLEMEND Gelo girîngîya zimanê standard di cih de ye û firehîya cografyaya zaravayên Kurdî çawa çawa ye? Yekîtîya zimên di vê serdemê de tiştekî pêwîst e. Ji ber ku pêwendîya di navbera mirovan de gelekî belav bûye, wekî ku dibêjin, dinya bûye gundek. Li dinyayê nêzikî 7 hezar ziman hene. Pêwendîya mirovan jî zêdetir bi rîya zimanan e. Ev bûye pirsgirêkeke sîyasî, aborî û îdeolojîk. Di vê demê de teknolojî bi pêş ketîye. Berîya serdema modernîteyê (sermayedarî) pêwendîyên bi vê şêweyê tunebûn. Gelek caran kesek li…

Bixwîne

‘Dipeyivim; loma ez Âdem im’: Di Qur’ânê de Meseleya Zimên û Bûyîna Mirov KAMAL SOLEIMANI – JI ÎNG: FEXRÎYA ADSAY Puxte: Ev gotar, di serpêhatîya Âdem an însên a di Qur’ânê de li ser navendîbûna zimên disekine. Têgihiştina têgeha xelîfe di ronîya bidestxistina zimên ji alîyê mirov, derbarê ‘serwerîya sîyasî di Îslamê de’ resmekî ji bin ve cuda pêşkeşî me dike. Ez dibêjim, li ser hîmê serpêhatîya afirandina mirov a di Qur’ânê de, ji nifşên berîya wî cuda, Âdem wek cureyek mirov ku dikare tiştan bi nav bike peyda dibe. Ji ber vê, berovajî ew nêrînên berbelav, Âdem ji wekîlê Xwedê…

Bixwîne

Nîqaşek li ser Hamal Kürt an Hemaltîya Nû ya Mücahit Bilici FEXRÎYA ADSAY Sosyolog Mücahit Bilici salên dawî de bi nivîsên xwe yî di rojnameyên Tirkî Taraf û Yeni Yüzyılê de hat naskirin û bala me kişand ser xwe. Di nivîsên wî de tişta zêdetir bal dikşand, wek sosyologekî deşîfrekirina wî ya kodên ziman û rabêjên sîyaseta rojane û bitêgînkirina sergêjî an tevlîhevîya me ya zihnî bû. Ji ber ku gelek ji deşîfre û têgînên wî di nîqaşên zihnî de tevkarîya tijîkirina valahîyekê dikirin, cîyê xwe dîtin û piştî ku ev nivîs, tevî yen nû, wek pirtûk bi navê Hamal…

Bixwîne

Aqlê Protez(1) ê Kolonîyê ŞARO I. GARİP Aqlê protez bê şik bi tilîya xwe çavê xwe derdixe Puxte: Kurdan di şerê cihanê yên duyemîn de derfeta dewletbûnê ji dest xwe revandin. Îro jî derfeteka zerîn bi piranî ji dest xwe revandin. Sedema vê ne bes dijminên wan in. Kêmasîya aqlê Kurd jî roleke mezin dilîze. Kurd beguman li hemberî Kolonyalîzmê şerekî mezin didin, lê şerên Kurda encamê xurt nagirin. Ne tenê dinamikên ji derve wek parçekirina Kurdan, herwiha dînamika sêyem self-kolonizasyon jî divê be analîzkirin, bi kîjan amrazan self-kolonizasyon tê meşandin. Gere bê analîzkirin, çima di sedsala modernizmê de Kurdan…

Bixwîne

Binyada îdeolojîya kurdayetîyê EYYÛB KERÎMÎ JI ÎNG: ROJDA YAŞÎK Puxte: Ji têgeha îdeolojîyê mebesta me awayekî nivîsbarîya civakî-çandî (sociocultural software) ye ku em jê re dibên “rêalîte”. Di vê nivîsarê de binyada îdeolojîyeke li Kurdistanê bibandor e, bi taybetî di nav bijarteyên polîtik de, bi têgehên wekî rexneya îdeolojîyê, bi taybetî nîşandêr, ser-nîşandêr û xalên lengerker (Fr. “point de capiton”, Îng. “anchoring points”) hatine nîqaşkirin. Lê teorîya rexneya îdeolojîyê bi derdîrokîbûnê (ahistorical) û bi kêmasîya nasîna/ teşxîskirina hêmanên cuda yên ideolojîyeka dîyar hatîye rexnekirin. Di vê nivîsarê de hêmanên cuda yên îdeolojîya Kurdayetîyê li gorî serdemên dîrokî yên Kurdistanê û…

Bixwîne

Neteweperwerî û Xîlafet di Nivîsên Seîd Nûrsî yên Pêş-Sirgunê de KAMAL SOLEIMANI – JI ÎNG: FEXRÎYA ADSAY Di eslê xwe de, armanca dîn ji xizmeta milet pê ve ne tiştek e. – Abdulmelik Fırat* Bedîuzzeman Seîd Kurdî an Nûrsî (1876-1960) melayekî Kurd bû ku gelek tişt nivîsandîne. Nûrsî di medreseyên cuda de perwerde bûye û bi civata Kurd re jî têkilîyên wî nêz hebûn.1 Jîyana wî ya pêş-sirgunîyê nîşaneyek din e ku etno-neteweperwerî çawa bandor dike li ser şîroveya yekî ya dînî. Nûrsî alîgirekî heweskar ê meşrûtîyetê, neyarekî tûj ê dewleta Hemîdî û berîya sirgûna wî ya sala 1925a di…

Bixwîne

Selahattin Demirtaş û Seher an Sîyaset û Seher FEXRÎYA ADSAY Sehera Selahattin Demirtaş, ji ber nasnameya nivîskarê wê ya sîyasî, peywenda sîyasî û cîvakî ya li Tirkîye û Kurdistanê û helbet elaqeya xwîneran bo wê, xwe li ser mirov ferz dike ku mirov derbarê wê de binivîsîne. Seher, dîsa ji ber nivîskarê wê, ku hevserokê mezintirîn partîya legal a Kurdên bakurî ye, ger elaqeyeke ewqas mezin nedîtiba jî heq dikir li ser bê sekinandin. Sedemên populerîteya wê an himbêzkirina wê ji alîyê girseyeke mezin (dema ev nivîs hat nivîsandin ji 130 hezar hebî zêdetir hatibû firotin) bêtir hewce dike bên…

Bixwîne

Bibîrxistinên Evrim Alataş Çi Li Ber Me Dixin? FEXRÎYA ADSAY Dibe ku careke din wext hatibe em li dû xwe binêrin û çav li rabirdûyê bigerînin. Îro em çiqas li ser ‘îro û pêşeroj’a xwe li hev nekin, ewqas pêwîst dibe em li dû xwe vegerin. Ma kîjan pirsgirêk an nîqaşên îro dikare ji hegemonyaya rabirdûyê xilas bibe. Em çiqas jê dûr bisekinin, nexwazin wê bibînin jî, wê hukmê xwe li ser îro danîye ji zû ve. Wer xuyaye, em heta hesabê xwe yî bi dîrokê re nebînin, mejîyê me wê zelal nebe an belkî em ê nizanibin ka em…

Bixwîne

Berengarî Barî Baw* AZAD HACI AQAYÎ Puxte: Di dîroka akademisyenên cihanê de pir kêm kes hene ku jîyana van mînakek ji berpirsyarî li hemberi bê edaleti û dagirkarî û dilsojî ji bo buha û nirxên mirovahîyê de di derveyi eyarên etnîk û olî de ne. Lewma di nava Kurdan de, kesatîyên bi wî rengî heger hebin jî, hejmara wan ne zêde ye. Tekezkirin li ser vê mijari ne dijwar e ku Emir Hesenpur mîna kesatîyek polihistor1 û berpirs, xala pêk gehiştina têorî û pratîk bûye. Bi wê wateyî ku çawa difikirî bi wî away jî dijîya. Bi vê bawerîyê ku…

Bixwîne

HEVPEYVÎN LIGEL CIWANMERD KULEK LI SER 20:39 “Roman û Çîrok ji bilî Xeyal û Hafizeyan ne yên ti derê ne” OMER FARUK BARAN CIWANMERd KULEK di sala 1984a de dayik bû. Di 2004a de dest bi nivîsa Kurdî kir. Romana wî ya yekem Nameyek Ji Xwedê re 2007a de, dû re Otobês 2010a de, Zarokên Ber Çêm 2012a de, Defterên Perrîdankan di 2014a de derket. Pirtûka wî ya çîrokan Çar Yek di 2015, Çar Neçar di 2017a de derket. Yekem berhema wî ya ne-pexşan bi navê Strana Şev û Rojekê ji formên helbestî yên ji zargotina Kurdî pêk tê. Ji…

Bixwîne

Berawirdkirina du Çîrokên Kurdî û Frensî: “Sedo” û “Pisîka bi Gîzme” YAHYA YAVUZ Puxte: Ev nivîs li ser berawirdkirina du çîrokan e ku ji du welatên cuda hatine berhevkirin. Çîrok, ew vegotinên gelêrî ne yên afrînerê wanê ewil nayê zanîn û bi piranî di şevên zivistanan de ji bo mijulbûn û demderbaskirinê ji hêla kesên di vî warî de pispor in tên vegotin. Çîrok, ji nav cureyên folklorê, cureya herî navnetewî ye, sedema vê yekê jî gerokbûna çîroka ye. Çîrok xwe bi herêm, çand an jî zimanê ku jê derketine bi sînor nekirine û çi bi rêya devkî çi jî…

Bixwîne

Mîkanîzmên Bergryên Derûnî d Helbestên Pirtûka Çyayekanî min XELÎL SELÎM Puxte: Aramanca serekî d vê vekolînê da, şrovekrneka çewanîye b rêka mîtodê şrovekrna nîvîstokê (context analysis), ku nmuna vekolînê xo l komeka dêrên helbesta l pertûka kom helbestîya Çyayekanî min ve vedgre. Derencamê vê vekolînê xuyadket ku mîkanîzmên bergryên derûnî l helbestên vî pertûkî be şêweyên cuda cuda xwe xudî dken. Dgel hebûna çend corên mîkanîzmên bergryên derûnî, lê l vê vekolînê da tenê behs l pênc corên mîkanîzmên bergryên1 derûnî hatîye krn, ku ew jî paşvelêdan (repression), hêcet girtin (rationalization), êxstne ba hev (projection), vegohastn (displacement), paşve zivrîn (regression).…

Bixwîne

HEVPEYVÎN LI GEL KAZIM OZ LI SER FÎLMÊ ZER “Kurd xwe Winda dikin, Amade ne xwe ji bo Tirka Fîda Bikin” PIŞTÎWAN KEMAL – JI SORANÎ: EYYUP SUBAŞI KAZIM OZ derhêner û senaryonûsê Kurd e. Ji Zanîngeha Yildizê ya Teknîk beşa Endezyarîya Avahîsazîyê derçûye. Dû re, li Zanîngeha Marmarayê di beşa sînemayê de master kirîye. Di 1992ya de, demekê bo Teatra Jîyana Nû xebîtîye. Yek ji damezrênerê13&Mezopotamyayê û li wir bi salan xebîtî. Ligel derhênerîyê, senaryo û berheman dinivîsîne. Li Fêstîvala Dihokê fîlmê Zer ê Kazim Oz hate nîşandan. Her li wir min çav bi derhênerê fîlm ket û me…

Bixwîne

Dîroka Sîyasî ya Bajarê Heranê ya Serdema Dewleta Raşidî û dewleta Emewî di Navbera Salên 633-747a de ŞEHLE BURHAN EBDULLAH / ARARAT AHMED ALÎ JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINE Puxte: Ev lêkolîn behsa guhertinên herî grîng ên sîyasî yên wê serdemê ku li vî bajarî qewimîne û ev bajar çawa bûye pêgeheke serekî ya wan bûyer û guhertinên sîyasî yên wê serdemê, dike. Di destpêkê de behsa navê bajêr hatîye kirin ka çawa vî bajarî karîye wekî bajarekî serekî yê herêma Cezîreya Firat pêşkeve. Her wiha, wê behsa dîroka dagirkirina Heranê ya ji hêla hêzên Îslamî ve, rîwayetên li ser…

Bixwîne

Sadatê Nehrî an Geylanîzadeyên Kurdistana Navendî* MARTIN VAN BRUINESSEN – JI ÎNG.: YUSIV HEMED Malbateke aliman, ku îddîa dikin koka wan digihê Evdilqadir Geylanî, dawîya sedsala 19emîn û serê sedsala 20emîn de roleke polîtîk û sereke lîst di dîroka Kurdistana navendî de. Wek Sadatê Nehrî hatin nasîn, li ser navê gundê Nehrî yê li herêma Şemdînanê ku lê bi cî bûbûn. Şêx Ubeydullahê Nehrî serkêşîya tevgera 1880yê kir ku wek yekem serhildana neteweyî ya Kurdan tê zanîn. Law û nevîyên wî jî rolên mezin lîstin di tevgera Kurdan de ku bi vê re, rewşa xwe ya aborî û polîtîk zexm kirin.…

Bixwîne

Bêwelatî û Bêdewletî: Derfet û Astengî BARZOO ELIASSI – JI ÎNG.: FEXRÎYA ADSAY Têgeha diasporayê, bi riwangeyeke berfireh hatîye têgînkirin û xwedî lê hatîye derketin. Di nav peywenda globalizasyonê de, diaspora wek rêxistîbûneke civakî ya neteweborî (Wahlbeck 1999) û civateke neteweborî (Sökefeld 2006) ku bi têkilîyeke trajîk a welatê “jêderk”, welatê lêjîyanê û koma etnîk a li welatên cûda belav bûyê tê naskirin, hatîye pênasekirin (Cohen 2008). Li têgeha diasporayê tê îtirazkirin ku ji sînoran bêpar e û semantîka xwe, hêza xwe ya têgînî û analîtîk winda dike ji ber ku gelek azmûn û nasnameyên koçberîyê bêyî ji hev bên…

Bixwîne

Nirxandineke Rexneyî li ser Fikrên Abdullah Ocalan ên derbarê Neteweperwerîyê de MISTEFA DEWLEMEND Puxte: Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi taybetî piştî pêvajoya zindanîkirina xwe ya li Girava Îmralîyê dest bi rexnekirina fikra netewe, neteweperwerî û netewe-dewletê kir û li şûna van fenomenan fikrên mîna Modernîteya Demokratîk, Civaka Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Komara Demokratîk wekî alternatîf pêşnîyar kirin. Ocalan neteweperwerîyê -herwisa netewe-dewletê jî- wekî dijminê sereke yê demokrasî, azadî û aşitîyê û wekî sedem û çavkanîyên hemû desthilatî, tundî, şer û pevçûn, asîmilasyon, zayendparêzî, kuştin, komkujî û bêaramîya di nav civakê de bi nav dike. Lê bi rastî jî neteweperwerî wekî…

Bixwîne

Kurdolojîya Sovyetî û Oryentalîzma Kurdî MICHIEL LEEZENBERG JI ÎNG.: ŞIVAN KELEŞ Destpêk Lêkolînên li ser Kurda yên bi zimanê Rûsî, ku ji alîyê lêkolînerên ji serdema Çarîst û serdema Sovyetî ve hatine kirin, em dikarin bêjin ji nav tevkarîyên grîngtirîn in di warê Kurdolojîyê de ne: di sedsala 19a û behtirê sedsala 20î de weșanên lêkolînerên Rûs û yên Sovyetî yên li ser Kurda ji alîyê çendanî û çawanîyê ve jî yên herî biserketî bûn. Li jêr ez dixwazim bi kurtî bidim dû şopa dîroka lêkolînerîya Kurdî ya bi zimanê Rûsî. Bi nêrîna min ev dîrok ne tenê ji bo…

Bixwîne

PÊNASEKIRINA NETEWEYÊ: Li Tirkîyê di 1990an de dîroknûsîya Kurdî KONRAD HIRSCHLER – JI ÎNG.: YUSIV HEMED Mijara vê gotarê li Tirkîyê di salên ‘90an de dîroknûsîya Kurdî ye û bi taybetî jî ka ew çawa nasnameya neteweyî ya Kurdî ava û pênase dike û ji nû ve dixebitîne.1 Ligel ku li ber hebûna dewleteke navendî li ser pêwendîya dîroknûsîn û nasnameya neteweyî ya Kurdî çend xebat hene, tevgera neteweyî ya Kurdî nebûye mijara lêpirsîneke wiha.2 Çavkanîyên ku hatine bikaranîn gotarên tekane rojnameya Kurd a bi rojane ye ku Ii Tirkîyê û qismen jî li Almanyayê (Ozgur Gundem-Rojeva Azad û peyrewên…

Bixwîne

Rola Eşîrtî û Pirçandîtiyê di Çêkirina îmaj û Siyaseta Kurdan de* FEXRÎYA ADSAY Puxte: Ev nivîs hewl dide, bi saya pirtûka Nuri Fırat a bi navê Aşiret ve İsyan-Batı’nın Kürt Algısı de binêre ka Kurd ji aliyê rojavayîyan çawa hatine teswîrkirin û li Rojava (Ewropa) têgihînek çawa çebûye derbarê Kurdan de. Ji pirtûka Fırat tê famkirin, ji antîkîteyê heta sedsala 21mîn berdewamiyeke bi îstiqrar heye di têgihana derbarê Kurdan de. Li gor vê têgînê, cıvata Kurdan ji eşîran pêk tê û ev asteng e li ber xwe-rêvebirinê û neteweyîbûnê. Vê têgihînê bandor kiriye li ser siyaseta hêzên rojavayî ya li…

Bixwîne

EMÎR HESENPÛR: Soranî Zaraveyekî Xwedî Artêş û Parlemento ye AMAD: MAHROO RAŞİDÎROSTAMÎ JI ÎNG: YUSUF ELDEMÎR Êvara înê ya 9ê Mijdarê, 2012, Zankoya Exeterê Navenda Xebatên Kurdî Profesor Emîr Hesenpûr vexwend da ku axaftinekê bike li ser mijara “li Iraqê lêkdanên siyasî û îdeolojîk li ser fermîkirina zimanê Kurdî.” Prof. Hesenpûr bi destnîşankirina sê bûyerên girîng ên sala 1991ê dest bi axaftina xwe kir ku wan dîmena polîtîk a zimanê Kurdî guhertibû: Polîtîkaya Turgut Ozalê serokkomar a rakirina qedexeya ser axaftina Kurdî, qebûlkirina veşartî di polîtîkaya dewleta Tirkan de ku hetanî wê demê polîtîkaya zimankujî û kuştina bi qest a…

Bixwîne

Yazar: HAŞIM EHMEDZADE Bîranîna Mamoste Emîr Hesenpûr HAŞIM EHMEDZADE JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINE Sibê ji xew radibî û plana nivîseke te heye. Ji mêj ve divê te ev kar bikira. Gelek kar hene ku divê te di dema xwe de bikirana, lêbelê te nekirin. Ji bo vê jî te planeke din betal kir. Taştê dixwî, komputerê vedikî û bîranînên xwe amade dikî. Çavek li bîranînên xwe digerînî. “Zanista vegotinê”. Ev peyv dibe sernavê nivîsîna te ku te gelek di zêhna xwe de biriye û aniye. Qet nebe du caran di zanîngehê de te dersa vê daye. Tu pir dixwazî…

Bixwîne

Mesud Mihemed: Hizrek li ser Helbestên Hacî Qadirî Koyî HENDRÊN-NEBEZ SAMED JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINE Puxte: Di navîn û dawiya sedsala 19’an de bi tevî belavkirina hizra rewşenbîrî ya cîhanê, Hacî Qadirî Koyî ji ber sedema mayîna xwe ya li Stenbolê û aşînabûna ezmûna Ehmedê Xanî, têdigihîje ku takehêz aqil û rasyonalîzm e ku Kurd di wê rewşa duberî de ji qedera bindestî û dîndariya kevneşopî û nexwendewariyê xilas bike. Ez dixwazim di vê lêkolînê de xwendineke Heideggerî bikim ku li gor Heidegger, felsefe di destpêkê de helbest bû. Bi baweriya Heidegger helbest, felsefeyê bi piste pist vedibêje û…

Bixwîne

Tiştên Kevn Niha Nû Ne: Lêkolînek li ser Şerefnameya Şeref Xanê Bidlîsî (1005-7/1596-99) SACHA ALSANCAKLI* JI ÎNG: FEXRÎYA ADSAY Şerefnameya Şeref Xanê (949-1009/1543-1600) mîrê Bidlîsê di salên 1005- 7/1596-99 de hatiye nivîsandin û li nav berhemên herî hêja yên dîroka Kurdî de cih digire. Ji dema weşandina wê ta îro, ew bê navber hat kopîkirin; wekî din, nêzî dused sal bi ser “kişfkirina” wê û xebatên “rojhilatnasan” ên li ser wê re bihurîn. Dîsa jî, pêwîstiya gelek aliyên Şerefnameyê bi lêkolînên zêde heye, di nav wan de çavkaniyên berhemê û bikaranîna wan ji hêla Şeref Xan ve. Mebesta vê nivîsê…

Bixwîne

Ji Edebiyata Klasîk û Gelêrî ta Helbesta Kurdî ya Hevçerx (Kelhûrî): Nêrînek li ser Pêvajoya Helbestên Kurdî JIYAR CÎHANFERD JI KELHÛRÎ: EYUB SUBAŞI Puxte: Ev gotar hewl dide ku behsa rewt û dîroka edebiyata Kurdî ya piştî îslamê bike. Hin belge bi şêweya destnûs mane ji edebiyata klasîk a Kurdî ya piştî îslamê; lê belê heta niha li ser şêwaz û janrên edebiyata klasîk xebat kêm hatine kirin. Pêwendiya edebiyata Kurdî di hin serdemên diyar de zêdetir li gel tevgerên dînî hebûye. Bawe Behlûl, Şaxweşîn û hevalên wan wek qedîmtirîn kesên ku bi Kurdî nivîsîne, heta şairên serdema Pirdîwer û…

Bixwîne

Di Çarçoveya Bîra Civakî de Sînemaya Bahman Qubadî HÜDAİ MORSÜMBÜL – JI TIRKÎ: BÊNAV Puxte: Di vê hejmarê de ez dixwazim beşa ewil a lêkolîna ku min li ser Bahman Qubadî kiriye, bi we re parve bikim. Di vê metna ku wekî destpêkê ye zêdetir li ser rê û rêbazan sekinî me. Di metnên piştî vê de, wê derbarê Sînemaya Bahman Qubadî de li ser xal û babetên wekî mal, rê/şiverê, sînor, deng û çiya were vekolîn. Herwiha em ê derbarê Sînemaya Alî Kemal Çinar de jî ji cihê ku mane li nîvisên xwe berdewam bikim. Destpêk Civak çiqasî bikaribin…

Bixwîne

HEVPEYVÎN LIGEL IBREHÎM XELÎL BARAN “dînê ku min dike koleyê miletekî din, ew ne rêya Xwedê ye, ya şeytên e” FEXRÎYA ADSAY IBREHÎM XElÎl BARAN di sala 1981an de li Sirûcê ji dayik bû. Li Zaningeha Dicle û li Zanîngeha Bilkentê li ser ziman û edebiyata Tirkî xwend. Li gelek zanîngehan ders û semînerên li ser zimên, medya, peywendî, dîrok û sosyolojiye dan. Herî dawîyê li City University of New yorkê dersên sosyolojiya Kurdistanê da. Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) ye. Sê kitêbên wî yê bi zimanê Tirkî he ne. Piştî Komkujiya Roboskiyê dev ji helbestê Tirkî berda. Bi navê “Kurdîesk”ê…

Bixwîne

Metnê Kurmanckîyê ke Çarnîyayê Kirmanckî Ser MUTLU CAN Kilmnus: Kirmanckî (Zazakî) lehçeyanê tewr kehenan yê Kurdkî ra yew a û heyf ke panc lehçeyanê Kurdkî mîyan ra aya ke warê nuştişî de tewr erey ca girewto zî ancîya na lehçe ya. Hetanî destpêkê serranê 1970î di mewlîdan û di metnê folklorîkî ke rojnameyê Roja Newe de çap bîyê (1963) ra teber Kirmanckîya nuştekî hema-hema ke çin a. Nimûneyê verên yê edebîyatê Kirmanckî xususen kovara Tîrêj (1979-1981) û çend weşanê ke serranê 1970î de weşanîyayê, înan de ca gênê. Na lehçe de metnê verênî ziwanê tirkî ra ameyê çarnayene. Nê metnî…

Bixwîne

destpêka Xebatên Kurdî (1787-1901)* SACHA ALSANCAKLI – JI ÎNG: FEXRÎYA ADSAY Puxte: Dîroka xebatên Kurdî ya di serdema beriya sedsala 20mîn hatiye îhmalkirin. Dema hatiye nîqaşkirin jî, ji bo derbasî geşedanên derengtir bibin, bi çend mînakan tenê wek karekî acil hatiye dîtin. Vê rê li ber projeksiyonên anakronîk ên rewşa hemdem a vê qadê li ser rabirdûyê vekiriye. A din, boçûna gelemperî ya nepeywendkirî destûr nedaye ravekirineke rexneyî ya geşedanên vê qadê û awayê ku meyl û nirxandinên global tê de rû didin. Bi vê xebata peywendkirinê, ev gotar dixwaze geşedanên beriya sedsala 20mîn baştir bê famkirin û taybetmendiyên taybet…

Bixwîne

Neteweperweriya Kurdan û Mekanên Bîrê: Gora Ehmedê Xanî, Meydana Çarçirayê û Helebce MISTEFA DEWLEMEND “…jibîrkirin mirin bi xwe ye.” (Ji hevpeyvîna ligel Mehmet Dîcle, Kovara Zarema, hejmar:1, 2014, r. 110) Puxte: Piştî serdema modern, yanê di serdema netewe-dewletê de hin mekanên taybet an jî taybetkirî bi bîra xwe ji bo neteweyan û neteperweriyê her tim bûne xwediyê roleke sereke. Mesela di sedsala 19emîn de bi pêşketina fikra neteweperweriyê muze bûne xwediyê nasnameya neteweyî û bûne mekanên komkirin û pêşandana mîrasa neteweyî û bîranîn û honandina raborîya neteweyî. Mirov bi saya mekanên wekî muze, abîde, peyker, qebir û goristan, kitêbxaneyên neteweyî,…

Bixwîne

Kuştina Ciwanekî: Aaron Swartz BİLAL ATA AKTAŞ Dizî bi eslê xwe tiştekî çawa ye? Kî ye diz, kî ji ku tiştekî bidize em jê re dibêjin dizî? Diz dizê kê ye? Aya armanc e ya ku bingeha têgehan diyar dike an nêt e ku bexta kiraran zelal dike? Aaron Swartz, gava ku xwe li odeyekê dikuje agira van pirsan carerk din hat dadan. Ev çîrok çîroka wî ye. Li kurikekî bifikirin, bi emrê xwe yê 26 salî darqîtkekê dixe pergala înternetê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li heman kurikê bifikirin ku hê di 3 saliya xwe de bi tena serê…

Bixwîne

Pêsîrên Dayê û Zilamekî Berşîr FERZAN ŞÊR “Îro dayê mir. Belkî jî do bû, ez nizanim.” Albert Camus (Ji Pêsîra Dayê ya Hesenê Metê) “Dayik namire, kirasên nû li xwe dike” Ferzan Şêr Puxte: ji ber ku Psîkanalîz tiyorî û pratîka ilma xwe li ser vegotina mirovan ava kiriye, têkiliya wê û janrên edebî yên xwedî vegotin jî bi awakî misoger xurt e. ji ber ku janrên edebî yên xwedî vegotin bi zanîna nivîskaran an na, xwestine ku kûrahiya derûniyên lehengên xwe jî vebibêjin û dest nîşan bikin, bêguman karekî psîkanalîtîk jî kirine. Di çîroka Hesenê Metê ya bi navê…

Bixwîne

RON: Ev Albüm Divê Neyê Paşguhkirin MIHEMED ŞARMAN Ercan Bîngol li Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Dehan salan e bi musîkê re eleqadar dibe. Albuma wî ya yekem RON hem bi terza xwe ya nûjen hem jî bi rîtmên bluesê bal kişand ser xwe. Mixabin ev albûma hêja bi me têra xwe li nav guhdarvan belav nebû. Gelek awaz û gotin aîdê wî bixwe ne. Bi albuma xwe ye yekem hêviyek mezin da guhdarvana. Demek dirêj e li Enqereyê dijî, ber bi karê muzîkê re karê mamostetiya îngîlîzî jî dike. Me ji bo vê hejmarê bi Ercan re li ser albûmaya…

Bixwîne

Dahûraneke Pêkhateyên Baxtîn di Pêşandana Mîr Newrozî de li ser Bingeha Têgîna Karnawalê KHOSRO SINA – JI FARSÎ: MUHSÎN OZDEMÎR Puxte: Ev xebat hewldanek e ji bo dahûrana merasîma Mîr Newrozî bi pêvîsteka şêweyî ya pêşandanên kolanî û şanoya berxwedanê, bi palpiştiya têgîna ‘karnawal’a Baxtîn. Bi heman mebestê tevî daxwuyandinên ramanên Baxtîn di avakirina têgîna kû bi palpişta têgîna weke pirdengî, kenên komîk, bedenên ecêb û xerîb û hem jî felsefeya çalakiya xwendina berawirdî bi çawaniya şikilgirtin û xwiyabûna dubare ya van têgînan di pêşandanên kolanî yên Mîr Newrozî de hat bicihanîn. Encamên vê xebata lêhûranê nîşan da ku ev…

Bixwîne

Em, Ew û Dodan NURDAN ŞARMAN – JI TIRKÎ: BESRA Di pêşbaziya muzîkê “O Ses” de dîsa kurdek bû yekemin ku pêşkêşiya wê Acun Ilıca dike û kanala wî TV-8 de diweşe. Di sezona beriya vê de xortekî batmanî Emre Sertkaya di pêşbaziyê de bi ser ketibû. Vê carê jî muzekjenekî vartoyî bi navê Dodan bû yekemîn. Digel ku wan tiştek derbarê nasnameyên xwe de negotin, xwedî lê nasnameyên xwe derneketin, bi zimanê xwe stranek negotin jî wek wan piraniya me1 jî piştgirî da van şampiyonên kurd ku ji ber nasnameyên xwe rê li ber gelek nîqaşên îdeolojîk vekirin. Em…

Bixwîne

Zimanê Kurdî û Derhişê Subjeyê BEXTIYAR SECADÎ JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINÊ Puxte: Ev gotar li ser têkiliya yekser a zimên bi derhişê subjeyê re disekine. Di navbera zimên û derhişê de şirîkatiyek nêz û pêwendiyek yekser heye. Ziman subjektivîteyê saz dike û her wiha tê nîqaşkirin ku sazbûna nasnameyê zêdetirîn ji aliyê şert û mercên pêvajoya fêrbûna zimên ve tê diyarkirin. Di çêbûna subjeya nasnameyê de biyanîbûna zimanî merhaleya herî krîtîk e. Li gor vê, ev xebata li ber dest hewl dide di nasnameya subjeya kurd de temsiliyeta zimanê kurdî dest nîşan bike. Ev gotar angaşt dike di navbera…

Bixwîne

Ger tu dewletê nexwazî, ewçax tu nikarî şidetê pawan bikî Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtiyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekîtî”yê cenabê te dikare çi bêje? Ev rast e ku hemû partî û rêxistinên siyasî dawa kurdayetî û yekîtiya kurd dikin û xwe nûnerê heqîqî yê gelê kurd dibînin. Lê rastî dide xuyakirin ku di siyaseta kurd de navend tuneye û di navbera du partiyên…

Bixwîne

Yekitiya Kurdan û ya Partiyên Kurdan ji Hev Cuda ne Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtîyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekitî”yê cenabê te dikarê çi bêje? Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî fireh û neteweyê Kurd neteweyekî qedîm e. Ev netewe di hundirê hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partî tê wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirinê. Partî ango parçeyek, qismek…

Bixwîne

Li Hemberî Notirvanên Neteweyê Notirvanên Nerîtê ŞARO I. GARİP – JI TIRKÎ: BESRA Ew ên netewe û gelên din înkar dikin, yekemîn penageha ku wê birevinê gerdûnîxwazî ye Ev gotar ceribînek e derbarê netewe, neteweperwerî û etnîsîteyê de ku du sed salên dawî de sosyolojî, siyaset û antropolojiyê de yek ji wan babetan e ku zêdetirîn tên nîqaşkirin. Nîqaşên li ser têgeha neteweyê li seransera dinyayê hê jî bi heraret dewam dikin. “Babeta bingehîn a felsefeyê endustrîbûn ne lê neteweperwerî ye; makîneya dûkelê û computer ne lê netewe ye.” (Nairn, 2015) Wê zêde ne şaş be ger mirov bêje li…

Bixwîne

Hizra Islamî ya Siyasî ya Modern, “Islamîtî” û Neteweperwerî KAMAL SOLEIMANI – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Em dixwazin bi bikaranîna îslamê xizmeta Îranê bikin û birêz Xumeynî dixwaze bi bikaranîna Îranê xizmeta îslamê bike. – Mehdi Bazargan1 Ti dîn ne heqîqî ye. Dînek encax dikare reel be, yanê muqabilî ew tiştê ku ew bixwe dide xuyakirin û jê xuya dibe. – Karl Barth2 Çawa vebêjim serpêhatiya “Dîn”3 û welêt, Gotin tuneye bo vê rewşa dijwar. Lewma nexweş nekeve ger ji ber rêbazên te be, Hez dikim ew rojên berê yên xweş vejînim. – Muhammad Iqbal4 Netewe [yek ji ew] têgehên…

Bixwîne

Vejîneriya Îslamî û Neteweperweriya Kurd di Dîwana Şêx ‘Ubeydulah de KAMAL SOLEIMANI – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Puxte: Ev nivîs lêkolînek e li ser bîr û bernameya Şêx ‘Ubeydullahê Nehrî ya vejîneriya dînî û kurdî bi rêya tehlîlkirina berhema wî ya bi navê Mesnewî. Nivîsar bi taybetî dikeve dû têgihiştina têkilbûna hizrên vejîna îslamî û neteweperweriya kurdî di şi’rên Şêx ‘Ubeydullah de. Xwendineke hûrbînane ya Mesnewiyê tu şikekê tê de nahêle ku li gor nivîskarê wê berhemê, hem paşeroja kurdan û hem jî bernameya wî ya vejîna îslamî bi damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdî ve girêdayî bûn. Peyvên sereke: Kurd,…

Bixwîne

Hesen Zîrek, Hesen Zîrek Nebû! MESÛD BÎNENDE LATÎNÎZEKIRIN: BAWER MARÛFÎ Hesen Zîrek le gundî Hermêley ser be şarî Seqiz le nêw renc û azarî hejarî da çawî be rûnakîy dunya heldênê û her le seretay jiyaniyewe têkel be erk û zehmetî karekerî debê; û serbarî hemû emane le temenî 12 salî da, mergî babî ewendeytir dile biçkolanekey birîndar dekat û doxî bêpenayî xoy û daykî awarey şarî Seqiz dekat. Paş mirdinî babî Hesenî mêrmindal, daykî şû dekatewe û Hesen le bêkesî da rû dekatewe gundî Hermêle û le berdestî ew axayey babî meyterî bo kirdibû; û be hoy lêhatûyiyewe naznawî…

Bixwîne

Leyl û Mecnûn’a Şêx Mihemed Can ZEYDİN GÜLLÜ Puxte: Mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê mûhîmtirîn mesnewiyek edebiyata klasîk a Rojhilatî ye. Ev mesnewî bi mijara xwe ya estetîk û dramayî ketiye nav edebiyatên Rojhilatî û di edebiyatên cuda cuda de ji aliyê mesnewînivîsên cuda cuda ve hatiye nivîsandin. Ji vî aliyî ve mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê ji bo nivîsandina mesnewiyan bûye wekî arketîpekê. Şêx Mihemed Can û Harisê Bedlîsî (Adak 258-9) jî ev çîrok di edebiyata Kurdî de bi şiklê mesnewiyan nivîsîne. Can şairek edebiyata kurdî ya klasîk a kurmancî ye ku mesnewiya xwe bi zaravayê kurmancî nivîsîye. Can ji ber…

Bixwîne

Monomîta Joseph Camphell* MEHDÎ JAFARZADEH Puxte: Campbell li ser mîtên cihanê xebitî û bingeheka hevpar ji mîtan peyda kir ku weke nimûneyeka hevrist di hemû çandan û di hemû deman da dubare bûye. Û wisa jî teorîya xwe ya monomîtê jî derxist ku li gor wê teorîyê hemû mîtên cihanê di eslê xwe da ji çîrokeka hevrist lêbelê bi hûrgilîyên cihêreng çêbûne. Girîngtirîn monomîta wî ku beşekî zêde ji berhemên wî jî li ser vê yekê ne, monomîta “Leheng” e. Berhemên wek “Star War” û “The Lord of the Rings” û gelek ji berhemên binavûdeng ên sînemaya Hollywood li ser…

Bixwîne

Dêsmana Çîrokên Efsanewî yên Kurdî* MEZHER IBRAHÎMÎ JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Puxte: Mebest ji nivîsîna vê gotarê, diyarkirina dêsmana çîrokên kurdî yên efsanewî ye. Di vê lêkolînê de ji modela dariştenasiya Vladimir Propp sûd hatiye wergirtin. Modela Propp ji tehlîlkirina 100 çîrokên rûsî yên efsanewî pêk tê, 31 hêmanên sereke jê re hatine peydakirin ku bingeh û dêsmanên van çîrokan pêk tînin. Propp ji bo van hêmanan bêjeya “erk” bi kar aniye. Encama vê tehlîlkirinê diselimîne ku çîrokên efsanewî yên kurdî, xwedî heman dêsmanên çîrokên rûsî ne û erk jî heman erk in ku Propp destnîşan kirine. Lê li çawanî…

Bixwîne

Karnavala Mîxaîl Baxtîn û Gengeşeyên Derbarê Wê de UMRAN ARAN Puxte: Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji teorîsyenên giring ên sedsala bîstem e. Xebatên wî ji felsefeyê, fenomenolojiyê, heta dîroka çandê, antropolojî û zanista edebiyatê belav dibin. Teoriya wî ya karnavalê di nav xebatên wî de cihekî giring digire. Li vir bi wateya berteng bi tenê karnavalên normal, ne mijara Baxtîn e; herwiha şahî û pîrozbahiyên bi wî rengî jî mijarên wî ne. Baxtîn di karnavalên normal û di şahînetên di rengê karnavalê de, ji hêla civakî ve ruhekî dijber û hêzeke şoreşgerane dibîne. Li gorî wî di karnavalê de…

Bixwîne

Sînemaya Ali Kemal Çınar: Îmtihana bi Mekanê re II-Veşartî HUDAİ MORSÜNBÜL JI TIRKÎ: ARJEN ARJEN Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Veşartî (2016), fîlmê metrajdirêj a Ali Kemal Çınarê…

Bixwîne

Nirxandineke Sosyo-psîkolojîk li ser Retorîka PKKê/PKKyiyan MISTEFA DEWLEMEND Hiş li hemberî hinek peyv û formulan nikare têbikoşe, ev bi teslîmiyeteke kamil, bi baldariyeke mezin li hemberî girseyê tên gotin û tavilê li ser rûyên mirovan xuya dibin û serê wan dikeve ber wan. Piraniyê wan van gotinan wek hêzên derxwezayî difikirin. (Gustave Le Bon, Kitlelerin Psikolojisi, r. 92) Puxte: Di jiyana rojane de belkî em gelek caran ji PKKyiyan an jî ji kesên derdora PKKê gotinên weke heval, yoğunlaşma (lêhûrbûn), netleşme (zelalbûn), önderlik (rêbertî), serokatî, halk gerçekliği (rastiya gel), înisiyatif, demokratikleşme (demokratîzebûn), halklar (weke Ortadoğu halkları, Tirkiye halkları), ajanlaştırma (sixûrkirin),…

Bixwîne

Kurd û Çêkirina “Xwetiyên Neteweyî”* KAMAL SOLEIMANI – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Destpêk Di vê nivîsê de, ez li ser çendîn nivîsên nekişifkirî yên rewşenbîrên kurd di rojnameya osmanî Tercüman-ı Hakikatê ya sala 1880 disekinim. Nivîsên rewşenbîrên kurd ên dawiya sedsala 19mîn resmekî îstisnaî yê tirs û hêviyên wan pêşkêşî me dike û her wiha pencereyekê vedike bo têgihiştina hişmendiya kurdên misilman. Ev nivîs hewldanên rewşenbîrên kurd ên bo dawa hebûna xwe ya esasî (primordial) ya wek neteweyeke cuda bin xêz dikin. Ev nivîsên nadir wek çavkaniyeke yekta xizmetê dikin bo têgihiştina şert û mercên siyasî yên di dewra serhildana…

Bixwîne

Hevpeyvîn Ligel Aram Dildar MIHEMED ŞARMAN ARAM DILDAR yek ji sînemagerên ciwan î kurd e ku bêtir wek lîstikvan tê naskirin lê bi kurtefîlmên xwe ber bi derhêneriyê ve dimeşe. Piştî ku me kurtefîlma wî Da (2015) temaşe kir me xwest fikr û ramanên Dildar ên derheqê sînemaya kurdî baştir nas bikin. Dildar 1990an de li Batmanê hatiye dinyê. Di komên amator de lîstikvanî kiriye. Beşa Radyo û Televîzyonê ya Zanîngeha Marmarayê xilas kiriye. Di kanala televîzyona IMCyê de xebitiye. FîlMOGRAFIYA ARAM DILDAR Kurtefîlm: Binevş (2009), Tixûbên Nepenî (2010), Da (2015). Fîlmên din: Vitrin (2009), Derhênerê Alîkar (kurtefîlm, Ercan Y.Yılmaz);…

Bixwîne

Ji Kevirên Sînemaya Kurdî: Bîranînên Li Ser Kevirî ÇETOYÊ ZÊDO   FÎLM Bîranînên li ser Kevirî (2014) DERHENER Şewket Emîn Korkî LÎSTIKVAN Hisên Hesen, Nazmi Kırık, Shima Molaei, Suat Usta, Salah Şeyh Ehmedî, Rêkêş Şahbaz, Bengîn Elî, Hişyar Zîro SENARYO Mehmet Aktaş, Şewket Emîn Korkî ÇÊKER Mîtosfîlm, Mehmet Aktaş DERHÊNERÊ DÎMÊNÊ Salem Salavati MAWE 97 deqîqe Hisên û Alan, piştî têkbirina Sedam li Başûrê Kurdistanê dixwazin fîlmekî li ser Enfalê çêbikin. Gelek zehmetî li pêşberî wan in, pirsa sereke jî peydekirina aktrîstekê ye. Hewldanên wan, bi hatina Sînor re vediguheze. Lê pismamê wê Hîwa û apê wê Hamid nahêlin Sînor…

Bixwîne

Nivîs Difire Gotin Dimîne: Sirte Legel Ba û Dengê Bavê Min MEMÊ MALA HINE Puxte: Di destpêka vê nivîsê de behsa pêkhatina sînemaya neteweyî tê kirin. Sînemaya Kurdî ji ber ku di wê sedsalê de pêk nehatiye, Kurdistan welatekî parçekirî û dagirkirî ye, kurd li gelek welatên cihê belav bûne, ji hin taybetmendiyên sînemaya neteweyî dûr mane. Di vê nivîsê de behsa wan taybetmendiyan tê kirin û li xalên hevpar ên sînemaya Kurdî tên vekolandin. Mijara fîlmên Kurdî yek ji xalên sereke yên hevpar ên sînemaya Kurdî ne û mijara berhemên sînemaya kurdî dişibin hev. Ji ber vê jî du…

Bixwîne

Derhênerekî Serbixwe di Sînemaya Kurd de Ali Kemal Çınar NAZÎF ÇOŞKUN Puxte: Ji ber ku kurdên li Tirkiyeyê ne xwediye tu dewlet û otonomiye ne sînemayek kurd a serbixwe tuneye. Sînemagerên kurd bi her awayî giredayî sektora sînemaya Tirkiyeyê ne. Ali Kemal Çınar sînemagerekî xeynî vê sektore ye. Ew fîlman xwe bi malbat û hevalên xwe vê çê dike û rastiya xwe û malbat û hevalen xwe bi fîlman tîne zimên. Ji ber vê yekê awayekî Brechtyenî fîlmên wî heye. Ne tenê ji aliyê sektorê lê aliyê wî yê çêker, kişandin, mijar û estetîkê jî li sînemagerên kurd ên din…

Bixwîne

“Rîsk tunebe huner jî wê tunebe” – Hevpeyvîn Ligel Derhêner Ali Kemal Çınar MEMÊ MALA HINE-KEMAL YILDIZHAN Ali Kemal Çınar yek ji sînemagerên kurd e ku kariyera wan a sînemayê li Amedê dest pê kiriye û didome. Çınar ku di sala 1976an de li Amedê ji dayik bûye û li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya bedenparêziyê xilas kiriye, li Amedê sînema nas kiriye û ji destpêkê ve di nav xebatên çêkirina sînemayê de cî girtiye. Yek ji damezrînerên Klûba Sînemayê ye ku ji aliyê komek sînemahezan ve sala di 2003yan de hatibû damezrandin. Heta niha du fîlmên metradirêj Kurtefilm (2013) û…

Bixwîne

Sînemaya Ali Kemal Çınar – Îmtihana bi Cîwar re: Kurtefilm HÜDAİ MORSÜMBÜL JI TIRKÎ: ARJEN ARJEN Meymanê re Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Kurtefilm (2013), fîlma metrajdirêj a…

Bixwîne

Li ser Nîqaşa Sosret a “Hebûn û Nebûna Sînemaya Kurd” Tevlêbûneke Derxetî: “Çê”kirina Sînemayê û “Çêtir”kirina Jiyanê ÖMER LEVENTOĞLU Puxte: Di vê nivîsê de sê tişt tên gotin. Yek, çand, huner an wêje, her çi be di jiyana mirovahiyê de xwedî peywirên tijîkîrina naveroka dîrokê ne û ji mêj ve ev hemû bi desthilatdariyê ve têkildar in. Du, ji ber ku sînema wek hunereke nû di cîhana global de belav bû û pêşket di şano, wêje an felsefeyê cuda, bi navê neteweyan pêş neket û belav nebû. Sînema wek hunereke global pêş ket. Sê, li gor çavdêriyên me yên deh…

Bixwîne

Çirkîn Qralê Mezlûman: Yılmaz Güney KEMAL YILDIZHAN – JI TIRKÎ: AHMED KANÎ Puxte: Di tevahiya vê nivîsê de me projektorên xwe dan ser aliyê Yılmaz Güney î kurd di nav jiyana wî ya mirovî, hunerî û siyasî de. Ji ber ku ev aliyê wî ew alî ye ku her ji ber çavan tê veşartin, piçûk tê dîtin, tê îhmalkirin û jê tê tirsîn. Aliyê wî yê kurd wek hunermendekî navdarê di çapana cîhanê de ew alî ye ku divê aliyê herî dawî be. Ji ber ku di vegotina fermî de kurd nîne. Yılmaz, ji dema ku ew bûye xwedî hişmendiyekê…

Bixwîne

Derhêner Zeynel Doğan: “Sînema bo me bi tenê ne sînema ye” HEVPEYVÎN: FEXRIYA ADSAY Zeynel Doğan di sala 1979 an de li Mereşê ji dayik bûye. 1997 an li Eskişehirê dest bi unîversîteyê kir. Di sala 2002 yan beşa ragihandinê qedand. Di navbera 2002-2005 an li Amedê di Gün Tvyê de xebitiye. 2003an de beşdarî kargeha sînemayê bû ku di bin bana mîhrîcana çand û hunerî ya Amedê de kargeha sînemayê hatibû vekirin. Piştî vê kargehê biryar da ku edî bi sînemayê re eleqedar bibe. Ji 2006an heta 2010an wek koordînatorê beşa sînemayê ya ku di bin banê şaredariya mezin…

Bixwîne

Sînemaya Kurdî wek Cureyek Rabêja Neteweborî: Dîtbariya Sînematîk, Berxwedêriya Çandî û Aktoriya Siyasî SUNCEM KOÇER – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Puxte: Li Tirkiyeyê di çend salên dawî de, “sînemaya kurdî” wek yekane kirdeya rabêjî peyda bûye. Piştî û di nav hewlên lihevcivandina hilberîna kurdan a çandî ya li diyasporayê, rewşenbîrên kurd cehd kirin naveroka sînemaya kurdî pênase bikin û çarçoveya wê diyar bikin wek çarçoveya beralîkirina hilberîn û pêşwazîkirina fîlmên ku kurd çêdikin û derheqê wan de tên çêkirin. Di vê gotara min de, gotina min sêparçeyî ye. A yekem, sînemaya kurdî li warê neteweborî (transnational) wek sînemayeke neteweyî peyda…

Bixwîne

Tîroja Rojhilat a Sînemaya Kurdistanê KHOSRO SINA – JI FARISÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Puxte: Hedefa sereke ya vê xebatê tehlîl û vekolîna tevgerên siyasî-civakî yên bibandor li ser teşegirtina meydana “sînemaya kurdî” di serdema reformê1 de ye. Loma em xwe dispêrin modelên pêşniyazkirî ji aliyê lêkolînerên ku teşeya lokalîzebûyî ya hîpoteza Nowell-Smith, Terry Lovell û George A. Huaco ku di çêbûna pêlên nû di sînemayê de ye, bi çawaniya afirandina “fîlmên bi zimanê kurdî” li ser bingeha sînemaya ronakbîrî ya Îranê tê tehlîlkirin û di dawiyê de em xwe dispêrin konsepta nezerî ya Pierre Bourdieu, taybettirîn hêmana bercesteker a vê tevgerê…

Bixwîne

Xuyangên Neteweyê: Sînema, Huner û Nasnameya Neteweyî* ANTHONY SMITH – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Babeta min temsîliyeta dîtbarî ya nasnameya neteweyî ye. Îdîaya min ev e, di resmê de wek di fîlman de, em dikarin bibînin bê ka çawa ew nêrîna dîrokîhez1 a neteweyê, û kaniya wê ya etnîk a efsane, bîranîn, sembol û kevneşopan, bi awayê îfadeyeke ku her diçe bêtir xwezayî dibe li ber çavan tê raxistin, û çeşitdariyeke zêdetir a wate û hestan bi xwe re tîne her ku hunerên dîtbarî ji endamtiya neteweyî ya gelek berfirehtir re vedibin. Ev herî zêde destpêka vê sedsalê de bi…

Bixwîne

Guftûgoyên Perrîdankan CIWANMERD KULEK Gava nivîskar pirtûka xwe diqedîne, jê we ye peywir û berpirsiyariya wî jî diqede û êdî tenê dimîne wek xwendevanekî berhema xwe. Konforeke xweş e ku “êdî ne ez lê berhema min diaxive.” Û her nivîskar di aliyekî hişê xwe de bi vê dizane ku berhema wî ji wî baqiltir e û bi tiştên ku ew nizane jî dizane. Lewma gelek caran xwendevanên wî ji wî bêtir mane û şîroveyan jê derdixin. Heta ku analîzek yan nirxandineke li ser wê, çê an xerab, cardî peywir û berpirsiyariya wî a wek berhemhênerê wê têxe bîra wî, bo…

Bixwîne

Li Ser Sînorên Netewe-dewletên Tirk û Îranê: Serpêhatiya Ferzende û Besrayê* METİN YÜKSEL – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Komên eşqiyayan ku jin û zarokên wan jî pê re bûn, bi temamî hêviya xwe birîbûn. Ne di nav axa me de ne jî li Îranê ji wan re tu cî nemabû xwe lê veşêrin û me û îraniyan li dû wan operasyoneke têkûz dimeşand.1 Piştî Yekem Şerê Cîhanê, wek ‘normeke rewa ya navneteweyî’ netewe-dewlet ketin dewsa împeretoriyan.2 Di serdema netewe û netewe-dewletan de, xerîteya Rojhilata Navîn jî ji nû ve hate çêkirin. Piştî Şer li Rojhilata Navîn hewesa neteweperwerên kurd, ku…

Bixwîne

Helbestkarek di Kevaneka Niştîman de CEMAL MELAYÎ – JI SORANÎ: HEWAR ASA Dibe ku bêhtir ji sih salan e tu helbestkar li rojhilatê Kurdistanê, bi qasî Celalê Melekşa nav û dengê xwe belav nekiribe û helbesta kêm helbestvanan bi qasî ya wî di nava çîn û tebeqeyên curbicur ên civakê de cih girtibe. Celalê Melekşa ji wan kesatiyan bû ku hertim piştgiriya eniya nû dikirin da ku riya tije strî û astengî ya zimanê kurdî ber bi asoyên ronîtir ve bibin. Helbestkarekî xemxurê gel, welat, çand û wêjeya kurdî bû, pir tişt di jiyana xwe de ezmûn kirine û wek…

Bixwîne

Helbesta Nûjen a Rojhelata Kurdistanê: Peywendî bi Poetîka û Rexneya Edebî ya Modern EHMED ÇAK – JI SORANÎ: REBÎ’ ÎSMA’ÎL ZÊBARÎ Puxte: Puxte: Em dema behsa poetîkayê dikin meram jê şêwaz û pêkhate tuneye. Ji ber ku şewaz pir ji poetîkayê tevtir e û pekhateş peywendî bi tev berhem ê edebî ve heye. Bêtir meram jê eşkerekirina wan zagon û yasa û teknîkan e, ku ji teksta edebî de hene weke pilanekê berhemê edebî ji me re rûn dike. Poetîka naskirina teksta edebî ye berhem dihîne û namoyî (xerîbî) ji rûxsarê teksta xerîb jê dibe. Wê demê nivîskarekî taybet ji…

Bixwîne

Xwendinek bo Beyannameya Helbesta Pêşrew a Kurdî (dakar) ÎBRAHÎM ÊHMEDÎ NIYA – JI SORANÎ: DÎNDAR MISTEFA ZÊBARÎ* destpêka babetî Ji destpêka sala 1990î a zaynî da cure rawestan û mandîbûnekê pêşiya helbesta rojhelatê Kurdistanê girtibû, ji bizavê lkar ket bû, piraniya ew helbestvanên berniyas li jêr sêber û karîgerî û bandora edebê berhengarî a helbestvanên herdu aliyên rewt û bizava edebî ya “Riwange” û “Grûpa Kerkukê” kifrîda bûn, her ji ber wê yekê jî byavê nuykirinê û dahênanê û derbasbûnê di vî kawdanî da gelekî berteng bû, ji bo derbasbûnê jvê rawestana neliv, dalyê guherîn û gorankariyên bingehînên byavê helbestê…

Bixwîne

Hendesey Peyv le Şê’rî Şêt da Xwêndineweyêkî Şê’rekanî Yûnis Rezayî REHBER MEHMÛDZADE – TÎPGUHÊZÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Puxte: Em Witare Basêke Le Ser “Şîntirîn Betal” Yekemîn Komele Şê’rî Bilawkirawey Yûnis Rezayî. Şê’rî şêt şêwazêkî awangardî şê’rî kurdî ye ke dekirê bilyên pêwendîyêkî kem (belam nek sist) le gel koy deqekanî pêş xoy heye û her lew kate da detiwanê bo dahênanekanî diway xoy le deqekanî tazetir da nexşeyek dabirêjê. Yekêk le berçawtirîn taybetmendîyekanî em şêwe şê’re, pêkhatey na xetî û çeşnêk zawzêy wişe ye ke le nawî da debîndrê. Lem witare da hewl dirawe şê’rî şêt be çendîn mêtodî rexneyîyewe bixwêndrêtewe…

Bixwîne

Nûtirxwazî li Qada Wêjeya Cîhanî û Rojhilatê Kurdistanê SALIH SUZENÎ – JI SORANÎ: HEWAR ASA Puxte: Helbesta kurdî ji destpêka nûbûna xwe û heya niha, gelek merhele derbas kirine û gelek qad jî tecrube kirine. Sawer û hevalên ewî û merheleya piştî wan, niha jî di gel de, “Helbesta Şêt (Dîn)” û “Nûtirxwaz” di wê nivîsê de, hewl daye çavê xwe li ser tevaya pêvajoya helbesta wî, li rojhilata Kurdistanê bigerîne. Peyvên sereke: Epistimolojî, nûtirxwazî, helbesta Şêt, helbesta Cuda, hevdemî, anarşîzma zimanî û awangard. Destpêk Beriya niha, di her du nivîsên “Li Gel Pêlên Nû ên Helbesta Kurdî” û “Epîstemolojiya…

Bixwîne

Çoniyetîy Serheldanî Nwêbûnewey Endêşey Şî’rî le Rojhelatî Kurdistan YUNIS REZAYÎ – TÎPGUHÊZÎ: BAWER MAROOFI Puxte: Şî’r wekû baqî hunerekanî dîke peywendî be komelgawe heye û nakirê be bê gorankarî le doxe siyasî û komelayetiye çeqbestuwekan da çawerwanî goran le nawerok û formî şî’rît hebê. Le layekî dîkewe herçî asoy xwêndinewe û bînînî şa’îran firawantir buwe, ziyatir twanîwiyane gorankarî le şî’r da bedî bênin. Yekem destey şa’îranî Kurd be karîgerîwergirtin le doxî sepawî siyasî û komelayetîy Êran û Kurdistan nawerokî şî’ryan gorî û nawerokî nwê niyazî be zimanêkî taze bo derbirîn û formî tazetir bo bîçimgirîn wek şêwazêkî hunerî bû. Ew…

Bixwîne

Helbesta Kurdî ya Modern li Rojhilatê Kurdistanê: Pêşkêşkirineke Kurt GHOTBADIN AHMADI – JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN Li Îranê krîzên siyasî, civakî û ekonomîk ên nîveka yekem a sedsala bîstem, rê li ber bizavên cihêreng vekir ku ev bizav bi nêzikî bi rojhilatê Kurdistanê re pêwendîdar bûn. Li Kurdistanê bi hişmendiya neteweyî û çandî, çalakiyên bingehîn ên curbicur hatin lidarxistin. Li dij stratejiya bêedalet a dewletê li hember kurdan, di 1912an de “Komeleya Cîhanzanî” û “Komeleya Rizgarkirina Kurdistanê”(1) hat damezirandin. Partîzanê navdar Smaîl Xanî Simko(2) di 1921ê de Mahabad rizgar kir. Di 1930î de bi plana Riza Şah bi sûîkastekê hat…

Bixwîne

Hevpeyvîn Ligel ROJEN BARNAS FEXRIYA ADSAY–MIHEMED ŞARMAN ROJEN BARNAS: Navê wî yê fermî Mehmet Gemici ye. Di sala 1944an de li Farqînê hatiye dinyê. Li Diyarbekirê enstîtuya hînkariyê (eğitim enstitusu) xilas kiriye. Di sala 1966an de wek hînkarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên navîn û li lîseya Silîvanê xebitiye. Ji ber xebat û tevgerên xwe yên welatparêzî, şoreşgerî û sendîkayî (TÖS) bi doza D.D.K.O.ya Silîvanê di sala 1971ê de hatiye girtin û du sal ceza xwariye. Di 1979an de beşdarî xebata beşa kurmancî ya kovara Tîrêjê bû. Ji sala 1982yan ve li Swêdê dijî. Rojen…

Bixwîne

Perrîdankên li Ser Pênûsa Min BURHAN TEK Puxte: Ciwanmerd Kulek yek ji romannûs, çîroknûs û wergêrê kurmancî ye. Heta nuha bi qasî ku li ser zimanê wî hatiye rawestin herhal li ser romanûsî û teknîk û şêwaza wî nehatiye sekinîn. Em ê di vê gotarê de hewl bidin ku romana wî ya bi navê Defterên Perrîdankan ji bilî nirxandina giştî bêtir ji hêla vegêrannasî û teknîka wê ve binirxînin. Di pirtûkê de em ê li bersivên mîna teknîkên vegêrannasiyê çawa hatine bikaranîn, di romanê de vegêr rolekî çawa dilîze û li gor beşan vegêrekî çawa hatiye bikaranîn? hwd. bigerin. Em…

Bixwîne

“Bersiv”ên Mîxaîl Baxtîn UMRAN ARAN Puxte: Li gor teorîsyenê rûs Mîxaîl Baxtîn her gotin, her kelam, her gotar ji bo gotin û kelam û gotarine din bersivek in. Her gotin bersiva gotina berî xwe ye û gotina piştî xwe bi xwe re tîne. Heger bersiveke berî wê tunebe jî, gotin bersivekê texmîn dike û xwe saz dike, bi heman awayî hewl dide gotina piştî xwe jî texmîn bike. Ev yek wek teorîsyenê diyalogê di teoriya Baxtîn de cihekî girîng digire. Ev nivîsar angaşt dike ku di bingeha xebatên Baxtîn de jî ev motîvasyon heye û wî xebatên xwe wek bersivên…

Bixwîne

Ji Afrîkaya Başûr Tecrubeyên Reşikan bo Kurdistanê: Steve Biko û Zihna Reş* FEXRIYA ADSAY Puxte: Sala 2016 sedemîn salvegera peymana Sykes-Picot e ku sed sal berê Kurdistan kiribû çar parçe. Sed sal şûn de digel ku Sykes-Picot tu hukmê wê nemaye û derfetên dizayneke nû li ber deriyê Kurdan e, gelo Kurd çiqas amade ne berê qedera xwe biguherînin? Ger em ji bo Bakurê Kurdistanê bipeyivin, digel ku kurd ev ji sî salî zêdetir şer dikin, ji aliyê epîstemolojîk û siyasî ve ne amade ne qedera bi Sykes-Picot hatibû xêzkirin berovajî bikin. Giranî û nîqaş her dem li ser şerê…

Bixwîne

Şerefxan bo Çi Hat Kuştin? MISTEFA DEHQAN – V. GENÇ –  JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY Puxte: Puxte: Di gotara beriya vê “Reflections on Sharaf Khans Autobiography” de (Fikrên Derbarê Otobiyografiya Şerefxan de), me hewl da cimaeta akademîk qanih bikin ku 1012/1603-04, dîroka qebûlkirî ya mirina Şerefxan, red bikin.1 Em vê nêrîna xwe dispêrin çend belgeyên osmanî û ermenî yên neçapkirî ku em li gor van texmîn dikin ku dîroka mirina Şerefxan demeke di navbera 1007/1603-04 û destpêka 1010/1601-02 de ye. Tê îdiakirin ku ihtimal e sedema mirina wî kuştin bû. Dema ev gotar di çapê de bû jî em li…

Bixwîne

Çîrokên Kurdî û dîroka Berhevkirina Wan* MEZHER IBRAHÎMÎ – JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Puxte: Çîrok weke janreke girîng a edebiyata gelêrî ye, ev ronîkera gelek ji xalên tarî yên jiyana mirov e û berevajî edebiyata nivîskî, rengvedana serhatiyên xelkê asayî û çîna bindest e. Çîrokên folklor ên kurdî tevî ku li gel motîvên cihanî û destanên hevbeş di nava wan da berçav in lê xwedan hin taybetiyan in ku dibine sedema ciyawaziya wan û çîrokên neteweyên din û xasma jî gelên cîran. Destpêka xebata berhevkirina çîrokên kurdî vedigere nîvê sedsala şanzdehan û di maweya sed û şêst salî de û…

Bixwîne

Xwendineke Binemayî ji Zargotina Kurdistanê – Lêkolîna Rendom* li Ser Beyta ‘Seydewan’ XOSRO SINA – JI FARISÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Puxte: Analîza binemaya berhemên zargotinê û venêrîna hêmanên wan yên navmetnî û herwisa kişfkirina nimûneyên li gor wan, dibe sedema têgihîştineke baştir ji zatê edebiyatê û dikare alîkariya geşedana nimûneyên analîzê, ji bo cûreyên din yên edebî jî bike. Di vê lêkolînê de beytên Seydewan weke nimûneyeke taybet ji çîrokên kurdî yên folklor li gor nimûneya binemayê tê tehlîlkirin. Hedefa vê lêkolînê nasandina zargotina Kurdistanê û venêrîn û tehlîla çarçoweya berhemê li gor nasyartirîn nimûneyên binemayê ne. Rêbaza lêkolînê pirtûkxaneyî û…

Bixwîne

Wê Bi Hunerê Xweşik Bibe Welat Hevpeyvîn Ligel Seywan Seîdiyan FEXRIYA ADSAY Seywan Seîdiyan ji Rojhilatê Kurdistanê ye; hunermendekî berhemdar î piralî ye û di çendîn qadên cuda de xebat û berhemên wî hene, me xwest em bêtir bi awayekî danasînî li ser hunermendiya wî bipeyivin û wî bi xwînerên Zaremayê bidin naskirin. Di sala 1972an de li Mahabadê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û kotayî li Mahabadê xilas kiriye. Ji sala 1995an pê ve bi awayekî domdarî xebatên xwe yên hunerî berdewam dike. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehran, Sine, Bokanê dît. Piştre li koleja hunerê ya…

Bixwîne

Anahidayek ji Helbesta Kurdî (Roj)Hilatiye FERZAN ŞÊR Puxte: Jiyan bi hemû hêlên xwe ji kozmosa mezin heya ên herî mîkro/atomîk ji aliyê mêran ve wekî qada mêran, kozmosa mêran hatiye pênasekirin. Ne tenê kozmos, tiştên teolojîk û metafîzîk jî wiha ne. Jiyan, madeyî û maneyî, jiyaneke fallîk e. Edebiyat jî, helbest jî ji vê pênasê ne bêpar in. Helbesta kurdî yekcar wiha ye. Di helbesta kurdî de Nahîd Huseynî bi amûrên xwe yên hunerî vê bandora m/nêrbûnê şikandiye. Bi tekaneyîbûnê re takbûnê, bi oxymoronê re dualîbûna hişk (jin û mêr) ko û nerm kiriye û ya dawî jî bi xwendina…

Bixwîne

Helbesta Kerîm Deştî: Hesreteke Ezelî di Bendewariya Evîneke Ebedî da Xwendina du defterên Helbestan “Dirextî Direwşanewe” û “Dirextî Xamûşî” EBDULXALIQ YEQÛBÎ – JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH Puxte: Kerîm Deştî helbestvanekî hevçerx ê başûrê Kurdistanê ye. Helbesta wî bi taybetî jî du defterên “Dirextî Direwşanewe” û “Dirextî Xamoşî”, ji aliyekî ve koka xwe di zemîna nerîtê û ji aliyekî din ve jî di zemîna modernîteyê de xurt kiriye. Helbestên wî xwedan taybetmendiyeke zindî û herikbar in û li pey xwesteka mijar û ramanên sereke ne. Dînamîzm û hereketa di helbestên wî de yekalî û sabît û mirî nîne. Form û pêkhatên…

Bixwîne

“…pêlava min ji taca mîrî bilindtir e…” Hevpeyvîn Ligel Mueyed Teyib FEXRIYA ADSAY – MIHEMED ŞARMAN Di vê hejmarê de me xwest helbestvan Mueyed Teyib ku ji başûrê Kurdistanê ye û li bakur bi Dîwana xwe ne ba min siwar dike/ ne ax min peya dike tê naskirin, ji nêz ve nas bikin. Helbestvan Mueyed Teyib di sala 1957an de li Dihokê ji dayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de dest bi fakûlteya Hiqûqê ya zankoya Bexdaye kir. Di radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di van salan de wek helbestvan hat…

Bixwîne

Helbesta Kurdî Ya Modern Li Başûrê Kurdistanê: Pêşkêşkirineke Kurt[*] LEYLA NADERÎ – JI ÎNG: UMRAN ARAN Di sedsala bîstem de di warên cuda de gelek guherînên gerdûnî yên curbicur pêk hatin ku mirov dikare li cem gelek neteweyên Rojhilata Navîn şopên van guherînan bibîne. Dijwariyên herêmî û siyasî yên wek jinavçûna xanedana Osmanî, serweriya Şêx Mehmûd li Îraqê di bin bandora Brîtanyaya Mezin de û encamên Şoreşa Oktoberê ya 1917an, bûyerên karîger ên sereke bûn. Başûrê Kurdistanê ji destpêka sedsala bîstem de xwedî dîrokeke neseqamgîr (unsteady) bû. Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê aşkere bû ku artêşa Brîtanî ya li Îraqê,…

Bixwîne

Rengvedanên Neteweperweriyê di Helbesta Kovara Tîrêjê de ÎRFAN AMÎDA Puxte: Çanda neteweyî wek diyardeyeke netewebûnê ketiye nav bal û xebatên rêxistinên siyasî yên kurdan jî. DDKD yek ji wan rêxistinan e ku, di sala 1979an de, di nav vê peywendê de kovara Tîrêj ya çandî weşandiye. Tê dîtin ku Tîrêjê hewl daye, wek amrazeke sazkirina nasnameya neteweyî, bi riya ziman û wêjeyê bîr, dîrok, hişmendî û nasnameyeke hevpar biafirîne. Di demajoya vê afirandinê de rûwangeha wan a sereke dijkolonyalîzm e. Di helbestên wê de helwesta dijkolonyal pir serdest e û mînakên berbiçav in bo destnîşankirina pêwendiya di navbera wêje û…

Bixwîne

Piştgiriya Sînornenas: diyariyên Helbestkî Yên Goran û Cegerxwîn Bo Paul Robeson[1] METİN YÜKSEL – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Puxte: Ev gotar li ser du diyariyên helbestkî yên ji aliyê du helbestvanên girîng ên kurd ên sedsala 20mîn, Abdulla Goran û Cegerxwîn ku bi du zaravayên sereke yên kurdî, soranî û kurmancî, bo Paul Robeson nivîsandine, disekine. Helwesta civakî û siyasî ya dij-nijadperest û dij-mêtinger a Goran û Cegerxwîn ku di helbestên wan de rûdide binxêz dike û lê dinere ka ev di peywenda nûsîn û teoriya pişt-mêtinger de dikare çawa bê xwendin. Ev gotar bi awayekî giştîtir armanc dike tevkariya…

Bixwîne

‘Qêrîn Dikim Da Ku Şiyar Bî’:[1] Helbest û Siyaseta Şiyarkirinê Ya Cegerxwîn METİN YÜKSEL – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY Puxte: Ev gotar li ser helbestên helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn (1903- 1984) hûr dibe. Piştî ku jiyan û kariyera Cegerxwîn di nav peywendekê dide rûniştandin, destnîşan dike ku helbesta kurdî ya klasîk di perwerdeya wî ya medreseyê de çawa afirîneriya helbestkî ya Cegerxwîn şêwandiye. Dûre, çewisandin û zilma ku gundiyên kurd ji destê axa, şêx û netewe-dewletan dîtine kiriye ku Cegerxwîn têkeve nav helwesteke civakî û siyasî ya marksîst û neteweperwer. Lê, ev nivîs ji sifetên besîtker yê “çepgir” û…

Bixwîne

Rêbera Rêbazên Nîşandayina Çavkaniyan AMADEKAR: FERZAN ŞÊR A. Rêbaza APAyê (American Psychological Association) B. Rêbaza MLAyê (Modern Language Association) Piştî vekirina beşên kurdî di zaningehên li bakûrê Kurdistanê derketina kovarên akademîk, nîv-akademîk û hakemî rêbazên nîşandayina çavkaniyan bêtir ket rojeva nivîskar û lêkolîneran. Ne bes di van waran de li her cihên ku mirov serî li çavkaniyan dide him ji hêla ilmî him jî ji hêla hiquq û ehlaqa nivîsandinê ve hewceyî bi rêbazan dibîne. Ji bo ku em qaydeyên aîdiyeta fikrî û kedê binpênekin, agahiyan bi awakî rêk û pêk derxin holê, belav bikin û rê li ber întîhal,…

Bixwîne

Hin Têbinî derbarê Lekolînên li ser Zimanê Kurdî* TOVE SNUTNABB KANGAS JAFFER SHEYHOLISLAMI AMIR HASSANPOUR JI ÎNGILÎZÎ: SÎRWAN QIÇÇO *Skutnabb-Kangas, Tove, Sheyholislam, Jaffer and Hassanpour, Amir (2012). “Concluding remarks.” In Sheyholislami, Jaffer, Hassanpour, Amir and Skutnabb-Kangas, Tove (eds.) The Kurdish Linguistic Landscape: Vitality, Linguicide and Resistance. Special volume nr 217, The International Journal of the Sociology of Language, 181-187 Qada zimanzaniya kurdî di bîst salên dawî de gelekî hatiye guhertin û dibe ku hîn jî were guhertin di dema weşana vê çapa Kovara Navnetewî ya Civaknasiya Zimên de. Lê rola zimanê kurdî (û zimanên zikmakî yên din li herêmê) û…

Bixwîne

Mirovo Tu Her Ji Bîr dikî HEVPEYVÎN LIGEL DERHÊNER ŞEHRAM ALÎDÎ DERHÊNERÊ KURD SHAHRAM ALÎDÎ, di sala 1971ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di dema xwendina xwe de Alîdî di gelek piyesên tîyatroyê de wekî aktor cîh digire. Pîştî xwendina lisansa ressamiyê di Fakulteya Hunerên Ciwan ya Zaningeha Tehranê, li Zanîngeha Hunerê (li Tehranê) dest bi xwendina derhêneriya sînemaya anîmasyonî dike. Alîdî, di gelek projeyan de wekî ressam, wênekar, dizaynor, grafîst, îlustrator û senografê sînema û tiyatroyê xebitiye. 6 sal piştî yêkem fîlmê xwe yê dirêj Bîranînên Mehîna Kimêd ku bi alikariya Wezareta Çandê ya Hikumeta Kurdistanê,…

Bixwîne

Şikomendîy Bûnayetî Le Şî’randinî Hizrî Ziman da HENDRÊN – LATINÎZEKIRIN: BAWER MARÛFÎ “Binûse, pîrî dilim emrî kird Le îbtîda we ke beytê munasibî dîwan Gedayekî wekû Mehwî, qelenderêkî Kurd Mîsalî padişehî furs e sahîbî dîwan” Mehwî (1830-1906) Puxte: Ev gotar armanc dike bi riya analîzkirina berhemên Mahwe û Nalî destnîşan bide ka çima ev herdu helbestvan ji bo cudatiya xwe ya ji “êdîn” diyar bikin bi kurdî nivîsandine, û dixwaze bi riya zimên fazîletên kurdbûyinê jî têgîn bike. Ev, bi gotineke din, ji dinyayê re piştrastkirina kurdbûyinê ye. Ev argument li dij rexneya wêjeya kurdî ye jî ku angaşt dike…

Bixwîne

Oblomov û Paşxaneya Wî ya Civakî BİLAL ATA AKTAŞ Puxte: Bi Rojavayîbûyînê re civakek dikeve nav veguherîneke cuda û dînamîk. Di vê veguherînê de vebijêrk sê ne. Civak, an pişta xwe dide rûdanên nûjen, li pey astengiya nûtiyê diçe û ji kevneperestiya xwe tawîz nade, an kêm-zêde li ber xwe dide lê dîsa jî nikare bergiriyeke teqez li hemberî wê ava bike û di navberê de dimîne. An jî entegrasyona xwe ber bi temambûyînê ve dibe. Di vê serêhatiyê de civak, li ber deriyê Rojavayê (şaristanî, nûjenî) ye û bona ketina hundir, heweskarê guhertina hin kevneşopiyên xwe ye. Ev yek…

Bixwîne

Li Welatekî Derhişîn Pêxemberekî Melankolîk: Silêman FERZAN ŞÊR Puxte: Di romana Sobartoyê de du xetên sereke hene. Yek jê Silêman e, a din jî Belqîsê ye. Yên mayîn jî navbera wê xetê dadigrin. Silêman wekî kirdeya sereke ya romanê, çarenûsa Kurdistanê wekî netewe temsîl dike; Belqîs jî çarenûsa Kurdistanê ya organîk/erdnîgarî û welatî (wetanî) temsîl dike. Belqîsê objeya arezûyê ya Silêman e ku tu carî bi dest nabe. Çûna ber bi bidestxistina Belqîs ve rêwitiyeke rastî-xeyalî ya ber bi mirinê ve ye. Di encama vê çûnê de dertê holê ku Belqîsê li kerxaneyê li benda xerîdaran e, yanî erdnîgariya Kurdistanê…

Bixwîne